Dosya: Serhildana Mele Mistefa Barzanî -1

Mehmet Şahîn

Berxwedana parçebûyî ya li çar parçeyan

Wekî ku tê zanîn di pêvajoya Şerê Yekemîn ê Cîhanê de dewletên emperyalîst, erdnîgariya Rojhilata Navîn di navbera xwe de parve kirin. Di wê parvekirinê de civaka kurd û erdnîgariya Kurdistanê kirin çar parçe. Kurd neçar man bi awayeke çarparçebûyî li dijî çar hêzên dagirker têbikoşin.

Piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê, ev sed sale kurd li Başûr li dijî dagirkeriya ingilîz û desthilatdarên Iraqê, li Rojava li dijî dagirkeriya fransiyan û desthilatdariyên Sûriyeyê, li Bakur li dijî dagirkeriya tirkan û şirîkên wê yên NATO’yê, li Rojhilat jî li dijî dagirkeriya farisan û şirîkên wê yên ŞANGAY’ê li berxwe didin.

Wekî ku tê zanîn piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê, li başûrê Kurdistanê jî serhildanên kurdan wekî li sê parçeyên din bê navber berdewam dikirin. Pêşengên serhildanên Başûr ên sereke Şêx Mehmûd Berzencî û Şêx Ehmed Barzanî bûn. Di serhildanên xwe yên domdirêj de encameke girîng bidest nexistibûn. Lê der barê dayina mafên civaka kurd de hinek soz girtibûn.

Di sala 1930’an de dewleta Iraqê serxwebûna xwe îlan kir. Di pêvajoya îlankirina serxwebûna de jî maf û statûya kurdan ma dibin însafa desthilatdariyên Iraqê de. Bêguman ji hêla kurdan ve qebûlkirina wê rewşê nepêkan bû. Ev dihat wateya berdewama pêvajoya serhildan û berxwedanan.

Di pêvajoya ku serhildanên kurd berdewam dikir de di sala 1933’yan de qralê Iraqê Faysal Bîn Huseyîn mir. Ji ber pir bûna hîzb û mezheban, mirina Faysal rê li ber alozî û gengeşiyên navxweyî vekir. Di nava hîzb û mezheban de şerê desthilatê yê demdirêj dest pê kir. Hikûmeta Iraqê otorîteya xwe ya navendî winda kir. Di wê pêvajoyê de nerazîbûnên her du mezheban şiî û suniyan jî dest pê kir. Li dijî hevdu sor dibûn û vê jî bandoreke neyînî li xebatên hikûmeta Iraqê dikir.

Tifaqa kurdan a li dijî xemsariyê

Ji ber ku hikûmeteke têgihîştî û qayîm tunebû der barê sozên ku ji bo kurdan hatibûn dayîn de tu gaveke erênî nedihate avêtin. Li dijî xemsariya hikûmeta navendî, di bin pêşengiya 40 serokên eşîrên ku giraniya wan li başûrê Kurdistanê hebûn de tifaqa kurdan hate avakirin. Tifaqa kurdan a ku ji 40 serok û rêberên kurdan pêk dihat, di bihara sala 1935’an de ji bo pêkanîna sozên hatine dayîn û soza pêk anîna şerta Cemiyeta Yekbûna Neteweyan a der barê fermîbûna zimanê kurdî de, pêkûtiyên xwe li ser hikûmeta Iraqê zêde kirin. Serok û rêberên kurdan ji bo pêkanînê, lîsteya xwe ya daxwazan raberî hikûmeta Iraqê kirin.

Di lîsteya xwestekan de ev xal hebûn:

– Wekî ku di peymana Cemiyeta Yekbûna Neteweyan a di sala 1936’an de hatibû diyarkirin, bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî.

– Di Meclisa Iraqê ya Neteweyî de bila temsîliyeta neteweya kurd hebe.

– Çavkaniyên dewlemendiyên Iraqê bila bi awayeke adilane bên parvekirin û para kurdan were dayîn.

– Ji bo xurtkirin û pêşketina çandinî û pîşesaziya herêma Kurdistanê, bergirên pêwîst werin girtin.

Piştî ku hikûmeta Bexdayê ya ev xwestekên kurdan girtin, di navbera xwe de hin nirxandin kirin lê tu gavên erênî ne avêtin. Daxwazên kurdan wekî her carê di bêdengiyê de hatin piştguhkirin.

Mele Mistefa weke pêşeng derdikeve pêş

Şêx Mehmûd Berzencî û Şêx Ehmed Barzanî piştî serhildana sala 1930’an a ku bê encam bi dawî bibû, hatibûn girtin û demek şûnde hatibûn mişextkirin. Girtin û mişextkirina Şêx Ehmed rê li pêşengiya Mele Mistefa Barzanî ku birayê wî ye, vekir. Di 13’ê gulana sala 1934’an de hikûmeta Iraqê ji bo malbata Barzaniyan efûyek derxist û destûr dide wan ku careke din vegerin herêma Barzanê. Lê her sê birayên pêşeng ên eşîra Barzaniyan efû nake. Her sê birayan anku Şêx Ehmed, Mihemed Sadik û Mele Mistefa Barzanî mişextî bajarê Hilê yê başûrê Basrayê dike. Piştî du salan, di sala 1936’an de wan neqlî Bexdayê dikin. Di wê serdemê de Şêx Mehmûd Berzencî jî li Bexdayê di mişextiyê de bû. Ev rewş ji bo têkilî danîna her du rêberan, dibe bingeh. Hevdîtin û çûn û hatinên wan a gel hevûdu dest pê dike.

Hikûmeta Bexdayê ji hevdîtinên her du serokên eşîran neraziye. Hevdîtina her du serokên eşîran hikûmeta Bexdayê dixe nava tirs û fikaran. Lewre, Barzaniyan ji Bexdayê mişextî girtîgeha bajarê Nasiriyeyê dike. Liv û tevgerên Barzaniyan li Nasiriyeyê jî berdewam dikin. Dewamkirina liv û tevgara wan dîsa hikûmeta Iraqê aciz dike. Hikûmeta Iraqê di sala 1939’an de wan ji girtîgeha Nasiriyeyê mişextî girtîgeha Altinkoprû û Kifriyê dike. Lê dê li wir jî demekî dirêj nemînin. Piştî demeke kin ew şandin girtîgeha bajarê Silêmaniyeyê. Heta sala 1943’yan jî li girtîgeha Silêmaniyeyê man.

Hevkariya Mele Mistefa û rêxistina HÎWA’yê

Mele Mistefa Barzanî li Silêmaniyeyê bi rêxistina HÎWA’yê re têkilî danî. Di encama wê têkiliyê de bi piştgirî û alîkariya rêxistina HÎWA’yê di sala 1943’yan de ji zindanê direve. Rêxistina HÎWA’yê, rêxistineke çepgir û gelperwer bû. Di sala 1939’an de di bin pêşengiya Rêxistina Dakarê de gelek rêxistinên cur be cur hatibûn gel hev û wekî sîwan, rêxistina HÎWA’yê hatibû avakirin.  Rêxistina HÎWA bi taybet di nava ciwanên kurd ên di Zanîngeha Bexdayê de, di nava serbazên kurd ên di artêşa Iraqê de peywir digirtin, di nava rewşenbîrên kurd ên bajaran û di nava hinek axa û şêxên ku xwedî mal û milk bûn de xwe bi rêxistin kiribû. Rêxistina HÎWA’ yê hevgirtin û yekitiya hemû kurdan diparast. Ji ber vê yekê bi kurdên Mehabadê re di nava hevkariyê de bûn. Ji Komala JK (Îranê) re delege şandin û ji bo reva Mele Mistafa Barzanî bû alîkar.

Mele Mistefa Barzanî û çend kesên li cem wî ji bo xwe ji şopandina Iraqê rizgar bikin, bi alîkariya Latîf Berzencî ku kurê Mehmûd Berzencî ye, derbasî Îranê bûn û xwe spartin eşîra Mameşê ya li Rojhilat. Piştî du-sê meh li wê derê man, careke din bi alîkariya Latîf Berzencî derbasî Başûr bûn û çûn wargeha bav û kalên xwe herêma Barzanê.

Di 2’yê cotmehê de serhildanê dest pê kir

Piştî ku Mele Mistefa hat herêma Barzanê,  ji bo serhildanê dest bi amadekariyan kir. Roj bi roj şervanên kurd li dora xwe kom dikirin. Di demeke kin de hêjmara şervanên wî gihîşt 500-600 kesî. Mele Mistefa bi 500-600 şervanên xwe dest bi serhildanê kir. Çalakiya yekemîn a leşkerî, di 2’yê cotmeha sala 1943’yan de bi desteserkirina Qereqola Şanedarê dest pê kir. Şervanên kurd ên ku di pêşengiya Muhammed Emîn Mîrxan de ev êrîş pêk anîbûn hemû çek, cebilxane û xurekên li qereqolê desteser kirin. Hemû peywirdarên qereqolê yên sax mayî dîl girtin. Di serkeftina wê desteserkirina qereqolê de alîkarî û piştgiriya xebatkarên kurd ên ku li qereqolê peywirdar bûn risteke gelek girîng lîst.

Di 15’ê cotmehê de bi heman rêbazê qereqola Bîra Keviran hate desteserkirin. Di 20’ê cotmehê de êrîş birin ser Qereqola Şîrvanê û piştî dorpêçeke hefteyekê ew jî hat desteserkirin. Di 21’ê cotmehê de qereqola Hezokê hate dorpêçkirin. Leşkerên iraqî yên li qereqolê, radestbûnê nepejirandin. Ji qereqolên Mergasor û Şîrvanê yekîneyên teqwiyeyê xwestin. Hêzên alîkar li Deşta Hêlwane ya di navbera Birsiyavel û Herzokeyê ketin kemîna şervanên kurd. Di encamê de tevî fermandarê wan, artêşa Iraqê 120 windahî dan. 65 kes jî dîl hatin girtin. Hemû cebilxaneya qereqolê û çekên leşkerên mirî û yên birîndaran ketin destên şervanên kurd. Di demeke gelek kin de hemû qerekolên herêma Barzan, Bilê û Mêrgesorê bidest xistin.

Gav bi gav dawî li serweriya hikûmeta Iraqê dihat

Wan qereqolan li Kurdistanê temsîliyeta hebûna serweriya desthilatdariya Iraqê dikirin. Lê bi van êrîşan re artêşa Iraqê ya li herêma Barzaniyan darbeyeke mezin dixwar û dawî li serweriya hikûmeta Iraqê dihat û serweriya herêmê gav bi gav diket destê kurdan. Piştî ku herêm kete destê kurdan, gelek qerekolên derûdor yên wekî Ergiş, Mirvez, Tayl û Şengalê beriya ku bi êrîşa kurdan re rûbirû bimînin ji tirsan xwe radestî kurdan kirin.

Şervanên kurd roj bi roj serkeftin li ser serkeftina xwe zêde dikirin. Bi coş û kelecana serkeftinan êrîşên xwe yên li dijî qereqolan bênavber berdewam kirin. Berê xwe dan qereqolên Beydiyal, Kanibot, Razon, Şeytene, Zeyt, Çem, Seklî, Mirvez, Beyderûn û Kaniya Reş û ew jî bi hêsanî desteser kirin. Di encama wan êrîşan de hejmara qereqolên desteserkirî gihîşt 15’an. Ji ber ku ji wan qereqolan her yek li herêmeke diyarkirî serwer bûn, girtina her qereqolekî dihat wateya bidestxistin û rizgarkirina herêma wê qereqolê jî.

Di desteserkirina wan qereqolan de gelek çek hatin desteserkirin. Beşek ji şervanên kurd bêçek bûn. Ev çek li wan û li şervanên ku nû tevli wan dibûn dihatin belavkirin. Di wê serdemê de ji bo kurdan pirsgirêka herî mezin peydakirina çek û cebilxaneyê bû. Lewre di desteserkirina van qereqolan de çek û cebilxaneyên ku hatibûn bidest xistin ji bo domdariya serhildanê gelek girîng bûn.

Operasyonên mezin û têkçûnên mezin ên artêşa Iraqê

Piştî ku artêşa Iraqê qereqolên xwe yên girîng ên li herêma Kurdistanê winda kirin, ji bo êrîşeke mezin dest bi amadekariyan kir. Piştî amadekariyên xwe yên dorfireh bi hêzeke mezin êrîş bir ser herêma Kurdistanê. Dixwest bi wê êrîşa xwe ya mezin pêla serhildana kurd bişikîne.

Li herêma Kereto ya girêdayî Mêrgasorê di navbera her du hêzan de şerekî dijwar qewimî. Artêşa Iraqê windahiyên gelek mezin dan û di 6’ê mijadara sala 1943’yan de neçar ma ku ji heremê vekişe.

Ew têkçûn bû sedema bilind bûna hêrs û tirs û xova dilê hikûmeta Bexdayê. Hikûmetê Bexdayê bi ser hêrs û qehra xwe ya têkçûnê, di 8’ê mijdarê de operasyoneke hîn mezintir da destpêkirin. Her ku operasyonên wan mezintir dibûn, têkçûn û windahiyên wan hîn mezintir û hîn girantir dibûn.

Artêşa Iraqê nikaribû li dijî êrîşên kurdan li berxwe bide. Her carî derbeyên hîn girantir dixwar û têk diçû. Her carî ku artêşa Iraqê têk diçû moral û motîvasyona şervanên kurd bilindtir dibû û baweriya wan a serkeftinê xurtir dibû. Ji hêla din ve her êrîşa ku li dijî artêşa Iraqê bi ser diket, dibû sedem ku kurd hinek din jî li derdora Mele Mistefa bicivin. Di encamê de di demeke kurt de hêjmara şervanên kurd ên ku tevlê serhildanê bûn gihîşt hezaran kesî.

Dek û dolabên ingilîzan dikevin dewrê

Artêşa Iraqê ya ku her carî li dijî êrîşên hêzên Mele Mistefa bi têkçûnên mezin re rûbirû dima, hikûmeta Bexdayê jî dixist nava tengasiyên mezin. Dema ku dewleta ingilîz dît hikûmeta Bexdayê ketiye tengasiyê, xwe gihand hewara wan. Ingilîzan zanibû ku hikûmeta Bexdayê nikare serhildaneke kurd a dorfireh rabigire. Ji ber vê yekê ji hikûmeta Bexdayê xwest rê û rêbazên lihevkirinê bibîne. Di demsala payîzê de hikûmeta Bexdayê ji bo bi Mele Mistefa re hevdîtinan bike, lijneyek ava kir û şande herêma Kurdistanê. Mele Mistefa ji bo destpêkirina hevdîtinan şertek danî. Ew şert jî Şêx Ehmed Barzanî jî dinavde, vegera hemû kurdên mişextkirî bû. Hikûmeta Bexdayê şertê Mele Mistefa qebûl kir û hemû kurdên mişextkirî vegeriyan malên xwe.

Rikdariya hikûmeta Iraqê bû sedema avabûna tifaqa kurd

Ji aliyê din ve di sala 1943’yan de krîza çandiniyê dest pê kir. Ji çandiniyê qet debir nehat. Kurdên ku piraniya wan bi çandiniyê ve mijûl dibûn û xwarinên xwe bi hilberînên xwe yên ajokariyê bi dest dixistin, bi rewşeke gelek neyînî re rûbirû man. Li heremê birçîbûneke dijwar dest pê kir. Hikûmeta Bexdayê soza alîkariyê da kurdan. Lê şandina alîkariyê li aliyekê, di wê serdemê de kîn û nefreta ereban a li hemberî kurdan bi awayeke zelal xwe da der. Ew nêzikahiya ereban a kîndar û bi nefret cudahiya navbera kurd û ereban kûrtir kir. Kûrbûna nakokiyan a navbera ereb û kurdan de bû bingeha avabûna tifaqa kurdan.

Ingilîzan bi dehan salan bi waedên vala û soz û bextên derewîn, civaka kurd dixapand. Soz û bextên ku di Yekbûna Neteweyan de hatibûn dayin, bi cih ne di anîn. Di wê çarçoveyê de gelek hevdîtin bi hikûmeta Iraqê re hatibûn kirin lê mixabin der barê bi dest xistina mafên civaka kurd de tu pêşketinek çênedibû.

Di wê serdemê de yên li dijî dek û dolabên ingilîz û hikûmeta Bexdayê herî zêde sekneke radîkal û berxwedêr nîşan dida, Mela Mistefa bû. Li dijî hikûmeta Bexdayê serî rakiribû, derbên giran li artêşa Iraqê dabû û piştre jî ji bo lihevkirinê bi hikûmeta Bexdayê re paşve gav dabû avêtin. Ji bo civaka kurd ev yek geşedaneke gelek girîng bû. Serkeftina Mele Mistafa di nava civaka kurd de hêviyek afirandibû. Ev hêvî jî dibû sedem ku kurd hemû xwe tevli refên berxwedana Mele Mistefa bikin. Piştî demekî Mele Mistafa li başûrê Kurdistanê bû yek ji rêberên herî sereke û girîngtirîn.

Şert û mercên heyî rengekî neteweyî da berxwedana Mele Mistefa

Di destpêka serhildanê de daxwazên Mele Mistefa yên ji hikûmeta Iraqê ji mafên neteweyî zêdetir, mafên heremî, malbatî û eşîrîne. Daxwaza wî ya sereke û ya herî girîng a ji hikûmeta Iraqê ew bû ku dewleta Iraqê dest nede eşîra Barzaniyan. Li gel xwesteka ku Şêx Ehmed ji mişextbûnê vegere, xwesteka wî ya herî girîng yek jî ew bû ku, hemû malbatên Barzaniyan vegerin,  li gundên xwe bi cih bibin û jiyana xwe ya berê bidomînin bû.

Rêxistinên wekî HÎWA, Darkar û Birayetî û Partiya Komunîst ku  xweserî û azadiya civaka kurd dixwestin, pir beriya berxwedana Mele Mistefa hatibûn damezirandin û dest bi têkoşînê kiribûn. Lê ji ber ku di nava civakê de û xwe nedabûn nasîn û xwe baş bi rêxistin nekiribûn, Mele Mistefa wekî rêbereke neteweyî derket pêş û berxwedana Mele Mistefa ya herêmî vegeriya tevgereke neteweyî. (Dê bidome)

 

Dikarî Biecibînî