Bayik: Ji bo hilweşandina faşîzmê divê di her alî de têkoşîn bê xurtkirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik anî ziman ku bi têkoşîna gelê kurd, faşîzma AKP-MHP’ê derbên giran xwariye. Bayik diyar kir ku divê kesek nekeve rehetiya ku faşîzm dê di demekî nêz de hilweşe û got ku divê her kes ji her demê bêhtir xwe birêxistin bike, têbikoşe û berxwedanê pêş bixe. Bayik sala nû jî li gelê kurd û hemû mirovahiyê pîroz kir û got ku dê îsal têkoşîneke xurtir bimeşînin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di beşa destpêkê ya bernameya taybet a Stêrk TV de bûyerên li Rojhilata Navîn, Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û bal kişand ser bandora berxwedana gelê Rojava ya li ser gelên cîhanê. Di beşa duyemîn de jî rewşa li Bakur û Başûr nirxand. Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Bayik re wiha ye:

Em vê beşê zêdetir giranî bidin Tirkiyeyê, em dixwazin bi vê pirsê dest pê bikin. Ev 5 sal di ser belgeya çokşikandinê derbas bû, ku siyaseta qirkirinê bi asta herî zêde li ser kurdan rê ve birin û ev hê jî berdewam e. Ev siyaset ber bi ku ve diçe?

Ango ku dewletên faşîst, dagirker, qirker ê tirk, plana çokşikandinê danî ber xwe, ev ne beleheqek e. Ji ber ku tevgera gelê kurd,her ku çû li Rojhilata Navîn mezin bû, bû hêzeke esasî, ji bo gelan bû hêzeke pêşeng û bi gelê kurd re a daxwaza azadiyê, armanca azadiyê her ku çû zêdetir geş bû. Ango jiyaneke ne azad li xwe heram kir, got, ‘heke jiyanek bibe wê azad be, yan na jiyan nabe’. Li ser vî esasî têkoşîn geş kir û bi hêzeke pêşeng. Dewleta Tirkiyeyê tu caran hişmendiya xwe neguherandibû. Li dijî kurdan siyaseta ku dimeşand siyaseta îmha û înkarê yanî ya qirkirinê bû. Tirkiyeyê nexwest ku bi kurdan e bi asta payebilind rûne. Nikarîbû bi vî şeklî daxwaziyên xwe bi kurdan bida qebûlkirin. Ji bo vê dît ku kurd daxwazên dewleta Tirkiyeyê yên ji bo kurdan qebûl nake, kurd li azadiya xwe radiwestin, her ku diçe jî ev mezintir dibe. Ji bo vê plana çokşikandinê danîn ber xwe. Ev berdewamiya planên berê yên li ser kurdan bû. Ji ber ku hê di destpêka komarê de ji bo kurdan Plana Islehkirina Şerqê sazkar kirin. Li ser vê planê jî gelek planên din, biryarên din dan û sazî ji bo vê ava kirin. Vana dibe ku hinek encam bi xwe re anîbin lê tam encam neanîbûn. Li gorî wan wê kurd bimirana lê kurd zindî man, bûne hêzeke esasî li qadê. Dîtin ku êdî bi planên berê, bi saziyên berê, bi qanûnên berê nikarin pêşî li tevgera kurdan bigirin, nikarin daxwaziyên xwe jî bi kurdan bidin qebûlkirin. Ji bo vê jî plana çokşikandinê danîn ber xwe. Di vê planê de çi esas e? Dixwazin kurdan ji holê rakin, bi navê kurd û Kurdistanê çi heye dixwazin ji holê rakin. Ji bo vê jî hemû tiştên Tirkiyeyê xistin ber xizmeta vê planê, da ku bikaribin dawiya kurdan bînin û qirkirinê temam bikin. Piştî ku plan qebûl kirin, li ser vê esasê dest bi pratîkê kirin, ketin hicûmê. Hicûm jî pêşî li ser Rêber Apo kirin, ji ber ku hicûm li ser Rêber Apo dane destpêkirin dikarin vê geş bikin, heke ji vê encam bigirin dikarin encamê bigirin, ku ji vê encamê negirin nikarin vê planê rê ve bibin. Rêber Apo li dijî vê planê rawestiya, pir xurt rawestiya, gel rawestiya, gerîla rawestiya, ji bo vê nikarîbûn vê planê weke ku dixwestin birêve bibin. Di armanca wan de jî qirkirina kurdan hebû, qirkirina fîzîkî, asîmîlasyon, koçberkirin, guhartina demografyayê û hwd. hebû. Xwestin ku vê planê pêk bînin, ji ber ku di hişmendiya wan de ji bilî vê tiştekî dî nîne. Her çendî berxwedan nahêle ku plan pêk were jî, wan jî israr kir ku vê planê pêk bînin. Hemû derfetên Tirkiyeyê yên madî û manewî xistin xizmeta vê. Siyaseta hundir û derve li ser vî esasî meşandin, ji bo vê li nav Tirkiyeyê û li derveyî Tirkiyeyê şer rê ve birin. Bi vêya civaka Tirkiye parçe kirin, Tirkiye parçe kirin. Tirkiye li hundir û derve qels bû, di asta navneteweyî de pir qels bû û teşhîr jî bû. Lê her çi qas teşhîr bû û qels bû jî dev ji vê siyastê berneda û bernade jî. karekterê deshilatdariya faşîst a ku dagirkeriyê, qirkirinê esas digire, li ser vê esasî ye jixwe. Ango heta dawî di siyaseta tunekirinê de radiwestin.  Dixwazin yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman, yek civak çêbibe. Vê jî, civaka heyî, zimanê heyî ji holê radike û dixwaze wiha pêk bîne. Dijminatiyeke mezin dike, di vê de jî dişike. Ji ber ku li cîhanê tu caran faşîstan, ên ku qirkirinê esas digirin negihiştine armanca xwe. Bo ku bigihin armanca xwe zilm zêdetir kirine, zêdetir qir kirine, îşkence, koçberî, asîmîlasyon her alî ve geş kirine lê dîsa jî şikestine. Ji bo vê jî lazim e gelê me bizanibe ku dawiya desthilatariya AKP-MHP’ê nêze, her çiqas ew bixwazin kurdan ji holê rabikin, nikarin ji holê rakin. Ev 10 sal in hemû derfetên xwe xebitandin da ku encamê bigirin lê encam negirtin. Tevgera kurd her ku çû zêdetir mezintir bû, dostên wê yên li cîhanê zêdetir bûn. Pirsgirêk bû pirsgirêkek navneteweyî û çareserî û çareserî zêdetir anî rojevê. Ji bo vê jî Tirkiye çi dike bila bike nikare encamê werbigire, her ku bixwazin encamê werbigirin  dê zilmê û tundiyê zêdetir bikin û di vê de jî bişikin, dawiya wan şikandine.

Peyva siyaseta AKP-MHP’ê ya esasî meseleya ‘bekayê’ ye. Bi vê hincetê herî dawî bi Lîbyayê re peymanek danîn, ya esas jî her tim dijminekî diafirîne, yan jî yekî li derve weke dijmin nîşan dide û li qada navneteweyî amerîka û Ewropa jî zêde dengê xwe li vê siyasetê nake. Dixwazim vê jî bi taybetî bipirsim, çima ev qasî bi Lîbyayê re mijûl dibe?

Niha dewleta Tirkiyeyê ji destpêkê ve li ser şerê taybet çêbûye. Ev dewlet li ser  vê dimeşe. Ji bo vê jî her dem li hundir û derve ji bo xwe dijminan peyda dike, vê dike rojev û dibe ber gel. Gel bi vê mijûl dike û dixapîne, ew zilam û kuştin û  qetlîamên ku dike, koçberiyê ku dike hemûyan jî bi vê vedibêje. Dibêje, ‘Li derve dijminên min hene û li nav Tirkiyeyê jî hin hene ku alîkariya wan dikin, ev hemû dixwazin ku Tirkiyeyê belav bikin, dixwazin gelê Tirkiyeyê tune bikin’, her tim propagandaya vê dikin. Her dem jî ji bo ku gel bidin pişt xwe, ji bo armancên xwe dîn û nîjadperestiyê jî dixebitînin da ku bikaribin bandorê li ser gel bikin, da ku alîkariya wan bidin pişt xwe. Ji bo ku hem nîjadperestiyê û dîn bi kar tînin, hem jî ji bo ku her dem li derve û hundir dijminan peyda dikin, gel çavtirsandî dikin. Ji ber ku Osmanî jî têk çûye, bi zorê, bi lîstikan, bi xapandinan, ew komar ava kirine, dibêjin, ‘Dixwazin vê jî ji dest me bistînin, heke ev dewlet jî ji dest me biçe, ji bo me ev mirin e.’ Bi vê gel û civakê ditirsînin. Da ku bikaribin alîkariya wan bidin pişta xwe û desthilatiya xwe bidomînin. Ji bo vê jî daîm dibêjin, ji bo komarê Tirkiyeyê pirsgirêkeke manûnemanê heye. Her tişt ji bo wê pirsgirêk e. Libya jî, kurd jî, Sûriye jî, Behra Spî jî pirsgirêk e. Mînak niha Bahçelî û Mehmet Agar dibêjin, hinek partiyên nû çêdibin, ev jî pirsgirêk e, ji bo manûnemana Tirkiyeyê û gefan li wan dixwin. Dibêjin, ‘Çima hûn partiyên nû çêdikin. Hûn çima nahêlin ku em qirkirinê temam bikin. Hûn nahêlin ku em dewleta Tirkiyeyê li gelek cihan belav bikin, fireh bikin, gelek cihan bi dest bixin, çima hûn nahêlin em Împaratoriya Osmanî ji nû ve ava bikin. Hûn li dijî vê disekinin. Ji bo vê hûn ziyanê didin têkoşîna me, armancên me, em jî dikarin zirarê bidin we jî.’ Gefan li wan jî dixwin. Ango her tiştî li dijî desthilatdariya xwe dibînin, tiştê ku xizmetê ji AKP-MHP’ê re neke hemûyan dijmin dibînin. Li Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê wiha dikin. Ji bo vê jî diwazin dijminên xwe ji holê rakin. Ji bo vê jî hemû rêyan ji bo xwe esas dibînin, hemû derfetan dixin xizmetê.

Li ser Libyayê jî dibêjin, ji bo Tirkiyeyê meseleya manûnemanê ye. Lê tu eleqeya xwe bi vê re nîne. Bi vêya dixwazin petrola Libyayê ji bo xwe bişixûlînin, bi dest bixin û bixin xizmeta xwe û feydê ji vê bibînin. Ya din jî dixwazin li Lîbyayê bandora xwe çêbikin, xwe bi cih bikin. Ji ber ku Lîbya welatekî ereb e, hem li Efrîka û hem jî li aliyê Rojhilata Navîn mîna pirekê ye. Heke bikaribin li ser desthilatdariya xwe xurt bikin dikarin di ser Lîbyayê re hem li aliyê Efrîka û hem li aliyê ereban armanca xwe pêk bînin. Ji bo vê Lîbyayê ji bo xwe esas dibînin. Her wiha li Behra Spî gaz û petrol heye, dixazin bi vî awayî hinekî li ser vê jî desthilat bin, hinek derfetan bi dest bixin. Ji bo vê dibêje, ‘Libya meseleya bekayê ye.’ Heke dît ku wê nikaribe armanca xwe pêk bîne,  dixwaze hinek tawîzan ji hinek hêzan bistîne. Heke meseleya Lîbyayê wiha dike rojev, ji bo vê ye.

Amerîka û Ewropa çima li dijî Tirkiyê nasekinin? Sedemên vê hene. Ji ber ku bi Tirkiyeyê re hinek tiştan dikin. Ango bi hev re hin sûcan dikin. Ji bo vê jî zêde nikarin bi ser Tirkiyeyê de biçin. Heke naçin sedemek jê ev e. Ya din jî Tirkiye dewleteke NATO’yê ye û têkiliya xwe bi Yekitiya Ewropayê (YE) re jî heye. NATO û YE berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re esas digirin. Naxwazin berjewendiyên xwe jî bixin talûkeyê û ji bo vê jî naxwazin zêde bi ser Tirkiyeyê de biçin. Tirkiye jî vê dibîne. Ji bo vê têkiliya xwe ya bi NATO’yê û YE’yê li dijî wan dişixulîne, ji bo berjewendiyên xwe. Heke naçin ser Tirkiyeyê, ji ber vê sedemê ye.

Rojeveke esasî li Tirkiyeyê derdikeve pêş ku alternatîf li hemberî AKP’ê têne afirandin. Lê ji ber ku çapemaniya azad, fikra azad tune, zêde nikarin bibin rojev lê dîsa jî partî têne avakirin, kesên ku ji nav AKP’ê qut bûne vêga partiyan  ava dikin. We jî got Mehmet Agar û wekî wan, gefê jî li wan dixwin. Hûn li ser vê rojevê dixwazin çi bibêjin?

Niha hinek kesên li gel Erdogan, bi hev re AKP ava kirin û hinek berpirsyarî jî dane ser milên xwe, ji AKP’ê dûr ketin. Ev ê çi bikin mirov tam nizane. Ji ber ku tam nediyar e. Ji axaftinan mirov nikare rastiya wan fêhm bike. Ê çi bikin, divê mirov li pratîka wan binêre. Wê demê mirov li ser wan dikare biryaran bide. Ji ber ku wexta ku AKP hatî damezirandin û derkete pêş gel, gelek tişt digotin, li ser demokratîkbûnê diaxivîn. Pisgirêkên gelê Tirkiyeyê dê çawa çareser bikin, li ser vê diaxivîn. Valahî jî li Tirkiyeyê hebû, vêya tesîr li ser gel çêdikir, gelê Tirkiyeyê wiha fêhm dikir ku rastiya AKP’ê ev e. AKP’ê bi vê gelê Tirkiyeyê xapand û desthilatdarî bi dest xist, heta ku xwe bi cih kir. Piştî ku xwe bi cih kir, rastiya xwe diyar kir û çi têkiliya xwe bi demokrasiyê û hwd. re nîne. Çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê ji bo xwe esasî nabîne, desthilatdariya xwe esas dibîne, ji bo desthilatdariya xwe çi lazim e jî vê li ser gelan pêk tîne. Ev jî di nav AKP’ê de bûn, li gel Erdogan bi hev re gelek kar kirine. Li ser kurdan jî gelek kar kirin. Her kes bi vê dizane. Ji bo vê jî, ji niha ve mirov nikare li ser wan tiştekî bibêje. Divê mirov li pratîka wan binêre. Bi pratîk wan rastiya wan ji her alî ve derxîne holê. Niha ev çima dixwazin partiyên nû ava bikin. Ji ber ku dîtin ku temenê AKP-MHP’ê temam bûye. Ji deshilatê çend caran ketin, rewatiya wan nema. Lê hêza ku wan bide alî çênebû, ji bo vê hê jî li ser desthilatê dimînin. Ya din jî tişta ku desthilata AKP-MHP’ê li nav Tirkiyê û li derve kirin, Tirkiye parçe parçe kirin. Civak parçe kirin, kirin dijminên hev, di aliyên siyasî, aborî, civakî, çandî de Tirkiye kavil kirin. Bi navê îslamiyetê, bi navê tirk xirabiyên mezin kirin. Ew vê dibînin. Ê ku ji Erdogan bawer kirin, dîtin ku Erdogan zirara mezin dide îslamiyetê. Çi têkiliya xwe bi îslamiyetê re nîne.  Yên ku ji dil rastiya îslamiyetê dijîn, ew dîtin. Ji ber vê nikarin vî tiştî qebûl bikin, nikarin xwe bikin şirîkê vî tiştî. Ew bingeha ku AKP berê li ser îslamiyetê qezenc kiribû, winda kir. Lîberalan piştgiriya xwe dan sekinandin. Gelek nivîskar, hunermend, akademîsyen ango yên ku wijdanê civakê temsîl dikin, hemûyan piştgiriya xwe ji AKP’ê kişandin. Yên ku ji dil û can li gorî rastiya îslamîyetê dijiyan, wan jî piştgiriya xwe kişandin. Ji ber vê jî bingeha vê desthilatdariya qels bû, gemarî bû. Dema ku derket hin hedef dabû pêş xwe lê ji van hedefan dûr ket û êdî temamî li dijî wê ye. Siyaseta ku niha AKP dimeşîne û çalakiyên wê, eleqeya wê bi destpêkirina AKP’ê tune. AKP berevajî wê siyasetekê dimeşîne, dijminatiya gelan dike, gelê kurd qir dike, dijminatiya îslamiyetê dike, dijminatiya Rojhilata Navîn dike, dijminatiya nirxên mirovayetiyê dike, dijminatiya hunermend û akademîsyenan dike. Wê kî vî tiştî qebûl bike, wê kî bibe şirîkê vî tiştî? Ji ber vê jî kesên van tiştan dibînin, naxwazin xwe bikin şirîkê AKP’ê. Ji ber wê dev ji AKP’ê berdan û niha jî dixwazin partiyên nû ava bikin.

Em derbasî Başûr bibin. Her roj li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bakur û başûrê Kurdistanê di bejahî û hewayî de êrîşên dagirkeriyê hene. Ev dagirkerî xisareke mezin dide gelê herêmê, gerîla jî şehîd dibin. Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî vî tiştî bêdeng e. Li gorî we gelo ji bo çi Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî van êrîşên dewleta tirk bêdeng e?

Niha dewleta tirk a faşîst, qirker û dagirker bi tenê ne li dijî PKK û gelê Bakur e. Dewleta tirk li dijî hemû kurdan e. Çi li Kurdistanê û çi jî li derveyî Kurdistanê. Li ku derê kî bi navê kurd û Kurdistanê biaxive û têbikoşe, hinek nirxan ava bike, dewleta tirk dijminê van hemûyan e. Dibe ku bi taktîkî dibêje ez ne li dijî kurdan im, ez li dijî PKK’ê me, PKK ne kurd e û kurdan temsîl nake, lê ev gotinên wê ji bo xapandina kurdan e. Ji bo ku mirovayetiyê bixapîne, van gotinan dike. Desthilatdariya li Tirkiyeyê çi biaxive û bibêje, divê mirov bizanibe ku fikra wê berevajî vî tiştî ye. Şerê psîkolojîk û taybet dimeşîne. Di şerê psîkolojîk û taybet de derew, xapandin, tirsê bi kar tînin. Ev jî şerê psîkolojîk û taybet pir xurt dimeşîne. Ji bo ku karibin kurdan qir bikin, kurdan parçe parçe dikin. Ev siyaseta wan e. Ji ber vê jî her dem êrîşî kurdan dikin. Li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat jî vî tiştî dikin. Li Ewropa jî vî tiştî dikin. Li Parîsê Sakîne Cansiz û hevalên wê qetil kirin. Bi van êrîşan re bi tenê xisarê nadin PKK’ê û gelê Bakur. Xisarê didin hemû kurdan. Ji ber van êrîşan xisareke mezin digihêje gelê me yê li Başûr jî. Xisar bi tenê ne li dijî gerîla ye. Gel vî tiştî îfade jî dike û ji desthilatdariya ya Başûr daxwaziyan dikin. Gel dibêje, divê hûn li dijî Tirkiyeyê helwesta xwe nîşan bidin, Tirkiye Başûr dagir dike, Tirkiye xisarên mezin dide me, destkeftiyên me dikevin xetereyê. Ji ber vê jî divê hûn li dijî van bombebaranan helwesta xwe nîşan bidin û hûn leşkerên wan derxînin. Ji ber ku Tirkiye ji her alî ve Başûr dixe destê xwe, ew berdêlên ku me dane, hemû belasebeb diçe. Lê desthilatdariya li Başûr, partiya li ser desthilatdariyê bêdeng in û daxwazên gel ji xwe re nakin esas, li dijî Tirkiyeyê helwesta xwe nîşan nadin, tu caran Tirkiyeyê şermezar nakin. Hikûmet û partî ji bo çi ne? Divê daxwazên gel pêk bînin. Gel vî tiştî dixwaze lê ew xwe li kerbûnê datînin. Bêdengiya wan xizmetî gelê kurd nake. Ji ber vê jî dewleta tirk sûdê ji vî tiştî werdigire û her roj dagirkeriya xwe ya li Başûr xurt dike. Talûkeya li ser gel mezin dike. Îro heke li ser beşekî talûke hebe, li ser beşên din jî talûke çêdibe. Li beşekê pêşketinek çêbibe, ev tişt bandora xwe li ser hemû beşan dike, ev tişt girêdayî hev e. Kes nikare bibêje êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Başûr bi tenê xisarê dide PKK’ê. Xisarê dide hemû gelê kurd, dide Başûr, dide wan jî. Dibe ku ew rojane difikirin lê ev nêzikbûn ne rast e. Ji ber ku Tirkiye hin destkeftiyên kurdan ji holê radike. Rojekê li dijî vê helwesta xwe diyar nakin, daxuyaniyekê nadin.

Li Bakur hovîtiya li ser Rêber Apo tê kirin, li cîhanê li ser tu kesan nehatiye kirin. Welatparêzî ji mirovan çi dixwaze? Divê mirov li dijî vê hovîtiyê helwesta xwe diyar bike. Li ser siyaseta demokratîk hovîtiyek heye, her roj bi dehan kes tên girtin, şaredariyên ku gelê kurd bi ked û têkoşîna xwe bi dest xistine, desteser dikin. Dagirkeran tînin ser şaredariyan. Gelek îşkence hene, saziyên gelê kurd ji holê tên rakirin, çi tiştên li ser navê kurd û Kurdistanê hebin ji holê radikin. Koçberiyê didin kirin, asîmîlasyonê didin meşandin, qirkirinê dikin lê rojekê be jî li dijî vî tiştî daxuyaniyekê nadin. Tirkiyeyê Rojava dagir kir, destkeftiyên gelê kurd ji holê tê rakirin, demografya tê guherandin, li dijî vê helwesta xwe diyar nakin. Li Başûr bombebaran çêdibe, kuştin çêdibe, Tirkiye her roj dagirkeriyê berfirehtir dike li dijî vî tiştî daxuyaniyekê nadin. Ev tişt dê çawa xizmetê ji gelê kurd re bike? Tirkiye sûdê ji vî tiştî werdigire. Ev tişt xizmeta dagirkeriya dewleta tirk dike. Dibe ku bibêjin em qels in, Tirkiye gelekî xurt e, em nikarin li dijî Tirkiyeyê bisekinin, ji bo ku em xwe biparêzin em bêdeng dimînin. Ev ne siyaseteke rast e. Ev siyaset xizmeta gelê kurd nake. Ev siyaset xizmeta dewleta tirk dike, Tirkiye sûdê ji vî tiştî werdigire. Heke Başûr li dijî Tirkiyeyê helwesta xwe diyar bike, dê ev tişt Başûr xurt bike. Dibe ku bibêjin di warê aborî de hewcehiya me bi Tirkiyeyê heye, ev jî ne rast e. Aboriya li Başûr û Iraqê têra deh Başûr û Iraqê dike. Tirkiye neçarî Başûr e. Dema ku referandum çêbû, Tirkiyeyê çi got? Tirkiyeyê got li dijî Tirkiyeyê ez ê dest bi ambargoyên aborî bikim lê nekir. Çima? Ji ber ku Tirkiyeyê dît ambargoyê bike, ew jî dê ziyanê bibîne. Aboriya Tirkiyeyê ji Başûr sûdekî mezin dibîne. Tirkiye li Başûr gelek tiştan difiroşe, bi milyaran pereyan qezenc dike. Aboriya Tirkiyeyê xwe spartiye Başûr. Heke li Başûr li dijî aboriya Tirkiyeyê pêngavek bi pêş bikeve, dê ev tişt derbeke mezin li Tirkiyeyê bixe. Jixwe Tirkiye pirsgirêkên wê yên aborî heye dê ev pirsgirêk mezintir bibe. Bi têkoşîna PKK’ê gelê me yê li Başûr rastiya dewleta Tirkiyeyê baş nas dike. Talûkeyên ku Tirkiye li ser wan ava dike, bêhtir dibînin. Li dijî berhemên Tirkiyeyê boykot dan destpêkirin. Ew boykot di cih de ye û rast e.  Boykota li dijî berhemên Tirkiyeyê têr nake, divê kes neçe Tirkiyeyê jî. Ji ber ku dema diçe Tirkiyeyê, pereyan bi Tirkiyeyê dide qezenckirin. Ji ber vê divê neçe Tirkiyeyê û berhemên Tirkiyeyê nekire. Li Bakur jî divê kurd her tiştî zêde nekire. Divê kurd bi destê xwe celadê xwe xwedî nekin. Her dolareke ku Tirkiye qezenc dike, li ser kurdan dibe bombe. Heke tu biçî Tirkiyeyê yan jî berhemên Tirkiyeyê bikirî, tu xizmeta şer dikî. Kurd heke dixwazin li dijî qirkirinê bin, divê wisa helwesta xwe diyar bikin.

Başûr nikare bibêje ku di warê aborî de em muxtacî Tirkiyeyê ne. Ev ne rast e. Îro li cîhanê tiştekî wisa çêbûye ku tu dikarî her tiştî li her derê bibînî. Başûr ne mihtacî Tirkiyeyê ye, Tirkiye mihtacî Başûr e. Siyaseta ku xizmeta gelê kurd dike, divê ji xwe re bike esas. Bi vê re dê rola kurdan bêtir xurt bibe.

Em di nav gel de jî digerin û dibihîzin. Gel jî bertekan nîşan dide ku sîxurkirina MÎT’ê gelekî zêde bûye. Di nava civaka Başûr de hewldan hene ku gel bikin sîxur. Encamên vî tiştî dê çi bin?

MÎT li Başûr xwe birêxistin dike û dixwaze kurdan qir bike. Her ku diçe gerîla û kadroyên pêşeng ên PKK’ê qir dike. Her kes jî vî tiştî dibîne. Ne bi tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê vî tiştî dikin. Li Silêmaniyeyê jî dikin. Ji ber vê jî divê Başûr pêşiyê li rêxistinkirina MÎT’ê bigire. Ev tişt xisareke mezin dide tevgerên kurd. Sibê dê li Başûr jî dest bi kuştinan bikin. Ne bi tenê endamên PKK’ê, welatparêzên hêja yên ji Başûr jî tên kuştin. Tirkiyeyê heta niha bi dehan kes qetil kir. Heke MÎT endam û kadroyên PKK’ê bikuje, gelo ev tişt çiqasî xizmetê ji gelê Başûr re dike? Li cîhanê kîjan dewlet dixwaze îstîxbaratek li welatê wî xwe bi rêxistin bike û kuştinan bike? Kes rêya vî tiştî venakin, her kes li dijî vî tiştî helwesta xwe diyar dikin. Li Başûr em dibînin ku MÎT li her derê xwe birêxistin dike. Di nava civaka Başûr de gelek kesan ji bo xwe birêxistin dike, dixwaze bi wan gerîla bide kuştin. Dewleta Tirkiyeyê bi zanebûn vî tiştî dike. Ji ber ku dixwaze kurdan parçe bike, dixwaze kurdan bera ber hev bide. Tirkiye li Bakur jî vî tiştî dike. Gelek mirovan dike sîxur û çete. Ev kes nikarin xwe nêzî gel bikin. Divê partiyên li Başûr vî tiştî bibînin. Divê nehêlin ku Tirkiye li Başûr parçebûneke wisa çêbike.

Li ser Şengal û Mexmûrê jî zext û êrîş zêde bûne. Sedemên van çi ne?

Gelê Mexmûrê ji ber Tirkiyeyê reviya û hate Başûr. Tirkiyeyê xwest wan têxe bin xizmeta xwe. Lê gel ev tişt qebûl nekir. Gund û erdên xwe terikandin û hatin di şertên koçberiyê de dijîn. Bi çand, îrade û nasnameya xwe dijîn.

Şengal hê di dema Osmaniyan de, li ser gelê êzdî gelek ferman hatine kirin. Di dawiyê de jî DAIŞ’ê êrîşî Şengal û Mexmûrê kir. Xwest Şengal û êzdiyan ji holê rake. DAIŞ’ê ji ber daxwazên Tirkiyeyê êrîşî Şengal û Mexmûrê kir. Ji ber ku him Şengal û him jî Mexmûr ji bo Tirkiyeyê gelekî muhîm e. Di dîrokê de jî xwestiye li ser wan qetlîaman bike û wan têxe bin xizmeta xwe. Şengalê jî ev tişt qebûl nekir û Mexmûrê jî ev tişt qebûl nekir. Li dijî DAIŞ’ê jî sekinîn û li dijî Tirkiyeyê jî sekinîn. Nehiştin ku DAIŞ bigihêje hedefa xwe. Dema DAIŞ têk çû, Tirkiye kete şûna DAIŞ’ê. Niha Tirkiye êrîşî Şengal û Mexmûrê dike. Berê DAIŞ’ê êrîş dikir, niha jî Tirkiye êrîş dike. Ji ber ku Erdogan serokê rastîn ên DAIŞ’ê ye. Yê ku vê siyasetê dimeşîne Erdogan e. Xwestin bi DAIŞ’ê encamê werbigire, pêk nehat. Niha jî ew bi xwe ketiye dewrê.

Bi DAIŞ’ê xwestin encamê werbigrin nebû bi xwe ketin dewrê. Niha Şengal jî Mexmûr jî li dijî vê siyasetê, li ber xwe dide û têdikoşe. Bi vê minasebetê ez wan silav dikim, pîroz dikim. Ew erkekî neteweyî yê pîroz pêk tînin. Dibe ku zorî û zehmetiyan bibînin, dibe ku bedelan didin lê erkekî birûmet pêk tînin. Tirkiye ji bo çi êrîşî wan deran dike, ji ber ku Tirkiye dijminê gelê kurd e bi taybet kurdê ku bi îradeya xwe, bi nirxê xwe dixwaaze bi azad bijî, ji bo wan hedefe. Mexmûr û Şengal jî xwebirêxisitin dike û xwe birêve dibin, xwe dimeşînin. Xwe hewceyî kesekê nakin, Tirkiye naxwaze ku kurd xwe birêve bibe. Ji bo Tirkiyeyê kurd divê yan nebe, yan jî hebin jî divê xwe înkar bikin û xizmetê ji Tirkiyê re bikin û Tirkiye ji bo wan çi dixwaze wê pêk bîne. Mexmûr û Şengal ne dibe tirk û ne jî dikeve bin xizmeta wan. Ji bo kurdîtiya xwe ji bo mirovahiyê dijîn, xwe dimeşînin. Tirkiye li kuderê kurdekî wiha hebe ji bo wan dijminahiyê dike ger ku dijminahiyê ji bo Şengal û Mexmûr dike sedem ew e.

Li pêşberî êrîşên li dijî Şengal û Mexmûrê saziya Neteweyên Yekbûyî (NY) çima bêdeng e?

Niha Tirkiye dibîne ku hinek hêz li dijî Şengal û dijî mexmûr in, vêya ji bo xwe firsend dibîne. Dibêje ez dikarim vêya ji bo xwe bi kar bîn, îşte ger êrîşa li Şengal û Mexmûrê pêş dixe yek girêdayî vê ye. Yê ku li Şengal û li Mexmûrê xwedî derdikeve yek kîjan saziye NY’yê, nav NY ye lê vêya dewletan diparêze ne gelan, ne neteweyan li dijî neteweyan e. Berjewediyên dewletan esas werdigrin rastiya wan saziyan ew e. Ji bo wê ew sazî li Mexmûr û Şengalê xwedî dernakeve li Tirkiyeyê xwedî derdikeve. Daxwazên Tirkiyeyê ji bo wê qebûl dike pêk tîne ji bo wê li dijî êrîşan na sekine ji bo wê wezîfeya xwe ji bo Memxûr û Şengal pêk anîne û daxwazên wan pêwîstiyên wan pêk na îne. Tirkiye ji vêya sûd dibîne van êrîşan her ku diçe zêde dike.

Niha li rojhilatê Kurdistanê, Îran û Iraqê xwepêşandanên gelan hene, heta bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan ev pirsgirêk çawa dikare werin çareserkirin û çareser bibe bandora wê dê li tevahiyê herêmê çawa be?

Niha li Rojhilata Navîn ne weke herêmên di ye, Rojhilata Navîn bo cîhanê girîngiyekî xwe heye. Taybetmendiyekî xwe heye, ji ber ku hemû hevsengiyên cîhanê li ser Rojhilata Navîn xira dibin û ava dibin. Ji bo wê jî li cîhanê yê ku desthilatdariyê ji bo xwe esas digrin û mudaxeleyî Rojhilata Navîn dikin. Ji bo bikaribin Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe rêxistin bikin. Hevsengiya ava bikin li ser vê armancê xwe pêk bînin ji bo wê daîm mudaxeleya derve li Rojhilata Navîn çêdibe, wê ji niha û pêve jî çêbibin îşte ji çi sûdê dibînin van mudaxaleyan pêş dixin. Ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ji ber ku gelek pirsgirêkên Rojhilata Navîn hene, van pirsgirêkan jî bi rêyên demokratîkbûnê mirov dikare çareser bike. Sîstema demokrasî dikare çareser bike, lê desthilatdariya ku di Rojhilata Navîn de demokrasî demokratîkbûnê bo xwe esas nagrin, jiber ku wextê nikarin bibin desthilatdar. Ji bo bes desthilatdariya xwe difirkirin, demokratîbûnê biratiya gelan neteweya demokratîk ji bo xwe esas nagrin. Ji bo desthilatdariya xwe bêhtir nîjadperestiyê û yek jî mezhebûyînê esas digirin. Ev jî pirsigêka Rojhilata Navîn mezintir dike, dibe sedem ku hêzên derve mûdaxele bikin. Hêzên derve bi mudaxeleya xwe pirsigrêkan çareser nakin, pirsigrêkên heyî bêhtir giran dikin. Rojhilata Navîn xira dike dirizîne, pirsigrêka Rojhilata Navîn encaq dikare bi sîstemeke demokratîk were çareser kirin û neteweya demokratîk dibe çareserî ji bo wê divê kes van nîjadperestiyê û mezhebûyînê ji bo xwe esas negirin. Parçebûna gelan, dijminahiya gelan pêş nexe û ji bo desthilatdariya xwe ji bo berjewendiyên xwe. Girtin, kuştin, zext ne çareserî ye. Gelê Rojhilata Navîn tim mudaxaleya derve ji bo xwe rast nabîne ji ber ku nakeve xizmeta wan pirsgirêka wan çareser nake , giran dike hem jî ew desthilatdariya ku li Rojhilata Navîn de jî pirsgirêka gelan çareser nake pêwistiyên wan pêk nayîne, pirgirêkên wan giran dike ji bo wê gelê Rojhliata Navîn bi taybet li Iraq, li Îran li Lûbnan li gelek cihan gel li dijî tim mudaxaleya derve disekine, hem jî li dijî wê desthilatdariya heyî disekine, ji ber ku li Rojhilata Navîn civak civakîbûyîn xurt e, kapîtalîzm modernîte dixwaze civakîbûyînê civakê xirabe bike û ji bo wê kar dike û li dijî Rojhilata Navîn sekinîn e. Gelê Rojhilata Navîn vê dibîne. Ji bo wê li civaka xwe, li civakîbûyîna xwe xwedî derdikeve, va nakokiyên mezin çêdike. Ji bo wê jî dibîne ku ne sîstema kapîtalîst modernîteyê, ne jî yê ku Rojhilata Navîn desthilatdariyê esas digre hurmetê civakê civakîbûyînê nagirin. Cidî nagrin, cidî nêz nabin, heta li dijî wê disekinin vê dixwazin parçe bikin. Civak jî dixwaze li civakîbûyîna xwe xwedî derbikeve. Ger ku va welatan e gel hinde radibe ser piyan têdikoşe, sedema berxwedanê jî ev e. Dibînin ku desthilatdariya heyî pêwistiyê wan pêk nayînin, giran dikin û li gel xerabiyê dikin ji bo wê civak xwedî li xwe derdikeve, pêşengê wan zeîf e nikare encamê bigre. Li vê jî sîstema kapîtalîst modernîte ew desthiatdariya ku di Rojhilata Navîn de sûdê dibîne, dixwazin va serhildanan bitefisînin heta dest bizivirînin têxin bin xizmeta xwe ku bikarin armancên xwe pêk bînin. Niha li Îranê, gelê Îranê xwedî dîrokeke dewlemend e, gelek tevgerên azadiyê demokrasiyê pêş ketine. Dawî jî li dijî şah şoreşeke pir mezin çêbû. Gelê Îranê, gelekî şoreşger e. Gelekî wiha şoreşger bi şoreşê çêbûye, şoreş çêkiriye bi şoreşê ji xwe çêkiriye nikare wer ser xwe zilmê qebûl bike. Nikare wer deskeftiyên desthiadartiya heyî cidî nêzik nebe qebûl bike, qebûl nake ji bo wê serhildanê dike bedelan dide. Li Iraqê jî dewlet bi xwe ye êdî dewleta klasîk nikare bimeşe bê dewletî heye gel jî vêya dibîne ku dewlet ne çareserî ye dixwazin ji bo xwe çareseriyê pêş bixin, dixwaze pêşiya wê bigrin ew jî li dijî vê disekinin Lûbnanê jî wiha ye, li Iraqê jî wiha ye li gelek cihan jî wiha ye. Ger mirov bi baldarî bala xwe bidê, dibe ku li cîhanê gel tevgerê de ne lê bi giranî li Rojhilata Navîn di serhildanê de ne çima? Ji ber ku taybetmendiyê Rojhilata Navîn heye. Taybetmendiyeke gelê Rojhilata Navîn heye civakîbûyîn xurt e, dewlet desthilatdarî vir pêş ket lê li vir jî dibînin ku ne çareseriye. Ji ber vê jî li dijî wê sîstemê disekinin, ji bo xwe alternatîfekê pêş bixin, alternatîf jî Rêber Apo pêşxist û da dest wan. Ger sîstema konfederalîzma demokratîk ji bo xwe baş fam bikin, dikarin alternatîfa xwe pêş bixin.

Dewleta Tirkiyeyê bi polîtîkayeke ku digot sifir pirsgirêk an sifir problem, xwest di Rojhilata Navîn de rol bigre lê piştî ku dewletên ereb dîtin ku armancê wan nûjenkrina Osmaniyan, dagirkirina welatên erebe jî, mînakên li Sûriyeyê me dît, li hemberî wê helwest helwest danîn. Ji derveyî Qatarê hûn van helwestên dewletên ereb çawa şîrove dikin?

Raste dewleta Tirkiyeyê xwest ku ereben bixapîne. Heta destpêkê hinek hêviyên ereban ji Tirkiyeyê hebûn, li Erdogan hebûn. Lê paşê dîtin ku di zîhniyeta Tirkiyeyê, di ya Erdogan da çi guhertinek nîne û hemû xapandine, dixwaze vê xapandinê li ser ereban desthilatdariya xwe pêş bixe û Osmaniya nû pêş bixe. Ev yek dîtin. Ji bo wê ew hêviya ku ji Erdogan û Tirkiyeyê dikirin guhertin. Îro tenê Qeter li gel wan e, li gel Tirkiyeyê li gel Erdogan maye. Ji bilî Qeterê, hemû ereb li dijî Tirkiyeyê, li dijî Erdogan disekine ji ber ku di dîrokê de dîtin rastiya Osmanî, tirkan ji bo wan çiye. Ji bo wê helwesta ku li dijî Tirkiye û Erdogan pêş dixin  helwesteke raste. Di zîhniyeta Erdogan û Tirkiyeyê de çi guhertin nîne, berê nerm nêzikî ereban dibûn ku netirsîne ku bikaribe hedefên xwe pêk bîne û li dijî wan berxwedanek çênebe. Çi wextê şer pêş ket, berxwedana PKK’ê xurt pêş ket vêya rastiya Tirkiyeyê rastiya Erdogan bi her alî ve derxist holê, bi herkesî da naskirin. Berê bi nerm dixwestin encamê bigrin êdî rastiya wan derket, nikarin bi wî awayî nêzî ereban bibin. Rûyê xwe yê rast derxist holê. Ango çawa dijminê gelan in, çawa dijminê ereban in, çawa dixwazin erdê ereban dagir bikin, ew dan diyarkirin. Ereb bi vê hesiyan, ji bo wê li dijî Erdogan û Tirkiyeyê nêzikatiya xwe guherandin. Vê çi da diyarkirin? Li Sûriyeyê, li Iraqê kurd û ereb dikarin li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê tifaqekê çêbikin. Li dijî metirsiyên Tirkiyeyê, niha ev di pratîkê de jî hinek pêş ket. Vê da diyarkirin ku ba ereban siyaseta rast ew e, ji ber ku li Rojhilata Navîn yê ku dagirkeriyê di qirkirinê li parçekirinê zirar dîtî, gelê ereb û kurd e. Herêm jî bi giranî herêma eraban herêmeke îslamiye, çandekî wê heye, kurd jî wê çandê esas digrin. Ji bo wê kurdan jî ereban jî dît ku ger tifaqekê pêk bînin, dikarin vê parçebûnê rakirin, dikarin rastiya xwe qezenç bikin, rastiya Rojhilata Navîn dîsan qezenç bikin. Ji bo wê li ser wî esasî nêzikatiyek pêş dikeve, ew raste û di cih de ye. Helwesta ereban a ji bo Erdogan û Tirkiyeyê pêş xistî, ji bo wê raste.

Ev sedema ku niha wekî mînaka Sûreyî de em dibînin gelê ereb û kurd bi hevre li dijî dagirkeriyê şer dikin û li ber xwe didin girêdayî vê ye?

Raste, Bakurê Sûriyeyê felsefeya îdeolojî ya Rêber Apo esas digrin, di wê de jî çi esase civaka demokratîk pêşxistin, wê neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk pêşxistin, xweseriya demokartîk pêşxistin esase va çi çêdike vêya biratiya gelan çêdike, îradeya gelan çêdike, rêxistina gelan çêdike, xwe azadî îfadekirinê çêdike, va Rojava dîtin ku a rast ew e. Yê ku pêşî li talûkeya Tirkiyeyê bigre ew e.

Dewleta Tirkiyeyê siyaseteke xwe ya penaberan heye weke amûrekî şantaj û gefê li beramberî cîhanê dişûxulîne. Lê di esasê xwe de mirov vê dibîne ku li bakurê Kurdistanê jî li rojavayê Kurdistanê jî dixwaze penaberan ‘bicih bike û demografyaya Kurdistanê biguherîne.’ Hûn vê siyasetê çawa şîrove dikin?

Niha li Tirkiyeyê desthilatdariya Erdogan-Bahçelî bi zanebûn bi milyonan koçberên Sûriyeyê kişandin Tirkiyeyê. Ji ber ku armancê xwe bû li ser Sûriyeyê xwestin armancê xwe bi vî şêweyê pêk bînin. Bi milyonan mirov şandin, hemû febrîqeyên Sûriyeyê jî kişandin Tirkiyeyê, derbeke mezin li Sûriyeyê xistin, tol ji Sûriyeyê girtin. Vê berdewam dikin. Dîsa bi milyonan mirovên Sûriyeyê anîn û dan şixûlandin. Pereyekî pir erzan dan wan, keda wan xwarin di aliyê aboriyê de gelek ji wan sûd dîtin û xwestin ku bi wan koçberan hem aboriya xwe xurt bikin, hem bixin xizmeta xwe û her wiha bi koçberan li ser çeteyan desthilatiya xwe çêbikin ku bikarin çeteyan bi armancê xwe li Sûriyeyê bişûxulin. Ji bo wê çek dan wan, perwerde kirin, artêş ava kirin û gelek tişt kirin. Malbatê wan jî li Tirkiyeyê hemû destê wan de weke rehîneyanin û çi dixwazin bi destê çeteyan didin kirin û dîsan li ser çeteyan xwestin Rûsya jî bikêşin siyaseta xwe. Di wê de jî encam girtin. Dîsa jî koçberên ku anîn Tirkiyeyê li dijî Ewropayê jî bi kar anîn. Hem aliyê aborî de bi kar anîn û gotin lazime hûn alîkariya min ya madî bikin. Bi milyonan pere qezenc kirin. Dîsa got lazime hûn alîkariya siyaseta min bikin û  ez çi siyasetê pêş bixim, divê hûn li dijî wê ne sekinin. Ew jî da ber Ewropayê û gef li Ewropayê xwar ku di wê de jî encam bi dest xist. Ew pere bir xiste temelê yê li Sûriyeyê xwe rêxistin bike, xwe bike hêz û bikare bi vî şêweyî mudaxeleyî Sûriyeyê bike. Li Sûriyê xwe xurt bike, Sûriyeyeke nû li ser wî esasî bo armancê xwe ava bike. Wextê ku bi çeteyan gelek şer kirin, bi taybetî li dijî kurdan û texrîp kirin Sûriye, çeteyan derbe xwar û piştre bi xwe kete dewrê. Niha jî çeteyan li bakurê Sûriyeyê, ji Efrînê heta Serêkaniyê bi cih dike, demografyayê diguherîne, asîmîlasyonê dike. Qirkirinê dike û dixwaze bi vî rengî giraniya xwe li Sûriyeyê çêbike. Bi vî rengî dixwaze Sûriyeyeke demokratîk pêk neyê û kurd negihêjin mafên xwe, ku bandorê li desthilatdariya wan neke û karibe desthilatdariya xwe dewam bike. Niha jî dibêjin ji Idlibê koçber tên û dibêjin, ‘Ger hûn siyaseta min a li Sûriyeyê, siyaseta min a dagirkeriyê, siyaseta min a qirkirina li dijî kurdan qebûl nekin, ez ê derî vekim bila koçber bên Ewropayê.’ Bi vî rengî gefê li Ewropayê dixwe. Ji ber vê yekê Ewropa jî li dijî Erdogan nikare helwestekê nîşan bide. Lewma hemû nirxên xwe xistin ber lingan. Digotin mafên mirovan, demokrasî, azadî, edalet, ev hemû dan bin lingan. Wijdan, exlaq dan bin lingan. Ketin xizmeta Erdogan. Mirov binêre, Amerîka, Ewropa, Rûsya hemû li pişt siyaseta Erdogan cih digirin. Dibe ku aşkera hinek bi axivin û weke ku li dijî siyaseta Tirkiyeyê ne xwe bidin nîşandan, lê ev hemû jî ji bo xapandina gelê kurd û gelê Ewropayê ye. Qada navneteweyî xapandine ku berxwedan û nerazîbûn zêde çênebe. Di bin de jî alîkariya Erdogan dikin, ji her alî ve. Erdogan ji vê yekê gelekî sûdê werdigre. Têkiliya xwe ya bi Ewropa û NATO’yê jî ji bo vê bi kar tîne. Bi taybetî jî Merkel alîkariya siyaseta Erdogan dike. Dibe şirîkê qirkirina li ser kurdan. Divê mirov vê jî mehkûm bikin.

Tayyîp Erdogan bi siyaseta xwe ya qirkirinê ya şer aboriya Tirkiyeyê têk bir. Di encama vê de li nava civaka Tirkiyeyê krîz heye, malbat bi malbat mirov xwe dikujin, întixar dikin. Hûn bandora vê siyasetê li ser aborî û civaka Tirkiyeyê bi çi rengî şîrove dikin?

Dema ku hinekan pirsgirêka aboriyê anî ziman, Erdogan bersiv da wan. Got, ‘Hûn bihayê bombeyan, fîşekan dizanin çi ye?’ Bi vê zîhniyeta xwe diyar kir. Zîhniyeta ku şer esas digire, siyaseta ku qirkirinê esas digire ye. Vê zîhniyeta demokrasî ji holê rakir, Tirkiye parçe kir, Tirkiye, civak xera kir, kir dijminê hev. Niha şer esas digirin, hem li Tirkiyeyê û hem jî li derveyî Tirkiyeyê. Hemû aboriya dixe xizmeta şer. Ger li Tirkiyeyê pirsgirêkên ewqasî mezin ên aboriyê çêbibin, sedem şerê ku li dijî kurdan, li hundir û derveyî Tirkiyeyê ye. Divê gelê Tirkiyeyê vê fêhm bike, vê qebûl neke. Ger dixwazin aboriya Tirkiyeyê baş bibe, lazime li dijî şer bisekine, yekitiya xwe bi gelê kurdan re çêbike. Wê demê dê aborî bi pêş bikeve, birçîbûn ji holê radibe. Di heman demê de bi hezaran çeteyan xwedî dike, maeşan dide wan hemûyan. Ev jî pirsgirêkên aboriyê kûrtir dike, divê gelê Tirkiyeyê ji Erdogan û Bahçelî vê bipirse. Çima hûn me birçî dihêlin, hûn maeşê didin van çeteyan? Ev çeteye kî ne? Wê demê ew nikarin vî şerî berdewam bikin. Ger şer dewam bike, ku aborî her roj têk diçe sedema wê gelê Tirkiyeyê hesabê wê napirse, ew jî jê sûdê werdigirin. Ji ber vê yekê jî birçîbûn heye û mirov ji ber wê întixar dikin.

Li hemberî malbatên gerîla û girtiyan bi taybetî vê sala dawî pirs zêde polîtîkaya şerê taybet tê meşandin. Li gorî we sedema vê çi ye?

Li ser kurdan plana ‘çokdanînê’ heye, wê dimeşînin. Li ser malbatan jî radiwestin, sedem ew e ku beşeke wê planê pêk tînin. Berê jî li ser malbatan disekinînin, lê belê niha hîn bêhtir disekinin. Zextê dikin, gefan dixwin, dixapînin û dibêjin ‘Em ê hin derfetan bidin we.’ Bi vî rengî dixwazin malbatên hevalan, bi taybetî yên gerîla û girtiyan ji tevgerê qut bikin, bixin xizmeta xwe. Bi vî rengî dixwazin tasfiyeyê çêbikin. Vê planê ji ber wê dimeşînin. Divê malbat nekevin xizmeta wê planê. Li dijî wê bisekinin, ya ku tê xwestin ew e, li zarokên xwe, li têkoşînê, li nirxên xwe, li berdêlên xwe lazime xwedî derkevin, li azadiya xwe lazime xwedî derkevin. Ger li dijî nêzikatiyên dagirkeran bisekinin, dê dagirker nikaribin vê planê bimeşînin. Dagirker bi vî rengî dixwazin PKK li pêş çavên malbatan, gel lawaz nîşan bidin. Ji ber ku şerekî taybet, psîkolojîk li dijî PKK’ê tê meşandin. Lewma li ser malbatan bi wî rengî disekinin, dixwazin ku malbatan bawer bikin ku PKK lawaz ketiye û ji bo wê bêjin çê nabe, em zarokên xwe dûrî tevgerê bixin, em bi xwe jî dûr bikevin. Dijmin dixwaze wê bike. Li ser malbatên şehîdan, gerîla, girtiyan disekine ku karibe tasfiye û qirkirinê bike. Lazime malbatên me di vir de hişyar bin, li dijî vê planê bisekinin. Dibe ku gefan jî bixwin, dibe ku gelek gefên xerab jî bixwin, kes lazime li pêş wan çoka xwe nedane, divê li dijî wan bisekine. Divê her kes bedela bidin pêş çavan, destê xwe têxin bin bar. Ya ku ji her kesî tê xwestin ew e. Ne tenê li ser malbatan bi wî rengî disekinin, li Kurdistanê sîxurtî, fihûşê dikin, esrarê, bê exlaqiyê dikin. Bi vî şeklî dixwazin civaka me xera bikin, dixwazin mirovên me li neteweya xwe dûr bixînin, ji têkoşînê dûr bikevin. Li gel birçî dikin ku gel nikaribe li Kurdistanê, li azadiyê bifkire. Bi vî rengî karibe bi hêsanî qirkirinê bike. Vê siyaseta beşek çokdanîne, her mirovên me divê hişyar be.

Navenda siyaseta qirkirinê jî û li hemberî wê navenda berxwedanê jî bakurê Kurdistanê ye. Li dijî vê gelê bakurê Kurdistanê û dostên kurdan divê bi rêbazeke çawa têbikoşin?

Niha ku li Bakur berxwedan nebe, li beşên din jî nabe. Ger îro li beşên din berxwedan heye û hinek destkeftî çêdibe, ew encama berxwedana li Bakur çêdibe. Bakur esas e, bingeh e. Dijminê esas li Bakur e, dewleta Tirkiyeyê ye. Ji bo hemû beşan dijminê esas Tirkiye ye. Ji ber wê jî berxwedana Bakur esas e. Beşên din heta ku li Bakur encam neyê wergirtin nikarin rehet bin. Ev jî li ber çavane. Vaye tê dîtin ku Tirkiye dest li Rojava, Başûr wer dide. Ger Rojava, Başûr dixwazin rehet bijîn, wê demê lazime li Bakur pirsgirêka kurd çareser bibe. Ji ber wê li pişt berxwedanê bisekinin, alîkariya wê bikin. Ne ku bên lîstika dewleta tirk. Dewleta tirk dixwaze Bakur, PKK cuda bike, hêzên kurd lawaz bike, parçe parçe bike ku karibe emcamê bi dest bixe. Bakur li dijî vê disekine, berdêlan dide. Berxwedana Bakur ji bo tevahiya beşan e, ne tenê ji bo Bakur e. Ev berxwedan ruhekî di nava gelê kurd de çêdike, netewetiya kurd bi pêş dixe. Li beşên din jî berxwedana ku tê kirin ew jî ruhê yekitiya neteweyî xurt dike. Hevdu bi vî rengî temam dike. Ji ber vê gelê kurd li Bakur berxwedanê divê bi her awayî xurt bike. Dibe ku niha desthilatdariyeke faşîst, dagirker, qirkirinê esas digire heye, ji her alî ve êrîş dike. Dibe ku gelek rêxistinên siyasî têk birine, lê belê divê kes gav paşde neavêje. Divê xwe rêxistin bike, ji bo xwe têbikoşe vê yekê ji bo xwe esas bigire. Divê li benda siyaseta demokratîk nesekine, dikare xwe bi rêxistin bike, têkoşînê bike. Divê dê çawa vê zext û zilma bişikîne nîqaş bike, her kes rêya vê ji bo xwe bibîne. Ya rast ew e, li dijî faşîzmê, li dijî dagirkerî û qirkirinê mirov dikarin bi vî rengî rawestin. Ew bi her şêwazî, bi hemû derfetan, gelan bi taybetî gelê kurd dûrî vê bixin. Bi vî rengî kes nefikire, rêyên têkoşînê neafirînin û ew jî karibin bi hêsanî qirkirinê çêbikin. Divê gelê me jî bifikire ku dê çawa vê zextê bişikîne, vê zilmê bişikîne, dê çawa ji bo xwe têbikoşe, rêyên wê divê biafirîne. Ya tê xwestin ew e. Niha dagirker bi navê kurd û Kurdistanê çi heye ji holê radike. Divê gelê me xwe ji saziyên dewletê dûr bixîne. Divê xizmetê ji wan saziyan re neke. Ji bo xwe divê xwe birêxistin bike, ji bo xwe divê têbikoşe. Dostên kurdan jî divê alîkariya dewleta tirk nekin. Tiştên Tirkiyeyê nekirin, neçin Tirkiyeyê û li dijî Tirkiyeyê bisekinin. Têkilî û alîkariya xwe ya bi kurdan re xurtir bikin. Wê demê dikarin ji vê faşîzmê xilas bibin, ji ber faşîzma Tirkiyeyê ne tenê li dijî kurdan metirsî ye û dijminahiyê kurdan dike. Metirsiya xwe li ser tevahiya mirovahiyê ye, dostên kurdan jî ev fêhm kirine. Ji ber vê yekê li gelê kurd xwedî derdikevin, divê vê yekê xurtir bikin. Wê demê ew faşîzm, ew belayê mezin hem ji bo kurdan hem ji bo însanetiyê dikeve bin lingan. Her kes wê xwe ji wê xilas bike.

Faşîzm niha çima ewqasî êrîş dike?

Niha karektera faşîzmê ji xwe ew e. Ango li dijî gelane, li dijî demokrasiyê ye, her tim şer esas digire, her tim zilmê esas digire. Bêyî wê nikare xwe îdare bike, xwe bimeşîne. Ger li Tirkiyeyê AKP-MHP hîn şer, zilm, neheqî, bêedaletî, bêhiqûqî, kuştin, girtin, koçberiyê dike, sedema wê ji bo ku nîjadperestiyê ji bo xwe esas digire. Dixwazin dewleteke netewe li ser tirkan ava bikin. Ji ber wê dibêjin, yek dewlet, yek milet, yek al, yek welat. Ev yek ji xwe fikir û felsefeya faşîzmê ye. Erdogan, Bahçelî her roj vê tînin ziman û li ser vî esasî jî her tim dijminahiyê, şer dikin. Karakterê vê desthilatdariyê wiha ye. Nikare wekî din nêzîk bibin, nikarin demokratîkbûnê, azadiyê, hurmetê gelan ji bo xwe esas bigirin. Her tiştî dixin xizmeta xwe, tiştê ku nekeve xizmeta wan dijmin dibînin, diçin ser. Vê siyaseta xwe heta dawiyê dimeşînin. Dawiya vê siyasetê jî nîne, di vê siyasetê de jî çiqasî israr dikin, dawiya xwe tînin. Her ku nêzî dawiya xwe dibin vê siyaseta gemar, qirêj bêhtir dikin. Ev yek jî wê di nava wan de şikestinê çêbike. Lê belê lazime mirov vê bibîne; ango vê desthilatdariya xwe meşrûbûna xwe nemaye, esas ketiye. Divê bê xistin. Ev nayê wê wateyê ku madem rewabûna xwe xilas kiriye, ketina wan nêz bûye. Em jî nêzî azadiyê bûne, wê demê ne hewceye em zêde têkoşînê bikin. Ev şaşitiyeke mezine. Ev wan li ser desthilatdariyê dihêle. Divê li dijî wan em têkoşînê xurt bikin ku em bikaribin dawiya wan bînin. Ya ku dawiya wan bîne ew e. Ji her kesî ew tê xwestin.

We 2019 nirxand birêz Bayik. Di sala 2020’an de dê têkoşîneke çawa bê kirin, em ê çi bibînin?

Çawa ku sala 2019’an bi dijwarî derbas bû îsal jî wê bi dijwar derbas bibe. Dibe ku hîn bi dijwarî derbas bibe. Ev rastiyeke. Ji ber ku faşîzma li Tirkiyeyê her ku diçe ber bi dawiyê ve diçe. Her ku ber bi dawiye ve diçe, zilma xwe, tundî û komkujiya xwe zêdetir dike. Ji ber vê jî li dijî wê jî gelê kurd, tevgerên sosyalîst ên li dijî faşîzmê, yên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin divê têkoşîna xwe bêhtir xurt bikin ku rojek pêş de encamê bigirin. Ger bi vî rengî nebe, ew desthilatdarî bi xwe nakeve. Çiqas hatibe dawî jî dîsa dimîne. Yê ku dê wê bixîne, têkoşîne. Me têkoşîn kir, me dijwar kir, me berdêlên mezin dan, rastiya wan me hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî Tirkiyeyê bi her kesî da fêhmkirin, teşhîr kir, lawaz kir, ber bi ketinê anî. Divê em vê temam bikin. Sala ku em ketinê ji bo wê em ê têkoşînê mezintir bikin. Her kesên li dijî faşîzmê jî divê têkoşînê mezintir bikin. Ji bo ku têkoşîn mezintir bibe ku Tirkiye ji parçebûnê, ji faşîzmê derbikeve û bigihêje demokratîkbûnê azadiyê, ji bo wê kurd divê di nava xwe de yekitiya xwe xurt bikin li her beşê. Li ser wê yekitiya neteweyî, kongreya neteweyî xurt bikin. Karê ku niha li ser wê esasê çêdibe lazime em bigihînin dawî. Ji bo wê em ê kar bikin. Dîsa kurd lazime bi gelê Tirkiyeyê re, bi tevgerên demokrasiyê re bi çepan re tifaqa xwe xurt bikin ku bikaribin encamê bigirin. Dîsa li cîhanê dostên kurd re, yên ku li dijî faşîzmê, desthilatdariyê re tifaqa xwe xurt bikin. Di wê de gelek pêşketin çêbûne, divê ew sal ew zêdetir bê xurtkirin. Bi vî rengî em karibin li dijî faşîzmê encamê bigirin, vê rejîmê têxin bin lingan. Ji bo wê divê her kes li Rêber Apo zêdetir xwedî derkeve, ji ber ku Rêber Apo ne tenê ji bo kurdan rêbertiyê dike. Ji bo hemû gelan, ji bo însaniyetê, ji bo demokrasî û azadiyê rêbertiyê dike. Ne tenê em vê dibêjin, gelek ên ku rastiya rêbertî fêhm kiriye, Rêbertî ji bo xwe rêber dibînin, dibêjin ‘Rêberê me Rêber Apo ye.’ Îdeolojî û felsefeya Rêber Apo esas digirin. Niha li ser Rêber Apo tecrîdekê dimeşînin, heta metirsiyeke mezin çêdikin. Ji ber ku dibînin ku gel Rêber Apo ji bo xwe esas digire. Ew jî li ser Rêber Apo hîn zêde tecrîdê xurt dikin, talûkeyê xurt dikin. Ji bo vê li dijî vê kurd û hemû hêzên demokrasî, azadî û sosyalîst divê li Rêber Apo ji her demê bêhtir xwedî derkevin ku tecrîd bê şikandin. Têkbirina tecrîdê bidawîbûna siyaseta li dijî kurdan e. Siyaset ku li ser gelan dimeşîne, li nava Tirkiyeyê li derveyî Tirkiyeyê bi dawî dibe. Dawiya faşîzmê tê. Gel ji faşîzmê xilas dibin, digihêjin demokrasî û azadiyê. Ji bo wê sala ku em dikevinê ew têkoşîn dê mezintir bibin. Li ser van esasan, em dikevin sala nû. Em bi vê hêviyê nêzikî sala nû dibin. Di sala nû de em ê têkoşînê di her alî de xurt bikin. Ji ber ku têkoşîna ku di bin rêbertiya Rêber Apo de pêk tê bû têkoşîneke navneteweyî. Gihîşt wê astê, lewma lazime ew xurtir bê meşandin. Hêviya însaniyetê, hêviya gelan em xurtir temsîl bikin. Li ser van esasan em ê nêzî salê nêzîkî kar bibin. Berdêl çi dibin bila bibin, em ê wan berdêlan ji bo însaniyetê dîsa bidin ser milê xwe, weke me heta niha dan ser milê xwe. Ez dixwazim vê bêjim; kes lazime rêya rehet nede pêş xwe, ger rêya rehet bide pêş xwe, ew ji berxwedanê dûr dikeve teslimiyetê esas werdigire. Ji ber ku karakterê şoreşa Kurdistanê heye. Çi ye ew? Her tim li dijî zor û zehmetiyan û astengiyan radiweste, têkbirina astengiyan, afirandina çareseriyane. Va rastiya Kurdistanê ye. Yê ku vê rastiyê esas bigire dikare li dijî zilmê, zehmetiyê, astengiyan bisekine. Ew dikare têkoşîna demokrasî azadiyê pêk bîne. Lewma divê gelê me rêya rehet nede pêş xwe, nebêje zext heye, zilm heye, ez xwe hinekî paşde bikişînim û xwe biparêzim. Na, lazime li xwe û nirxên xwe xwedî derkeve, li dijî zor û zehmetiyê bisekine, li dijî astengiyê bisekine, ku bikaribe têkoşînê bi pêş bixe, dawiya faşîzmê pêk bîne. Bi van hestan ez sala nû li hemû gelê kurd, li dostên kurd, li însaniyetê pîroz dikim. Ji bo wan serkeftinê dixwazim.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî