Guven: Ger yekitî hebûya bûyerên li Şengal, Kobanê û Kerkûkê pêk nedihatin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven da zanîn ku yekitiya neteweyî ya kurd ji bo KCD’ê stratejîk e û wiha got: “Ger ku yekitiya hebûya, dê bûyerên li Şengal, Kobanê û Kerkûkê dê pêk nehatibûna. Kurd ji bo statûya xwe bi israrin û divê kongreya neteweyî li dar bixin. Ji bo yekitiyê du nav hene û ew jî birêz Ocalan û birêz Barzanî ye. Divê birêz Barzanî bang li hemû kurdan bike ku kongreya neteweyî li dar bixin.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven têkildarî yekitiya neteweyî ya kurd ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Mehmet Şah Oruç re axivî.

Leyla Guven di serî de anî ziman ku nerîna KCD’ê ya li ji bo yekitiya neteweyî ya kurd stratejîk e û wiha got: “Ji ber ku hêzên serdest Kurdistan sed sal berê kirin çar parçe. Vê yekê bandoreke pir xerab li ser kurdan kir. Lê weke gel em parçe nebûn. Her çiqas hêzên serdest sînor danibin jî em van sînoran nas nakin. Divê em van sînoran rakin. Ji bo xebatên yekitiya neteweyî divê em rexnedayîna xwe bidin. Li gel xebatan divê em kêmasiyên xwe jî bibînin. Heta yekitî çênebe çareserî jî pêş nakeve.”

‘Ger yekitî hebûya bûyerên Kobanê, Şengal û Kerkûkê pêk nedihatin’

Di berdewamê de Guven anî ziman ku ger kongreya neteweyî pêk bihata, tişt heyî bi serê kurdan nedihatin û wiha domand: “Di sala 2013’an de gavên girîng hatin avêtin. Hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî hatin cem hev. Kurdan ji bo tifaqa xwe gav avêtin. Lê bi mudaxaleyên dewletan ev xebat hatin sekinandin. Yê ku winda kir kurd bûn. Ger yekitî hebûya û me kongre pêk bi aniya, bûyerên li Şengal, Kerkûk û Kobanê pêk nedihatin. Lê me fikra xwe nekir yek û me peyama yekitiyê neda cîhanê.”

‘Kurd statûya xwe de bi israr in’

Guven destnîşan kir ku ji bo pêşeroja kurdan çareseriya herî guncav modêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a neteweya demokratîk e û wiha berdewam kir: “Mînaka vê yekê jî Rojava ye. Binêrin projeyeke ereban nîne lê hikûmeta wan heye. Li aliyê din aramiya wan nîne. Li Tunis, Misir û Irakê şer heye. Ji ber ku ji bo pêşerojê plan û projeyên wan nînin. Kurd dixwazin li ser axa xwe bi pergala xweser û demokratîk bijîn. Li çar parçeyan heman daxwaz heye. Di sedsala 21’an de kurd di statuya xwe de israr dikin. Navê vê êdî xweserî be, êdî kanton be yan jî çi dibe bila bibe lê divê kurd xwedî statû bin. Hemû dewletên cîhanê li dijî kurdan in. Îro şertên me ji yên her demê baştir in û gel zane ye. Gelê me bi qehremanî li ber xwe dide. Tenê kêmasiya me nebûna yekitiya neteweyî ye. Ger ku em bibin yek tu kes nikare pişta me dane erdê.”

Ji bo avakirina yekitiyê du nav hene

Herî dawî jî Guven ev tişt destnîşan kir: “Ji bo avakirina yekitiyê du nav hene. Yek jê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û yê din jî Mesûd Barzanî ye. Bandora her du şexsan jî li ser kurdan zêde ye. Îro berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê birêz Mesûd Barzanî. Ji ber ku birêz Ocalan di bin şertên tecrîda giran de ye. Divê birêz Barzanî bang li gelê kurd bike û bibêje; ‘Êdî îro roj roj yekitiyê ye. Em amade ne.’ Divê hemû kesî vexwîne kongreya neteweyî. Em êdî qebûl nakin ku hêzên derve derheqê pêşeroja me de biryaran bidin. Em ê bicivin, nîqaş bikin û xetên xwe yên sor diyar bikin. Divê berî her tiştî em ruhekî nû ava bikin. Em sala 2020’an bikin sala yekitiya neteweyî ya gelê kurd.” AMED

Dikarî Biecibînî