aram

Me Mihemedê Botî neda jiyîn, em Leyla Guven bidin jiyîn

Rohat Ararat

Welatekî bifikirin bi hezaran sal in şer lê heye. Ev welatê ku bûye dergûşa mirovahiyê. Lê her mirovên ku ji vê axê têr bûne û ji ava kaniyên wê vexwarine vegeriyane îxaneta mezin lê kirine. Îxaneta mezin li dîrok û civaka resen kirine. Welatekî bifikin ku bi hezaran sal in gelê wê bi dilxwazî radestî tu hêzî nebûye, her li ber xwe daye. Neteweyekê bifikirin ku bi hezaran sal in bêyî ku bibin dewlet, bêyî ku bibin desthilat li dijî hemû hewildanên tunekirinê hebûna xwe parastiye. Ew netewe ku bi xweparastinê heta roja îro hatiye.

Xweparastin di xwezaya hemû zindîwaran de heye. Tu zindîwarek ku li dijî êrîşekê bê parastin bimîne tune ye. Lewre ev reflekseke xwezayî ye. Lêbelê di mirovên zana û bi rûmet de ew ji reflekseke xwezayî wêdetir e. Hebûna zindîwaran û bi taybetî jî ya mirovan bi parastinê ve girêdayî ye.

Parastin an jî xweparastin li gorî çi cure êrîşan bi pêş dikeve? Heke li dijî hebûna zindiyekî yan jî mirovekî êrîşek hebe wê demê pêwîst e ew mekanîzmaya parastinê têkeve dewreyê, yan na dê bi awayekî fizîkî tune bibe. Heke êrîşek li dijî malbata ew zindîwarî an jî mirovî hebe pêwîst e mekanîzmaya parastinê têkeve dewreyê, yan na dê ew malbat tune bibe. Heke êrîş li dijî tevahiya cureyê ew zindîwarî yan jî civaka ew mirovî pêk were pêwîst e dîsa ew mekanîzmaya parastinê têkeve dewreyê, yan na dê ew cure yan jî civak tune bibe. Ev tenê di warê fizîkî de tunebûnekê bi xwe re tîne. Lê belê ji bo mirovan gelek cureyên tunebûnê hene. Heke li dijî çand, ziman, nasname, nirx û hwd. ên ku hebûna mirov, civakek û neteweyekê dide diyarkirin û ji hev dide cudakirin û dide nasîn, êrîşek hebe jî pêwîst e bê parastin, naxwe dê ew mirov û civak ji pênasekirineke civakî û neteweyî bêpar bimîne û dê tune bibe. Her wiha heke êrîşeke li ser ew xaka ku civak li ser dijî û bi wê nasnameya civakê ew xak tê pênasekirin û naskirin jî êrîşek hebe, pêwîst e ew xak bê parastin. Heke ew xak neyê parastin dê nikaribe li ser wê xakê bijî, dê bêcih û bêwar bimîne. Lewre tu ewlehî ji wê civakê re namîne.

Bêguman mirov dikare di vê mijara xweparastinê de gelek cureyên ku mirov dike mirov û civakê dike civak ên ku pêwîst e bên parastin lê zêde bike. Wekî parastina, nirxên mirovî û yên civakî, parastina bîr û baweriya civakî, parastina mejî, hest û maneviyata civakî, parastina rûmet û azadiya civakî, her wiha leheng û parêzvanên hebûnê û hwd. mirov dikare lê zêde bike.

Di nav zindîwaran de mirov bi nasnameya xwe ya civakî heye. Nasnameya civakê jî ji ew nirxên ku bi hezaran sal in hatine avakirin pêk tê. Wekî her civakan ji bo civaka kurd jî ev derbasdar e. Heke ji bo vê civakê kurd tê gotin, kurdbûn çawa derketiye holê û heta niha hebûna xwe çawa parastiye. Kurd, yek ji netewên herî kevnar ê li ser vê xakê ye. Ji ber wê jî ji erdnîgariya ku li ser dijî jî Kurdistan tê gotin. Ev pênase ji bo hemû civak û neteweyan derbasdar e. Lê wekî ku li jor jî me anî ziman pênaseya nasnameyekê ji çand, ziman, bîr û bawerî, nirx û hwd. ên civakî pêk tên û ev pênase ji bo nasnameya civaka kurd jî derbasdar e.

Gelê kurd yek ji gelê Rojhilata Navîn ên herî kevnar e. Kurd Hûrî, Gûtî, Sûbarî, Latî, Kûsî, Kasîdî, Mîtanî, Nayrî, Mûşkî, Xaldî, Manaî û Medan. Gelê kurd di dîrokê de her tim resaniya xwe parastiye û li hemberî mêtinger û desthilatdaran têkoşiyaye. Di xebatên arkolojiyê de jî derketiye holê ku hûriyan, mêtingehên sumeran, babîlan û asûran hilweşandiye. Dîsa tê zanîn ku têkoşîna Împaratoriya Medan dawî li zilma asûriyan aniye. Di vê têkoşîna dîrokî de rista pêşengên civaka kurd gelekî girîng e. Kurdan her tim li dijî zilm û zora desthilatan serî hildaye û hebûna xwe parastine. Bi taybetî jî ji sedsala 18’an ve ye kurdan her li ber xwe daye û têkoşiyaye. Bi dehan caran serî hildaye. Bi dehan pêşngên ji civakê re rêbertî kirine derketine ser dika dîrokê. Lê her serhildana kurdan bi gelek sedemên nêzî hev têk çûye.  Zêdetirî 40 sal in jî bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serhildana azadiya civaka kurd tê meşandin.

Nasnameya civaka kurd

Kurdan li ser vê xakê bi hezaran salî ye hebûna xwe, çand, ziman, bîr û baweriya xwe parastine. Bêguman rista lehengên ku ji bo parastin û pêşxistinê pêşengî kirine gelekî girîng û bi wate ye. Pêwîst e mirov hinekî li ser vê rista parastina hebûnê ya ku dikeve ser mirovan jî binirxîne. Rêber Ocalan ji bo parastin û azadiya civakê bi giyanekî canbexşane tevgeriya. Di serî de civaka kurd, bû rêberê hemû civakên bindest û bû nirxekî pîroz ê civakê. Dema em dibêjin nirx jî parçeyekî ji nasnameya civakan e û Rêber Ocalan jî ji bo civaka kurd yek ji nirxên herî pîroz e, wê demê guman tune ye ku Ocalan nasnameya kurdan e. Li aliyê din heke em dibêjin kurdan bi sedan sal in hebûn û nasnameya xwe parastine, pêwîst e di roja îro de ji her demên dîrokê zêdetir xwedî li hebûn û nasnameya xwe derkeve û biparêze.

Ocalan ji bo civaka kurd hebûna xwe xist holê. Hêzên ku hebûna civaka kurd li ser vê axê nedipejirandin bi Komployeke Navneteweyî Ocalan dîl girtin û li Girava Îmraliyê hepis kirin. Ev 20 sal in jî di bin tecrîdeke girankirî de ye. Li aliyê din jî her kurdên ku bi hiş û felsefeya Ocalan xwe nas kirine, hebûna xwe, hebûna civaka xwe, hebûna welatê xwe û hebûna azadiya xwe di azadiya Ocalan de dibînin di têkoşîna azadiyê de bi israr in.

Bi salan e li dijî êrîşên qirkirinê kurd xwe diparêzin. Hem li çiyayên Kurdistanê û hem jî li gund, navçe û bajaran. Her ku kurd dibin xwedî hişmendiya hebûna nasnameya xwe û ji bo wê têdikoşin êrîş jî zêde dibin. Bi taybetî di salên dawî de kurdan li her qadê biryara xwerêvebirinê da û desthilatiya tu hêzî di ser hebûna xwe de nepejirand û li ber xwe da. Ev biryara xwerêvebirinê li bakurdê Kurdistanê di 13’ê tebaxa 2015’an ket meriyetê. Pêl bi pêl li dehan navçe û bajarî hat ragihandin. Yek ji van cihan jî navçeya Cizîra Şirnexê bû. Li Cizîrê lehengên mezin ê vê berxwedanê Mehmet Tunç bû.

Banga erka şoreşgerî kiribû

Mehmet Tunç jî yek ji lehengê gelê kurd e û li ser fikir û felsefeya Ocalan ji bo parastina bajar û civaka xwe bi rojan li ber xwe da. Bû lehengê berxwedanê li dijî hovîtiya dewleta tirk. Mehmet Tunç di ferqa xweparastinê û parastina gelê xwe de bû. Wî û hevalên xwe bi rojan li ber xwe dan. Hatibûn dorpêçkirin û tecrîdkirin. Dewleta tirk dixwest di şexsê berxwedêran de bi gelê kurd çong bidin danîn. Mehmet Tunç û hevalên wî bi rojan banga rizgariyê kirin lê belê negotin ‘werin me rizgar bikin’. Gotin, ‘werin em bajarê xwe, welatê xwe, mirovahiya xwe rizgar bikin’. Mehmet Tunç di kêliya dawî de jî bi gotina ‘têkoşîn demdirêj e, dê bi berxwedana me neqede’ moral da her kesî û banga erka şoreşgerî li her kesî kir.

Mehmet Tunç û rêhevalên wî sekna bi rûmet nîşanî her kesî dan. Serî netewandin û çong daneanîn. Gotina Mehmet Tunç a ‘Me li ber xwe da, bi me serbilind bin’ li mejiyê her kesî neqişî. Heta kêliya dawî jî berxwedaneke bi rûmet nîşan dan. Di şexsên xwe de rûmet û nasnameya mirovî û ya civaka kurd parastin. Rêber Ocalan di hevdîtina bi birayê xwe re ya  îlona 2016’an de gotibû; ‘We nekarî Mehmet Tunç biparêzin’. Belê bi milyonan gelê kurd nekarî Mihemedê Botî biparêze.

Armanc yek e

Di roja me ya îro de jî bi heman dijwariyê êrîşeke qirkirinê di şexsê Rêber Ocalan de li ser civaka kurd tê meşandin. Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî vê qirkirinê zêdetirî sê mehan e bedena xwe ji mirinê re razandiye. Armanca Guven jî ji ya Mehmet Tunç ne cudatir e. Lewre dixwaze di şexsê Ocalan de nirxên vê civakê biparêze. Ew nirxê civakê ye ku îro di bin tecrîdeke girankirî de ye. Dewleta tirk bi tecrîdkirina li ser Ocalan dixwaze civaka kurd û mirovahiyê tune bike. Nirx û rûmeta civakê bişikîne. Hebûn û nasnameya civaka kurd ji holê rabike. Leyla Guven û bi sedan hevrêyên wê yên li zindan û gelek deverên din li dijî vê pêkanîna hovane ya dewleta tirk, bi vîna xwe ya berxwedêr têkoşîna parastin û azadiya hebûna mirovahiyê dikin.

Parastina hebûn û nasnameyê ye

Heke em jî îro ji xwe re dibêjin em kurd in û doza azadiya xwe dikin, pêwîst e em jî bi heman rengî daxilî vê xeleka berxwedan û têkoşîna parastina azadiya xwe bibin. Me duh nekarî Mehmet Tunç biparêzin û bidin jiyîn qet nebe em îro Leyla Guven biparêzin û bidin jiyîn. Lewre Leyla Guven jî yek ji nirxê vê civakê ye û temsîla nasnameya kurdên bi rûmet û berxwedêr dike. Naxwe dê ev dîrok me nebexşîne. Ji ber vê jî parastina nirxan, parastina hebûn û nasnameyê ye.

Dikarî Biecibînî