aram

Şîrketa yekitiya berjewendiyan ango AKP belav dibe

Mehmet Şahîn

Tayyîp Erdoganê ku qaşo li dijî desthilatdariya yek kesî bi îdiaya pêkanîna azadî, aştî, edalet, wekhevî û demokrasiyê bû desthilatdar.

Li dijî Erbakan serî hildan

Erdogan û hevalên xwe li dijî desthilatdariya yek kesî bi bertek bûn. Di salên dawîn ên partiya xwe ya berdewama Refah’ê partiya Fazîlet’ê de rexne li serok û rêberê partiya xwe Necmettîn Erbakan û li hemû serokên partiyên din dikirin. Digotin; “Ev kes piştî ku dibin serokê partiyan nizanin careke din meqamên xwe biterikîn û cihê xwe bidin yên nû.”

Piştî mudaxaleya leşkerî ya 28 sibatê ya li dijî hikûmeta Refah’ê bi pêşengiya Tayyîp Erdogan, Abdulah Gul û Bulent Arinç de komek li dijî desthilatdariya yek kesî ya Erbakan serî hildan û “cîhat” îlan kirin. Li ser van rexneyan piştî demeke kurt ji partiya xwe Fazîlet’ê veqetiyan û ji bo avakirina partiyeke nû dest bi xebatan kirin. Di pêvajoya avakirina partiya xwe ya nû de Erdogan rexneyên tund li rêber û seydayê xwe Erbakan dikirin. Seydayê xwe Erbakan wekî kesekî zordest (despot) pênase dikir û digot, “Ev kar di bin pêşengiya Erbakan de nameşe. Nizanin paşve vekişin û herin mala xwe rûnên. Ev rêberên kevn bi saltanata xwe pêşî li pêşketina Tirkiyeyê digrin, herin mala xwe rûnên dê wekî entîqayan rûmeta wan zêdetir be, ji bo serokatiya partiyan pêdivî bi şîroveyên nû heye. Di diyarkirina siyasetê de û di biryar dayînê de di şûna hegomonyaya yek kesî de hewceye aqileke kolektîf hebe û ew aqilê kolektîf her tim serwer be û hwd”

Bi rûpoşa demkratîkbûnê piştgirî wergirtin

Erdogan û hevalên xwe di sala 2001’î de partiya xwe ya nû AKP ava kirin. Di destpêka avakirina AKP’ê de Erdogan û hevalên xwe digotin, “Me kirasê Mîlî Goruş’ê ji xwe kiriye (Ango hişmendiya Refah’ê terikandiye), ji bo me azadî, wekhevî û edalet esas e”. Xwe wekî misilmanên demokrat pênase dikirin. Ev nêrîna xwe bi nêzikatiya xwe ya li hemberî welatên Rojava û Yekitiya Ewropayê ya erênî tacîdar dikirin. Erbakan li dijî Yekitiya Ewropayê bû, li dijî nirx û pîvanên dewletên rojavayî bû. Erdogan û hevalên xwe bi esas girtina nirx û pîvanên rojava û bi îdiaya dê Tirkiyeyê tevlê Yekitiya Ewropayê bikin dest bi kar kirin. Bi vî awayî hewl didan cudahiya xwe ya ji Erbakan nîşanê raya gîştî ya Tirkiyeyê û dewletên Ewropayê bidin. Û bi ser jî ketin.

Armanc zeftkirina pergalê dewletê bû

Di hilbijartinên 2002’yan de AKP bû desthilatdar. Piştî ku di sala 2002’yan de bûn desthilatdar reformên ku hikûmeta Bulent Ecevît der barê Yekitiya Ewropayê de dabûn destpêkirin berdewam kirin. Wekî ku dixwazin tevli Yekitiya Ewropayê bibin nirx û pîvanên Ewropayê derxistin pêş. Armanca wan ew bû bi piştgiriya Ewropayê xwe ji zext û zordariyên mudaxaleya 28’ê Sibatê rizgar bikin.

Ji hêla din ve ji bo partiya wan neyê girtin ji hêla hiqûqî ve jî bergirên pêwîst digirtin. Bi demê re bi alîkarî û piştgiriya Cemaeta Fetullah Gulen hewldanên wan ên tasfiyekirina muxalîfan û zeftkirina pergala dewletê dest pêkirin. Bi dek û dolab û kumpasan pergala leşkeriyê jî di nav de saziyên dewletê yek bi yek bi dest xistin û serweriya xwe gav bi gav tekûz kirin.

Her ku di pergala dewletê bi cih dibûn û desthilatdariya xwe qayim dikirin, ewqasî ji nirx û pîvanên ku di destpêka avakirina partiya xwe de qal dikirin dûr diketin. Roj bi roj bi awayekî bêperwa û bêpîvan ji nirx û pîvanên demokrasiyê, aştiyê, azadiyê, wekheviyê, edaletê dûr diketin û gav bi gav desthilatdariya Erdogan a yek kesî ya otorîter û faşîst ava dikirin.

Di bêpîvaniya xwe de tixub nas nekirin

Desthilatdarî ewqasî wan gêj û serxweş kiribû ku êdî di kiryarên xwe de tu pîvan nas nedikirin. Ji bo Hz. Mihemed nasnameya bi logo ya AKP’ê derxistin û navê kurekî Hz. Mihemed kirin Tayyîp…

Digotin; “Erdogan rêberê ku hemû wesfên Xweda di kesayeta xwe de dihewîne ye, destdana wî jî îbadet e, hewceye em ji bo wî her roj du rekaet nimêja şukurê bikin. Dema ku di mitîngan de wî pêşwazî dikirin digotin ‘qasidê Xwedê hat’…”

Digotin; “Têkoşîna Erdogan dişibe têkoşîna Hz. Mihemed a şerê Uhûdê, girêdaniya xwe ya bi Erdogan re dişibandin girêdaniya sehabeyên Hz. Mihemed. Erdogan wekî siya Xwedê ya li cîhanê pênase dikirin û wî xelîfeyê alema îslamê îlan kirin…”

Digotin;“Tevlibûna mitîngên AKP’ê “farz-ı ayn” e. Yanî şertekî îslamî ya esasî ye. Lewre tevlibûna mitînga AKP’ê ji bo her misilmanî ferz e. Ji bo serketina AKP’ê ya hilbijartinan “hadîs-î şerîf” heye. Kî dengê xwe bide AKP’ê ji bo roja mehşerê “Beraat” distîne, yên ku dengê xwe nedin AKP’ê dê Xwedê li wan bixe. Kesên ku li dijî AKP’ê deng bikarbînin şeytan in. Yên ku li dijberiya AKP’ê dikin xwediyê hişmendiya Xaçî ne…”

Digotin; “Erdogan hêviya hemû alema îslamê ye, di hilbijartinê de deng dana Erdogan erkeke îslamî ye, dengdana Erdogan fermana îmanê ye. Li gorî îslamê îtaetkirina Erdogan ‘farz-i ayn’ e. Li dijî Erdogan derketin heram e, guneh e…”

Tenê bi van gotinan ve neman, di mizgeftan de mitîng li dar xistin, maseya xwe danîn ber mîhrabê, pişta xwe dan qibleyê û propagandayên hilbijartinan kirin. Di qadên mitîngan de di dest de Qur’ana pîroz derketin ser dikan, li ber teneşîrê ji gel deng xwestin, di mehên Remezanê de di nivîsên navbera mînareyan de navê Erdogan nivîsandin, li Kabê dirûşmên siyasî berz kirin û ji bo Erdogan li çepikan dan, bi balafirên karsazên bertîlxwar çûn umreyê, li ber şaredariyê maketa kabeyê çêkirin û tewaf kirin, sofreyên îftarê bi vexwendina stranbêjan kirin qadên şox û şengê…

Xwestin kirêtiyên xwe binixumînin

Hemû tişt li gorî dilê wan birêve diçû. Ji bo çapemeniya Tirkiyeyê bidêng bikin û bixin bin xizmeta xwe bi bertîlan hemû di hewza xwe de kom kirin. Mixabin çapemeniya hewzê jî ew erka xwe ya nebixêr dianî cih. Hemû nirx û rûmetên çapemeniyê bin pê dikirin, heqîqet berevajî dikirin û li gorî berjewendiya desthilatdariya yek kesî tevdigeriya û tevdigere.

Ji 2002’yan vir ve 17 sale AKP bê navber deshilatdar e. Piştî desthilatdariya 17 salan pergala dewletê rûxiya. Aştî, aramî, azadî, demokrasî, edalet, hiqûq, wekhevî jibînîve tune bûne. Aborî têk çûye û rêjeya bêkariyê gihiştiye ji sedî 13’yan, enflasyon wekî cinawirekî har li ser civakê rûniştiye û roj bi roj zêde dibe, bi kurtasî jiyan li civakên Tirkiyeyê kirine dojeh. Li çapemeniya hewzê qet tiştekî nabîne. Çapemeniya muxalîfa ku neerêniyên wan tînin ziman bi zext û zorên wanên bêpîvan re rûbirû dimînin.

Bi Ergenekonî û nîjadperestan re bûn hevalbend

Ergenekoniyên ku bi dek û dolaban, bi hewla darbeyan dixwestin dawî li deshilatdariya AKP’ê bînin û partiyê bigrin û yên ku ji bo girtina AKP’ê destnîşan kom dikirin niha bûne hevalbendên AKP’ê. Erdogan ê ku gotibû min nîjadperestiya MHP’ê xistiye bin pêyên xwe niha hevalbendê MHP’ê ye û ji MHP’ê bêtir nîjadperestiyê dike.

Qaşo li dijî desthilatdariya yek kesî bi dirûşma azadî, aştî, edalet, wekhevî û demokrasî û serî hilda û ji bo pêkanîna wan partiya bi navê AKP ava kir lê piştî 17 salan bi saya hevalbendiya ergenekonî û nîjadperestan bû dîktator.

Li şûna nirx û pîvanan ‘çongdanîn’ esas hat girtin

AKP her ku ji xeta xwe ya avûbûnê dûr diket, ji nirx û pîvanên destpêka avabûnê ji dûr diket nerazûbûnên di nava AKP’ê de jî zêde dibûn. Lê kêsî guh nedida wan nerazîbûnan, di partiya Erdogan de mafê rexnekirinê tune bû. Hedê tu kesî ne bû ku siyaseta Erdogan û kiryarên wî rexne bike. Yên ku îtaetê Erdogan nedikirin û hewl didan rexne bikin gotin di qirika wan de dihat hiştin û ji AKP’ê dihatin dûrxistin. Biştî deshilatdariya AKP’ê ya 17 salan ji 72 avakarên AKP’ê tenê 3 kes di AKP’ê de man. Lê ji bo Erdogan qet ne xem bû ya esas berdewama desthilatdariya wî ya yek kesî bû. Bi hêza zordariya dewletê û bi hêza çapemeniya hewzê ya bêexlaq hemû muxalîf bêbandor dikirin û kirêtiyên ku di nava AKP’ê de rûdidan dinixumandin û ji gel wedişartin.

Têkçûna 23’yê hezîranê destpêka belavbûna AKP’ê ye

Pêvajoya bincilkirin û nixumandina kirêtiyên nav AKP’ê di 23’ê hezîranê de bi dawî bû. Hezîmeta hilbijartinên xwecihî yê 23’yê hezîranê ku bidestê civaka kurd pêk hat kûpa AKP’ê ya ku hetanî niha hemû kirêtiyên genî têde dihatin veşartin şikand. Piştî ku kûp şikest bêhna wê ya genî bi carekî ve li hemû Tirkiyeyê belav bû. Ev bêhna genî roj bi roj girantir dibe lê ya herî girantir hêj maye. Her ku şerê di nav AKP’ê de kûr bibe dê ev bîhna genî girantir bibe. Kirêtiyên di nava AKP’ê de diqewimin roj bi roj ji devê kûpê dirijin û dê birijin.

Edî ne hêza Erdogan û nejî hêza çapemeniya hewzê ya bêexlaq têrî nake kirêtiyan binixumînin û têkçûn û belvabûna AKP’ê ji raya giştiya Tirkiyeyê veşêrin. Şerê topyekûnê li dijî kurdan, qirkirinên siyasî û fizikî yên li dijî kurdan, provakasyonên li dijî HDP’ê, hewldanên dagirkirina başûr, gefxwarinên li dijî Rojava jî êdî têrî nixumandina kirêtî û têkçûna wan nakin.

40 sale li Tirkiyeyê realîteyek heye. Di 40 salên dawîn de kîjan desthilatdariyê di şerê dijî kurd de israr kiriyê bi têkçûn û tunebûnê re rû bi rû mane û çûne sergoya dîrokê. AKP jî wekî yên beriya xwe bi heman aqûbetê re rû bir û ye.

Piştî têkçûna 23’ê yê hezîranê di bin pêşengiya Ahmet Davûtoglu û Alî Babacan de du eniyên muxalîfan ala xwe bilind kirin. Ji niha ve diyare ku dê AKP bibe sê parçe. Lê wisa diyare ku dê ev pêvajo tenê bi sê parçeyan ve bi encam nebe. Di navbera kesên ku di refa Erdogan de cih digrin de ji niha ve şer û pevçûnan dest pê kiriye. Ji niha ve ji bo hevûdu dest bi kolandina tirban kirine. Şerê ku di nava AKP’ê de dest pêkiriye bêguman di nava çapemeniya hewzê de jî berdewam dike. Edî hemû kes dizanin ku geştiya AKP’ê ber bi kûrahiya behrê ve dest bi noqbûnê kiriye. Hinek hewl didin xwe ji keştiyê bavêjin û xwe ji noqbûnê rizgar bikin û hinek jî şerê xenîmetê didin.

Di gefxwarin û şantajê de pispor in

Ji bo baştir were fêmkirin ez dixwazin ji şerên ku di nava koma Erdogan de pêk tên çend mînakan bi we re parve bikim. Ji vana yek şerê di navbera avakarê AKP’ê û şêwirmendê serokomar Bulent Arinç û berdevkê koma AKP’ê ya meclisê Bulent Turan de ye. Arinç got, “Ez Ahmed Turk nas dikim, tu eleqeya wî bi terorîzmê tune ye, kesekî aştîxwaz e…”  Bulent Tûran, bi uslûbeke hişk got, “Duh mezinekî me derketiye dibêje têkiliya Ahmed Turk bi terorîstan re tune ye, hadî ji wêde yahû …” li ser van peyvan Arinç bersiveke dîrokî da Bulent Tûran û got, “Têkiliya xwe bi karên ji bejna xwe mezintir neke, tu carcaran helwestên wisa nebaş nîşan didî lê bi qasê cihê devê pêşûyê bandor li min nake, dê heyfa te be…” Ya girîng helwesta serokê MHP’ê Devlet Bahçelî bû. Bahçelî jî tevilê şerê nava AKP’ê bû. Û bi tewanbariya cimaeta Fetullah Gulen li Arinç gef xwarin.

Yê din şerê di navbera wezirê dadê Abdulhamît Gul û koma pelîkanê ku Ahmed Davûtoglu neçarê îstifa kiribû. Yek ji endamê koma pelîkaniyan nivîskarê rojnameya Sabah’ê Dîlek Gungor di nivîsa xwe de  got, “Gelo haya we ji xetereya ku di damendiyê de pêk tê heye, kesên ku endamên cimaetê ne di dadmendiyê de astên girîng de tên erkdarkirin” wekî ku Davutoglu ji xwe re kiribûn hedef û tasfiye kiribûn îcar jî Abdulhamît Gul ji xwe re kirin hedef. Bersiva Abdulhamît jî ji bo teşhîrkirina endamên cimaeta Gulen berê gelek girîng bû. Gul got, “Kesên ku berê bi Fetoyiyan re ji heman firaqê meklûbe dixwarin nikarin di têkoşîna li dijî Fetoyiyan de dersê bidin me”

Di çapemeniya hewzê de şerê rantperestan

Ez dixwazim mînaka dawîn jî ji çapemeniya hewzê bidim. Nivîskara rojnameya Yenî Şafakê Ozlem Albayrak di nivîsa xwe de cezaya ku li seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu hat birîn rexne kir û wekî tol girtina têkçûna 23’yê hezîranê pênase kir. Ji ber ku nivîsa wê di rojnameyê de nehat weşandin helwesta rojnameyê rexne kir û ji nivîskariya rojnameyê îstifa kir. Piştî îstifayê ji nivîskarên çapemeniya hewzê, nivîskara rojnameya Sabah’ê Hîlal Kaplan û nivîskarê rojnameya Starê Ersoy Dede bi awayeke tund êrîşê wê kirin û gotin, “Ozlem Bayraktar bi salane wekî xebatkara şaredariya Stenbolê mehane distîne û bi pereyên şaredariyê çûye li Amerîkayê perwerde dîtiye…” Bersiva Ozlem Albayarak a ji bo wan peyamên girîng di xwe de dihewand. Albayrak got, “Raste ez ji şaredariya Stenbolê mehane 4.500 lîre digrim, ev ne tiştek ecêb e. Lê ji kesên ku di qesran de rûdinên, hikûmetan ava dikin û dirûxînin re ecêb tê. Min tu caran ji dewletê îhale negirtine, şêwirmendî nekiriye, nebûme midûrê gîştî û di qesra de rûneniştime.”

Geştiya AKP’ê roj bi roj noqî avê dibe

Hemû bi hev re îstifa bikin belkî jana dilê Erdogan bi ewqasî giran nebe. Lê wekî ku işkenceya Çînê li Erdogan bikin, wezîr û kizîrên berê jî di nav de, her roj yek bi yek, qefle bi qefle giregirên AKP’ê ji endamtiyê îstifa dikin. Bi qasê ku di çapemeniyê de cih digre hejmara îstifayan a ji AKP’ê ji 800 hezar kesî bihuriye.

Pêla îstifayan bi Babacan û koma wê dest pê kir. Babacan û koma xwe gotin em êdî bi we re nameşin û nabin şirîkên gunehên we û îstifa kirin. Piştî ku Davutoglu û koma xwe bi gefa îxracê re rû bi rû man wan jî gotin AKP ji nirx û pîvanê destpêkê dûr ketiye û îstifa kirin.

Li dijî desthilatdariya Erdogan serî hildan

Lê îstifaya her balkêş ya wekilê AKP’ê yê Amedê yê berê Cûma Îçten bû. Beriya demekî kampanyayeke ciwanên kurd hebû, bang li ciwanan dikirin, digotin “serî hilde” Cuma Îçten wekî ku tevlê wê kampanyayê bibe got, “ez serî hildidim”. Ya herî balkêş sedemên ku Cuma Îçten ji bo serî hildana xwe rêz dikirin sedemên hemû serhildanên kurdan yên sed salî ne û sedemên dest pêkirina kampanyaya serhildana ciwanên kurd bixwe bûn.

Cûma Îçten sedemên serhildana xwe wiha rêz dikirin; “…beyê ku di destê wan de biryareke dadgehê hebe bi destê qeyûman şaredariyan desteser dikin, hiqûq ji bo kurdan cuda ji bo tirkan cuda dixebite, li milê kurdan dema ku şaredaran ji peywirê digrin di şûna wan de qeyûman pêywirdar dikin û meclisên şaredariyan fesih dikin, li milê Tirkiyeyê dema şaredaran ji peywirê digrin meclisên şaredariyan şaredarên nû hildibijêre, bi betalkirina encamên hilbijartînên Stenbolê yê 31’ê adarê vîna gel tine hatiye hesibandin, xalên Lijneya Hilbijartinan ya Bilind (YSK) û hiqûq hatiye binpêkirin, nasnameya serokomar a siyasî cudakariyan derdixe pêş û rûmeta serokomariyê dadixe jêr, dozger û dadgerên Fetoyî bi hezaran kes mexdûr kirine û ew mexdûriyek ji holê nehatiye rakirin, di 5 salên dawîn de kurd tune hatine hesibandin… Li dijî desthilatdariya yek kesî, li dijî bêedaletiyan, li dijî bêhiqûqiyan, li dijî nelirêtiyan, li dijî cotstandartiyan, li dijî zilm û zordariyan ji bo parastina heq û hiqûqê em ketine pêvajoya serhildanê…”

Belê di 2001’an de Erdogan li dijî seydayê xwe Erbakan serî hilda bû. Piştî 18 salan di AKP’ê de li Erdogan serhildan heye. Li dijî desthilatdariya wî ya yek kesî ji bo demokrasiyê, ji bo azadiyê, ji bo heq, hiqûq û edaletê serhildan heye.

Piştî 18 salan yên ku ji AKP’ê îstifa dikin çi dibêjin?  

Erdoganê ku di sala 2001’an de li dijî saltanata Erbakan a partiya Fazîlet’ê serî hilda bû niha bi salatanata xwe ya li ser Tirkiyeyê bûye pirsgirêka herî mezin ya Tirkiyeyê.

Lê êdî heqîqeteke ku nayê veşartin heye. Ew jî roj bi roj belavbûna AKP’ê ye. Kesên ku AKP û Erdogan pîroz dîtin û wekî pêxember nêzîkî Erdogan dibûn niha dema ku îstifa dikin dibêjin; “Ji ber ku min navê Tayyîp li kurê xwe kiriye ez gelek poşman im, êdî ez ê ji kurê xwe re nebêjim Tayyîp…”  

Dibêjin; “Em xapiyan, Xwedê me efû bike, esil yên ku civakên me xepandine bila ew şerm bikin…”

Dibêjin; “AKP’yî bûn guneh e û heram e, pênaseya umetê xistine bin xizmeta xwe, bi nasnameya xwe siyasî fetvayan didin, ez nikarim çavên xwe li bêexlaqiyan bigrim…”

Dibêjin; “Vana pereyên gel dixwin, ez nikarim çavên xwe li mêtina gel bigrim, ez malên sêwiyan naxwim, ez dest nadim malê dewletê, ez nikarim bi nanê kesî bilîzim, ez nikarim gunehên kesên ku êvarê nikarin nan bibin mala xwe û dawî li jiyana xwe tînin bigrim ser xwe, ez nikarim li pêşber xweda bi rûpoşê bigerim, lewre ez nikarim endamtiya xwe ya vê partiyê bidomînim…”

Dibêjin; “ Heke defterên berê werin vekirin dê hinek kes nekaribin derkevin nava civakê…”,

Dibêjin; “Desthilatdariya AKP’ê bacên ku ji gel kom kirin wekî rant dan şîrketên derûdorên xwe, 25 sale karê ku bi 5 lîreyan werin kirin bi 50 lîreyan çêdikin û pereyên gel dixwin, wekîl, wezîr û şaredarên AKP’ê hemû xizmên xwe di saziyên dewletê de bi cih dikin, xizmên xwe di astên bilind de erkdar dikin, wekî ahtapotan bajêr zeft kirine, yên ku ne ji wan bin xayin îlan dikin…”

Dibêjin; “Azadî, wekhevî, demokrasî, edalet, hiqûq û mafên mirovan hemû di bin piyande ne, partiya edaletê ji edaletê dûr ketiye, bi hevaoka ku ji devê yek kesî derkeve hiqûq pêk nayê…”

Dibêjin; “Ji bo helal bûnê hewceye em ji AKP’ê îstifa bikin, ji qûl re qûlîtî nayê kirin, em ê li gel qesrê cih negirin, em li dijî zilmê serî hildidin…”

Wisa xwiya dike ku çiqasî têkçûn kûr bibê dê ewqasî bêhiqûqî û bêexlaqiyên xwe yên bêpîvan û bênirx ên ku heta niha veşartine vebêjin.

Berxwedana kurd AKP têk bir û xist pêvajoya belavbûnê

Heqîqetên ku 17 sal e muxalîf li dijî desthilatdariya AKP’ê tînin ziman û ji bo wan berdêlên giran didin  niha ji devê AKP’yiyan wekî baranê dibarin. Yên ku ji AKP’ê îstifa dikin û van tiştan dibêjin jibîr dikin ku ew jî şirîkê wan gunehan hemûyan in. Piştî zilm û zordariya 17 salan di pêvajoya têkçûnê de vegotina heqîqetan gelo çiqasî biwate ye?

Hewceye neyê jibîrkirin ku, heke îro ev kes dikarin li dijî Erdogan û AKP’ê bi wêrekî û bi hêsanî van tiştan bibêjin bêguman bi saya berxwedana civaka kurd e. Li gel hemû êrîşên bêpîvan ên qirker yekane hêza ku li ber AKP’ê çong nedaniye û bi berxwedana xwe ya bêhempa AKP bi têkçûnê re rû bi rû hiştiye û xistiye pêvajoya belavbûnê berxwedana civaka kurd bixwe ye.

Desthilatdariyên yek kesî bi hêsanî naçin

Belê, piştî desthilatdariya 17 salan AKP’a Erdogan bi têkçûneke mezin re rû bi û rû ye. Ya girîng dê Erdogan di pêvajoya têkçûnê de texrîbateke çewa li dû xwe bihêle û here. Dîrok wekî heqîqetekî nîşanê me dide ku desthilatdariyên yek kesî wisa bi hêsanî cihê xwe naterikînin û naçin. Dema ku diçin welatekî wêranbûyî û civakeke wêranbûyî li di xwe dihêlin. Hîtler, Franko û Musolînî mînakên herî ber çav in. Hêvîdar im Erdogan di wî warî de îstisna be.

Dikarî Biecibînî