Doza sereke ya Demîrtaş dê sibe li Enqereyê bê dîtin

Doza sereke ya Selahattîn Demîrtaş ku bi îdiayên ‘Propagandeya rêxistinê kiriye’ û ‘Pesnê sûc û sûcdar daye’ tê darizandin dê sibê saet 10.00’an de li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Dozger ji Demîrtaş re 142 salan cezayê girtîgehê dixwaze

Doza sereke ya darizandina hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku jê negirtî tê darizandin, dê sibe li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Danişîn dê sibê saet di 10.00’an de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê bike. Li bendê ye ku Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bibe.

Demîrtaş bi îdiayên ‘Propagandeya rêxistinê kiriye’ û ‘Pesnê sûc û sûcdar daye’ tê darizandin û 142 sal cezayê girtîgehê lê tê xwestin. Doza ku li Amedê hatibû vekirin bi hinceta ‘ewlekariyê’ veguhestin Enqereyê.

Demîrtaş ji 4’ê mijdara 2016’an ve ji ber vê dozê girtiye û di danişîna di 2’yê îlona 2019’an hate dîtin de der barê wî de biryara berdanê hate dayîn. Lê Demîrtaş nehat berdan û hin jî girtiye. ENQERE

Dikarî Biecibînî