Hilbijartin û sextekariyên AKP’ê – Zekî Erden nivîsand

Di serî de Leyla Guven, Nasir Yagiz û girtiyên azadiyê di berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Ji bo ku tecrîda giran û dijwar a ku bi salan e li ser rêber Ocalan bê hilweşandin berxwedanek bêhempa didome. Ji her çar perçeyên Kurdistanê, ji Hewlêr heta Ewropayê, ji girtîgehan heta her çar aliyên cîhanê kurd û dostên kurdan li dora rêber Ocalan bûne xeleka berxwedanê. Dîsa rewşa Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat rasterast bi tecrîdê ve girêdayî ye. ji ber vê hindê hemleya berxwedanê dîrokî ye.

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê partiyên beşdarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî dibin lez û bez dane xebatên xwe. Keft û lefta partiyan li hêlekê, xebatên AKP-MHP’ê yên wekî hîle, dek û dolabên hilbijartinê li hêla din. AKP-MHP dixwazin bi hilbijêrên xeyalî li bakurê Kurdistanê mekanîka darbeya heyî bidin berdewamkirin. Dixwazin derbeya qeyûman nû û zîndî bikin. Bi vî awayî vîna kurdan û HDP’ê têk bibin.

Welatên ku çanda demokratîk lê rûneniştiye, ji bilî demokrasiyê yan jî bi navê demokrasiyê her çepalî lê têne kirin. Tirkiye bi qasî dirêjahiya dîroka xwe mînaka vê yekê ye.

Welatên ku çanda demokrasiyê lê bi cih nebûbe, hilbijartinan ne wekî rê û rêbaza demokrasiyê, wekî demokrasiya rasteqîn nîşan didin. Lê baş tê zanîn ku di pergalên demokratîk de hilbijartin an jî referandûm tenê yek ji rê û rêbaza demokrasiyê ye. Jixwe ev rê û rêbaz jî bi tena serê xwe mijara nîqaşê ye. Hilbijartin bi serê xwe ne demokrasî ye. Heke wiha ba, hemû faşîst, dîktator û kujerên ku bi rêya hilbijartinan hatine ser kar dê navên wan ne faşîst, dîktator û kujer, wê mîrên demokrasiyê bana.

Ya girîngtir li welatên demokratîk yan jî nedemokratîk; ewlekarî û pergala hilbjartinê, metedolojî û teknîka hilbijartinê ye. Şert û mercên partiyan ên wekhev an jî newekhev girîng in. Zilm û zordariya li ser civakê û hilbijêran pîvaneke bingehîn a hilbijartinê ye. Ku li welatekî pêkanînên faşîstane li radeya herî jor bin, gelo hilbijartin çiqasî dikare di nav çarçoveyeke asayî, adilane û demokratîk de were kirin?

Mirov dikare di vê derbarê de gelek pîvanên şaş an jî yên rast îfade bike, lê em yekser dikarin bêjin ku ev welat ne welatên azad û demokratîk in, lê kêfa wan gelek zêde ji hilbijartinên şeklî re tê. Her wiha welatên dij-demokratîk, faşîst û dîktatorî ji hilbijartinan hez dikin, tenê ne ji hilbijartinan, ji manîplekirina hilbijartinan jî hez dikin.

Mînak; ji spekulator û spekulasyonan, ji provokator û provokasyonan, ji hîle û pîleyan, ji dek û dolabên hilbijartinan pir hez dikin. Gelo çima? Ji ber ku bi vî rengî qaşo kirasê demokrasiyê li xwe dikin, lê ji bo ku di hilbijartinan de bi ser bikevin bi metedolojiya wawik, gur û roviyan rola xwe dilîzin. Dixwazin bi vî awayî cîhanê bixapînin! Sextekar in, faşîst in û dîktator in, lê xwe demokrat, azadîxwaz û dilrehm didin xuyakirin. Netewperest in, nijadperest in û mezhebperest in, lê xwe wekî hawariyên demokrasî, azadî û wekheviyê nîşan didin. Xwe bi rê û rêbaza hilbijartinê rewa dikin. Di heman demê de dixwazin bi vê rêbazê temenê faşîzmê jî dirêjtir bikin.

Bêguman divê li hemberî van hêz û partiyên dij-demokratîk her welatparêz, welatperwer demokrat, sosyalîst, çepgir û azadîxwazên li van welatan, bi gelemperî hilbijartinan ji bo demokratîzekirina civak û hemû saziyan wekî derfet û îmkanekê bibînin. Wekî qadeke ya têkoşînê! Heke wiha neyê kirin dê pergala faşîzmê hartir bibe.

Jixwe AKP’ê ji sala 2002 heta niha 5 hilbijartinên gîştî, 3’ê hilbijartinên rêveberiyên herêmî, 3’ê referandûm û yek jî hilbijartina serokkomariyê bi teknîkek cur bi cur û bi rê û rêbazên derexlaqî bi dest xist. Di vê mijarê de pispor û şehrezan e. Lê AKP’ê wekî dixwest û hêvî dikir di tubhilbijartinê de li Kurdistanê encam negirt. Ev jî ji bo wê bû derdekî giran.

Li ser vê bingehê hilbijartinên reveberiyên herêmî dê di 31’ê adara 2019’an de bên lidarxistin. Demek dirêj bû ku AKP’ê û MHP’ê amadekariyên vê hilbijartinê kiribûn. Niha bi dehhezaran hilbijêrên zêde û xeyalî li gelek navendên bajar û navçeyan derdikevin û deşîfre dibin. Divê baş bê zanîn ku AKP-MHP’ê bi dehan hîleyên hilbijartinên rêveberiyên herêmî xistine meriyetê.

Mînak; hilbijêrên zêde, sexte û xeyalî.

Hêjmareke mezin a leşker, polîs û karmendên dewletê ya bicihkirina li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê.

Hejmareke mezin a sûriyeyiyan ku dixwazin dengan bi wan bidin karanîn. Dîsa hêjmarek gelek zêde ya dengên sexte.

Hîleyên ku li ser sindoqan bên kirin, hejmara leşker, polîs û erkedarên ku ji bo hilbijartinê tev wekî hîle û tedbîrên têkçûyîna wan divê bêne dîtin.

Bakurê Kurdistanê wekî navenda vê xebatê hatiye destnîşankirin. AKP-MHP hilbijartinên rêveberiyên herêmî wekî çekek esasî ya şer bi kar tîne. Û dixwaze bi boyaxa qanûnî ya hilbijartinê qeyûman li bakurê Kurdistanê mayînde bike. Ji bo vê ye ku navenda vê hilbijartinê Kurdistan e.

Balkêş e! Bi taybetî li bakurê Kurdistanê, li gelek navend, bajar, bajarok û heta gundan AKP’ê gelek zêde dengên derve li ser lîsteyên hilbijêran zêde kirine û bi vê yekê re jî dixwaze şaredariyên van navend û navçeyan bistîne.

Li Amed, Şirnex, Sêrt, Wan, Colemêrg, Êlih, Riha, Mêrdîn,Mûş, Bilîs, Qers Îdir û hwd. li gelemperiya bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê AKP’ê bi dehhezaran hilbijêrên ku qeydên wan ne li ser van bajar û navçeyan e, zêde kirine. Heta ku li hinek navçeyên bakurê Kurdistanê hejmara hilbijêran ji ya şêniyên wê zêdetir bûne. AKP dixwaze bi vê rêyê  şaredariyan di destê qeyûmên xwe yên dagirker de bihêle.

Ma ne ji ber vê yekê bû ku ji beriya niha çend rojan Desteya  Bilind a Hilbijartinê (YSK) aşkera kir û got ku ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî wekî tê îdiakirin hilbijêrên ku  li ser navend û bajaran hetine zêdekirin tune. ne. Û hilbijêrên xeyalî jî derew derxistibû.

Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) û AKP di vê mijarê de teşhîr bûn û divê baştir bêne rûreşkirin. pêwîst e hemû muxalîf, civak û çapemenî ji her demê zêdetir rola xwe ya dirokî bilîze.

Bi kurtî encamên hilbijartinên 24’ê hezîrana 2018’an li ber çavan e. Niha hat fêmkirin bê ka çima partiyek wekî MHP’ê di hilbijartina 24’ê hezîranê de dengên xwe zêde kirin û hem jî li bakurê Kurdistanê…

Berxwedan bi piralî, pirdengî û pirrengî berdewam e. Helbet gelê kurd dê di 31’ê adarê de hîle û pîleyên AKP’ê bavêje ser pişta qeyûman û wan ji Kurdistanê derêxîne.

Dikarî Biecibînî