aram

Ziman ne tenê ziman e; civak bi xwe ye

Yaşar Eroglu

Zimannas û fîlozof Wittgenstein dibêje, ‘sînorê zimanê min sînorê dinya min e’. Eger ne wisa bûya, dîroka 21’ê Sibatê ku weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê tê pîrozkirin, ji bo zimanê wan bibe zimanê fermî xwendekarên bengalî çima jiyana xwe feda bikirana? Ziman hêmayek e wisa ye ku xwendekarên bengalî weke daxwaza nan, av û jiyaneke serbest singê xwe ji bo zimanê dayikê ji guleyan re vekirine û ev bûyer weke Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hatiye pejirandin.

Çawa ku Wittgenstein gotiye rastî jî wisa ye. Çi ku dinyaya mirovan bê dawî ye, her wisa ziman jî bê dawî ye, bi vê gotinê çi tê bîra mirov ziman ew e. Di sînorê dinyaya mirov de çi hebe, ji xeynî ziman tiştek nîn e ku pê bê ragihandin. Ji ber vê yekê ziman hêmayeke esas a civakbûnê ye. Wate ev e; ziman nebe civak jî nabe. Ziman hêmayeke ew qas bingehîn, xurt û jiyanî ye.

Roja 21’ê Sibatê vê rastiyê amaje dike. Lê di rastiyê de Roja Zimanê Zikmakî bi naverok, mantiq û pejirandina xwe tiştekî din jî îfade dike. Ev roj ne roja zimanê serwer û ya welatên dewletbûyî ye. Roja wan zimanan e ku di bin pêkutî û çewsandinê de ne û gelên wan bindest in. Balê dikişîne ku têkoşîneke li dijî zext û neserbestbûna zimanê bengalî heye, zimanê urdu wek zimanê fermî li bengaliyan tê spartin û ev têkoşîn weke Roja Zimanê Zikmakî hatiye pejirandin. Yanî peyama vê rojê ji bo zimanên bindestan e.

Li ku derê behsa zimanê zikmakî hebe, li wê derê pirsgirêka ziman heye. Zimanê zikmakî, ew ziman e ku her kesê tê rûyê dinyayê ji dayika xwe û civaka tê de mezin dibe, hîn dibe. Nemaze di sedsala 20 û 21’an, dewletên serdest û serwer kîjan netewe û gelên di nav sînorên dewletên wan de jiyane, mîna gelek maf û azadiyan ji maf û azadiya zimanê zikmakî jî bêpar hiştine. Qanûn û rêbazên xwe hişkehişk spartine wan. Di serî de em diyar bikin ku mafê zimanê zikmakî di Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî ya Neteweyên Yekbûyî de xala yekemîn e. Lê gelek dewletên weke Tirkiyeyê mafnenas û nijadperest ev mafê rewa yê gelan binpê kirine. Li her dera cîhanê dewletên mîna Tirkiyeyê hene. Di sînorê wan hemû dewletan de binpêkirina mafê zimanê zikmakî û li dijî wê mafparêzî û têkoşîn heye.

21’ê Sibatê tê hêvîkirin ku zimanên zikmakî yên hê nebûne serwer û nebûne zimanê perwerdeyê bi bîr bixe û balê bikişîne ser zimanê gelên bindest. Îro li dinyayê bi hezaran zimanên zikmakî hene ku mafê perwerdeyê ji bo wan rewa nehatiye dîtin. Dewletên serê vê rastiyê dikişînin yek jî Tirkiye ye. Tirkiye nexweşxaneya zimanê zikmakî ya gelan e. Ji van nexweşan gelek jî di komayê de ne, li ber mirinê, di sekeratê de ne. Lê belê ev nexweşxane ne ji bo tedawîkirinê ye, ya rast ji bo çavdêrîkirina wan a tunebûn û mirinê ye. Ji bilî zimanê kurdî li Tirkiyeyê zimanê çerkezan, lazan, xemşînan, mexrel, gurcî,  ubih, ermen, asûr, pontûs û gelekên din hene. Ev ziman hemû jî di bin serdestiya siyaseta nijadperest a dewleta tirk de reben, perîşan û bindest mane. Ev ziman tev, her roj lawaz dibin û bi fetisandinê re rûbirû ne. Zimanê kurdî jî ji vê siyaseta nijadperest para xwe zêdetir girtiye. Heta siyaseteke taybet a pişaftinê li ser zimanê kurdî tê meşandin.

Erê ziman civak bi xwe ye. Ziman serbest be civak jî serbest e. Lê belê ziman di bin xetereyê de be civak jî di bin xetereyê de ye. Eger ziman bi fetisandinê re rûbirû be her wisa jî civak bi fetisandinê re rûbirû ye. Sînorê ku ji bo ziman hatibin danîn, bawer bikin civak jî li wî sînorî asê dimîne. Em kurd vî dîwarî her roj di jiyana xwe de dibînin, lê asê dimînin. Gotina Wittgenstein çi qas sotîner derdikeve pêş ne wisa? Her roj me dişewitîne lewma bandora wê me helak dike. Zimanê bisînorkirî jiyana sînorkirî ye. Her wiha zimanê fetisandî jiyana fetisandî ye.

Îro di rojeke din a Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de zimanê kurdî gelek xetereyan re rûbirû ye. Di her qadên jiyanê de çeperê sînoran ji bo kurdî hatine danîn. Bi rêya ziman, ragihandin, dibistan, înternet, TV, radyo û gelekên din ên serdestan zimanê kurdî dorpêç kirin. Rê, elektrîk, telekomunîkasyon, amûrên wek otobus-otomobîl heta her gundekî dûrî bajaran jî çûne. Ev hêmayên ku bikaranîna wan ziman bi pêş de dibe, ji bo tirkî avantajekê pêk tîne, bikaranîna tirkî dike refleksên rojane û dixe pêş zimanê kurdî. Tu derfet nînin ku kurdî xwe pê bigire û li ser lingan bimîne. Her amûr ji bo dezavantaja kurdî hatiye rêxistinkirin. Bi vî awayî bê sitar û bê mecal dimîne.

Amûrên teknîkî yên ku ketine jiyana gundewar, di civaka kurd de gelek guhertinên li dijî çand û zimanê kurdî qewimandine. Em baş dizanin ku kaniya zimanê kurdî jiyana gundewar e. Jiyana gundewar bi bajaran ve hatiye girêdan. Dema ku berê jiyana civakî  kete bajaran, civakîbûna gundan diçilmise, her diçe ditemire, çanda gundewar lawaz dibe. Ji ber ku bajar baregehên dewletên serdest in û kurdan bi xwe ava nekirine, têkiliyên biyanî dihewîne û ji bo kurdan biyanî ye.  Pê re ew hêmayên ku kaniya ziman in, weke dengbêjî, dewatên berê, çîrok, qewlik, metelok, zêmar, lorik, stran û hwd. bi demê re ji rengê kurdî dûr dikevin, bi veguhertinê re rûbirû dimînin.

Pêşeroja zimanê kurdî zarok û ciwan in. Mirin û zayîn jî gelek guhertinên cidî li civak,  çand û zimanê kurdî dike. Mirina nifşên berê çand, ziman û kelepora kurdî guhertinên gelek mezin dike, mîna lêhiyeke qutbûyî kaniya kurdî dimiçiqîne û bermayiyên wê pê re ziwa dibin. Niha goristanên gundê Kurdistanê, di heman demê de bûne goristanên çand û kelepora kurdî. Her nifşek gelek nirxên kurdî bi xwe re dibe û bêsewt dike. Çûyîna her nifşeke van salên dawî, ji sedî çil-pêncî dewsa van nirxan tije nabe, vala dimîne. Em vî dîmenî berevajî bikin, tiştê em dibînin zarok û ciwanên kurd ji sedî çil-pêncî ji çand û nirxên kurdî tên şûştin. Kurdiyeke resen di nav zarok û ciwanên kurd de nemaye. Ziman bi hevoksazî û mantiqê tirkî xira dibe. Zimanekî ku cila xwe ji avê derdixe tenê di nav navsere û pîremêr û pîrejinan de maye. Ku her nifşek ji qada jiyanê derdikeve, yên li dû wan tên dewsa wan. Wateya vê rastiyê ev e; kurdiya resen winda dibe, kurdiya çeloxwarî dikeve dewsa wê. Hûn deformasyona çil-pêncî salên pêş me binihêrin, xetereyeke çi qas mezin li ber me ye, hûn ê weke neynikeke bejnê zelal bibînin. Mirov li vî dîmenî dinihêre, dibîne ku çima dewleta tirk li ser zarok, ciwan û jinan ew qas hesas disekine. Ji bo ku li ser vê axê pêşerojekê ji xwe re çêbikin, pêşeroja me xira dikin.

Lê em çi dikin? Em hê jî civakeke zana, hişmend û pêşbîn nînin. Ev nirxên me çawa dihelin lê nanihêrin. Jiyana aborî derdikeve pêş her tiştî. Helbet sedema van qewmînan kurd nînin, li derveyî îradeya kurdan dibe. Lê tiştê ku em bixwe jî dikarin bikin, em nakin. Em terxan in, nafikirin. Pirî caran em tercîha xwe bi zimanê xwe, nasnameya xwe nakin, li dû aboriya rojane winda dibin. Gelek balkêş e ku dema ev mijar vedibin, mirovên kurd re dibin serêş, giranî û bar.

Barekî giran e lê bişavtina xwe bi xwe (oto asîmîlasyon) bi destê me bi xwe diçe serî. Rast e, em zimanê xwe bernadin lê em temaşevanên mutasyona civaka xwe ne, li hember vê bê liv û lebat dimînin. Civakên bindest ên rastî şîdet û zextên tund dibin, divê, li dijî vê zexta xedar riyên nefes girtinê ji xwe re vekin. Divê hişmend, zane û pêşbîn bin. Weke qeder çi tê serê wan qebûl nekin. Eger ne wisa be pêşî helandin û mûtasyoneke plankirî ye. Hebûna bi ziman, çand û nirxên xwe ne pêkan e. Em nikarin dibistanên tirkî têk bibin lê em dikarin di nav malen xwe de bi zarokên xwe re kurdî biaxivin. Em dikarin ji dengê kal û pîrên xwe çîrok, stran, qewlik û gelek tiştên weke wan bi amûrên teknîkî qeyd bikin. Em dikarin hewl bidin bi kurdî bixwînin û binivîsin. Em dikarin hewl bidin bi kurdiya şikestî neaxivin. Em nebêjin bila zarokên me kurdî neaxivin ku zimanê wan tirkî şikestî nebe, wekî kêmasî dernekeve pêş wan û ji bo pêşerojê nebe astengî, neyê pêş wan. Bi rastî ev helwesteke sosret e ku bav û dêyên kurd li ser zarokên xwe ferz dikin. Eger em ji vê helwesta bêsiûd nefilitin, em ê çem û çem herin.

Tiştê ku ji îradeya me der jî hene ku mîna kelehên asê li ber me kurdan sekinîne. Ew şîdet û zexta rêxistinkirî ya li ser serê kurdan her gav heye. Kurd nikarin her yek bi serê xwe vî barî rakin. Li dijî vê zext û şîdeta rêxistinkirî têkoşîna bi rêxistin divê. Helbet ancax bi têkoşînê, zimanê kurdî mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî dest bixe û di her warî de bibe xwedî statû dikare ji fetisandin û pişaftinê rizgar bibe. Ev xaleke esas e, divê neyê jibîrkirin.

Ziman hêmayeke zindî ye. Her roj geş dibe û bi pêş ve diçe. Lê ziman derfetê jiyanê nebîne tevî civakê dikare bi mirinê re jî rûbirû bimîne. Jehrkuja wî jî statû û perwerdeya bi zimanê zikmakî ye.

Xwedîderketina ziman peywireke li pêşberî her kurdekê/î ye. Zimanê kurdî, zimanekî xweş û kevnar e. Di bin zext û şîdeta dewletan de gelek berhemên şahkar afirandine. Ji Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, heta Cegerxwîn û Celadet Elî Bedirxan gelek kesayetên navdar û berhemên nirxbilind bi kaniya xwe av dane. Ew layiqî azadiyê ye ku bi kaniyên xwe gelek berhemên nû av bide û bigihîne.

Dikarî Biecibînî