Dosya: Serhildana Mele Mistefa Barzanî – 2

Mehmet Şahîn

Destpêkirina hevdîtinan lîstik bû

Dema ku di navbera Mele Mistefa û hikûmeta Iraqê de hevdîtinan dest pê kir şer rawestiya û xwestekên herdu aliyan derketin pêş. Hikûmeta Bexdayê ya Nûrî Saît ji bo hevdîtinan Mecîd Mistefa yê ku ew bixwe jî kurd bû û hem ji hêla kurdan ve hem jî ji hêla Mele Mistefa ve dihat heskirin peywirdar kir.  Mecîd Mistefa wezîrekî hikûmeta Iraqê bû. Hikûmeta Iraqê bi avakirina wê lijneyê armanc dikir ku, di navbera xwestekên Bexda û kurdan de nermahiyek çêbibe û lihevkirin pêk were. Bê guman ev pêşniyar û plansazî bi destê Ingilîzan hatibû amadekirin.

Wekî ku dihat payîn hevdîtinên di navbera Mecîd Mistefa û Mele Mistefa de bi lihevkirinê bi encam bû. Beriya ku Mele Mistefa here Bexdayê û protoqolên lihevhatinê destnîşan bike dê hikûmeta Bexdayê ev xal bi cih bianiyana:

–  Karmendên ku bertîl digirtin û bi kiryarên xwe yên nebaş bandoreke neyînî li ser gel hiştibûn dê ji peywirê bihatina girtin.

– Dê herêma Kurdistanê wekî eyaletekî bihata demaezirandin. Dê bajarên Kerkûk, Silêmaniye û Erbîlê bi tevî navçeyên xwe,  ji navçeyên bajarê Mûsilê, Duhok, Akre, Şeyhan, Sîncar, Zaxo, Amediye, ji navçeyên bajarê Diyala, Haqîn û Mendeliyê, dê di nava damezirandina Eyaleta Kurdistanê de cih bigirtina.

– Zimanê kurdî dê wekî zimanê fermî bihata pejirandin.

– Dê zirar û ziyanên kurdan hemû bihatina tanzîmkirin.

– Dê wezareta ji Eyaleta Kurdistanê berpirsiyar bihata damezirandin û wezîrekî kurd bihata tayinkirin.

Piştî hevdîtin bi dawî bûn Mecîd Mistefa ji bo pêkanîna xalên li hevkirinê vegeriya Bexdayê û ji bo ku hikûmet xalên ku di peymanê de hatine diyarkirin têxe pratîkê dest bi xebatan kirin. Lê armanca hikûmeta Bexdayê ne çareserkirina pirsgirêkê bû. Armanca Ingilîz û hikûmeta Bexdayê ew bû ku careke din civaka kurd bixapanîn û ji bo amadekariyên xwe dem kezanç bikin. Ji ber ku hikûmeta Bexdayê bi awyeke dirust û bi niyeteke baş a çareseriyê nêzikê peymanê nebû pêkanîna xalên peymanê bi derengî xistin. Piştî çend mehan di 3’yê hezîrana sala 1944’an de hikûmeta Nûrî Saît îstifa kir û peyman bê xwedî li holê ma.

Hikûmeta Hemdî El-Bacaci peyman nas nekir

Hikûmeta Hemdî El-Bacaci hat ser kar. Piştî ku El-Bacaci hat ser kar, daxuyand ku peymana ku hikûmeta Nûrî Saît bi kurdan re çêkiriye nas nake. Wezîrê kurd Macîd Mistefa ji pêwirê digre û gelek efserên kurd ên dinava artêşa Iraqê de bin çav dike û digre.

Pêvajo careke din vegeriya serî. Wekî her carî careke din kurd hatibûn xepandin. Ev rewş di nav kurdan de bû sedema bertekeke gelek mezin. Ji herêma Akreyê heta Amediye û Rewandizê kurdên heremê dilsoziya xwe ya bi Mele Mistafa re ragihandin. Eşîra Zebarî ya ku bi dijminahiya xwe ya li hember Barzaniyan dihat nasîn jî piştî hevdîtina bi Mele Mistefa re piştgiriya xwe ya serhildanê diyar kir.

Tifaqa rêxistin û eşîran pêş dikeve

Mele Mistefa ev fersenda ku derket holê baş bi kar anî. Bi gelek eşîran re hevdîtin pêk anî û piştgiriya wan girt. Di heman pêvajoyê de bi keça Mehmûd Axa yê serokê eşîra Zebariyan re zewicî û hîma têkiliya xwe û Zebariyan qayimtir kir. Mele Mistefa di pêvajoya piştî serhildana sala 1943’yan de tenê têkiliya xwe ya bi eşîran re xurt nekir. Di heman demê de bi rêxistinên ku di wê serdemê de li dijî hikûmeta Bexdayê li berxwe didan jî têkiliyên xwe xurt kirin. Di nava wan rêxistinan de rêxistina herî girîng û bi hêz rêxistina HÎWA bû.

Rêxistina HÎWA di serhildana 1943’yan de risteke girîng lîstibû. Bi berxwedana xwe roj bi roj di nava gel de hêz û rêxistinbûyina wê xurtir dibû. Di pêvajoya berxwedanê de xebatên propagandayê di bin pêşengiya rêxistina HÎWA de dimeşiyan. Bi saya propogandayên HÎWA polîtîkayên hikûmeta Bexdayê yên xapînok û bêbext hatin teşhîrkirin. Ji hêla geşedanan ve di agahdarkirina gel de û di teşhîrkirina nokerên di navbera hikûmeta Bexda û kurdan de roleke girîng lîst. Di heman demê de rêxistina HÎWA ji bo rewşenbîrên li Bexda û bajarên din ên Iraqê tevli têkoşinê bike kedeke mezin dida.

Rayedarên Ingilîz û hikûmeta Bexdayê raperîna Mele Mistefa ne wekî raperîneke neteweyî wekî raperîneke Barzaniyan digirtin dest. Rêxistina HÎWA bi ked û xebata xwe ya bêhempa ev nêrîna wan pûç kir û raperîna Mele Mistefa wekî raperîna neteweyî bi hemû kes û der û doran da qebûlkirin.

Redkirina peymanê lîstoka Ingilîzan bû

Daxwiyaniya Hemdî El-Paçaci ya ku di 3’yê hezîrana sala 1944’an de gotibû “ez biryarên hikûmetên berê nas nakim” lîstikeke duyemîn bû ku ji hêla Ingilîzan ve hatibû nivîsandin.

Politîkaya Ingilîzan ya du rû bi hemû kirêtiya xwe carek din xwe dabû der. Du sedemên ve polîtîkayê hebûn. Ya yekemin, ji bo bi kurdan re li hev bike hikûmeta Bexdayê da zorê. Ya duyemîn jî li ser peymaneke ku hikûmeta Bexdayê pejirandibû hikûmetên Bexdayê têxe nav pêşbaziya nîjadperestiyê. Bi vî awayî him kurd û him jî hikûmetên Iraqê neçarî xwe dikirin. Di heman demê de berdewama pirsgirêka kurd û hikûmeta Bexdayê ji Ingilîzan re dem diafirand.

Di sala 1943’yan de şerê duyemîn ê Cîhanê didomiya. Rewşa dewleta alman hîn ne diyar bû. Iraq di wê serdemê de hem ji bo Ingilîzan hem ji bo dewletên rojavayî herêmeke xwedî girîngiyeke stratejîk bû. Di wê herêmê de derketina aloziyan û rewşeke nearam ji bo berjewendiyên Ingilîzan xetereyeke mezin bû. Ji ber vê yekê Inglîsatanê li ser hikûmeta Bexdayê pêkutî pêkanî ku hevdîtin pêk bên û ji bo kurdan hinek soz bên dayîn.

Bi têkçûna Hîtler ve rewş guherî

Di sala 1944’an de rewş guherî. Dewleta Alman hêdî hêdî aramiya xwe wenda dikir. Dewletên ku di eniya li dijî dewletên Almanya cih digritin Îngilîztan û Rûsya hê zêde nêzîkî serkeftinê bibûn. Lewre piştî salekî siyaseta wê ya der barê kurdan de jî guherîbû. Êdî bêfikar karibû êrêşî kurdan bike û siyaseta xwe ya qirker li ser kurdan ferz bike.

Di wê pêvajoyê de li Rojhilatê Kurdistanê li dijî Îranê jî têkoşîna Azadiya Neteweyî dest pê kiribû. Yekîtiya Sovyetan piştgirî dida raperîna li Îranê. Ji bo pêkhatina têkiliya di navbera kurdên Iraq û Îranê de bingehek hebû. Heke ev têkilî pêşbiketa dê bandoreke erênî li berxwedana her du milan bikira. Dibiya ku bandora Yekîtiya Sovyetan a li ser Iraq û Îranê zêde bibûya. Heke dewleta Rûs li her du milan bandorker bûya dê berjewendiyên ingilîzan zirar bidîtana. Ji bo ku ingilîz bi xetereyeke wiha re rû bi rû nemînin pirsgirêka kurd a li Iraqê kirin bin kontrola xwe. Guherîna hikûmeta Nûrî Seîd û ji hêla hikûmeta Hemdî El-Paçaci ve red kirina peymana ku bi kurdan re hatibû destnîşankirin hemû bi wê fikara ingilîzan ve girêdayî ye.

 Hikûmeta Hemdî El-Paçacî dest bi amadekariyên şer kir

Hikûmeta Hemdî El-Paçacî ji ber pêkutiyên ingilîzan tundiya xwe ya li ser kurdan hîn zêdetir kir. Bergirên xwe yên leşkerî gelek pêşve birin. Di mijarên wekî bikaranîna nakokiyên di navbera eşîran de û berhevkirina agahiyên îstîxbarî de amadekarî hatin kirin. Hikûmeta Iraqê amadekarî û plansaziyên xwe li gorî êrîşeke nû pêk dianîn.

Rêxistina HÎWA bi ser kesayetên wekî Mistafa Mîhraç, Mistafa Xoşnav û Îzet Mîraç ên ku berê di nav artêşa Iraqê de peywirdar bûn agahiyên amadekariyên artêşa Iraqê girtin û ragihandin Mele Mistefa. Ji bo  eniya kurd hatina wan agahiyan gelek girîng bû. Piştî ku Mele Mistefa ji wan amedekariyan hayîdar bû ew jî ket nava liv û tevgerên amadekariyê. Pergala hêzên xwe yê leşkerî li gorî berxwedaneke nû nûjen kir û wî jî dest bi amadekariyan kir.

Hewldan ji sê parçeyên din piştgiriyê bigrin

Ji bo têkilî danîn û piştgirî xwestina ji rêxistina Xoybûnê Serbazê Pêwendiyê Îzzet Mîhraç şandin Sûriyeyê. Mistafa Xoşnav û Mistafa Mîhraç jî ji bo bi J.K. (Komela Jiyanewey Kurd) re hevdîtinê bikin, şandin Îranê. Armanca wan ew bû ku ji bo serhildana nû ji sê parçeyên din jî piştgiriyê bigrin. Mele Mistefa jî bi eşîrên ku bi devkî gotibûn emê piştgiriyê bidin re ket têkiliyê. Serî li eşîrên sereke yên wekî Zebarî û Sûrçî da û daxwaza piştgiriyê ji wan kir. Herdû eşîran jî soza alîkariyê dan. Mele Mistefa dûre derbasî Hewlêrê bû û ji eşîrên herêma Hewlêrê jî piştgiriyê dixwaze. Ji eşîrên wir jî bersivên erênî digre û vedigere herêma Barzanê. Lê eşîrên ku piştgirî nedidan Barzaniyan û heta yên ku li dijî Mele Mistefa şer dikirin jî hebûn.

Konseya Neteweyî hat avakirin

Di 15’ê çile ya sala 1945’an de bi tevilbûna serbazên kurd ên welatperwer ku di Artêşa Iraqê de peywirdar bûn re rêze civîn hatin lidarxistin.  Di wan rêzê civînan de ji bo avakirina eniya neteweyî nîqaşên gelek gîrîng hatin kirin. Di encama wan nîqaşan de biryara damezirandina “Konseya Azadiyê” hate dayîn. Ji bo serokatiya konseyê jî Mele Mistefa Barzanî wekî serok hat hilbijartin.

Konseya Azadiyê ji bo xwe li ser prensîbên bingehîn bernameyek amade kir. Di çarçoveya wê bernameyê de ketin nava liv û tevgerê. Wekî pêngava yekemîn raporek amade kirin û pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirin. Di vê raporê de ji hikûmeta Iraqê dixwestin ku dawî li amadekariyên xwe yên şer bîne. Nusafa ku hatibû amadekirin Rêxistina Hêvî jî di nav de bi hemû rêxsitinên kurd û sefîrên dewletan re hate parvekirin.

Eşîrên sereke yên heremê soza piştgiriyê dan

Mele Mistafayî xebatên xwe yên der barê firehkirin û xurtkirin eniya kurd de didomandin. Di wê çarçoveyê de bi hinek eşîrên derûdora Biradost, Balek û Rewandizê re hevdîtin pêk anîn û sozê piştgiriyê ji wan jî girt. Wekî “Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger” di sibata 1945’an de pergala artêşa xwe û qadên şervanên xwe diyar kir. Di heman demê de fermandarên xwe yên herêmên Mergesor, Rewandiz, Amediye û Akreyê diyar kirin.

Di berxwedanê de rista HÎWA’yê diyar de ye

Di pêvajoya wan amadekariyan de Rêxistina HÎWA bi saya têkiliyên xwe yên di nava artêşa Iraqê de agahî girt ku dê di navbera 5 û 14’yê adara 1945’an de li dijî herêma Kurdistanê operasyoneke mezin were lidarxistin û dê hinek cihên stratejîk bên desteserkirin.  Bêguman hatina wê agahiyê gelek girîng bû. Di naveroka wê de dem û qadên destpêka operasyonê diyar bûn. Mele Mistefa demildest ket nava liv û tevgara amadekariyan. Şervanên xwe li gorî plansaziya operasyonê di qadê de bi cih kirin. Her wiha ji hikûmeta Bexdayê re jî agahî şand û got em amadene êrîşên we pêşwazî bikin.

Hikûmeta Bexdayê ji bo pêk anîna êrîşeke ji nişkanve û bi destxistina hinek wargehên girîng di bin navê tatbîkatê de bi awayeke veşarî amedakariyên xwe dikirin. Ji wê peyama Mele Mistefa fêm kirin ku agahiya Mele Mistefa ji operasyonê çê bûye û li gorî plansaziya operasyonê amadekariyên xwe kirine û ji bo pêşwazîkirinê li benda wan in. Hikûmeta Iraqê dît ku heke operasyon dest pê bike dê windahiyên gelek mezin bidin û tu encam bidest nexin. Lewre neçar man operasyonê betal bikin. (Dê bidome)