Riya kadizan û xeyalên dizan

Yaşar Eroglu

Dema havîn tê bi şev xeteke weke ewran li esmanan peyda dibe, jê re dibêjin riya kadizan. Mezinên me ji me re digotin, diz çûne diziya kayê, ka tije derdanên xwe kirine lê derdanên wan qul bûne, jê ka rijiyaye. Ew çûne ka rijiyaye, heta gihîştine warê xwe ka li pey wan rijyaye. Ew xeta weke ewran li esman bi wî awayî peyda bûye. Jê re gotine ‘riya kadizan’.

Heta îro rayedarên Tirkiyeyê, di serî de jî Erdogan hesabên xwe yên li ser Sûriyeyê carinan sergirtî, carinan lidorfetilî, carinan nîv aşkera dianîne ziman. Lê roja 8’ê çileyê rojnameya New York Tîmesê gotareke ku niyetên Erdogan pir zelal aşkera dike weşand û riya kadizan diçe ber derê kê aşkera bû. Gotar ji aliyê Erdogan ve hatiye amadekirin. Erdogan dibêje, ‘Em hevparê wê yekê ne ku hem bi DYA’yê, hem bi Rûsyayê re hevwext dikarin bixebitin. Em ê li ser vî hîmê hevpariyê pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin.’

Gotar di pê de diçe… ‘weke Tirkiye em dixwazin stratejiyeke dorfireh pêk bînin ku sedemên dibin bingeha tundûtûjiyê (radîkalî) ji holê rakin. Em dixwazin pêk bînin ku gelên Sûriyeyê xwe ji rêveberên xwe dûr seh nekin, mexdûriyeta gelên herêmê ji aliyê rêxistinên terorê ve neyê sûîîstîmalkirin û her kes di nav baweriya pêşerojeke biîstikrar de be.’ Diz kete kadînê lê dibêje kadîn a min e. Ne dewleta Sûriyeyê, ne gelên Sûriyeyê ji tiştekî hesab nake, bi ser navê Tirkiyeyê stratejiya Suriyeyê plan dike.

Gotar ji destpêkê heta roja îro Tirkiye ji ber çi bi Sûriyeyê re eleqedar bûye û gelek herêmên Sûriyeyê dagir kiriye bê nîqaş derpêş dike. Ji bo rewşa xwe ya heyî rewa bike teror ji xwe re kiriye hinceta herî mezin. Gotin û kirinên xwe li ser vê yekê ava dike. Hûn dibêjin ku piştgirê tundî û terorê ne ew e, bi wan re bi hevparî organîze nabe, hêmaya ‘dijî terorîzmê’ mîna benîşt her roj bênavber dicû.

Sê lingên plana Erdog hene. Ya yekemîn; avakirina artêşekê di bin hegemonyaya Tirkiyeyê de ye. Vê yekê dispêre tasfiyekirina YPG û qaşo DAIŞ’ê. Her kes helwesta Erdogan a li hemberî DAIŞ’ê baş tê derdixe. Esas armanca tîrên wî YPG û hêzên çekbidest ên kurd in. Jixwe hebûna hêzên çekbidest û kurdên rêxistinbûyî dibe sedema her cure êrîşkariya hêzên dagirker. Bi vî awayî mebest bêçekkirina gelê kurd e ku piştre bi hêsanî bê kontrolkirin û desthilatdariya dewleta tirk bide qebûlkirin.

A duyuemîn kontrola siyasî ya gelê kurd e. Bi rêya qaşo mesclisên herêmî kurdan û dostên wan ên tifaqê ji rêveberiya Rojava dûr bixe lê belê sîxurên xwe weke nûner li ser serê wan tayîn bike. Ango xweserî û destkeftiyên kurdan tune bike, li dewsa wê rêveberiyeke desthilatdariya tirk ava bike. Pir zelal dibêje, ‘rayedarên tirk wê vî karî pêk bînin’. Çawa ku Cerablus, Mare, Elbab girêdane rêveberiya tirk, çawa ku Efrîn rûxandin seranser Rojava jî kurdî û destkeftiyên demokratîk ve tune bike.

A seyemîn jî ev e; eger ev plan bi ser ket, vê planê dê ji bo giştiya Sûriyeyê bixe rojevê. Çeteyên artêşa azad li wan herêman bike artêşeke rewa, kontrola siyasî li wê herêmê ji sedî 35’ê Suriyeyê ye. Hûn ji sedî 15 cihê ya niha dagirkiriye bidin ser û ji sedî 50 Sûriyeyê yekser Tirkiyeyê bixe bin kontrola xwe. Êdî hevsarê Suriyeyê dikeve destê Tirkiyeyê. Ji bo çareseriya nîhaî li ser maseyê kî dikare zendê Tirkiyeyê bade? Tirkiye dibe desthilatdarê nû yê Sûriyeyê. Ha ji we re Kibriseke nû ya mezin û nêzîk. Sûriye dibe weke eyaletên Tirkiyeyê.

Jixwe sernavê vê gotarê ev e: Ji bo aştiyê li Sûriyeyê pêk bîne planeke Tirkiyeyê heye. Ango gur dibêje, ‘pêz bidin ez biçêrînim.’ Yanî gur ketiye çermê pêz. Bi rêya New Yort Tîmesê dibêje, ‘me ka diziye, em ê hê bidizin lê belê em ji bo xwediyê kadînê ji derdê parastina kayê rizgar bikin didizin.’ Lê kadiz ji bîr dikin diziya xwe jî bi nav û deng dikin. Erdogan digot, ‘dinya pêncan (dewlet) mezintir e’. Lê dinya tenê Tirkiye jî nîne. Ev deng diçe guhê her kesî û hemû dewletan.

Kadiz van xeyalan dibînin. Van xeyalên xwe rojnameyeke weke New York Tîmesê derdixîne ser dika navneteweyî û aşkera bang dikin. Ev plan fikreke gelek xeter e. Gelek dewlet jê xemgir bûne. Di serî de John Bolton gelek rayedarên Amerîkayê ev plan weke erîşkar bi nav kirine. Ev plan seranser ji bo Rojhilata Navîn jî gelek xeter e. Plan ne realîst û ne pêkan be jî, xeyalên Erdogan ên Osmaniya Nû dide ber neynikê. Plan ne tenê kurdan, gelên ereb, fars û kêmnetewên din jî dixe nav metirsî û fikaran. Ev jî tê wê wateyê ku Erdogan ji bo Rojhilata Navîn û giştî cîhanê metirsî ye. Gelên Rojhilata Navîn û cîhanê vê planê tu car qebûl nakin.

Dikarî Biecibînî