Di dengeyên Rojhilata Navîn de bandora kurdan

H. Halît Alaçati

Piştî biryara xwevekişandinê ya Trump hevsengiyên li Rojhilata Navîn serobino bûn. Di encama vê yekê de valahiyek derkete holê. Niha hewldan û lêgerînên hevsengiyek nû berdewam dikin. Piştî biryara Trump di serî de Tirkiye hin aktorên heyî bi coşek mezin ketin nav tevger û hewldanan. Tirkiye geh bi DYA’yê re geh jî bi Rusyayê re hevdîtinan pêk tîne. Armanca bingehîn jî ew e ku statuya gelê kurd asteng bike. Bêguman li hemberî vê yekê pêngavên kurdan jî didomin.

Piştî biryara vekişandinê zextek mezin li ser Trump çêbû. Hem saziyên bingehîn ên DYA’yê hem jî hevkarên wê yên li Ewropa û Rojhilata Navîn li dijî vê biryarê derketin. Xuya ye ku zexta van derdoran bandor li biryara Trump kir. Vekişandina leşkerên DYA’yê ji bo demek nediyar ma. Lê pêdiviya DYA’yê niha bi planek nû heye. Planek çawa dê bê çêkirin? Kîjan hêz dê di hundirê vê planê de cih bigirin? Ev mijar hêj tam ne zelal e.

Lê di çarçoveya hewldanên dîplomatîk û daxuyaniyên van welatan de mirov dikare hin nirxandinan bike. Welatê herî zêde bertek nîşanî biryara Trump a vekişandinê da Îsraîl e. Hebûna DYA’yê li Rojhilata Navîn ji bo Îsraîlê gelek girîng e. Ev ji bo Îsraîlê mijara hebûn û nebûnê ye. Îsraîl naxwaze Îran li Sûriyeyê bi bandor bibe. Ji bo vê bi awayekî rêkûpêk hedefên Îranê yên li Sûriyeyê bombebaran dike. Di vî alî de alîkariya pêwîst ji DYA’yê digire. Îsraîl bi Rûsyayê re jî di nav têkiliyan de ye. Her çiqas Rûsya ji vê rewşê nerazî be jî niha çavên xwe li pêkanînên Îsraîlê digire. Di vê çarçoveyê de Îsarîl ji bo DYA li Sûriyeyê bimîne di pişt perdeyan de eforek mezin xerc dike. Di plana nû de jî aktorek sereke yê li paşperdeyê ye.

Welatek din ê nerazîbûna xwe nîşan da û piştgiriya xwe ji bo kurdan diyar kir jî Fransa ye. DAIŞ’ê gelek êrîş li vî welatî pêk anîn. Fransa ji îhtîmala bihêzbûna DAIŞ’ê aciz e. Bi têkiliyên Tirkiye û DAIŞ’ê jî dizane. Ji bo vê naxwaze kurd li Sûriyeyê qels bibin. Sedemek din jî têkiliya Fransayê ya bi Sûriyeyê re, Sûriye demek dirêj di bin serweriya Fransayê de ma û bandorek dîrokî ya vê rewşê heye. Her wiha Fransa endamek bi bandor ê Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna bi DAIŞ’ê re ye. Hêza wê ya leşkerî  û hewayî li Sûriyeyê heye. Bes bêyî hebûna DYA’yê bandora wê bersivê nade pêwîstiyan. Di biryara hêdîkirina leşkerkişandinê ya DYA’yê de bandor kir û di plana nû de jî aktorek sereke ye.

Hêzek din a li ser hevsengiyên Rojhilata Navîn bi bandor jî Îngilistan e. Zêdetir polîtîkayek nepenî dimeşîne. Lê yekem car bi awakî aşkera dijberiya xwe nîşanî biryara Trump da. Herî dawî duh Wezîrê Karên Derve bi awayekî aşkera diyar kir ku ew ji hêzên kurd re minetdar in û dê heta dawiyê piştgiriyê bidin HSD’ê ango kurdan, dê li Rojhilata Navîn zêdetir rol bilîzin. Di vî warî de polîtîkayên Îngilistan û Îsraîlê hev temam dikin. Di siyaseta DYA’yê de jî xwedî bandor in. Em dikarin bêjin ku Îngilistan jî di plana nû ya DYA’yê de dê zêdetir rol bigire. Jixwe niha li qadên kurdan kêm be jî hêzek leşkerî heye.

Gelek welatên din ên Ewropayê jî piştgirî didin hêzên kurd. Ji van welatê xwedî hêzek girîng Almanya jî alîgirê mayîna hêza DYA’yê li Sûriyeyê ye. Lê ji ber têkiliyên aborî û leşkerî yên bi Tirkiyeyê re zêde dengê xwe dernaxe. Her çiqas bi awayekî fermî diyar kir ku ji îhtîmala êrîşa Tirkiyeyê ya li ser kurdan nerazî ye jî, polîtîkayek pragmatîk dimeşîne. Li rex van dewletên ereban ên sinî jî bandorek girîng ji biryara DYA’yê digirin. Ji bo vê Misir, Siûd û Îmaret di serî de dewletê ereban ên sinî li dijî vekişîna Trump in. Bandorek van jî li ser sistbûna biryara DYA’yê çêbû. Ev dewlet naxwazin Îran zêdetir li Sûriyeyê bi bandor be.

Di vê çarçoveyê de Trump niha biryara xwe ji bo demek nediyar taloq kir. Di pêşengiya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî John Bolton de hewldanek dîplomatîk da destpêkirin. Her du heyetan jî gelek dane berhev kirin. Bolton vegeriya DYA’yê û derbarê rewşê de Trump agahdar kir. Pompeo jî ji gera xwe gelek tişt dane hev. Piştî agahdarkirina Bolton, Trump bi gotina, “Tirkiye êrîşî kurdan bike em dê aboriya wê têk bibin” hişyariyek da Erdogan. Xuyaye li Enqereyê, Tirkiyeyê êrîşên li ser kurdan de gelek israr kiriye. DYA niha li hemberî vê yekê Erdogan bi awayekî zelal hişyar kir û gefa ‘Herêmek ewle’ anî ziman.

Encamên gerên Bolton û Pompeo dê bên nirxandin. Bi îhtîmalek mezin DYA dê plana xwe ya nû çêbike. DYA dixwaze hem Tirkiyeyê û hem jî kurda di nav vê planê de bigire. Ji bo vê jî divê di asta herî jêr de be jî hemfikiriyek di navbera kurd û tirkan de çêbike. Ev rewşek gelek dijwar e. Lê hem nivîsa Erdogan a di New York Timesê de derketî, her wiha li hemberî gefên DYA’yê bikaranîna zimanek nerm îhtimala ku Tirkiye dê di hin aliyan de paşve gavan biavêje. Ji ber ku Erdogan hem di hundir de hem jî ji derve di rewşek gelek dijwar de ye. Hêza Tirkiyeyê ya aborî û leşkerî gelek zeîf bûye. Di hindur de civak bûye du parçe. Qeyrana aborî û siyasî heye. Gelek soz dane Rûsyayê û niha nikare bi cih bîne. Li Idlibê tengijiye. Di encama van şert û mercan de îhtimal heye ku Tirkiye paşve gavan biavêje.

Pir zelal e ku êdî hêza gelê kurd di asta cîhanî de xwedî bandorek girîng e. Xwedî hêzek rêxistinî û îdeolojîk e. Li cihê diçê îstîkrar û çareseriyê diafirîne. Derfet û hemleyên bike, gelek in. Di encama îdeolojî û pradîgmaya li Sûriyeyê derbasî jiyanê kirî û têkoşîna dayî de di nav gelên cîhanê de sempatî û hêviyek mezin ava kiriye. Her wiha di nav gelê kurd û gelên din ên herêmê de piştgiriyek mezin bi dest xistiye. Ev têkoşîn niha vegeriyaye hêz û bandorek navneteweyî. Pêşengiya tevgera gelê kurd jî di astek stratejîk de difikire û gavan diavêje. Ev yek jî ber bi diyarkirina statuya gelê kurd ve dibe. Her wiha ji pirsgirêkên netewe-dewletan ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re jî wekî alternatîf û hêviyek nû hiltê. Bi kurtasî ligel rîskan gelek avantaj jî hene. Di vê satrancê de kî xwe bi rêxistin bike dê bi ser bikeve.