Guven: Yekitiya neteweyî pêkan û şert e

Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven diyar kir ku li gel Kurdistana parçebûyê û zor û zehmetiyên seknên cuda yên siyasî, pêkanîna yekitiya neteweyî pêkan û şert e

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê Leyla Guven der barê Komxebata Yekitiya Neteweyî ya ku çend roj berê li Amedê pêk hat de ji ajansa ANF’ê re axivî û nirxandinên girîng kir.

Guven da zanîn ku hêzên serdest ji dîrokê heta roja îro bi polîtîkayên parçekirinê dixwazin kurdan bi giyan û bedenî ji hevdû qut bikin û wiha axivî: “Dema mijar dibe Kurdistan û em li ser Kurdistanê diaxivin, an jî em ê çawan bi serkeftî bikarin yekitiya neteweyî ava bikin û çawan li dora vê yekitiyê çar parçeyên hatine parçekirin bînin li cem hevdû, mirov bivê nevê divê li dîrokê binêre. Ji dîrokê heta roja îro kurd çi jiyan û li kurdan çi hatiye jiyandin. Piştî hêzên serwer Kurdistan kir çar parçe û ji bo kurdan li her çar parçeyan bihelînin polîtîkayek pêşxistin. Serdestên ji dûr hatine û serdestên welatê kurdan parçe kirine bi heman hişmendiyê ev polîtîka pêşxistin. Kurdistan parçe kirin û bi polîtîkayên cuda jî xwestin bi giyanî û bedenî wan ji hev qut bikin. Ev konseptek bû. Li dijî vê konseptê helbet raperîn çêbûn û kurdan ev qebûl nekir gelek îsyan rabûn û serî hildan. Di van îsyanan de gelek êş hatin jiyîn. Li hemberî van êşan kurdan tu carî serî netewand û li dijî polîtîkayên pûçkirinê li ber xwe dan. Di nava van berxwedanan de, îsyana herî dawî derket PKK bû û bi PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ev berxwedan kete merhelek nû ya cuda.”

‘Bi Ocalan re mijar hîn cudatir hate nirxandin’

Di axaftina xwe de Guven diyar kir ku bi derketina PKK’ê û birêz Ocalan re ev mijar bi awayekî hîn cudatir hat nirxandin û wiha domand: “Ya rastî muhasebeya wê hat kirin. Yanî kurd çawa parçe bûn? Ew kesên wê demê nûnertiya kurdan dikirin û li ser navê kurdan îmze kirin kî bûn? Ew ji aliyê kê ve dihatin kontrolkirin? Ev mijar hatin lêpirsînkirin. Ji Şêx Seîd heta Seyîd Rizayan serhildanên hatin kirin, di dema xwe de serhildanên têra xwe pêşverû û manedar bûn. Di van de nasnameya kurd esas e. Di wir de kitekit li aliyekî tişta dihat xwestin kurdîtî bû. Em kurd in û em dixwazin bi nasnameya xwe bijîn. Ji ber ji rabihuriyê heta dîroka xwe ya îro em wer jiyan. Em weke mîran, eşîran û began bi vî awayî jiyan, lê em bûn. Em di bin fermana kesî de nebûn. Ji lewra serhildan û raperînên têkildarî mijarê bêguman girîng bûn. Tam di vê mijarê de birêz Ocalan muhasebeya wê kir û hinek tiştên bi vê re derketin holê çêbûn. Mînak têgihiştina komploya navneteweyî jî û têgihiştina kurd parçe kirin jî heman tişt bû. Gotin bi vê parçekirinê êdî kurd bi ser xwe de nayên û em ê wan hin bihêztir bihelînin. Serdestan bi kompoloya navneteweyî jî xwest bibêje, va ye êdî me birêz Ocalan jî dîl girt û dê kurd êdî belav bibin. Di vê kompoloyê de hema bêje hemû hêzên serdest hebûn û cihê xwe di komployê de girt.”

Xebatên Ocalan ên li ser yekitiyê

Di berdewama nirxandina xwe de Guven destnîşan kir ku serdestên bi hişmendiya dewletê tevdigerin bawer dikirin ku kurd di çar parçeyan de êdî nikarin werin cem hevdû û ev tişt anî ziman: “Serdestan digot, dibe kurdên Bakur bikarin werin li cem hevdû, lê belê nikarin bi kurdên Başûr, Rojava û Rojhilat re werin li cem hevdû. Birêz Ocalan li ser vê yekê berî çendin salan axaftin û nirxandinên xwe yên girîng tim dianî li ser ziman. Birêz Ocalan digot ‘Pêwîstiya me bi yekitiya neteweyî heye, binêrin welatek weke Yekitiya Ewropa û hundirê wê pûç û vala ye. Ji bo berjewendiyên xwe hatine cem hevdû. Em jî kurd in û xaka me hatiye parçekirin. Bi darê zorê em li ser axa xwe hatine kirin. Herî zêde pêwîstiya me bi yekitiyê heye. Birêz Ocalan her tim van tiştan tîne ziman û bi pêşniyarekê xwest Kongreya Neteweyî ya Kurd bê avakirin. Ji aliyê birêz Ocalan ve ev mijar bi awayek cidî hate destgirtin. Bi nameyek ku bi destê xwe nivîsandiye ji Mesûd Barzanî û Celal Talabanî re şand. Birêz Ocalan bi nameya xwe bi awayek aşkera destnîşan kir ku hûn jî lîderek kurdan in, ez niha dîl im û hûn niha li derve re ne û divê mijarê de xebatan bidin meşandin. Ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê were avakirin xebatan bidin meşandin. Birêz Ocalan gelek pêşniyar jî kirin û got ‘Kongre bi modela hevserokatiyê dikare were lidarxistin û divê xebatê vê kongreyê li çar aliyê welat were rêvebirin’. Birêz Ocalan xalên gelek girîng destnîşan kirin. Di çarçoveya pêşniyarên birêz Ocalan de heta 2013’yan xebatek hate meşandin. Ji gelek aliyan kurd tev li vê xebatê bûn. Ev xebat heta asta li darxistina kongreyê hat. Lê mixabin destek kete nava vê xebatê û ev xebat da rawestandin. Ev dest kî ye? Bêguman kurd hemû jî dizanin. Lê belê em niha ne di wê xalê de ne. Bi pêşniyarên birêz Ocalan heta asta kongreyê hat û delege hatin destnîşankirin. Hate xuyakirin ku em dikarin yekitiya xwe ava bikin.”

‘Divê em êdî yekitiya xwe ava bikin’

Guven der barê komxebata li Amedê de jî ev nirxandin kir: “Bi heman ruhê yekitiyê ji me tê xwestin ku divê êdî em yekitiya xwe ava bikin. Sedsala 21’an teqez wê bibe sedsala kurdan. Îro Rojhilat Navîn navenda şerê sêyemîn yê cîhanê ye. Sînor ji nû ve tên xizkirin û qedera gelan tê tayînkirin. Ji ber vê yekê îro em li vir li cem hevdû kom bûne. Îro li Amedê û li bakurê Kurdistanê tifaqa siyaseta kurd heye û em ê çawan vê tifaqê bikin tifaqa Kurdistanê. Her wiha em ê vê tifaqê çawa bikin domdar û li ser vê em çi dikarin zêde bikin.”

‘Ji her demê bêhtir pêdivî bi yekitiyê heye’

Guven anî ziman ku li dijî polîtîkayên hêzên serdest ên qirkirin û tunekirinê kurdan berxwedanek bêhempa nîşan daye û wiha pêde çû: “Hemû serhildan û raperinên kurdan bi tîpên zêrin navê xwe li dîrokê nivîsand. Lê belê dema em dinirxînin em dibêjin gelo kêmahiya me di vir de li ku derê bû. Herî zêde jî kêmahiya kurdan ne lidarxistina yekitiya neteweyî ye. Li Başûr bûyerek çêdibe, em li Bakur li hember rabin tiştek cuda ye. Mînak, li Başûr referandum çêbû û Tirkiye li dijî vê yekê derket û gef li Başûr xwar. Me weke siyaseta Bakur bertek nîşan vê yekê da û em li dijî helwesta Tirkiyeyê derketin. Lê ev çiqas hate dîtin û girîng bû. Ger yekitiya kurdan hebûya û kurdan bi navê yekitiya Kurdistanê li dijî vê derketiba wê cudatir bûya û banora xwe jî bêhtir hebûya. Divê em parçe parçe nerazîbûnên xwe neynîn ziman û em bi ruhê kurdistanî û bi yekitiyê li dijî êrîşên li ser xaka Kurdistanê derkevin. Di vê xalê de pêwîstî bi ruhê yekitiya neteweyî heye. Gotinek were kirin divê bi navê yekitiya neteweyî bê kirin û her kes neçar e vê gotinê li ber çavan bigire. Ev gotin nebe gotina partî, rêxistin an jî ya komelekê. Ev gotin biba gotina Kurdistanê. Ji bo vê yeke ji her demê bêhir pêdivî bi yekitiyê heye.”

‘Divê gelê me neyê cezakirin’

Her wiha Guven bal kişand dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ev bi mehan e didome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wargeha Penaberan a Mexmûrê nêzî şeş mehane di bin ambargoyekê de ye. Gelê me yê Mexmûrê tê cezakirin. Ev tişt nabe û nayê qebûlkirin. Yê ku vê ambargoyê jî dike hikûmeta me ya Başûr e. Em divê mijarê de şikeştî û xemgîn in. Em dixwazin vê tiştê bibêjin, ger ruhê yekitiya neteweyî hebûya em ê hin baştir xwe gihandiba hevdû û ji berpirsyarên herêmê re gotiban, hûn çî dikin? Hûn wî gelî nikarin ceza bikin. Tu gunehê wî gelî tuneye. Pirsgirêk û nîqaşên biçûk dibe hatibe jiyîn, hûn dikarin van di nava xwe de nîqaş bikin û çareser bikin. Lê hûn nikarin gelekî ceza bikin. Jixwe gelê me yê Mexmûrê gelek êş jiyane û koçî wir bûne. Ji ber ku gundê wan hatiye şewitandin, hatine kuştin û ji ber ku her roj li ser mala wan de dihat girtin koçî herêmê kirine. Ev wargeh di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de hatiye avakirin. Nêzî şeş meh e ambargo li ser tê meşandin. Gelê me yê Mexmûrê di rewşek gelek mexdûr de ye. Şertên jiyanê her ku diçe zehmet dibe, jinên ducanî ji ber nikarin biçin nexweşxaneyê zarokên xwe winda dikin, ciwan nikarin biçin zanîngehê û zexîre tuneye. Gelê me pirsgirêkên gelek cidî dijî. Ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin dîsa û dîsa yekitiya neteweyî tê hişê mirovan. Belê, ger îro me yekitiya neteweyî ava kiriba em ê îro ne divê rewşê de bûna. Îro bi yek dengê me dikarî deng li cîhanê belav bikin. Ji bo ev jî pêk bê divê em hemû di bin sêwana yekitiya neteweyî de werin cem hevdû.” AMED 

Dikarî Biecibînî