Kerkûkfiroş careke din bûn serêş – Yaşar Eroglu nivîsand

Pêr li bajarokê Şêladizê gel li hemberî êrîşên hewayî yên dewleta tirk a dagirker ku gelê sivîl şehîd bûbû serî rakir. Di vê serhildanê de jî du sivîl şehîd bûn û gelek ji wan jî birîndar bûn. Hemû kurdistanî li bendê bûn ku rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê bûyerê şermezar bike û nerazîbûnên xwe diyar bike. Daxuyaniya ku çav li rê bûn bi daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî duh hat. Lê çi got û çawa bû? Ji kerema xwe van rêzikan bi baldarî bixwînin û duayên xwe jê kêm nekin:

“Siyaseta me ya Herêma Kurdistanê wiha ye; em bi tu awayî qebûl nakin ku ji bo gef li ewlekariya cîranên me were xwarin axa me bê bikaranîn. Ya ku rê li ber van bobelatan vekiriye ev e. Ev rêxistin bi bikaranîna xaka Kurdistanê re dixwaze pirsgirêkê di navbera me û cîranên me de derxîne. Bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê em vê yekê tu carî qebûl nakin. … Bêguman maf e ku bêyî têkbirina aramiyê xwepêşandan were kirin lê belê em qebûl nakin ku berê xwepêşandanan bê guhertin û tundî were bikaranîn. Ji bo lêkolînkirina rewşê dê ya pêwîst bê kirin. Ji bo bûyerên bi vî rengî careke din neqewimin, em ê bi rengekî cidî li ser bisekinin. … Ev şehadet ne ji ber bombekirina gundan e, ji ber bombekirina herêmên PKK lê ye…”

Dema her kurdekî xwedî wijdan û ehlaq vê daxuyaniyê bixwîne dile wî/wê birîndar nebe, jan û êşeke giran li derûnî û bedena wî negere bila xwe û hebûna xwe bide ber tîrên lêpirsînê. Ne tenê kurdekî xwedî wijdan û ehlaq kurdekî ji rêzê jî nikare vê niheqiya bêsiud qebûl bike.

Hûn li vê daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hûlûsî Akar binihêrin ji mantiqê wê haydar bin: Pêr; “li baregeheke me ya li bakurê Iraqê, êrîşeke ku di encama provakasyona rêxistina terorê PKKê de pêk hatiye”. Duh; “ji ber ku dibînin mehmedkoyan re nikarin serederiyê bikin, gelê bêguneh sor dikin ku bigihîjine encamekê.”

Her du daxuyaniyan bidin ber hev wekî ku ji heman kaniyê kişiyane balê dikişîne ser xwe. Ya Hûlûsî Akar baş tê fêmkirin lê ya Barzanî? Gelo mantiq ji ber çi wekî hev in, wekî kopiya hev in?

Gelê kurd nasê vê helwesta kambax û bêsiud e. Eger kambaxî şaşiya tenê carekê bûya mirov dikaribû bigota, de kambaxî û şaşiyeke bêsiud e, dibe ku sererast bikin. Lê mixabin ne wisa ye. Gelê kurd vê feraset û helwestê ji demên dûr û nêzik ve pir zelal dinase. Gelê kurd ne miyop e, ne jî hipermetrop. Gelê kurd di 17’ê cotmeha 2017’an de ji çeperên Kerkûkê vê ferasete dinase. Di vê pêvajoyê de her yek çawa ketibû dora firotina Kerkûkê; yekî ji yê din hayhar an bêhay çawa ji bo peymana firotinê mohr bike di odeyên tarî de çawa li hember rêvebirên dewleta Iraqê bişkokê cakêtên xwe pev dixistin, gelê kurd baş dizane. Di navbera du mehan de çawa ji sedî 40’ê axa Kurdistanê pêşkêşî dewleta Iraqê kirin wê jî bi bîr tîne.

Di dîroka sedsala 20’emîn û 21’emîn de seranserê Kurdistanê bi giştî du xetên berbiçav ên siyaseta kurdan hene. Xetek serkeftinê di hêza navxweyî de nabîne, pişta xwe dispêre dewletên biyanî. Ji bo xeteke gelparêz pêk bîne na, ji berjewendiyên çînên serdest dixebite, gel ji bo wan tenê amûrê bikaranînê ye. Ji devên wan netew, welat nakeve lê belê berjewendiyên wan dest nedin herî pêşî yên derdixin bazarê û difroşin jî ev hêma bi xwe ne.

Xeteke din jî heye hêza navxweyî esas digire, ne girêdayî spartina dewletan e, berjewendiyên gel li pêş dibine, serxwebûna xeta xwe tu car naterikîne, bi her awayî fedakarî û cangorîtiyê dike hîmê siyaset û îdeolojiya xwe. Ev her du xet tim bi hev re têkoşîneke tund dimeşînin. Carinan nêzî hev dibin carinan ji hev dûr dikevin. Tiştê ku vê diyar dike bi piranî siyaseta dewletên biyanî ye. Xeta hevkar û xwespartî siyaseta dewletên serdest bi bandor dibe û ji bo berjewendiyên xwe helwesteke dijminane li hember xeta gelparêz pêk tîne. Kengî nêziktayiyê bidin pêş, ew dem e ku pêvajo ji bo dewletên serdest ne xeternak e. Ev xeta kambax li ber yekitiya kurdan astengiya herî cidî ye.

Dîroka vê xetê seranser bi mînakên dijyekitî dagirtî ye. Lê ne hewce ye ku em mînaka Şengalê û mînakên serdemên daborî bidin. Mînakên çend salên borî bo xeta xwefiroşiyê bes in. Di salên 1990’an de çend caran wek leşkerên artêşa tirkan şerê bi PKK’ê re kirin, hê jî hiş û mêjiyê kurdan neçûye. Kengî dewleta tirk ketiye tengasiyê ew, kengî ew ketine tengasiyê dewleta tirk hatiye hawar û gaziya wan.

Dema ew, lerzok be jî gavên nehevkar bavêjin dijminê wan ê herî mezin dewleta tirk dibe sergovendî. Kengî ku referandûma Başûr pêk hat, hûn helwesta dewleta tirk bînin bîra xwe. Çi digot serokkomarê tirk Erdogan, ‘em ê we birçî bihêlin. Em nebin hûn nikarin tasek av jî bibînin û hwd. Dîplomasiyeke kujer çawa li hember Başûr reqisand, nehatiye jibîrkirin. Tetbîqetên çawa pêk anîn ji bîra Barzanî jî neçûye. Lê dema referandûm betal hesibandin û bêstatûbûna Kerkûkê fermî qebûl kirin û radestî dewleta Iraqê bûn yên ku mîna pezê di navlingê gur de direvî qula gur dîsa ew bûn. Ew rayedarên herêma Kurdistanê yên pozbilind weke mişkên binê erdê bi dizî dihatin Enqereyê bi lava û minet pozika solê rayedarên tirk radimûsan, ne serokwezîr, ne serokkomar ew qebûl nedikirin. Xeta xwefiroş ew qas bêrûmet û erzan e.

Ji ber çi ew qas bêheysiyet û erzan e? Ji ber ku di dîroka xwe de xeta xwe li ser berjewendiyên çînî ava kirine. Mehkûmê berjewendiyên çîna feodal-komprodor û bûrjûvaziya bazirgan in. Nûnerê wan ê herî sereke Nêçîrvan Barzanî ye. Xeleka zincîrê ji wî şûnde pê de diçe. Dibêjin 1200 şîrketên Barzaniyan li Tirkiyeyê li ser kar in. Pereyên wan ên reş li bankaên Tirkiyeyê vekerî ne. Pereyên petrolê yên nerewa ku li gorî qanûnên bazirganiyê yên navneteweyî li Halkbanka Tirkiyeyê ne. Dolarên kesk û euroyên kesk û pembe li Tirkiyeyê ne. Gelo ji Tirkiyeyê re bêjin mafê we tune ye hûn li ser axa me mirovên me bikujin, em qebûl nakin, hingê tirk dest bidin ser dolarên wan ên kesk û şîrketên wan defonksiyon bikin? Dibe ku ji lerza vê tirsê serê xwe ji tirkan re diçemînin, ji hezar kîlometreyan bişkokên xwe li ber wan pev dixin. Di vê xeta bêrûmet de ev yek nêzî hiş û mêjiyan e.

Divê serê pêşîn serokwezîrê Herêma Kurdistanê dewleta tirk şermezar bike, ew gef li gelê xwe dixwe û sedema bombebaranê wek PKK diyar dike. Ango dengê fermandarê wî Hûlûsî Akar tê guhên wî, sibetirê ew jî dubare dike. Çiqas rewşeke şerpeze ye, hûn dibînin? Dilê kurdan diperite. Ne ji bo gotinên Nêçîrvan Barzanî, ji bo ku ew li dinyayê weke kurd tê nasîn. Kes nabêje ew dolardizê li bankaya tirk in, dibêjin ew rayedarên Herêma Kurdistanê me. Yên ku axa xwe di bin sapokên artêşa tirk de bi çepikan pêşwazî dikin çiqas kurd in?

Xeta Kerkûkfiroş bi xeta gelparêz re têkoşîna man nemanê dimeşîne. Ew xet, xeta gelparêz ji bo hebûna xwe wek xetere dibîne. Ji ber vê yeke tenê carekî jî artêşa dagirker ku bi kîlometreyan axa Herêma Kurdistanê dagir kiriye re dengê xwe bilind nekiriye, negotiye çima lê belê weke her gav îro dîsa helwesta xwe bi heman hevokan dubare dike.

Em wan ji Çînê, ji Vîetnamê, ji Kûbayê dinasin. Hinekên wan nav lê ne wek Çan Kay Şek, hinêkên wan, Ngo Dînh Dîm, Ba Dî, hinekên wan bi navê Batîsta. Dema Çan Kay Şek li Çînê desthilatdar bû, li ser deriyê klûbên dagirkeran dinivîsî, ‘kûçik û çînî nikarin bikevine vê derê.’ Wî li hember dagirkeran li dijî çîniyên serxwebûnxwaz bişkokên cakêtê xwe pev dixist, eynî wek Neçîrvanê li korîdorên tarî li ber solên rayedarên tirk lava dikir. Ngo Dînh Dîm, Ba Dî Vîetnam kiribûne kerxaneya leşkerên amerîkî.

Li cihê ku Nêçîrvan Barzanî dewleta tirk şermzar bikira, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Balyozê Tirkiyeyê Fatîh Yildiz anî wezaretê, Tirkiye ji bo bombebarana Şêladizê protesto kir û got, ‘em ê bi pişt re notayê bidine dewleta tirk.

Ka rûmet, ka şerm. Gotineke pêşiyan a Serhedê heye, dibêje, ‘xîret avêtine ber kûçikan, kûçikan jî qebûl nekiriye.’ Şerma rûyên bêrûmetan tune ye. Rûyê berjewenîparêzan mîna çaroxan e. Gava av jê qut bû (dolar û hwd) hişk dibe, gava avê (dolar) dibîne nerm dibe. Nabe ku ew bibin nûnerên gelê Başûr.

Lê baş tê zanîn ku rûmeta gelê Başûrê raperîna Şêladizê û serhildêr in ku li her qadan li dijî dagirkeriya artêşa dagirker serî hildane. Dîtin ku xîret di hembêza Barzanî de ma, gotin êdî em qebûl nakin, em ê serî rakin bila xîret di hembêza Barzanî de weke kewê ribat bike qewe qew. Serê wan bilin bû, serê wî çemiya.

Dikarî Biecibînî