aram

Dosya : Serhildana Asûrî-Nastûriyan

Mehmet Şahîn

Destwerdana emperyalîstan û dijberkirina civakan 

Serhildana Asûrî-Nastûriyan (7 tebax-26 îlon-1924) ji bo fêmkirina hişmendiya emperyalîst a dagirker û ji bo fêmkirina trajediya civak û eşîrên kurd daneyên gelek girîng dide destê me.

Wekî ku her carê tê gotin erdnîgariya Kurdistanê dergûşa mirovahiyê ye. Xwediyê çandeke dewlemend û xweşbîn e. Di vê erdnîgariyê de bi hezaran salan civakên xwedî etnîsîteyên curbicûr bi hev re di nava aştiyê de jiyane. Da ku dewletên emperyalîstan destwerdana heremê kirine.

Ji bo dewletên emperyalîstan a esas her tim berjewendî ye. Ji bo berjewendiyên xwe tu pîvan û nirx nas nakin. Dikarin hemû civakan û hemû nirx û rûmetan ji berjewendiyên xwe re bikin qurbanî. Ji bo berjewediyên xwe her tim di nava hewldanên dagirkerî û mêtîngeriyê de ne. Tişta ku karê wan hêsantir dike parçekirin û dijber kirina civakan e. Parçebûn û dijberbûna civakan serweriya wan, mêtîngerî û talangeriya wan hêsantir dike. Di destpêka sedsala 19’emîn de li ser vê esasê berê xwe dan Rojhilata Navîn û li ser vê easê mêtîngeriya xwe pêk anîn.

Lewre piştî hatina emperyalîstan li Kurdistanê tenê di navbera kurd û tirkan de pirsgirêk tunebûn. Ji xeynî civaka kurd gelek civakên din jî li Kurdistanê dijiyan. Di navbera wan û tirkan de jî pirsgirêk û nakokiyên curbicûr hebûn. Ji civakên ku bi tirkan re pirsgirêk dijiyan yek jî civaka Asûrî bû. Dewletên dagirker ji bo berjewendiyên xwe her carê çawa civaka kurd wekî amûr  bikar dianîn dixwestin bi heman rêbazê civakên din jî bikar bînin. Lê di tevahiya serhildanên ku di erdnîgariya Kurdistanê de qewîmîne rola sereke her tim ya civaka kurd bûye. Di serhildana Asûrî-Nastûriyan de jî em ê rola civaka kurd bibînin.

Piştî Lozanê serhildana yekemîn 

Piştî di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de dewleta Osmaniyan têk çû û belav bû li ser mîrateya wê li Anatolyayê dewleteke nû û hikûmeteke nû ya bi navê Komara Tirkiyeyê ava bû.  Ev komar bi peymana Lozanê ji hêla cîhanê ve bi awayekî fermî hatibû nasîn. Lê sînorên vê dewletê hîn bi temamî diyar nebûbûn û nehatibûn mîsogerkirin. Nîqaşên der barê sînorê Tirkiyeyê-Iraq û Sûriye-Tirkiyeyê de didomiyan. Pirsgirêka Mûsil jî di Lozanê de nehatibû çareserkirin. Van pirsgirêkên mayî di nava xwe de nakokiyên mezin ên ku di navbera tirk, îngilîz, ereb û kurdan de mabûn dihewandin. Îngilîz û tirkan ji bo bidestxistina Mûsilê cure bi cure lîstik, polîtîka û siyaset diafirandin. Civaka kurd û ereb ji ber esil xwedî û niştecihên vê erdnigariyê bûn gelek caran bê hemdê xwe tevlî van lîstik û polîtîqayên qirêt dibûn. Civakên Kurdistaniyên din ên wekî Asûrî û Nastûriyan jî di nav van hêzan de mabûn û geşedanên li Kurdistanê bi her awayî bandor li wan jî dikir.

Qurbaniyên siyaseta îngilîz; Asûrî-Nastûrî

Îngilîzan dixwest di serî de çavkaniyên nefta Mûsil û Kerkûkê û nefta tevahiya Iraqê bikin bin serweriya xwe. Ji bo ewlekariya vê heremê jî dixwestin li herema Colemêrgê di navbera bakurê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê de herêmeke tampon ava bikin. Ji bo avakirina herêmeke tampon jî di vê heremê de avakirina dewleteke xirîstiyan ji xwe re wekî amûr didîtin. Bi vê armancê dewleta îngilîzan aşkera kir ku dixwaze di navbera Colemêrg-Salmas û Urmiyê de dewleteke xirîstiyan ava bike.

Asurî-Nasturiyên ku gelek caran bi qirkirina kurd û osmaniyan re rûbirû mabûn baweriya xwe bi waed û polîtîkaya îngilîzan anîn û dest avêtin çekan. Asurî-Nastûriyên ku di şerên berê de cih û warên xwe hiştibûn û ji herêmê reviyabûn û li derûdorên din belav bûbûn vegeriyan û di vê heremê de kom bûn û ji bo li dijberî desthilatdariya tirk serhildanekê bidin destpêkirin dest bi amadekariyan kirin. Nastûriyên ku li Hewler, Kerkûk û Rewandizê dijiyan, îngilîzan çek didan wan û ew rêdikirin navenda serhildanê herema Colemêrgê. Îngilîzan vê carê dê Asûrî – Nastûrî ji berjewendiyên xwe re bikirana qurbanî.

Li gorî gotinên Albay Reşat Halil; “…Tirkiyeyê jî li hember van polîtîkayên îngilîzan tedbîrên xwe gittine, armanca Tirkiyeyê ew bû ku destê îngilîz ê ku Nastûrî ji xwe re dikir hincet û dirêjî vê herêmê bûye bişikîne, vê heremê bi temamî ji Nastûriyan paqij bike û di pirsgirêka Mûsilê de destê xwe xurt bike.” Li gorî van armancan dewleta Tirkiyeyê dest bi xebatên xwe kirin.  Li gorî vê plansaziyê dê di serî de çekên di destên Nastûrî-Asûriyan de bihatana komkirin. Heke çekan teslîm nekin û li ber xwe bidin li gor wê jî tedbîr hatibûn girtin. Heke serhildan dest pê bike di pêvajoya serhildanê de ji bo ku ji wan re alîkarî ji Îran û ermeniyan neyê tedbîrên dorfireh hatibûn girtin. Ji bo eşîrên kurd piştgirî bidin artêşa tirk hevdîtin hatibûn kirin û tedbîr hatibûn girtin.

Siyaseta kirêt a dewleta tirk

Dewleta tirk ji hezîrana 1924’ an dest bi propagandaya ji hev cudakirin, ji hev dûrxistin û dijber kirina civaka kurd û Asûrî-Nastûriyan kiribû û bi ser ketibû. Ji eşîrên kurdan kîjan eşîrê dê bi çiqasî hêz û bi çi awayî alîkarî bidana artêşa tirk tev yek bi yek hatibûn diyarkirin. Ji bo piştgiriya kurdên Rojhilat bi Simko (Smaîl Axayê Şikakî) re têkilî hatibûn danîn. Simko piştgiriya xwe diyar kiribû. Ji hêzên leşkerî yên herêma Wan û Colemêrgê dê çend efser, bijîşk, 400-500 leşkerên pispor, çend telefonvan, çend xebatkarên tenduristiyê, 500-600 leşkerên ji eşîran û ji fermandariya sînorê Îranê serfermandarek wekî alîkar bidana bin fermandariya Simko.

Di vê serhildanê de peywira Simko li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê tengavkirina tevgera Asûrî-Nastûriyan bû. Dê artêşa tirk ji milê Tirkiyeyê ve, hêzên Simko jî ji hêla Îranê ve bi ser Asûrî û Nastûriyan ve biçûna û dê hêzên Asûrî-Nastûrî di nav herdû hêzan de bihatina eciqandin. Di vê hevkariya tirk û Simko de nêzikahiya desthilatdarên tirk a li hemberê Simko jî baş tê fêmkirin. Li dijî dewleta Îranê xweşbînî û alikariya desthilatdariya tirk a ji bo Simko li vir vedigere hevkariyê.

Îngilîzan Asûrî-Nastûrî berbi serhildanê ve biribûn, lê di encama serhildanê de wê destkeftiyên tirkan ji yên îngilîzan zêdetir bûna. Ji ber ku serhildan bi herêmek teng ve girêdayî bû eciqandina serhildêran gelek hêsan bû. Di vê eciqandinê de dê piraniya Asûrî-Nastûriyan bihatina kuştin, yên ku bimana jî dê piraniya wan bireviyana û ji heremê dûr biketina. Bi vî rêbazî dê herem ji Asûrî-Nastûriyan bihata paqijkirin.

Nakokiya olperestiyê

Ji hêla din ve jî, ji ber ku kurd di heremeke erdnîgariya Kurdistanê de ji avakirina dewletek xirîstiyan aciz bûn dê li dijî hewldana avakirina dewleta Asûrî-Nastûriyan nerazîbûna xwe nîşanbindana û xwe bidana milê tirkan. Ev helwesta kurdan ji bo tirkan destkeftiya herî girîng û hêja bû. Destkeftiyek tirkan ya din jî bi têkçûna Asûrî-Nastûriyan dê artêşa tirk li vê herêma ku wek dilê Kurdistanê ye bi cih bûbûya û serweriya xwe xurt bikira. Êdî wê karibûya bi hêsanî mudaxaleyê tevahiya eşîrên kurdan bikira.

Ji peymana Lozanê vir ve di navbera eşîrên kurd û desthilatdarên tirk de gelek nakokî derketibûn û dewleta tirk nikaribû tevahiya eşîran kontrol bike. Bi hinceta vê serhildanê hem têkiliya xwe bi kurdan re pêşxist, hem jî hêza xwe ya leşkerî di dilê Kurdistanê de bi cih kir û bi hêsanî mafê mudaxaleya civaka kurd bi dest xist. Dewleta tirk bi van hewldan û destkevtiyên xwe dê plana îngilîzan a ji bo ewlekariya nefta başûrê Kurdisatanê avakirina herêmek tampon vala derxistina.

Defika dewleta tirk     

Li gorî vegotinên waliyê Colemêrgê Rifat Beg di 7’ê tebaxa 1924’an de yekîneyeke tirk a ku waliyê Colemêrgê jî di nav de bû ji bo tespîtkirina cihên sehildêrên Asûrî-Nastûriyan û plansaziyên xwe yên cuda derdikevin keşfê. Berxwedêrên Asûrî-Nastûriyan ev yekîne xistin defikê. Walî û çend kes dîl têne girtin. Serdarek û çend leşker jî tên kuştin.

Berxwedêrên Asûrî-Nastûriyan nizanibûn di nav vê yekîneyê de waliyê Colemêrgê Rifat Beg jî heye. Rojek dû re dema ku hîn dibin walî jî di nav de ye demildest walî berdidin. Ji ber ku dewleta tirk ji bo eciqandina vê serhildanê bi biryar bû û amadekariyên xwe kiribûn ev bûyer ji xwe re wek derfetek dît û ji xwe re kir hincet ku bi ser hêzên Asûrî-Nastûriyan ve biçe. Der barê wê bûyerê de waliyê Colemêrgê Rifat Beg ê ku dîl hatibû girtin wiha dibêje ; “…her çiqasî vê bûyerê ji çavên min rondik dabin barandin jî, ji bo paqiijkirina civaka Asûrî-Nastûriyan a ji heremê sedem û derfeteke gelek baş pêşkêşê dewleta me kiriye…”

Piştî ku peymana Lozanê hat destnîşankirin û Komara Tirkiyeyê di qada navneteweyî de hat nasîn Serhildana Asûrî-Nastûriyan a yekemîn bû. Têkbirina vê serhildanê ji bo komara nû gelek girîng bû. Bi serkeftina xwe ya li dijî berxwedêrên Asûrî-Nastûriyan dê prestîjek xurt bidest bixista û tirs û xova xwe li ser civakên din ferz bikira. Lewre ji bo têkbirina serhildanê ji hêla serfermandariya navendî ve plansazî û amedekariyên gelek xurt hatibûn kirin.

Plansaziya qirkrinê hat amadekirin

Di 13’yê tebaxa 1924’an de plansaziya eciqandina civaka Asûrî-Nastûrî ji hêla serfermandariya navendî ve pêşkeşî serokwezîr hate kirin. Plansaziyeke dorfireh hatibû amadekirin. Li gorî wê plansaziyê liv û tevgera leşkeriyê dê li Colemêrg, Bêşebap, Hodrîş, Cizîr, Wan, û Mêrdînê çewa be û dê kîjan rê û rêbazan bikar bînin yek bi yek hatibûn dîyarkirin.  Di xala 4’emîn a plansaziyê de wiha dihat gotin; “…ji ber ku eşîr heremê baş dinasin û rê û rêbazên heremê baş dizanin li herema Colemêrg, Bêşebap, Gilîgoyan, Şirnex û Cizîrê dê di bin fermadariya rêberên eşîran de hinek efserên bi bawerî bên pêwirdarkirin û di bin pêşengiya wan de dê ev hêz êrîş bibin ser hêzên Asûrî-Nastûriyan. Leşkerên din jî wekî hêzên alîkar bi tîmên piçûk dê li dû wan tevbigerin.”

Di xala 6’emîn de jî wiha dihat gotin; “…bi şertê ku Simko ji me re xizmetê bike hewceye ku em wî bişînin herêma Xoy û Urmiyê da ku li wir tevgerîna Asûrî-Nastûrî û ermeniyan ya herêma Şemzînanê asteng bike ku Nastûrî û ermeniyên li wê derê ne nekaribin alîkarî bidin serhildanê. “Ji bilî vê yekê û ji bilî rêveberiya serfermandariya parleşkeriyê piraniya leşkerên milê artêşê ya 7’ emîn a ku ji bo eciqandina serhildanê hatibû pêwirdarkirin ji kurdan pêk dihat.

Trajediya kurd

Wekî ku tê dîtin; tirk û îngilîz ji bo bi destxistina mewziyan li dijî hevûdu di nava plansaziyên kirêt de ne. Lê yên ku tên qurbankirin civaka Asûrî-Nasturî ye. Mixabin yên ku wekî şûr tên bikaranîn jî wekî her carî kurd in.

Di geşedanên pêvajoya serhildanê de xala herî trajîk yek jî wekî fermanderekî hebûna Îhsan Nûrî Paşa ye. Di nava efserên milê artêşa 7’emîn de Îhsan Nûrî Paşayê kurd ê ku yek ji endamên Tevgera Azadiyê bû û piştre dibe yek ji pêşengên rêxistina Xoybûnê jî hebû. Desthilatdarên komara tirk a nû şûrên xwe yên xwînî dan destê kurdan û Asûrî-Nastûrî bi wan dan qetilkirin. Dû re heman şûr li kurdan zivirî û bi dehan caran kurd ji qirkirinê derbas kirin.

Plana ku serfermandariya navendî ya tirk pêşkeşê serokwezîr kiribû di lijneya wezîran de hat erêkirin. Piştî plan hat erêkirin artêşa tirk û bi hevkarên xwe eşîrên kurd ji çar hêlan ve êrîş birin ser herêma Asûrî-Nastûriyan. Berxwedêrên Asûrî-Nastûriyan encax karîn mehekî li ber xwe bidin. Piştî mehekî herêm ji Asûrî-Nestûriyan hat “paqijkirin.” Lê bi wateya xwe ya rastî hat “paqijkirin”. Ji civaka Asûrî-Nastûrî kes li heremê nema.

Bêbextiya îngilîz

Du sedemên bingehîn ên ku operasyona tirkan bi hêsanî ber bi serkeftinê ve bir hene.

Ya yekemîn; Asûrî- Nastûrî bi salan bû bi îngilîzan re di nava tifaqê de bûn, bi teşfîka wan dest bi serhildanê kirin, soz û bexta piştgiriyê û paraztinê dabûn wan. Lê piştî ku serhildanê dest pê kir bi soz û bexta xwe ve girêdayî tevnegeriyan, ew bi tena serê xwe ve hiştin û ya herî girîng ji qirkirinên dewleta tirk re jî bêdeng man.

Ya duyemîn jî; eşîrên kurd yên wekî Gewdan, Mamxuran, Pavrîz, Zeşifiriki, Kirovî, Bardino, Goyan, Perwari û Elbakê yên ku herêmê bihust bi bihust nas dikirin û ji yekeyên tirkan re pêşengiyê dikirin û bi awayekî çalak tevlî şer û pevçûnan dibûn.

Di rewşeke wiha de qirkirina civaka Asûrî-Nastûriyan bi awayeke gelek hêsan li gorî xwesteka desthilatdariya tirk pêk hat. Serhildana ku bi teşfîq û piştgiriya îngilîzan û bi hêviyên gelek mezin di 7’ê tebaxê de dest pê kir di i 26’ê îlonê de bi qirkirin û trajediya mezin a civaka Asûrî-Nastûrî bi dawî bû.

Dikarî Biecibînî