Antonîo Negrî û ramanên Ocalan

Navenda Nûçeyan

Antonîo Negrî balê dikişîne ser gotina; ‘Kapîtalîzm, dawiya dîrokê ye’  û dibêje ku Ocalan vê tespîtê şaş dibîne û weke ‘dereweke ji bo berjewendiyên kapîtalîstan’ dinirxîne. Negrî herî dawî vê nirxandinê dike: “Utopyaya Ocalan a bi navê Konfederasyona Demokratîk bikeve kîjan şerî jî, îxtîmala serkeftina wê heye.”

Antonio Negri

Em ê di vê nivîsa xwe de qala nivîsa ‘Avakirina cîhana nû’ ya ku Antonîo Negrî ya ku di pirtûka “Diyalogên Înşakirina Jiyana Azad” de ji bo Abdullah Ocalan nivîsandiye, bikin. Negrî ev nivîs ji bo pêşgotina pirtûka Ocalan a bi navê “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” nivîsandî ye.

Antonîo Negrî jî wekî Abdullah Ocalan, pirtûkên xwe yên herî girîng di girtigehê de nivîsandî ne. Di destpêka nivîsa xwe de Negrî ji bo dîlgirtina Ocalan wiha dibêje: “Xwendina vê pirtûka Ocalan, ji bo min gelek awarte bû. Ew kesekî girtiye lê bi fikr û ramanên xwe dikare hemû astengiyên li pêşiya xwe derbas bike. Tevî bêderfetiyên heyî jî Ocalan ji bo gelê xwe doktrînên etîk û sivîl ava dike û ji bo pêşxistina nêrînên xwe dixebite. Ew rêberekî siyasî ye. Antonîo Gramschi ji bo gelê xwe çi be, Ocalan jî ji bo gelê xwe ew e.  Ew ji bo her kesî mînak e.”

Antonîo Negrî di dewama nivîsa xwe de balê dikişîne ser gotina; ‘Kapîtalîzm, dawiya dîrokê ye.’  Negrî dibêje ku Ocalan vê tespîtê şaş dibîne û weke dereweke ji bo berjewendiyên kapîtalîstan dinirxîne. Negrî, analîzên Ocalan ên der barê şaristaniyê de dipejirîne û van xebatên Ocalan ên ji dîroka şaristaniya kapîtalîst heta  pêvajoya xweseriya demokratîk balkêş dibîne. Di heman demê de Negrî di nivîsa xwe de pratîka xweseriya demokratîk a li rojavayê Kurdistanê ku encama fikrên Ocala e jî weke mînakeke serbilindiyê nîşan dide. Negrî ji bo pergala xweseriya demokratîk vê nirxandinê dike: “Xweseriya demokratîk hem ji bo Kurdistanê û hem jî ji bo gelemperiya Rojhilata Navîn, pergala herî guncav e.”

Di nivîsa xwe de Negrî balê dikişîne ser hinek rêveberan û dibêje ku kesên wekî Aîme Cesaire (Siyasetmedarekî fransî, 1945 ) û Leopold Senghor (Serokê Senegalê yê yekemîn, 1960 – 80 ) ku mafê tayînkirina qedera xwe red nakin lê li hemberî fikrên avakirina dewletekî sekinîbûn. Lê piştre Cesaire û Senghor jî sonda xwe ya “Wateya mafê tayînkirina qedera xwe, ne avakirina dewletekê ye’ pêk neanîn.

Negrî piştî dayîna mînakên Cesaire û Senghor, nivîsa xwe bi vê nirxandinê bi dawî dike: “Lê li hemberî vê yekê, Ocalan di pratîka xwe de heta niha ev soza xwe bi cih anî ye. Utopyaya Ocalan a bi navê Konfederasyona Demokratîk bikeve kîjan şerî jî, îxtîmala serkeftina wê heye.”

Dikarî Biecibînî