Şêladizê û rûyê nokeriyê – Zekî Erden nivîsand

Tenê di nav 8 mehan de li başûrê Kurdistanê 20 kurd bi êrîşên balafirên şer ên dewleta tirk hatin qetilkirin. Herî dawî di 23’yê çileyê de li Dêralûkê di encama êrîşên esmanî de 4 gundiyên herêma Behdînanê şehîd bûn. Li dijî van êrîşên dewleta tirk ên hovane kurdên vê herêmê êdî hew xwe ragirtin û di 26’ê çileyê de bi awayekî girseyî avêtin ser baregeha leşkerî ya ku li Siriya Şêladizê bû. Xelkê Behdînanê baregeha leşkerên tirk da ber agir û şewitandin. Di vê raperîna rûmetê de du welatî şehîd bûn. Yek jê Hisên Rêkanî yê 13 salî bû. Bêguman di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de dê cihekî taybet ê vê raperînê hebe. Wê hê pir li ser bê nivîsîn û bê behskirin.

Ji ber vê yekê em naxwazin zêde pê de biçim, tenê em ê li ser encamên vê raperîna bi rûmet û geşedanên çend rojên dawîn rawestin. Lê divê em dîroka êrîşên dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê, têkiliyên PDK’ê û Tirkiyeyê, dîroka PDK’ê ya mîna qîr û zivtê ku tikî tarî ye ji bîr nekin. Tu guman tune ye ku ev raperîn dê di nav rûpelên dîroka Kurdistanê de cihekî taybet û xweşik bigire.

Êrîşên dewleta tirk ji bihara 1983’yê û avrêla 1985’an heta niha bi awayekî sîstematîk her tim li ser xaka başûrê Kurdistanê berdewam kirine. Ji wê rojê heta niha dewleta tirk a dagirker bi qasî misqalekê jî encameke berbiçav û li gorî dilê xwe negirt û bi vî şiklî nagire jî.

Dinya alem jî baş dizane ku ev 35-36 sal in dewleta tirk bi hinceta ‘PKK’ê’ û qaşo ‘parastina sînorên xwe’ li dijî kurdan şerekî qirêj dimeşîne. Bi vî şêweyî sed salên din jî şer bike dê bêencam be. Ji ber ku bi neteweya kurd û sosyolojiya kurdan re şer dike. Hedefa wê qirkirineke piralî ye.

Bala xwe bidinê! Êdî daw û doza kurdan gerdûnî bûye. Herhal diyalektîka jiyanê û qanûna têkoşînê ya ku li Kurdistanê ev e; tu çiqasî bihost bi bihost xaka Kurdistanê dagir jî bikî, bihost bi bibost di ser de bombeyan jî bibarînî, dê ev xak her deng vede û tim biqîre, dê hê zêdetir pirsgirêka kurd geş û gurtir bibe û her ku biçe dê hê baştir li Rojhilata Navîn û cîhanê berbelav bibe. Miheqeq dewleta tirk jî dizane ku ev rê ne tu rê ye, lê bêaqil e.

Ji roja ewil heta niha tirs û xofa mezin a dagirker û hevkarên wan PKK bû, îro jî PKK ye. Ji ber vê heqîqetê diviyabû dijmin û dagirkerên xwedî tecrûbe di nav kurdan de hevalbend û hevkaran, noker û xulaman, destik û destbirakan ji xwe re çêkiribana. Sed heyf û mixabin di dîroka Kurdistanê de mînakên nokerî û hevkariya bi dijmin re gelek zêde ye û ev şermeke me kurdan a neteweyî ye.

Belê, piştî raperîna Şêladizê ya rewa û mafdar, di serî de berdevkê dewleta tirk Erdogan daxuyanî da. Ev daxuyanî li bayê bezê bû, lê ne ji kêfa bû, ji tirsê bû. Lewma jî qirkirina ku li ser kurdan bi rê ve dibe hişkehişk parast û got ‘me hema balafirên şer rakirin, ew jî belav bûn.’ Bi rastî jî komkujiyên heta niha li Kurdistanê kiribûn bi vê daxuyaniyê hemû parastin. Li vir komkujiya Roboskê anî bîra kurdan.

A girîngtirîn daxuyaniyên hêz, partî û saziyên kurdistanî bûn; KNK, PKK, KJK, Tevgera Azadî, Goran, YNK, Niştimana Neteweyî û Nifşê Nû û hwd.

Êrîşên dewleta tirk şermezar kirin, raperîna Şêladizê silav kirin û piştgiriya xwe ya bi vê raperînê re diyar kirin. Bi vî rengî helwesteke hevgirtî ya yekitiya neteweya kurd li hemberî dagirkeriyê derkete holê. Li ser navê neteweya kurd û mirovahiyê ev peyameke baş bû. Di heman demê de ev peywireke welatparêzî, niştimanperwerî û neteweperweriyê bû.

Ê baş e, helwesta PDK’ê di vê mijarê de çi bû? Bi rastî jî ya ku di vê dema xeternak de jê dihat xwestin û hêvîkirin nekir û di xeta dagirkeran de cohtkir. Û ji bo raperîna Şêladizê ji dagirkeran lêborîn xwest, hebûna PKK’ê wekî sersebeba sereke ya êrîşên dewleta tirk ku hema bêje her roj li ser xaka başûrê Kurdistanê pêk tîne nîşan da. Nêçîrvan Barzanî axaftinek ecêb, sosret û kambax kir. Qetilkirina mirov û zarokên kurd ên li herêma Behdînanê rewa kir û hebûna PKK’ê ya li Herêmên Parastinê yê Medyayê jî wekî berpirs nîşan da. Behsa fitne û fesadiyê kir, qala ewlehiya sînorên ciranan kir. Bi xwe li Kurdistanê ye! Lê gotin û kirinên wî ji Enqereyê derdikevin. Ev helwest li dijî ruhê neteweyî û kurdayetiyê bû. Ne niştimanperwer û ne jî neteweperwer bû.

Bêguman Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzaniyan tê nasîn. Lê em çêtir ji vê axaftinê fêm dikin ku dagirkeran Nêçîrvan xistine rewşa xesandinê û malbat jî xistine rewşa kedîkirinê de. Gotin û kirin, daxuyanî û helwest, şêwr û şiûr, liv û tevgerên PDK’ê yek jî ne di xizmeta neteweya kurd û Kurdistanê de ne. Di nav hemû partiyên Kurdistanê de ya ku yekitiya neteweyî bi israr asteng dike PDK û mala Barzanî ne.

Mirov van pirsan neke nabe:

  • Gelo yên bûn sersebebên têkçûyîna Komara Mahabadê kî bûn?
  • Rola kîjan partiyê di peymana 1975’an ya Cezayirê de hebû, kê aş betal kir û çima?
  • Ma berpirsên Enfal û Helepçeyê hebûn? Ma em dikarin van komkujiyan bi hebûna PDK’ê ve rave bikin?
  • Di sala 1992’yan de PDK mecbûr bû ku li hemberî PKK’ê şer bike û çima?
  • Di sala 1996’an de çima PDK’ê bi Sadam re YNK’ê ji Hewlêrê derxist?
  • Di sala 1997’an de PDK’ê çima welatparêzên kurd di nexweşxaneya Hewlêrê de kuştin?
  • Di sala 1998’an de rola PDK’ê ya di komplogeriya navdewletî de ku li hemberî Rêber Ocalan çêbûbû çi ye?
  • Di 3’yê Tebaxa 2014’an de dema DAIŞ’ê êzidiyên Şengalê di qirkirinê re derbas kirin, çima PDK’ê êzidî û warê êzidayetiyê Şengal neparast û revî? Zêdetirîn jin û zarok rizgarkirina 3 hezar êzidiyên di destê DAIŞ’ê de çima PDK’ê ji xwe re nekir meseleyek rûmetê ya neteweyî? Heta çima dem dem êrîşî Şengalê kir?
  • Rol û mîsyona PDK’ê li hemberî têkoşîn, daw û doza azadiya her sê perçeyên din ên Kurdistanê çi ye?
  • Mebesta PDK’ê ji referandûma ku ji bo serxwebûnê pêk hatibû çi bû? Çima bi tena serê xwe ev yek kir?
  • Çima PDK hêviyên Kurdistaneke biçûk û di bin hegemonyaya xwe de her tim zindî dihêle û difiroşe?
  • PDK çima bi taybetî li hemberî Rojava dijminatiyê dike?
  • PDK çima nayê xeta yekitiya neteweyî an jî çima xebatên yekitiya neteweyî bi sekn û helwesta xwe bi israr asteng dike?

Ev pirs û pirsên bi vî rengî dikarin bêne zêdekirin, lê yeqîn dikim ku fêm dibe bê ka çima me ev pirs kirine.

Kurt û kurmancî; raperîna Şêladizê rûyê hemû hêz, partî û saziyên kurdan ê rastî raxist ber çavan û got; Ez li dijî dagirkeriyê me û rewşa heyî qebûl nakim. Yekbûn û yekitiya kurdan û her çar perçeyên Kurdistanê dixwazim. Sekn û helwesta min ev e, lê ya we çi ye? Şêladizê reng û dengê her kesî da diyarkirin.

Dikarî Biecibînî