aram

Berê sansur hebû niha otosansur heye

Mehmet Alî Ertaş

24’ê Tîrmehê salvegera “Li dijî sansurê Roja Cejna Çapemeniyê’ tê zanîn. Ji ber vê rojê gelek saziyên çapemeniyê her 24’ê Tîrmehê vê rojê pîroz kirin. Di 111’emîn salvegera 24’ê Tîrmehê gelek sazî û rêxistinên çapemeniyê daxuyanî dan û bal kişandin ser tundî û zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran.

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKGP). Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiye (TGC), Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS), Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), DÎSK-Basin Îş, Bia-net û gelek saziyên din ên çapemeniyê diyar kirin ku her çend di 24’ê Tîrmeha 1908’an de sansur rabûbe û mafê weşanê azad hatibe bi destxistin jî, îro rojnameger di bin zextan de ne û çapemenî hêj ne azad e. Rêxistinên çapemeniyê diyar kirin ku ji ber hêj çapemenî ne azad e û zextên li ser çapemeniyê zêde ne vê rojê wekî cejn qebûl nakin û pîroz nakin.

Li Tirkiyeyê 152 rojnameger girtî ne

Li gorî raporan li Tirkiye hêj 152 rojnameger girtî ne. Ji destpêka 2019’an heta niha herî kêm 314 rojnameger hatin darizandin. 197 nûnerên medya 10 cezayê muebeta giran û bi giştî 2 hezar û 362 sal cezayê girtîgehê ji wan tê xwestin. Tenê di 3 mehên dawî de 10 rojnameger rastî êrîşan hatin. 13 rojnameger hatin girtin. Der barê 30 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin. 42 rojnameger hatin cezakirin. 2 rojnameger dersînor kirin. Tirkiye di mile azadiya çapemeniyê ya Cîhanê de di rêza 157’an de ye. Piştî OHAL hat ilankirin û şûnde bi deh hezaran rojnameger betal man. Bi sedan nasnameyên rojnamegeran hatin betalkirin. Bi dehan rojnameger ji ber cezayê heyî neçar man ku Tirkiye terk bikin. Çameniya heyî jî, ji sedî 95 di bin kontrola îktîdarê de ye.”

Berê îktîdarê ew sansur dikirin niha medya xwe sansur kir

Dema em li manşetên rojnameyên Îro dinêrin, em dibînin ku yek rojnameyê jî daxuyaniyên sendîkayan nedîtine û bal nekişandine ser “Cejna Çapemeniyê” Medyaya hawiz ku her dem berdevkiya hikûmetê dike û li hemberî rastiyên din ker, kor e, zext û tundiya li dijî xwe jî nedîtin. Medyaya hawiz ne daxuyaniyên sendîkayên çapemeniyê dît, ne jî “Cejna Çapemeniyê” dît. Ev nîşan dide ku rojevek medya hawiz ku balê bikişînin ser mafê xwe û tundiya li dijî mafê xwe tune ye. Ev jî nîşan dide ku medyaya hawiz bi temamî bi îktîdarê ve hatiye girêdan û tenê berdevkiya wan dike. Îktîdar çi bixwaze, çawa bixwaze, kengî bixwaze wê dinivîse û li gorî çarçoveya xan wêz kiriye nîşan didin. Tişta ku îktîdar nexwaze û neke rojev jî çiqas qîmet û rastiya wê hebe, çiqas di rojeva hemû civakê de be jî medya îktîdarê ne dibîne û ne cih didê. Li gorî vê tabloya heyî mirov dikare bêje 111 sal berê îktîdarê û rêveberiya Osmanî medya sansur dikir. Sansurek bi zorê hebû. Lê niha medya ku îro dibêjin ’em azad in’ xwe bi xwe sansur dike. Çavê xwe ji rastiyan re digire. Vê yekê jî bi dildarî dike. Ji ber ku armanca wê ne bibe dengê civakê ye. Dijberî vê yekê armaca wê bibe zurneya îktîdar û hikûmetê ye. Li aliyê din ji tabloya girtin, binçavkirin û cezayan jî xuya dibe ku çapemeniya muxalif jî dema dixwaze rastiyan bîne ziman, tên binçavkirin, darizandin, girtin û cezakirin.

Ji ber vê yekê îro em dikarin bêjin îro sansurek taybet û girantir heye.

Dikarî Biecibînî