aram

Ji bo çi YNK û PDK’ê li hev nekir?

PDK di hilbijartinên serokkomartiya Iraqê de binket. Li hemberî vê PDK li pey tolhildanê bû. Di encam de YNK li gorî ku dixwest tevlî civîna parlamentoyê nebû û ne amade bû. Çavdêrên siyasî dibêjin ku çanda tûnekirinê xizmeta berjewendiyên giştî nake û dema wê hatiye hizbên kurdan di çarçoveya yekitiya netewî de kom bibin

Bi mehan bû Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi hev re di nava danûstandinan de bûn. Lê di encamê de li hev nekirin. Di dawiyê de di 18’ê sibatê de civîna paralmentoya Herêma Federal a Kurdistanê bê YNK’ê hat lidarxistin. Li gorî çavdêrên siyasî çanda tûnekirinê xizmeta berjewendiyê giştî nake û divê kurd yekitiya xwe ava bikin.

Siyaseta nîv bi nîv ya 27 salên borî ku bi desthilatdariya PDK û YNK’ê tê meşandin, ji aliyê herêmê ve bi awayekî baş nayê pêşwazîkirin. PDK û YNK ji bilî xwe û hizbên ku nêzîkî wane, tu hizbek din li herêmê hesab nake. Di dîroka desthilatiya her du hizban de her tim mijarên girîng yên aborî, welat û desthilatdariyê hatin nîqaş kirin û di nava xwe de dabeş kirin.

Çi dema ku ji bilî PDK û YNK’ê hizbekê xwestibe pêşentgiya karek yan jî mijarek neteweyî bike, her tim ev hewldan hatiye xirabkirin û nahêlin ji bilî xwe tu kes pêşengtiya karekê bike.

PDK û YNK’ê piştî sala 2000’an û şerê navxweyî, lihevkirinek stratejî pêkanîn û hemû erk û kar di nava xwe de parve kirin. Piştî sala 2005’an li hemberî erkê serokkomartiya Iraqê, PDK’ê erkê serokatiya herêmê, asayîş û mijarên neftê stand.

Her wiha 30’ê hezîrana 2013’an dema serokatiya herêmê bi dawî hat. YNK’ê bi yasa serokatiya Mesud Barzanî dirêj kir. YNK’ê ji bo dirêj kirina erkê serokatiya herêmê piştgiriya PDK’ê kir. Her wiha PDK’ê mijara firotina neftê, muçe paşxistin û referandûm bi piştgiriya PDK’ê birêvebir. Li hemberî vê jî YNK’ê jî bi piştgiriya PDK’ê û bi xwesteka xwe nefta Kerkûk şand dervey welat û dest danî ser bîrên petrolê.

Di dîroka her dû hizban de, hizbên ku bi bandor nekarîn bi awayekî serbest kar bikin û her tim rê li pêşketinên wan hizban hatine girtin. Weke nimûne piştî sala 2002’an, piştî Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistanê (PÇDK) û piştî wê jî Tevgera Azadî ji bo yekitiya neteweyî gelek caran daxwaza kombûna hizbên kurdan kiriye. Ev bang ne tenê ji nedîtîve hatin, hat asteng kirin jî.

Tevgera Goran hat avakirin û weke muxalefet li dijî PDK’ê kar kir. Goran li parlamentoyê li dijî bernameyên PDK’ê kar dikir. YNK’ê pişta PDK’ê girt û beramberê vê jî PDK’ê pişta YNK’ê girt. Di sala 2015’an de ji dervey PDK û YNK’ê bi yasa hewldana xilasbûna serokatiya herêmê hat kirin. PDK nehişt serokê parlementoyê kar bike û bi piştgiriya YNK’ê 2 sal parlamento girtî ma.

Mijara serokkomariiya Iraqê

Di gulana 2018’an hilbijartinên parlamentoya Iraqê pêkhatin. Piştî mijara hilbijartina serokkomartiya Iraqê ket rojevê. Erkê serokkomartiya Iraqê para kurdan bû. Ji ber vî erkî nakokî ket nava PDK û YNK’ê de. Her du alî li hev nekirin û her yekê cûda namzetê xwe diyar kir. Di encamê de YNK’ê bi piştgiriya parlamenterên Iraqê bi serket. Berhem Salih weke serokkomarê Iraqê hat hilbijartin. PDK di vê mijarê de bi ser neket, piştî wê PDK’ê ket pey tolhildanê.

Civîna parlamentoyê û YNK

Di 18’ê vê mehê de parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê bi lihevkirina PDK û Goran û hinek hizbên din civiyan. YNK tevli civînê nebû. Ji ber vê yekê niha nakokiyek siyasî di navbera aliyan de heye û dibe ku hê kurtir bibe.

Li gorî çavdêrên siyasî divê PDK, YNK, Goran û hêzên din bizanin ku çanda tûnekirinê bi xwere bandorên xirab tîne. PDK di hilbijartinên serokkomartiya Iraqê de binket. Bi heman awayî YNK’ê jî nekarî li gorî ku dixwest civîna parlamentoyê pêkbê û tevli nebû. Goran jî zanî ger ew weke muxalefet bimênin tiştek bi destê wan jî nakeve.

Her wiha çavdêrên siyasî dibêjin ku niha dema wê hatiye hemû hizbên kurdan, di çarçoveya yekitiya neteweyî de kom bibin û dest ji çanda tûnekirina hev berdin.

Çavkanî: Rojnews/Karwan Salar

Dikarî Biecibînî