aram

Gelo başûrê Kurdistanê kê birêve dibe?

Planên ku dagirker nikarin bibin serî ango ser bixin, bi rêya PDK’ê û malbata Barzanî li Kurdistanê pêk tînin. Dagirker dixwazin Kurdistanê di çend parêzgehan de bifetisînin û hemû kurdan jî qurbanê van parêzgehan bikin da ku li her cihê ku kurd daxwaza mafê xwe yê netewî dikin bi çeka navxweyî pêşî lê bigirin. Ger gotin di cih de be siyaseta ‘Kurmê darê’ li Kurdistanê birêve dibin û encam digirin.

Dijminên kurdan ji bo vê jî eşîret û malbatên asoya wan teng û tenê ji bo wan desthilat girîng e û desthilatê jî ji bo dewlemendiyê bi kar tînin, ji bo planên xwe guncav dibînin. Ji ber vê zemînê xanedanî û eşîretgeriyê ya li Başûr heyî, ji xwe re weke materyaleke baş dîtin, ji bo mîna kuklayekî bikar bînin. Lewma xanedanî û eşîretgerî, her diçe dibin qilifê hizbayetiyê de li başûrê Kurdistanê  pêş dikeve. Ev çand ji aliyê Barzaniyan ve li Başûr hate pêşxistin û niha bûye yek ji astengiyên mezin li pêşiya netewbûna demokratîk a gelê kurd. Ev malbat an jî eşîr Kurdistanê ji xwe re weke çavkaniyeke madî û pereyan dibîne ji bo bixwin û li ser mezin bibin. Ji fikreke netewî û manewî zêdetir Kurdistan xaknîgariyeke bazirganiyêye ji bo wan. Ji ber vê tu fikrek û derdeke wan a sîstemeke ayîdê xwe pêş bixin nîne. Bi mantalîteyeke bazirganan û madî ji ber tevdigerin, ji wan re girîng nîne Kurdistan bê dagirkirin an neyê dagirkirin. Dikarin di kêliyek de ji bo bidestxistina pereyeke zêde hemû Kurdistanê dagir bikin.

Ji bizava neteweyî ya kurd bi hêrs in

Ji ber vê PDK û bi taybet jî malbata Barzaniyan bihêrs in ji têkoşîna azadî û netewî ya parçeyên din ên Kurdistanê. Ji ber pêşî li zêdetir dewlemendbûna wan tê girtin. Barzanî di daxuyaniya xwe ya herî dawî de jî ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê ku ji bo tevahî parçeyên Kurdistanê têdikoşe û berdêlan dide, got, “Bila şerê xwe ji Kurdistanê dûr bigirin.” Helbet Barzanî cara yekem vê gotinê nake û ji bo têgihiştineke wisa çêbikin, qelembazên xwe dixin dewrê û di berdêla peredayîna kesên qaşo rewşenbîr de hewl didin kurdên Başûr ji kurdên parçeyên din ên Kurdistanê qut bikin.

Ji bo wan ne Xûrmatû, ne Kerkûk, ne Xaneqîn, Kurdistan nîne û ne girîng e ku bê li ser Herêma Kurdistanê. Lê ger wê berjewendiyên wan ên madî têde hebe û hêzên dagirker qebûl bikin, ew jî wê bêyî dayîna berdêlek bixwazin ji van herêman sûd werbigire. Niha hemû bala xwe dane ser Duhok û Hewlêrê. Ji bo wan ev herdu parêzgeh Kurdistan e. Weke din hemû Kurdistan li ber pêyan biçe jî ji bo wan girîng nîne. Kurdistanê ji Duhok û Hewlêrê îbaret dibînin. Li gorî wan divê hemû kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê û herêmên din ên Kurdistanê ji bo berjewendiyên van herdu parêzgehan bixebitin, çavê xwe ji dagirkeran, kujeran re bigirin û dest ji daxwaz kirina mafê xwe berdin. Ger daxwaz bikin jî ji van herdu parêzgehan dûr bisekinin, ji bo zirar negihêje çavkaniyên wan ên dewlemendiyê. Ji ber gelek peymanên wan ên malbatî û şexsî yên bi navê qaşo hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dewletên dagirker re heye.

Li başûrê Kurdistanê dagirkeriya piralî

Dewletên dagirker çavkaniyên ser erd û bin erd ên başûrê Kurdistanê dagir dikin. Dagirker du caran sûd ji Barzaniyan digirin. A yekemîn di berdêla pêşî lêgirtina deskeftiyên kurd li beşên Kurdistanê de peywendiyên bazirganî li gel wan pêş dixin. A duyemîn jî jixwe ev dewlemendiyên Başûr beşeke zêde ji xwe re girtine û heya şaneya herî biçûk jî wan mêtîngeh dikin. Lê li beramber vê bêyî ku tu fêdeyeke gelê Başûr di van peywendiyên bazirganî de hebe, tenê PDK û Barzanî par jê digirin. Ji bo wan îdeolojî, fikir, netewbûn û bûyîna xwedî nasname tev biqasî peyamneke bazirganî girîng nîne.

Ger bi rastî xwedî fikreke netewî ban ku îddîa dikin neteweperestên kurd in dê Hewlêr û Duhok pêşkêşê Tirkiye û MÎT’ê nekiribana. Tu şaneyeke Hewlêr û Duhok nemaye ku ji aliyê îstîxbarata Tirkiyeyê ve ne hatiye kontrolkirin. Jixwe di van demên dawî de li ser daxwaza dewletên dagirker 20 hezar kamera li nav bajêr bi cih kirine.

Bêkarî û hejarî

Ya rastîn em nikarin bêjin Barzanî û PDK, Hewlêr û Duhokê jî Kurdistan dibînin.Tenê ji bo wan, du parêzgehên çavkaniya aborî û bazirganiyê ne. Lê tenê ji bo wan wisa ye, ji ber dema em wisa dibêjin, li van herdu bajaran bi hezaran mirov bêkar û hejar in. Biyaniyên tên herêmên di bin kontrola PDK’ê de baştir dikarin ji welatiyekî herêmê kar peyda bikin. Welatiyên ji ber polîtîkaya şaş (referandûm) a PDK’ê neçar mane ji Kerkûkê û Xûrmatuyê birevin û xwe spartine Hewlêrê di nava hejariyê de dijîn. Yanî yên alîgirên PDK’ê jî hemû ji vê dewlemendiyê sûd wernagirin, tenê malbata Barzanî û beşek ji desthilatdarên PDK’ê yên hevbeşê wan ê bazirganiyê sûd werdigirin.

Di van demên dawiyê de em tim gotinên, “Bila şer ji sînorên Herêma Kurdistanê dûr bigirin. Bila şerê xwe bibin nava sînorên xwe de û herêma me aloz nekin” ji rêveberiya PDK’ê û malbata Barzaniyan dibihîzin. Barzanî ku bi qumara referandûma serxwebûnê îdîa dikir ji bo kurd û Kurdistanê vê pêngavê diavêje, niha berovajiyê wan bangeşeyên xwe çavê xwe ji komkujiyên dewleta tirk û rejîma Îranê yên li dijî Tevgerên Azadîxwaz ên Kurdistanê re digire û hêrsa xwe bi şêweyên cûda tîne ziman.

Ji bo ala Herêma Kurdistanê li giştî Kurdistanê bibe semboleke kurdan heya niha gelek caran li ser siyaset kirine û gotine, parçeyên din vê alê qebûl nakin. Lê me dît ku li Trabzonê geştiyarên Başûr ji ber ala herêmê û nasnameya xwe ya netewî hatin lînçkirin, di dema dayîna nûçeyek li ser herêma Kurdistanê de ala herêmê hate şêlûkirin, ji bo neyê nasîn û di çarçoveya semboleke terorîstî de hat nîşandan. Lê yek gotineke Barzaniyan û hikûmeta dibin yekdestiya wan de ji bo ev heqaretên wan nebû. Lê em dizanin ku bi hezaran pêşmerge û welatiyên ji başûrê Kurdistanê ji bo bidestxistina nasnameyeke netewî û xweserkirina Başûr xwîn rijandine û berdêlên mezin dane.

Partiyên Başûr bêdeng in

Li dijî polîtîkayên nûker û hevkar ên PDK’ê partiyên Başûr bêdeng in. Partiyên din jî bêdeng in. Ew jî di nava pêşbaziyekî bazirganî de ne bi PDK’ê û malbata Barzaniyan re. Kîjan alî zêdetir bikare peywendî li gel dagirkeran çêbike wê ewqas  bibe xwedî pere û dewlemendiyê. Her yek bi parçeyeke erd, baxek, çend şîrketan hatine bêdengkirin û ji bo xwe bixin çavê dagirkeran jî çavê xwe ji hemû komkujî, dagirkerî û mêtîngeriyê re digirin. Ev şer û pêşbaziya tûcarên Başûr bûye yek ji astengiyên herî mezin li pêşiya têkoşîna neteweyî ya kurd.

Têgihiştinek wisa pêşxistine ku şoreşgerên başûr, rojava û bakurê Kurdistanê çav berdane deskeftiyên Başûr û dixwazin ew 2 parêzgehên biçûk ji destê wan derxin. Ji wan dixwazin ku xwe ji Başûr dûr bigirin û dest nedin vê para wan a biçûk. Dibêjin ‘bila biçûk be, ya min be’. Lê Hewlêr û Duhok ku tijî şîrketên biyanî bûne bi tu awayî peywendiya wan bi kurdan re nîne û ji karsazên herêmê zêdetir karsazên faşîst ên tirk, Îran û biyanî fêde digirin. Bi dîtina wan karê ku herî baş kurd bikin, hemû mafên xwe yên netewî û jiyanê ji bo Duhok û Hewlêrê ango malbata Barzaniyan qûrban bikin.

Kurd divê ne Başûr ne jî Kurdistanê ji însafa vê malbata bazirgan ku hevkariyê li gel dijminên kurdan dikin re nehêlin. Gelek welatiyên Başûr bang dikin, dibêjin “Werin Başûr ji van bazirganan û dijminên kurdan rizgar bikin. Heya hûn Başûr rizgar nekin, wê tim rehê xiyanetê û hevkariyê di nava kurdan de rîş berde.” Çavkanî: Newaya Jin / Bêrîtan Zagros

Dikarî Biecibînî