Li dijî tecrîda ziman, sor…

Ayşe Gokkan

Dema em zarok bûn me ji pêlavan pir hez nedikir. Li ser axa nerm, rast û bi bereket bi lingê tazî rêveçûn û bezîn bê sînor bû. Em bênavber di pêşbirka bezînê de bûn. Lê belê dema ku li ser cihê têldirk û kaş de kontrol ji dest derdiket, neynûka lingê me weke wesayîta ku firêna wê teqiya be, deh teqle gêr dibû û neynûk parçe parçe dibû. Kelemên kaşa bin lingê me kun kunî dikirin. Mezinên me çiqas şîret li me bikira jî teqez me weke xwe dikir. Zarokatî bidestxistina tecrûbeyan e, heta ku em bi xwe hîn nebûna nedibû û me tiştek nedipejirand. Em piştre hîn bûn ku weke erdê me yê bê serî û bê ber xîza binê behrê heye. Eger em li ser axê bimeşin paşketin e, eger ew li ser xizê bimeşin pêşketin e.

Werhasil, êşa neynûkê ji êşa dil bêhtir e, naşibe tu êşê. Dema dibû şev û wexta raketinê felek li me şaş dikir, ji xewa xweş em hişyar dibûn. Dema ku bê hemdê mirovan neynûka mirov bibûya birîn wê şevê teqez raketin tunebû û ji nalîn û êşê xew bi çavê me nediket.

Pîra dayika min Pîro Ferîde paçek sor li birîna neynûka min dipêça û digot neynûk birînek kor e, ev neynûk li her cihê diqelibe. Neynûka nû jî berevajî ango xwar derdikeve. Eger paçê sor girêbidin dê rê nîşan bide û dê li tu cihan neqelibe. Her wiha zû rehet dibe û berevajî dernakeve û ji êşa neynûkê jî xelas dibe. Bê guman paçê sor bi renginiya xwe neynûk li bîra me dixist û li tu cihan jî nediqelibî û zû rehet dibû.

Di zarokatiyê de sal dûr û dirêj in. Dema ku me dest bi dibistanê kir û vir ve jî birîna neynûkê nedihat jibîrkirin. Li dibistanê zimanê tirkî bi darê zorê bi me didan hînkirin. Dema ku gotinek bi kurdî ji devê me derdiket, bi daran li neynûka tiliyên destê me dixistin û li gel vê jî zimanê me derzî dikirin. Êdî ne bi qezayî û şaştî, bi şêwazeke pilankirî me êşa neynûkê û keleman dikişand.

Zimanê kurdî heye û em dizanin biaxivin. Lê belê em naaxivin û kor dikin û diçin li zimanê tirkî, erebî, farisî û îngilîzî diqelibin. Ev ziman bi birîn dibe û berevajî dibe. Ev birîn ji êşa neynûkê girantir e. Ev qîrîna ziman erd û ezmanan jî derbas dike. Werin em bi hev re tiliya dest bi kar bînin û paçê sor li neynûka xwe bipêçin. Li mal, bazar, kargehan danûstandina xwe bi kurdî bikin û bi pîr, zarok, jin û xortan re bi kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsinin, guhdar bikin, tamaşe bikin. Bila êdî tiliya sor li dijî pişaftinê bibe bersivek. Em zimanê xwe bi destê xwe tecrîd nekin. Em êdî ziman bi şermezarkirina bişaftinê nikarin biparêzin. Ji bo em li tu zimanên biyanî neqelibin û birîna xwe kûr nekin, nebin laş  divê li her kûçe û kolanan zimanê me yê jiyanê kurdî be.

Dikarî Biecibînî