Kalkan: Kurdistan biheşta cîhanê ye û nabe ku em wê biterikînin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan anî ziman ku divê tu kurd li wê bendê nebin ku hêzên qirker bên û wan rizgar bikin. Kalkan diyar kir ku ji bo azadiyê divê gelê kurd ji 7 salî heta 70 saliyê hemû bibe şervan. Kalkan anî ziman ku Kurdistan biheşta cîhanê ye û divê kurd bi tu awayî Kurdistanê neterikînin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bi wesîleya salvegera 42’yemîn a damezirandina PKK’ê ji ANF’ê pirsên Salîh Dogan bersivandin. Kalkan di beşa duyemîn a hevpeyvînê de bi taybetî kêmasiyên di nava 10 salên dawî yên têkoşînê de rû dan nirxand.

Axaftina Kalkan wiha ye:

“Ji ber ku em di nava 10 salê dawî de bi Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî tênekoşiyan, me nekarî siyaset û zîhniyeta faşîst û qirker têk bibin. Ger bi rastî jî me karîbûya guhertina stratejîk bi lez kiribûna, li gorî Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin kiribûya û şerê xweparastinê li her deverê pêk bianiya, niha rêveberiya Erdogan têk çûbû. Ji ber ku me nekarî wisa bikin, temenê rêveberiya Erdogan dirêj bû. Niha hewl dide hîn bêhtir êrîş bike. Em bala xwe bidin ser; êrîşî Başûr dike, êrîşî Rojava dike. Ya rast bêyî ku bikeve van deveran hemûyan derfet hebûn ku li Bakur rêveberiya Tayyîp Erdogan bê têkbirin, siyaset û zîhniyeta wî ya faşîst û qirker bê têkbirin.

Nabe ku em dev ji biheşta cîhanê Kurdistanê berdin

Di vê nuqteyê de divê mirov du tiştên din jî bîne ziman. Jin, ciwan, karker, kedkar, civaka kurd divê vê yekê rast bizane; çareseriya pirsgirêka kurd hêsan nîne. Her wiha jiyaneke azad, wekhev û demokratîk li cîhanê, xwerêvebirin hêsan nîne. Cîhan ji aliyê hêzên yekdestî yên desthilatdariya dewletperest ve hatiye parvekirin. Sîstema herî giran a zext û mêtingeriyê hatiye avakirin û vê sîstemê Kurdistan parçe kiriye, kurd ji nedîtî ve hatiye û dixwaze tune bike. Sîstemeke qirker e. Rewşeke ji rêzê nîne. Ji bo tunekirina hebûna gelê kurd sed sal in êrîşên qirkirinê dike, komkujiyan dike, asîmîlasyonê dike, demografyayê diguherîne, ji çar aliyên cîhanê mirovan kom dike, li şûna kurdan bi cih dike. Kurdan ji Kurdistanê derdixîne û dibe Stenbol, Îzmîr, Çukurova, Ewropa û Amerîkayê. Ji civakên tirkî tînin li Kurdistanê bi cih dike. Ji Balkanan, ji welatên ereban mirovan li Kurdistanê bi cih dike. Dibêjin, ‘Bajarê herî mezin ê kurdan Stenbol e’. Ev rewşeke baş nîne, rast nîne, ger hatibin tiştekî baş nîne. Ger Kurdistan bi kêr hatî nebe çima ewqas mirovan li çar aliyên cîhanê kom dikin û li Kurdistanê bi cih dikin? Kurdistan biheşta cîhanê ye. Nabe ku em dest ji biheştê berdin û ji hev belav bibin.

Divê kes li bendê nebe ku hêzên qirker wan rizgar bikin

Tu wateya gotina ‘Çima Amerîka, Ewropa û Rûsya me rizgar nake’ nîne. Yên ku Kurdistan parçe kirin, xistine vî halî ji xwe ew in. Yên ku sîstema qirker ava kirine ew in. Nabe ku mirov ji qirker, ji kujeran hêvî bike, nabe ku hêviya rizgariyê ji wan bê kirin. Di vir de şaşitiyek heye. Çima AKP-MHP êrîş dike? Çima CHP êrîş dike? Çima Îran an jî DAIŞ êrîş dikin? Ji ber ku ev hêz qirker in. Ji aliyê zîhniyet û siyasetê ve bi vî rengî ne û êrîş dikin, dê êrîş bikin jî. Divê em bi vê zanibin. Rastiya dîrokî bi vî rengî ye. Wê demê ger em dixwazin hebin û azad bin, wê demê divê em li gorî vê yekê tevbigerin. Ev yek jî hişmendî, rêxistinbûn û berxwedana di xeta Neteweya Demokratîk de ye. Rêber Apo ji vê yekê re dibêje ‘Rastiya gelê şervan’.

Ji 7 salî heta 70 salî divê hemû kurd bibin şervan

Hêza me, têra vê yekê dike. Mirovên kurd leheng in, wêrek in, fedakar in, berxwedêr in, şervan in û ger xwe bi rengekî rast zane bike, bi hişmendiya xweparastinê xwe bi rêxistin bike, ger li gund, li malbatê her kesên ku dikarin rahêjin çekê xwe bi rêxistin bike, ger li hemberî êrîşan paşve gavê neavêje û ji bo parastina wê deverê bi her rengî li ber xwe bide dê teqez bi ser bikevin. Xweparastin bi vî rengî ye. Divê em nebêjin, ‘Bila Amerîka bê biparêze, bila Rûsya qada hewayî qedexe bike, nebû jî bila gerîla bê. Bila çend hezar ciwan ewlekariya me bike’. Divê civak ji 7 heta 70 salî her kes bibe şervan. Divê her kes endamekî xweparastinê be. Divê em xwe ji aliyê leşkerî ve perwerde û birêxistin bikin û dema ku dijmin êrîş kir bi rengê gerîla şer bikin. Ji bo parastina xaka xwe pêwîste em vê bikin. Êrîş nebû jî divê em jiyana xwe bidomînin. Jiyana me ya aborî, civakî û çandî divê hemû li ser bingeha xweparastinê be. Ewlekarî û parastina me divê xwe bispêre hêza me. Dema ku bi vî rengî be hingî têkoşîna me ya hebûn û azadiyê dikare bi ser bikeve. Hingî em ê karibin li dijî her şêwe êrîşên dagirkeriyê xwe biparêzin. Ji ber ku em dikarin li dagirkeran bixin.

Mînak; dagirker niha dikevin nava Rojava. Dikarin bikevin, çekên wan pir in. Em bêjin ew bi kar anîn û dagir kir. Lê belê ger tu li wê deverê rêxistinbûyî be, li herêma xwe tu bi şev û roj li dagirkeran bixe, bike ku nikaribin li wê herêmê bimîne, hingî dikarî dagirkeran biqewirîne. Dema ku te xwe li gorî vê yekê amade kir dikarî vê bike.

Azadî bi xweparastinê dibe

Divê ew rastiya berbiçav baş bibînin. Azadî bi xweparastinê dibe. Xweparastin hêza mirov bi xwe ye. Mirov di bin parastina hinekan de azad nabin. Di rewşeke welê de mirov ancax dibin kole, dibin hevkar û teslîmiyet pêk tê. Ger em bibêjin em ê azad bin hingî divê xwe bi xwe biparêzin. Ji bo wê jî li ser bingeha îdeolojîk, siyasî û leşkerî em ê xwe perwerde û birêxistin bikin. Em ê sîstema xwe ya xweparastinê xurt bikin û li hêviya kesî nesekinin, em ê mal, gund, tax, kolan, bajarok, zevî, herêm û bajarê xwe bi xwe biparêzin, xwe bigihînin wê asta rêxistinbûyî. Her wiha dema ku pêwîstî pê hebe em ê bi lehengî şer bikin û bi wêrekî fedakariyê bikin, li dijî her şêwe êrîşan sekneke leşkerî nîşan bidin, ji 7 heta 70 salî jin û ciwan tevahiya civakê em ê bi vî rengî tevbigerin. Pêwîstî bi vê yekê heye. Bi vî rengî pêkane. Nabe ku em bêjin nayê kirin. Berê civak bi vî rengî azad bûn. Her wiha jin jî bi vî rengî azad bûn. Hebûneke azad li derveyî vê yekê nîne. Wê demê ger em dixwazin azad bin hingî rêya azadiyê bi vî rengî ye. Belê em dibêjin, hebûna azad pêkane, lê ev jî bi xweparastin û rêxistinbûn û şerê li ser vê bingehê dibe. Divê em xwe bi hêza xwe biparêzin.”

Dikarî Biecibînî