Bayik: Berxwedana kurdan a li dijî faşîzmê ji bo hemû gelan bûye hêvî

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik da zanîn ku dewleta tirk bi êrîşên xwe hebûn û destkeftiyên kurdan armanc digire. Bayik destnîşan kir ku li dijî êrîşên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê gelê kurd li ber xwe dide û ev berxwedan ji bo hemû gelên cîhanê bûye hêvî

Di sala 2019’an de ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn diqewime û kurd û kurdistanî jî li aliyê berxwedêran cih girtin. Sala 2019’an çawa derbas bû, kîjan bûyeran mohra xwe li sala 2019’an xistin, sala 2020’î dê çawa derbas bibe, Tevgera Azadiyê sala 2019’an çawa dinirxîne, vê demê û paşerojê çawa dibîne? Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV’yê bû û ev mijar nirxand.

“Li cîhanê li hemberî modernîteya kapîtalîst nerazîbûnên gelan hene. Ji Şîlî bigirin heta Kurdistan û Fransayê, gel daketine kolanan û li mafê xwe digerin. Ji aliyê din ve jî li gelek deverên cîhanê, rêveberiyên rastgir ên ku heta astekê em dikarin bibêjin faşîst tên ser kar. Ev êrîşên li hemberî gelan û jinan û ciwan tê çi wateyê? Ev berxwedan çawa bi pêş dikevin?

Niha modernîteya kapîtalîst di nav krîz û kaoseke mezin de ye. Krîza ku pêk tê, ne bi tenê krîza modernîteya kapîtalîst e. Ev krîza desthilatdariyên ku dewlet ava kirine. Ji ber ku ew pergal êdî nameşe. Bi demê re ev tişt zêdetir derdikeve holê. Ev pergal nikarin kêşeyên gelan û mirovayetiyê çareser bikin. Ji ber ku ev pergal bi xwe kêşe û pirsgirêkan çêdike. Yên ku pirsgirêkan çêdikin gelo dê çawa pirsgirêkan çareser bikin? Ev tişt ne mumkun e. Gelên li cîhanê bi demê re vî tiştî baştir fêm dikin. Ji ber vê gelên li cîhanê nerazîbûnên xwe didin diyarkirin. Piştî hilweşandina Sowyetê, wî derfeta ku dida gelan jî niha ji destê gelan werdigire. Dema ku pergala Sowyetê hebû, tevî kêmasî û şaşitiyê xwe jî, li ser gelan bandoreke mezin çêdikir. Di wê demê de nirxa bilind sosyalîzm bû. Li ser hemû gelên bindest û feqîr bandorek çêdikir. Ji bo ku gel ber bi aliyê sosyalîzmê ve neçin, tevgerên sosyalîst pir mezin nebin, ji bo ku pergalên modernîteya kapîtalîst talûkeyan çênekin, hinek derfet didan. Piştî ku Sowyet hilweşiya û şûnde, êrîşên mezin li bîrdoziya sosyalîzmê hate kirin ku qaşo sosyalîzm êdî ne çareserî ye û pergala modernîteya kapîtalîst heta dawiyê ji bo gelan çareserî ye. Propagandayeke mezin a modernîteya kapîtalîst kirin. Ew derfetên ku hindik be jî didan gelan jî, dest pê kirin ku wan maf û derfetan ji destê gelan derxînin. Îroj teslîmgirtina mafên gelan zêdetir dikin. Ji ber vê jî gel bêtir hejar dibin, yên dewlemend jî zêdetir dewlemend dibin. Modernîteya kapîtalîst ev maf û derfetên mezin dide şîrketên mezin û dixin bin xizmeta gelan. Gel jî van tiştan dibînin û ji ber vê jî nerazîbûnên xwe pêşkêş dikin. Ji Amerîkaya Latîn heta Rojhilata Navîn û heta Ewropayê em vî tiştî dibînin. Hinek dewlet û hikûmet hinek daxuyaniyan didin û dibêjin em ê hinek daxwaziyên we pêk bînin jî gel ji van tiştan razî nebin û li dijî pergalên dewlet û desthilatdariyan helwesta xwe diyar dikin. Ev tişt pêşketineke baş e lê di warê pêşengtiyê de qelsî heye. Ji ber vê jî ev tevgerên gel çiqasî li dijî desthilatdariyan helwesta xwe diyar bikin jî nikarin encaman werbigirin. Pergalên modernîteya kapîtalîst û dewlet vî tiştî dibînin û mafên gelan kêmtir dikin. Bi êrîş û şîdetê diçe ser gelan. Gel jî vî tiştî qebûl nakin û nerazîbûnê xwe didin diyarkirin. Piştî ku Sowyet belav bû, sosyalîzmê nekarî xwe komî ser hev bike. Ji bo gelan nekarî xwe bike alternatîf. Jixwe demokratên sosyalîst ji berê ve têkiliyên xwe bi pergalê re çêkiribûn û tiştekî ku ji bo gelan bikin nemabû. Lîberal jî jixwe şaxeke pergalê bûn. Piştî ku Sowyet hilweşiya, rastiya wan bêtir derket holê û tifaqa xwe ya bi kapîtalîzmê re xurt kirin. Ji ber vê jî tiştek nema ku bidin civak û gelan. Valahiyeke mezin derket holê. Yên xwediyê pergalê jixwe xwedî li pergala xwe derdikevin û diyar dikin qaşo wê pirsgirêkên hene, dê çareser bikin. Bi van gotinên xwe re gelan jî dixapînin. Dixwazin desthilatdariya xwe jî xurt bikin. Ji ber vî tiştî li cîhanê kesên rastgir û faşîst dibin desthilatdar. Di van krîz û kaosan de divê tevgerên sosyalîst rolên xwe pêk bînin lê qels in û nikarine xwe bikin alternatîf. Rastgir jî sûdê ji vî tiştî werdigirin û bi vî awayî tên ser desthilatdariyê. Ew çiqasî dibêjin em ê pirsgirêkan çareser bikin jî nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Ji ber ku wan pirsgirêk çêkirine. Çiqasî bixwazin mirovayetiyê bixapînin jî nikarin bixapînin. Ji ber vê jî her ku diçe bingeha tevgerên sosyalîst xurt dibe. Desthilatdariyan êdî temenê xwe temam kirine û pê re jî lêgerîneke mirovayetiyê jî heye. Ji ber vê jî Rêber Apo got li cîhanê serdema gelan dest pê dibe. Divê tevgerên sosyalîst rojek berî rojekê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Divê karibin ji bo mirovayetiyê alternatîfa modernîteya kapîtalîst bi pêş bixin.

Şerê cîhanê yê sêyemîn di sala 2019’an de hate asteke çawa? Di sala 2019’an gelên kurd, ereb, tirkmen û gelên din li Rojava û Sûriyeyê dawî li desthilatdariya DAIŞ’ê anîn. Bi dagirkeriya dewleta tirk re şerê li Sûriyeyê kûrtir bû. Di nava vî şerê cîhanê yê sêyemîn de dê şerê li Sûriyeyê bi ku ve biçe?

Şerê cîhanê yê sêyemîn a niha jî didome, wer diyar dike wê hê jî bidome û wê ev şer kûrtir û berfirehtir bibe. Di şer de ev tişt derdikeve holê. Berê dewlet bi xwe neketibûn şer, bi hin hêzên din ev şer didomandin. Alîkarî didan hin komên girêdayî xwe û ev şer dikirin. Lê vî şerî bi vî awayî hema hema gihişt dawî. Ji ber vê dewlet bi xwe daketin qadan û ketin şer. Êdî dewlet şeran dimeşînin. Di şerê cîhanê yê sêyemîn de guhertineke wisa çêbû. Li Sûriyeyê li hemberî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin hate kirin. Di vê têkoşînê de DAIŞ’ê derbên giran xwar, erdên ku dagir kiribûn ji destê wan hate derxistin. Ji ber vê Tirkiye êdî bi xwe kete nav şer û Sûriyeyê. Ji ber ku li Rojhilata Navîn pirsgirêk li ser bingehên demokratîk çareser nabin, rêxistinên wekî DAIŞ’ê derdikevin holê. Dibêjin DAIŞ qediyaye lê ev ne rast e. DAIŞ neqediyaye. Di warê leşkerî de jî neqediyaye. DAIŞ di warê civakî, siyasî û leşkerî didome û wê bike jî. Pergala modernîteya kapîtalîst DAIŞ da avakirin. Heta ku pergalên modernîteya kapîtalîst û dewletên wê li Rojhilata Navîn bi dawî nebin, dê rêxistinên wisa her dem derkevin holê. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst wê nikaribe tiştekî bide Rojhilata Navîn. Tiştekî ku bidin mirovayetiyê jî tune. Ji bo mirovayetiyê û ji bo Rojhilata Navîn talûkeyên mezin didin avakirin, xerabûnê çêdikin. Xisarên mezin didin Rojhilata Navîn û mirovayetiyê. Li Rojhilata Navîn her kes ji bo berjewendiyên xwe şer dike û têdikoşe. Ji ber vê jî şer didome û ew ê bidome jî.

Niha Amerîka û Rûsya li Rojhilata Navîn vî şerê sereke rê ve dibin. Herdu jî berjewendiyên xwe esas digirin. Tirkiye jî berjewendiya xwe esas dibîne. Hem ji nakokiyên wan sûd werdigire, ji hevsengan sûd werdigire. Hem jî endamekî NATO’yê ye, têkiliya xwe bi Yekitiya Ewropayê re heye. Van jî ji bo berjewendiya xwe dişixulîne, di vî şerî de. Niha Tirkiye kete Sûriyeyê. Ji Efrînê bigirin heta bi Serêkaniyê, Girê Spî. Ketiya van deran û dagir kiriye û çeteyên girêdayî xwe jî li van deran bi cih dike, dixwazê bi vî şeklî şerê li Sûriyeyê mezintir bike. Jixwe heta niha jî şerê li Sûriyeyê esas Tirkiyeyê bi çeteyan meşand. Çete êdî nikarin rola xwe pêk binin Tirkiye bixwe kete dewrê. Her kes dizane ku Tirkiye li kuderê ketibe dewrê, li wir maye û pirsgirêk bi xwe re anîne. Cihê ku Tirkiye li wir be li wir aramî nabe, li wê dere nakokî, şer, alozî dertên. Mirov dibîne piştî ku Tirkiye kete Sûriyeyê û şûn de li cihê ku aramî lê hebû îro pirsgirêkên pir giran hene. Şerê Sûriyeyê giran dibe, tevlihevtir dibe. Hilweşîn her ku diçin hê zêdetir berfireh dibin. Ji ber ku Tirkiye li dijî kurdan e, li dijî demokrasiyê ye. Heke ketibe Sûriyeyê, ji bo vê ketiyê. Ji ber ku dixwaze pêşî li destkeftiyên kurdan bigire, da ku kurd nebin xwedî statûyekê. Ji ber ku kurd bibin xwedî statûyekê li Sûriyeyê demokratîkbûnek çêdibe. Ev ê li ser Tirkiyeyê jî bandoreke mezin çêbike. Li Tirkiyeyê AKP û MHP nikarin desthilatdariya xwe berdewam bikin. Ji bo ku bikaribin desthilatdariya xwe berdewam bikin, ji bo ku armancên ku dane ber xwe pêk bînin, dixwazin qira kurdan bînin, ji bo ku bikaribin Osmaniya Nû dîsa ava bikin, lazim e li Sûriyeyê nehêlin kurd bibin xwedî statûyekê û li Sûriyeyê pergaleke demokratîk çênebe. Ji ber ku yê ku li dijî kurdan disekine her wiha li dijî demokrasiyê jî disekine û yê ku li dijî demokrasiyê disekine li dijî kurdan disekine. Heke kurd bigihin heqê xwe demokratîkbûn çêdibe, heke demokratîkbûn çêbibe jixwe kurd jî digihin heqê xwe, desthilatdariya li Tirkiyeyê, ya Erdogan û Bahçelî hem li dijî kurdan e û hem jî li dijî demokrasiyê ye. Tirkiye heke ketibe Sûriyeyê ji bo van mebestan e. Dijminatiya xwe hem li dijî gelê kurd û hem jî ji bo gelên din dikin.

Di şerê Sûriyê yê navxweyî de aliyek jê Rûsya bû ku destek dide rejîma Sûriyeyê û her wiha Îranê jî destek didayê. Alîyek jê Amerîka û koalîsyon bûn. Di aliyê polîtîk de jî Xeta Sêyan rêveberiya xweser temsîl dikir. Ji niha û şûn ve di navbeyna van hêzan de têkoşîn wê li ser kîjan esasan be?

Rast e, yek, Amerîka pêşengiya hinek hêzan dike û ji aliyekî ve jî Rûsya pêşengiya hinek hêzan dike. Di navbeyna wan de hinek nakokî hene. Lê ku mirov bibêje ji her alî ve nakokî hene, ne rast e. Di hinek aliyan de nakokiyên wan hene lê di hinek aliyan jî bi pûtepêdanî nêzîkatiyê li hev dikin. Daxwazên xwe, berjewendiyên xwe wê çawa bi hev bidin qebûlkirin, bi vê çarçoweyê jî têdikoşin, bi têkoşînê dixwazin encamekê werbigirin û bi hev bidin qebûlkirin. Ango nakokiyên di navbeyna Amerîka û Rûsyayê de, ne weke serdema şerê sar e. Di serdema şerê sar de enî hebûn, kî di kîjan eniyê de cih bigirtana li dijî eniya dîtir disekinî, navbeyna wan de nakokî pir giran bûn, digihişta asta şer jî û hevdû tune jî bikin. Piştî ku Sowyet belav bûn ew nakokî niha nînin. Nakokî bi temamî ranebûn, dîsa di nav pergalê de nakokî hene û dê hebin, di nav pergala modernîteya kapîtalîst de. Lê ew nakokî ne wekî yên serdema şerê sar in. Niha nakokiya di navbeyna wan de çiye? Kî wê zêdetir li pêş be. Kî wê zêdetir li Sûriyeyê yan jî li Rojhilata Navîn cihê xwe bigire û çawa bigire. Nakokî li ser vî esasî ne. Niha di navbeyna Amerîka û Rûsyayê de jî nakokiyên heyî li ser vî esasî ne. Sûriyeya ku nû wê çêbibe, li ser vî esasî li Rojhilata Navîn hevseng û statûyên nû wê çêbibin, di vir de kî wê çawa cih bigire, bi esasî şerê vê dikin û geş dikin. Ji serî heta niha hêzên demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêzên girêdayî xweseriya demokratîk, ne li gel Rûsya û ne jî li gel Amerîkayê cih negirtin. Hem bi herduyan jî têkilî danî û ji bo xeteke xwe ya sêyan a siyasî danî ber xwe û li ser vê xetê têkoşîn geş kir. Di vê têkoşînê de gelek encam jî bi dest ve anî. A rast jî diyar dibe ya rast jî ev xet e, bi vê xetê gel dikarin destkeftiyên xwe geş bikin, biparêzin. Diyar e ku wê vê xetê bidomînin, ji ber ku ji daxuyaniyên wan mirov vê fêhm dike. Ya ku di pratîkê de derketî holê jî ev e. Ji bo vê, em jî vê rast dibinin.

Di nav vê aloziyê de dewleta tirk jî fersendek ji xwe re dît, ji bo siyaseta xwe ya qirkirinê bi ser bixe kete nav xaka Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava, dixwaze bi tevahî dagir bike. Ji xwe Tayyîb Erdogan gotibû ew dixwazin heta bi Iraqê biçin. Li hemberî vê hewldana dagirkeriyê berxwedaneke derket holê. Ev dagirkerî jî û berxwedan jî bandoreke çawa dikare li ser têkilî û hevsengiya Rojhilata Navîn bike?

Niha ku Tirkiye ketibe Sûriyeyê, ev ne qeweta Tirkiyeyê bi xwe ye. Amerîka û Rûsya çavê xwe girtin û ji aliyekî ve jî teşwîq kirin ku Tirkiye têkeve Sûriyeyê. Ji xwe Tirkiyeyê jî dixwest ku têkevê. Çima? Heke têkevê, him nahêlin ku kurd bigihin statûyekê, destkefiyên heyî jî ji dest wan bistîne, ku nehêle li Sûriyeyê sîstemeke demokratîk da ku bandora xwe li ser Tirkiyeyê çênebe, ser desthilata wan çênebe. Ya din jî xwest ku li Sûriyeya nû, di avabûna wê de giraniyeke xwe çêbike da ku bêyî wan Sûriyeyeke nû çênebe, ya din da ku bikaribe bi vî şeklî hem li Sûriyeyê giraniyeke xwe çêbike û hem jî li nav qadên ereb bikaribe pêngavan bide ber xwe. Ji ber ku armanca wan ew e ku Osmaniya Nû ava bikin. Ji bo vê ketin Sûriyeyê. Helbet, Amerîka û Rûsya ji bo berjewendiyên xwe Tirkiyeyê dişixulînin. Ji bo vê, xwestin ku têkeve Sûriyeyê. Xwestin ku bi Tirkiyeyê re kurdan qels bikin û kurdan bi alî xwe de bikişînin. Ji ber ku dizanin ê ku kurd bi alî xwe ve nekişandin, li gel xwe neda têkoşîn nikare siyaseta xwe li Sûriyeyê û li Rojhilata Navîn biencam bike, nikare berjewendiyên xwe bi cih bîne. Ji ber ku hêzên kurd êdî li Rojhilata Navîn hêzeke esas e.  Ew hêz li cem kê bin, ew dikarin berjewendiyên xwe geş bikin, dikarê encamê bigire. Ê ku kurd nebirin aliyê xwe, çi be, bi şiklê demokratîk be, bi tifaqan be, çi bi zorê be, nikare bernameya xwe birêve bibe. Hem Rûsya û hem jî Amerîkayê ji bo vê xwestin Tirkiyeyê têxin Sûriyeyê da ku bi Tirkiyeyê kurdan qels bikin, ku bikaribin kurdan bi aliye xwe ve bikişînin, têxin bin xizmetê xwe.  Yek jê xwestin ku berjewendiyên xwe bi destê Tirkiyeyê pêk bînin. Ango li wê dere şoreş û gerîla hene. Ew ruhekî dide gelan, hêviyekê dide gelan. Çareseriyê tîne, vê bi gelan dide fêhmkirin. Xwestin pêşî li vê bigirin û derbekê li şoreşê bixin da bikaribin armanca xwe, berjewendiya xwe bi cih bînin. Amerîka û Rûsya li dijî gelan, li dijî tevgerên sosyalîst bi hev re tevdigerin. Wekî din jî ji bo berjewendiyên xwe kar dikin, nakokiyên xwe dixwazin çareser bikin, destkeftiyên xwe, berjewendiyên xwe dixwazin bi hev bidin qebûlkirin. Ji bo vê jî kar dikin. Tirkiye ji bo ku siyaseta hevsengiyê ji bo xwe esas dibîne, ji nakokiyên Amerîka û Rûsyayê jî sûd distîne, NATO û YE’yê jî ji bo xwe dixebitîne. Van ji bo xwe mîna fersendê dibîne, dixwaze di vir de hem armanca xwe ya Osmaniya Nû pêk bîne, hem qirkirina kurdan bike, hem jî ji bo ku pêşî li demokratîkbûnê bigirin dixebitin. Kesekî texmîn dikir ku li  Serêkaniyê, Girê Spî wan deran berxwedan çêbibe. Wan wiha fêhm dikir ku Tirkiye ketiye kurd dê teslîm bibin, HSD dê teslîm bibe lê berxwedaneke rûmetê çêbû. Berxwedaneke pir mezin çêbû. Wexta ku berxwedan çêbû, planê ku wan dixwest, hemû têk çûn. Gelên encamên din ji bo kurdan, ji bo gelan,  mirovahiyê derketin holê, vê berxwedanê hem Tirkiye pir qels kir, hem jî rastiya her kesî da diyarkirin. Her kesî rastiya Amerîkayê dît, a Rûsyayê dît, a Tirkiyeyê dît, a çeteya hê zêdetir dît. Rastiya kurdan jî dîtin, rastiya Rojava jî dîtin. Ji bo vê bi taybetî Amerîka û Tirkiye pir tengav bûn. Ji bo vê gihaştin hev û tifaqek çêkirin da ku bikaribin hem xwe ji rewşa zeîf derxînin, hem jî rûyê xwe spî bikin. Da ku ew berxwedana li Rojava ya li dijî wan geş dibe, li cîhanê gelên ku li pişt disekinin, berxwedaniya wan zeîf bikin. Piştî vê Rûsya û Tirkiyeyê jî tifaqek çêkir, ev tifaq li dijî gelan in, li dijî tevgerên sosyalîst in, li dijî şoreşa Rojava ye, bê kurdan, bêyî gelê Rojava ev tifaq çêdibin.

Niha di navbera rejîma Sûriyeyê û rêveberiya xweser de hevdîtin hene, helwesta we KCK’ê ji bo van hevdîtinan çiye?

Îdareya xweseriya demokratîk tu caran negot em pergaleke desthilatdarî, dewletê ji bo xwe ava bikin, em li Sûriyeyê dixwazin xwe cuda bikin,  her dem gotin em dixwazin di çarçoveya Sûriyeyê de  di Sûriyeya demokratîk de pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em beşekî Sûriyeyê ne. Em naxwazin tu caran xwe ji Sûriyeyê dûr bixin an cuda bibin. Ji bo wê ji her tim xwestin bi Sûriyeyê re hevdîtinan çêbikin. Pirsgirêkên xwe û  Sûriyeyê nîqaş bikin, muzakere bikin û çareser bikin. Di Sûriyeyekî demokratîk de her tim çareserî bo xwe  esas girtin a rast jî ewe ji ber ku beşek ji Sûriyeyê ne. Ango naxwazin ji Sûriyeyê cuda bibin. Weke dewlet avakirinê ji nadin pêşiya xwe. Azadiyê ji bo xwe esas digrin. Civaka azad  bo xwe esas werdigrin. Dixwazin bi îradeya xwe, bi nasnameya xwe, bi çanda xwe, bi nirxê xwe û bi azad bijîn. Ji bo kurdan a rast jî ew e. Ji bo wê hevdîtin çêdibin, çênabin li ser çi astê çêdibin em nizanin. Lê ya ku diyar dibe rêveberiya xweseriya demokratîk dixwaze pirsgirêkê di nava Sûriyeyê de çareser bike. Em vêya rast dibînîn.

1’ê Mijdarê Roja Kobanê û 2’yê Mijdarê roja Rojava ya Cîhanî, bi pêşengiya gelê kurd û dostên wan bi awayekî gerdûnî hate pîroz kirin. Ev dikare ji bo pêşerojê berxwedana ku girseyî bûyî gerdûnî bûyî di nava gelên cîhanê de, pêşerojê de dikare encamên çawa bi xwe re bîne?

Tê zanin berê bi Kobanê 1’ê Mijdarê li cîhanê hate pêşxistin. Ew car jî li ser dagirkeriya Tirkiye ya li Serêkaniye û Girê Spî li cîhanê Roja 2’yê Mijdarê hate pêşxistin. 2’yê Mijdarê bû berxwedana gelê cîhanê. Ji bo wê ew berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihate pêşxistin bû berxwedana gelan, bû berxwedana gelê cîhanê, bû berxwedana gelê Rojhilata Navîn. Ji ber ku her kesê dît ku dewleta faşîst, dagirker, qirker a tirk dixwaze Sûriyeyê dagir bike, dixwaze Rojhilata Navîn bidest bixe. Ji ber ku li pey Osmaniya nû dibeze. Vaye fêmkirin dîtin ku ew dagirkerî ne tenê li dijî kurdan e li dijî hemû gelan e. Ji bo wê gelê Rojhilata Navîn jî li gel vê berxweadnê cih girt. Çawa gelê bindest ê feqîr ê sosyalîst ê demokrat, yê ku girêdayî nirxê mirovahiyê li gel wê berxwedanê cih girtin gelê Rojhilata Navîn jî gelê Sûriyeyê ji li gel dê berxwedanê cih girtin ji bo wê ev berxwedanê bû berxwedana gelê Rojhilata Navîn. Bû berxwedana mirovahiyê. Vê berxwedanê hem rastiya dewleta tirk bi her kesê da fêmkirin, hem jî rastiya Rûsya, Amerîka bi her kesê da fêmkirin. Hem jî rastiya gelê kurd şoreşa ku li wir tê pêşxistin, berxwedana ku li wir tê pêşxistin, kurd çiqas aşiqê azadiyê ye, kurd çawa biratiyê esas digrin, azadiyê, demokrasiyê esas digrin çawa neteweya demokratîk esas digrin çawa çareseriya ji bo gelan ji bo mirovahiyê pêşdixe ev hemû dan diyarkirin. Her kesê vêya dît vê berxwedanê ne tenê wateya gelê kurd, jinê kurd, ciwanê kurd, gelê suryan, ê ereb, tirmen, ê çerkez da diyarkirin heman wextê wateya gelan jî derxist holê li cîhanê. Dîsan vê berxwedanê eleqeya dinavbera gelan de pir xûrt kir. Parvekirina di navbera gelan de pir pêşxist û hestê wan daxwaziyên wan kir yek. Yekitiya wê pêşxist. Vê berxwedanê di nava kurdan de jî yekitiya neteweyî hê xurtir pêşxist. Kurd şiyar kirin, gel şiyar kir, gelê herêmê şiyar kir, gelê bindest ê ku ji bo demokrasî, azadiyê têdikoşe şiyar kir, rêya çareseriyê da diyarkirin. Dîsan da diyarkirin ku bêyî sistema îqtidar dewletê bi taybet bêyî sîstema kapîtalîst modernîte mirovahî gel dikare alternatîfa wê pêş bixe, dikarin wê alternatîfê bijîn. Ango vê berxwedanê da diyarkirin ku alternatîfa sîstema kapîtalîst modernîteya konfederalîzma demokratîk e. Ew dikare hê xurtir pêş bikeve, dikare bibe alternatîfeke mezin. Vêya hemû derxist holê. Ji bo wê hem gelê kurd hem gelê ku ji bo demokrasî û azadiyê têidkoşe li vê berxwedana hemdem encam derxistin û mezin qezenç kirine.

Mirov dikare bêje ku gelan di vê demê de di dîplomasiyê de karekî serkeftî meşandine?

Raste ango berê digotin ji bo gelê kurd, gelê ku parêzerê xwe nîne. Kes gelê kurd nabîne nas nake, têkoşîna wê nabîne, xwedî dernakeve, alîkariyê nake. Lê bi berxwedaniya gelê kurd li cîhanê hişt wateya kurd derket holê û hêviyek derket holê, gel li vê berxwedanê xwedî derketin, li gelê kurd xwedî derketin li şoreşê xwedî derketin, heta hinek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyenan daxuyanî dan û gotin em êdî xwediyê vî gelan e em parêzerê vî gelî ne em xwediyê wê xwe dibînin. Wiha anîn ziman vêya di aliyê dîplomasiyê de qezenceke pir mezine ji bo gelê kurd. Ango ji vêya mezintir destkeftiyek nabe ji ber ku dema em li dîrokê dinihêre, di dîroka tevgera kurd de tu caran  weke îro li cîhanê kes li kurdan xwedî derneketiye, alîkarî nekiriye.

Li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke mutlaq hebû û gihişte asta îşkenceyê. Ev tecrîd hê jî berdewame. Li beramberî wê wextê ku nerazîbûn derdiketin, şefê faşîst Tayîp Erdogan digot ‘Êdî hewce nake parêzer biçin Îmraliyê kes ne hewceye bibîne.’ Tevgera we di cotmeha 2018’an de pêngavek da destpêkirin ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’. Ev pêngav heta 2019’an jî berdewam kir. Di wir de aliyê siyasî, leşkerî û civakî de pêngavê hinek encam derxist hûn dikarin ji bo vêya çi bibêjin?

Tê zanin dewleta qirker, dagirker û faşîst a tirk dixwaze kurdan ji holê rabike. Ji bo ku kurdan ji holê rabike lazime Rêbertiya wî gelî bê tesîr bike, ji ber ku vî gelî çi bi dest xistibe, bi Rêber Apo re bi dest xist. Dixwazin hemû deskeftiyên vî gelî ji holê rabikin, bi navê kurd û Kurdistanê çi hebe ji holê rabikin. Divê Rêbertiya vî gelan ango Rêber Apo bêbandor bikin da ku hedefa xwe pêk bînin. Ji bo ku hedefa xwe pêk bînin û dawî li kurdan bînin hemû derfetên xwe bikaranîn. Li dijî vê, Rêber Apo, gelê kurd û gerîla sekinî û têkoşîneke pir mezin pêşket. Di vê têkoşînê de gelê kurd li Rêber Apo xwedî derket, bi xurt xwedî lê derket, li Rêber Apo xwedîderketin li xwe xwedî derketin bû, li azadiya xwe, li pêşeroja xwe xwedî derketin bû. Ji ber ku vî gelî her tiştek bi Rêber Apo qezenç kiribû , Rêber Apo ji bo vî gelî ketibû Îmraliyê, gelê kurd vêya  baş dizane. Ew siyaseta ku li ser Rêber Apo dihate meşandin li ser xwe dît ku dide meşandin. Ji bo wê qebûl nekir û li dijî wê sekinî. Li xwe xwedî derket, li Rêber Apo xwedî derketin wateya xwe ew e. Di pêşengiya Leyla Guven û zindanan de berxwedaneke dîrokî pêşket û bi sedan di vê berxweadnê de cih girtin, di vê berxwedanê de dayikên Laçik Spî roleke pir mezin lîst. Bi vê minasebetê ez careke din wan silav dikim, hurmetê xwe ji bo wan diyar dikim, wan pîroz dikim. Ger ku ew berxwedanê pêş ket gihiştibe asteke bilind, rola wan tê de gelek mezin e. Di vê berxwedanê de şehadet jî çêbûn. Ev şehadete jî şehadetên mezin in û ez li pêşiya wan bejna xwe ditewînim. Ew soza ku me daye şehîdan ez dubare dikim. Ger ku ew berxwedan pêşket bi ser ket yek jî rolê wan şehîdan heye. Gelê me, tevgera me tu caran dê wan ji bîr neke. Ger ew berxwedana hinde mezin pêşketibe û encam dabe, ew a bi rûhê 14’ê tîrmeha 2012’an çêbû, li wê ruhê xwedî derketin çêbû, bi wê ruhê têkoşîn kirin li wê xwedî derketin, li Rêber Apo, li PKK’ê, li gelê kurd, li azadiya gelê Kurd, li pêşeroja gelê kurd xwedî derketin bû. Wateya wê ew e. Vê berxwedanê çi çêkir, deriyê Îmraliyê vekir. Dibe ku bi temamî nehatibe vekirin û tecrîd bi temamî ranebibe lê Erdogan çi digot; ‘Êdî hûnê Apo ji bîr bikin.’ Vê berxwedanê ew axaftina Erdogan jî xiste binê lingan. Derî vekirin, hevdîtin çêbû. Ger ew hevdîtin çêbûn encama vê berxwedanê ye. Vê berxwedanê li ser hilbijartina ku li Tirkiyeyê pêş bikevin ji bandoreke mezin çêbû. Ger ku di hilbijartina şaredariyan de AKP derbeya mezin xwar ku ji îktidarê keti ew encama vê berxwedanê ye. Derket ku berxwedan û hilbijartin bi hevre meşandin encam dide, hinekan digot em nikarin ji bo hilbijartinê kar bikin lê derket ku tesîreke pir mezin li ser hilbijartinê çêbûye bi hêzên demokratîk da qezençkirin bi AKP’ê ji da windakirin. AKP ji îktidarê ket, rewatiya xwe nema. Vê berxwedanê li ser gelan bandoreke mezin çêkir. Li ser hêzên demokratîk bandoreke mezin çêkir û hêzên demokrasiyê gihande hev. Ger li Stenbolê AKP şaredarî winda kiribe, encama ku bi wê daye windakirin, gihiştina hev a hêzên demorasiyê bû. Diyar bû ku kengî rêya hêzên demokrasiyê dibe yek, wê demê bi berxwedanê diyar dibe bê ka divê li dijî faşîzmê çawa bi rawestîn. Li Tirkiyeyê AKP û MHP’ê bi tirsê li ser derûniya civakê xwe mezin dabûn nîşandan. Tirseke wisa li ser civakê ava kiribûn ku kes nikare li hemberî wan bisekine. Lê di encama hilbijartinê de xuya bû ku AKP û MHP ewqas xurt nînin. Xuya bû ku mirov dikare psîkolojiya wan bişikîne û jixwe hate şikandin jî. Berxwedanê encamekê wisa derxist holê ku mirov dikare desthilatiya AKP û MHP’ê têk bibe. Ji ber vê jî ew berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven û zindanan de pêşketî, berxwedana li dijî faşîzmê bû. Berxwedana ku demokrasî pêşxistin bû. Berxwedana ku hêzên demokrasiyê gihande hevdû bû. Her wiha ji bo demokrasî û azadiyê bû. Ji bo wê bi berxwedanê li Tirkiyeyê ew encam çêbû.

Di dema berxwedanê û piştî berxwedanê de helwestekî Rêberê Gelê Kurd derkete pêş. Hûn sekna Ocalan çawa dinirxînin?

Niha wê berxwedanê gelek encamên baş bi xwe re anî. Rêber Apo her demê bi berpirsyarî nêzikî mirov û gelan bû, heman demê nêzikî Tirkiyeyê jî bû. Rêber Apo bi berxwedanê ew encamên derketin, xiste xizmeta civaka Tirkiyeyê. Heta xiste xizmeta dewleta Tirkiyeyê. Ango Tirkiye çawa dikare ji vê zorî û zehmetiyê derkeve, çawa dikare xwe ji faşîzma AKP/MHP’ê rizgar bike, rêya vê nîşan da. Ji bo wê bernameyeke ya demokrasiye, bernameyeke ya çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê derxist holê, da dest gelê Tirkiyeyê, da dest mirovahiyê. Bi vê careke din pirsgirêka kurd xiste rojevê. Da diyarkirin ku gelê kurd û tirk bê alternatîf nînin. Bi wê bernameyê da diyarkirin ku alternatîf hene. Vê bernameyê li ser wateya demokrasiyê bandorek çêkir. Bandor li cîhanê jî kir. Li cîhanê jî gelek kesan ew nîqaş kirin. Vê da diyarkirin ku kî bi rastî Tirkiyeyê diparêze, gelê Tirkiyeyê û berjewendiyên Tirkiyeyê diparêze. Kî jî li dijî gele Tirkiyeyê ye, kî jî li dijî Tirkiyeyê ye. Da diyarkirin ku AKP/MHP li Tirkiyeyê dijminahiyê geş dikin. Tirkiyeyê parçe dike, Tirkiye kiriye du beş. Li Tirkiyeyê civakê li dijî hev du dide şerkirin. Tirkiye hem li nav xwe hem jî ji derve dixe nava şer. Tirkiye xira dike, parçe dike û dirizîne.

Dîsa bernameya ku Rêber Apo da diyarkirin, ji bo gelê Tirkiyeyê, ji bo hêzên demokrasiyê dîsa li cîhanê ji bo hemû nirxên mirovahiyê da nîşandan ku Rêber Apo ne tenê ji bo gelê kurd ji bo gelê Tirkiye û Tikiyeyê difikire. Dixwaze Tirkiyeyê ji xirabî û rizîbûnê rizgar bike. Tirkiyeyê demokratîk bike û bike baxçeyê azadiyê ji bo hemû gelan têde bi azadî bijî. Ji bo vê jî divê gelê Tirkiyeyê yên ku hê jî alîkariya AKP/MHP’ê dikin, bizanin ku ew dijminên wan ên mezin in. Ew dijminahiyeke mezin ji bo Tirkiyeyê dikin. Ew ji bo gel bixapînin dibêjin; ‘Apo, PKK û gelê kurd Tirkiyeyê parçe dikin. Lê di esasê xwe de yên Tirkiyeyê parçe dikin ew bi xwe ne. Yên ku di dijî wê disekinin û berjewendiyên gelê Tirkiyeyê diparêzin Apo, PKK û gelê kurde ku têkoşîna wê dike. Ji bo wê berdêlên mezin dide, divê ev yek baş bê famkirin.

Bersiva AKP/MHP’ê ya ji bo vê helwestê û gavê Ocalan re çi bû?

AKP/MHP bi şer û zilmê li ser pêyan disekine. Li dijî gelan, li dijî demokrasiyê ye, li dijî azadiyê ye. Ji derveyî vê nikare xwe li ser pêyan bigire. Rêber Apo demokrasî azadî da pêş. Ji ber ku berovajî hewldanên Rêber Apo ne bi polîtîkayên dijminane siyaseta demokratîk qedexe kirin û bi ser demokrasiye de çûn. Dest danîn ser şaredariyan û hevşaredar girtin. Dest bi destgirkirin, girtin, îşkence, heqaretê kirin. Hêzên demokrasiyê tehdit kirin û parçe kirin. Heman demê êrîşî Rojava kirin û dest bi dagirkirina Rojava kirin. Bersiva wan gotin; ‘Em li Tirkiyeyê demokrasî û azadiyê naxwazin.’ Li hundir û derveyî Tirkiyeyê şer dan destpêkirin. Qirkirina li ser kurdan dikirin kûrtir kirin. Qirkirina kurdan tê wateya tunekirina demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û şerkirina li dijî gelan bû. Ev jî tê wateya li dijî mirovahiyê sekinîn bû. Bersivên dayîn li ser vî esasî bûn. Heta giha wê astê ku nikarin xwedî li tecrîda li ser Rêber Apo didan kirin derkevin. Ji ber tecrîda didan domandin, ne exlaq hebû, ne wijdan û ne jî edalet û hiqûq hebû. Ev yek ji aliyê her kesê ve hate dîtin. Ji bo wê neçar ma ku dema berxwedan dîtin, rastiya wan ji her alî ve hate dîtin Abdulhamîd Gul got; ‘Me tecrîd rakir. Parêzer dikarin biçin hevdîtinê pêk bînin.’ Heta Dewlet Bahçelî yê faşîstekî mezine got; ‘Parêzer dikarin biçin Ocalan bibînin’ ketin wê astê ku êdî nedikarin xwedî li siyaseta xwe jî derkevin. Ji ber xwe xwedî lê derkevin wê li ber çavê her kesê rezîl bibin. Piştî vê jî ew tecrîda di şexşê Rêber Apo de li ser hemû mirovahiyê tê kirin, domandin kûrtir kirin. Heta gotin; ‘Kî bi gelê kurd eleqedar bibe ew sûcdar e.’ Ji bo wê HDP sûcdar kirin û hê zêdetir di ser HDP’ê de çû. Hê zêdetir êrîş bire ser şaredariyên HDP’ê dîsa endam û kesên alîgirên HDP’ê. Zext û zordarî hê mezintir kirin. Bersiva dayî ev bû. Vê jî da nîşandan ku ew naxazin li Tirkiyeyê aştî û demokrasî pêk bê. Ew dixwazin li hundir û derveyi Tirkiyeyê şer pêş bixin. Di vê siyasetê de jî israr dikin.

Li hemberî êrîşkariya qirkirin û dagirkeriyê, gerîla li bakur û başûrê Kurdistanê li ber xwe didin. Di wateya wê ya siyasî û bandora wê de nêrînên we çi ne?

Niha li dijî êrîşên qirker û dagirker ên faşîzma Tirkiyeyê, Rêber Apo, gelê kurd û gerîla bi xurtî di nava berxwedanê de ye. Ev berxwedan gelek nirxan bi xwe re tîne û gelek zehmetiyan jî bi xwe re tîne. Her wiha berdêlên mezin jî didin. Ji ber ku berxwedana dide kirin dizane ji bo çi tê kirin. Ev berxwedan ne tenê ji bo gelê kurde, ji bo tevahî gelan û mirovahiyê ye. Ji bo vê van berdêlan dayîne û dane ser milê xwe. Vê berxwedanê gelê kurd li hemû qadan dide jiyîn. Pêşiya faşîzmê, qirkirinê digire. Ev dike ku ruh bê dayîna gelên Rojhilata Navîn ku bikarin ji bo xwe têbikoşin. Niha hinek dibêjin; ‘PKK li Başûr e, dewleta tirk jî vê dike hincet û êrîşî başûr dike.’ Ev ne rast e. Tirkiye PKK nebe jî dikare hinceta derbixîne, ji xwe derdixe jî. Wexta ku li başûr referandûm pêk hat, ew referandûm PKK’ê pêk neanî. Başûr bi xwe referandûm kir. Lê herkesî dît ku Tirkiye çawa li dijî wê derket. Gef li Başûr kir, got; ‘Em dikarin nefesê li we biçikînin. Em dikarin we bikujin.’ Îro gefan li Lîbya Behra Spî dike ma li wan deran PKK hene? Ji bo wê derdikeve holê ku ew axaftin ne rastin. Heta ya rast çiye, ji ber ku PKK heye, Başûr ji vê di her alî de sûdê dibîne, ji ber ku PKK Başûr diparêze rastî ew e. Heta li ser PKK’ê Başûr hinek îmkanan bidestdixe, lazime her kes vêya bibîne ji bo wê berxwedana ku PKK’ê pêş dixe ne tenê ji bo Bakur e, ji bo hemû beşê Kurdistanê ne ji bo hemû gelê kurd e, dewleta tirk ne tenê dijminê PKK’ê dijminê gelê Bakur  ê Kurd e, dijminê hemû kurdan e li hemû beşan derveyî Kurdistanê, li ku derê kurd hebin dijminê wan e. Vêya venaşêre jî vêya bi aşkerayî dibêje, ger ku nikare temamî qirkirinê kurdan li her beşekî, derve pêk bîne sedem PKK ye, ji ber ku PKK li pêş siyaseta wan disekine berxwedanê pêşdixe, têkoşînê pêş dixe bedelên mezin dide nahêle ku ew hedefa xwe qirkirinê dijmin bo tevahiya kurdan pêk bîne rastî ew e.

We behsa bandora Başûr kir, li bakur bandoreke çawa derdikeve holê di aliyê siyasî û civakî de?

Niha ji bo ku dewleta Tirkiyeyê dijminatiya ji bo kurd ji bo demokrasî pêş dixe ji bo wê jî di nava Tirkiyeyê de û derveyî Tirkiyeyê de şer pêş dixe. Siayseta xwe şer e. Ew bûye siyasetek ji bo wan bêyî şer bê dijminahî nikare rojekê li ser lingan bisekine. Ji bo wê hemû derfetan dixe xizmeta şer. Vaye li Tirkiyeyê gelek pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî çêdike. Gel birçî ye û dibin sedema bêkariyê. Mirov vê heta wextekê tîne ziman, wexta hinek mirovan ew anîn ziman, Erdogan çi bersiv da got; ‘Hûn dizanin bihayê fîşekekê, bombeyekê çiqase? Hûn çi behsa xwarin û marinê dikin? Hûn çi behsa bihabûnê dikin?’ wiha bersiv da. Ev zîhniyeta wan diyar dike, ango di zîhniyeteke çawa de jiyan dike. Ew zîhniyeta Tirkiyeyê her roj ber bi xirabûnê ve diçe eger kî îro li Tirkiyeye parçebûye, li Tirkiyê birçîbûn heye pirsgirêkê aborî her ku diçe mezin dibe, hemû di zîhniyeta wan de derdikeve holê, di zihniyeta faşîst de, ji zîhniyeta ku dijî gelan e li dijî demokrasî azadiyê ye. Birçîbûnê gel ji bo wan ne mihûme, îktidar ji bo wan girîng e, ji bo îktidarê xwe her tiştî dike yanî gel miriye, birçî ye aborî têk çûye ji bo wan zêde ne girîng e. Ji bo wan a girîng mayîna li îktîdarê ye. Hesabê wan ew e. Di hesabê wan de gel tuneye.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî