aram

13’yemîn salvegera Azadiya Welat pîroz be

Rizoyê Xerzî

Wekî dibêjin ‘sal wekî sîleyan derbas dibin’. Wekî ku beriya çend rojan be tê bîra min dema ku min nû ji bo xebatê serî li rojnameya Azadiya Welat da. Di dawiya sala 2003’an de bû wê gavê rojname heftane bû. Ji wê demê de û heta sala 2016 ji bilî 3 salên ku min ji bo projeya wergera pergala xebitandinê ya Linux’ê navber da xebata xwe, min cihê xwe wekî nivîskar û xebatkarekî di rojname yê de girt.

Ez dikarim bêjim ku ew salên herî bi wate ên jiyana min bûn. Berê jî haya min ji nivîsa bi kurdî hebû û min demekê di kovarekê de xebatkiribû û min bi kurdî helbest di nivisandin lê wekî karê rojnamegerî cara pêşî li Azadiya Welat min perwerdeya rojnamevaniyê dît.

Ji destpêkê de û heta dawîyê tevî hemû zehmetiyan, tevî girtin û binçavkirinan û tevî kuştina rojnamevan û belavkarên vê rojnameyê ew her li ser kevneşopiya xwe ma û xwendevanên xwe ji agahî û nûçeyên bi zimanê kurdî bê parnekir.

Ji destpêkê de misyona ku girtibû ser milê xwe ewbû ku kurd ne wekî xelk behsa wan dikin lê wekî ew behsa xwe bike, bûyer wekî qewimîye ne wekî ku ji alî desthilatyan ve hatiye hûnan û ziman ne yê hatiye ferzkirin lê bi zimanê xwe xwestiye bûyer û nûçe yan pêşkêşî gelê xwe bike.

Azadiya Welat ji rojnameyekê bêtir misyoneke din a girîng jî dabû ser milê xwe û li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bibû wekî dibistanekê ji bo fêrbûna zimanê kurdî. Mirov dikare bi rihetî bêje ku piraniya nivîskarên kurdên piştî salên 90’î bi rengekî ji rengan an kedkar û xebatkar an jî şagirtên vêdibistanê bûn.

Bi rastî jî tevî hemû zor û zehmetiyên xebatê her roja ku serê sibehê mirov berhema wê keda ku kiriye li berçavên xwe didît, ew zor û zehmetî li berçavên mirov hesandibûn.

Di nava wan salan de bi dehên hevalên ku me bi hevre xebat kir hatin girtin, bi dehên hevalan ji bo neyên girtin bi çol û çiyan ketin, bi dehên hevalan ji ber dozên giran ên li wan hatin vekirin berê xwe dan welatên xerîbiyê hin hevalan jî jiyana xwe jî ji dest dan.

Di vê pêvajoyê de bi sedan lêpirsîn û doz li rojnameyê hatin vekirin.  Di dozan de ji bo ku behsa zimanê kurdî û rojnameya kurdî neyê kirin û di girtekên fermî yên dewletê de derbas nebe digotin bi zimanekî nayê fêmkirin weşanê dike.

Lê tevî hemû zor û zehmetiyan bi dehan hevalên din cihê wan hevalên xwe vala nehiştin.  Wekî çemê ku herdem ava xwe nû dike û her diherike,ew rojname jî wiha ma her wekî çemekî zelal ku bi merdî ava xwe ya zelal li dar û berên derdora xwe belav dike.

Ji aliyekî de rojnameya Azadiya Welat di 2006’an de bibû rojane û gihiştibû ber destê xwendevanên xwe ji aliyekî din de bi şêwe û rêbazên cuda ew pêkotî û bêtehemûliya li dijî kurdî berdewam dikir. Desthilatdariyê bi her awayî polîtîkayên xwe yên tunehesibandin û tunekirinê li ser gelê kurd û zimanê kurdî disepand. Yek ji van sepandinê dewletê jî tunekirina qada zimanê kurdî bû û rojnameya Azadiya Welat jî yek ji wan derfetan bû ku civaka kurd zimanê xwe hîn dibû û bi pêş dixist. Lewra di 29’ê Cotmeha 2016’an de careke din vê bêtehamuliya xwe nîşan da û rojnameya Azadiya Welat girt.

Piştî girtina Azadiya Welat rojnamegerên kurd bi navê Rojeva Medya di 11’ê mijdara 2016’an de vê carê rojnameya kurdî derxistin. Rojeva Medya jî di 25’ê Tebaxa 2017’an de hat girtin. Bi girtina Rojeva Medya rojnamegerên kurd careke din bi navê Welat di 26’ê Tebaxa 2017’an de dest bi weşangeriyê kirin. Rojnameya Welat jî bi giştî 216 hejmaran di 29’ê adara 2018’an de ji ber zextên dewletê li ser çapxaneyan, tu çapxaneyê nema rojnameya Welat çapkirin û rojname neçar ma xwe bigire.  Bi girtina rojanameya Welat êdî bi awayekî çapkirî rojnamegeriya li ser kaxizê qediya.

Piştî bi dawîbûna rojnameyên kurdî yên çapkirî rojnamegerên kurd li ser înternedê ji 25’ê Gulana 2018’an ve ye rojnameya dijîdal e-rojnameyê derdixin. Niha li bakurê Kurdistanê tekane rojnameya bi kurdî weşanê dike, e-rojname ye. Ev wekî kevneşopiya çameniya kurd û rojnameya Azadiya Welat têzanîn û dîtin.

Salvegera 13’emîn a rojnameya Azadiya Welat li hemû xwendevan, kedkar û xebatkarên çapemeniya kurdî pîroz be.   Ji dîroka vê kevneşopiyê jî wiha xuya dike ku tevî hemû zor û zehmetiyan dê her wê misyona ku ji destpêkê de dabû ser milê xwe berdewam bike.

Çawa ku di bin şert û mercên herî zehmet de vê rojnameyê dikaribû xwe bigihîne van rojan ez bawerim ku ji îro şûnde jî dê bi rengekî ji regan vê xebata xwe berdewam bike û tu caran dûrî rol û misyona xwe nekeve û xebatên xwe yên ji bo xizmeta zimanê kurdî berdewam bike.

Dikarî Biecibînî