Em nebin hevkarê vî sûcî – Rohat Ararat nivîsand

Rohat Ararat

Li cihekî sûcek hebe û yên vî sûcî dikin ew sûcdar in. Li gel van sûcdaran ên ku li vî sûcî temaşe dikin, çavên xwe jê re digirin û bi awayekî dibin sedema domandina vî sûcî ew jî şirîkên vî sûcî ne. Yek ji sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin jî tecrîd e. Heke tecrîd sûcê mirovî be pêwîste tu mirov vê qebûl neke û li dijî vî sûcî bi sekneke xurt raweste.

Ji Komloya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve û bi dîlgirtina li Girava Îmraliyê tecrîdek tê meşandin. Bi taybetî jî ev 3 salên dawî tecrîdeke girankirî li ser birêz Ocalan heye. Armanca vê tecrîdê jî astengkirina fikir û ramanên Ocalan e. Lewre tê xwestin ku civaka kurd û gelên bindest ên bi fikir û ramanên Ocalan têkoşîna azadiyê didin bên lewazkirin û tasfiyekirin. Hem dewleta tirk û hem jî hêzên ku bi vê tecrîdê berjewendî û yekparêziyê diparêzin, dixwazin ên li dijî xwe tune bikin. Di rewşeke wiha de hem civaka kurd û hem jî hemû gelên ku azadiya xwe di pêşengiya Ocalan de dibînin pêwîste li dijî vê tecrîd û sûcê mirovahiyê rawestin û qebûl nekin.

Dibe ku zext û tundî di asta jor de be. Dibe ku fikarên takekesî û malbatî hebe. Dibe ku tirsa binçavkirin û girtinê hebe. Lêbelê divê em tehlîlên di cih de bikin û deynin holê. Heke îro zext û tundî di asta jor debe sedema wê bêdengî ye. Heke îro fikarên takakesî û malbatî hebin sedema wê hev negirtin e. Heke îro tirsa girtinê hebe sedema wê xwe nenaskirin e. Lewre heke tu kurd be, heke tu demokrat, sosyalîst, aştî û azadîxwez be divê tu her tiştî bide ber çavên xwe. Li vê erdnîgariyê yan tu xwe bi van nasnameyan nade naskirin an jî heke te xwe da naskirin jî pêwîste tu bi layiqî biparêze.

Îro li dijî hemû derdorên li pêşberî desthilatiya AKP/MHP’ê  qirkirinek heye. Qirkirina bingehîn jî di şexsê birêz Ocalan de li ser gelê kurd e. Gelê kurd bi pêşengiya birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê 40 sal e têkoşîneke mirovî ya hebûn û azadiyê dimeşîne. Heke di vê qonaxa girîng de wekî gelê kurd bi çar destan li vê têkoşînê xwedî neyederketin û ji bo rakirina tecrîda di şexsê Ocalan de li ser civakê neye rakirin dê rê li ber xisarên ku sererastkirina wê zehmet û giran vebike.

Dema em bala xwe didin li rewşa heyî, kî bi dilsozî têdikoşe bi awayekî aşkera em dibînin. Bi taybetî qada zindanê ji bo gelê kurd bûye qadeke dîrokî û ya berxwedanê. Vîn û baweriya xurt ji vê qadê ji bo gelan bûye mînak. Ji berxwedana salên 80’ê ya zindana Amedê bigire heta 20 salên berxwedana birêz Ocalan a li Îmraliyê li ber çavan e. Îro jî li seranserê zindanên li bakurdê Kurdisatan û Tirkiyeyê ev berxwedana heye.  Hemû girtiyên siyasî ji ber parastina azadî, aştî, demokrasî, wekhevî û civakê girtîne û di bin tecrîdekê dene. Bi taybetî jî di şexsê birêz Ocalan de hem li ser hemû girtiyên siyasî û hem jî li ser civakê tecrîdek girankirî heye. Li qada zindanan û çend deverên ku dilsozên rêber, partî û gelê kurd têkoşerên kurd ji bo rakirina vê tecrîd û qirkirinê bedenên xwe ji mirinê re razandine.

Yên ku vê rastiyê dibîne pêwîste bi lezgînî têkeve tevgerê û vê sûcê li dijî mirovahiyê qebûl neke. Heke li gel dîtina vê rastiya heyî yên ku bêdeng dimîne guman tune ye ku ew jî hevkar û şîrîkên wî sûcî ne. Sûcê mirovahiyê sûcê herî giran e, ji ber wê jî pêwîste kes nebe hevkarê vî sûcî û li dijî wê sekneke xurt û bi rûmet nîşan bide.

Dikarî Biecibînî