Statûya başûrê Kurdistanê di hedefa Iraq, Îran û Tirkiyeyê de ye

Hikûmeta Navendî ya Iraqê plana bi temamî bêbandokirina Herêma Federal a Kurdistanê xistiye meriyetê û Îran û dewleta tirk jî piştgiriyê didin vê planê. Lê hemberî vê planê jî hêzên kurd ji ber ‘Şerê desthilatiyê’ nikari bibi yek û têkiliyên di navbera partiyên kurd de jî her ku diçe kûrtir dibin

Di navbera Hikûmeta Federal a Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de li ser rêveberiya herêmê nîqaş tên meşandin. Serdanên hikûmeta Başûr ên li Bexdayê di demên dawî de zêde bûn. Her wiha hevdîtinên Yekitiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên bi hêzên kurd re jî zêdetir bûn. Yek ji mijarên esasî yên van hevdîtinan jî rewşa îdarî ya Kerkûkê ye. Her wiha rewşa herêman, rewşa petrolê, aborî, hêzên peşmerge û têkiliya wan a bi partiyan re jî çend mijarên din ên van hevdîtinan e. Her çiqas hevdîtin bi erênî bên nirxandin jî heta niha tu encam jê derneketine.

Piştî Referandûma Serxwebûnê ya Kurdistanê ya di îlona 2017’an de, rêveberiya Bexdayê bi hêzên Haşdî Şabî re îdareya Kerkûkê ji PDK û YNK’ê stend. Her wiha rêveberiya herêmên binîqaş jî ji partiyên kurd stend. Hikûmeta Iraqê ji xeynî Deriyê Sînor ê Semalkaye ku ew jî kontrola wê bi nîvî nîviye, hemû sînorê başûrê Kurdistanê û balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê yên navneteweyî ji hikûmeta Başûr stendin. Hikûmeta Iraqê niha jî dixwaze venêrtin û kontrola firotina temamiya petrola li Herêma Federal a Kurdistanê girêdayî xwe bike. Her wiha dixwazin ku hêzên peşmergeyan jî ji kontrola partiyan derxîne û girêdayî artêşa Iraqê ku serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî bi awayekî fiîlî serweriya wê dike ve bê girêdan.

Dixwaze dahata petrolê dewrî Iraqê bike

Hikûmeta navendî ji bo ku serweriya xwe ya li ser hikûmeta Başûr ava bike, dixwaze 3 bendavên mezin li başûrê Kurdistanê çê bike. Her wiha dahata 250 hezar varil petrola herêmê kêm dibîne û dixwaze temamiya dahata petrola başûrê Kurdistanê dewrî budçeya Hikûmeta Navendî ya Iraqê bike. Hat zanîn ku rêveberiya KDP’ê û hikûmeta herêmê li dijî vê yekê derketiye.

Hewldanên bêbandorkirina hikûmeta Başûr

Hewldanên ji bo ku Hikûmeta Federal a Kurdistanê bi temamî bêbandor bibin, bi taybet jî di dema Adil Abdulmehdî ku nêzî Îranê tê zanîn de zêde bûn. Serokwezîr Abdulmehdî di Konferansa Aramiya Aboriya Navneteweyî ku li Çînê hate lidarxistin de li şûna nûnerên hikûmeta herêmê, waliyên Silêmanî û Hewlêrê bi xwe re birin. Li hêla din tê îdiakirin ku Parlamentoya Iraqê pêşniyar kir ku mûçeyên pêşmergeyan ji walîtiyan re bên şandin û ji wir bên belavkirin. Lê pêşniyar ji hêla hikûmeta herêmê ve weke ‘Teqez nayê qebûlkirin’ hate bersivandin. Ev hewldanên Bexdayê jî weke nîşaneya hewldana bêbandorkirina Başûr tên nirxandin.

Di mijara dijminatiya kurdan de yek in

Hat diyar kirin ku Tirkiye û Îran jî piştgiriyê didin pêşniyara Abdulmehdî ya ku dixwaze Kerkûkê bi navenda Iraqê ve girê bide. Bêbandorkirina Hikûmeta Federal a Kurdistanê weke geşedaneke li gorî daxwaz û polîtîkaya Îran û Tirkiyeyê tê nirxandin. Hat zanîn ku dewleta tirk tevî ku petrolê bi awayeke nefermî ji PDK’ê digire û PDK li Kerkûkê piştgiriyê dide Eniya Turkmen jî, piştgiriyê dide hewldana bêbandorkirina rêveberiya başûrê Kurdistanê. Tê gotin ku sazûmankarê vê planê jî Îran e. Tê gotin ku tevî piştgiriya ku PDK di êrîşa ‘Operasyona Pençe’ yê de dide dewleta tirk jî, wezîrê karên derve yê dewleta tirk Mevlut Çavuşoglu di hevdîtinên bi Bexdayê re destnîşan kiriye ku dê piştgiriyê bidin vê planê.

Nameya Çavuşoglu û piştperdeya wê

Çavuşoglu çend hefte berê ji sekretê giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî re nameyeke vekirî şand û xwest ku pêşmerge bi temamî nekevin bin sîwana artêşa Iraqê. Têkildarî vê nameya Çavuşoglu jî pisporan ev nirxandin kir: “Ger ku daxwaza Tirkiyeyê parastina rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê be, wê demê ev yek çima tevî ku di demên dawî de hevdîtin pir zêde jî hebûn di wan hevdîtinan de nehate gotin? Armanca Tirkiyeyê cuda ye û polîtîkaya bêstatûhiştina kurdan dimeşîne.”

Armanca DYA’yê

DYA jî berevajî van hewldanan, dixwaze ku hikûmeteke ku hêza wê ya leşkerî girêdayî Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Federal a Kurdistanê be ku her tim bikare kontrol bike, ava bike. Du sal berê Wezareta Parastinê ya DYA’yê wiha di got: “Pentagon bi Wezareta Pêşmergeyan a ku li dijî DAIŞ’ê têdikoşe re têkiliyan pêş dixe. Em ê alîkariya xwe ya leşkerî û madî ya bi hemû hêzên ku ne girêdayî Wezareta Parastinê re bibirin.” Bi vê daxuyaniyê re jî DYA dixwaze ku pêşmergeyan di bin sîwaneke de ava bike. Lê tê gotin ku dewleta tirk û Îran hewl didin pêşî li van hewldanan bigirin.

Şerê desthilatiyê pêşî li yekitiyê girtî ye

Tê gotin ku tevî vê plana Hikûmeta Navendî ya Iraqê jî, hêzên kurd ji ber ‘şerê desthilatiyê’ nikarin bên bahev û navbera wan her ku diçe bêhtir vedibe. Dema ku ji berpirsyarên Polîtburoya Siyasî ya YNK’ê Mehmûd Sengawî dixwest bi nûnerên li Hewlêrê re bicive, di ketina Hewlêrê de hate astengkirin û asayîşê nehişt ku Sengawî bikeve bajar. Hat zanîn ku ji bo pirsgirêka heyî bê çareserkirin, şandeyeke ku bi serokatiya berpirsyarê Polîtburoya Siyasî ya PDK’ê Fazil Mîranî çû Silêmaniyê û bi rêveberên YNK’ê re civiya. Tê gotin ku şande bi erênî nehate pêşwazîkirin, nîqaşên ji bo çareseriyê bêencam man û vê yekê jî hişt ku navbera herdu partiyan hê bêhtir vebibe.

Sedema kûrbûna nakokiyan

Li gorî hin nirxandinan, sedema kûrbûna nakokiya di navbera her du partiyan de ew e ku her du partî jî dixwazin serweriya xwe ya li ser sazî û herêmê zêde bikin. Tê gotin ku temsîlkirina bi 3 encumenan a PDK’ê ya di Meclisa Bajar a Helebçeyê û ji bo Kerkûkê jî piştgiriya PDK’ê ya bi Eniya Turkmen re kir ku ev têkilî xerabtir bibin. Her wiha KDP li Herêma Kesk (Silêmaniye, Kelar, Helebçe û Germiyan ku weke Herêma Soran tê zanîn) di saziyan de heye lê bi tu awayî destûrê nade ku YNK li Herêma Zer (Herêma ji Zaxo heta Hewlêrê ku weke Behdînan tê zanîn) hebe. Ev jî yek ji sedemên van nakokiyan e.

Çavkanî: Erdogan Altan – HEWLÊR/ MA

Dikarî Biecibînî