Dosya: Serhildana Mele Mistefa Barzanî – 3

Mehmet Şahîn

Ingilîz bi dek û dolabên xwe di qada şer de cih digrin

Piştî Ingilîzan dît plansaziyên hikûmeta Hemdî El-Paçacî yek bi yek vala derdikeve ew bixwe mudaxileyî şer bûn. Nûnêrên Ingilîzan careke din daxwaza hevdîtinê ji Mele Mistafa kirin. Mele Mistefa daxwaza wan qebûl kir û di 25’ê adara 1945’an de hevdîtina Mele Mistefa û rayedarên Ingilîz li mala Mela Yûsiv Şawravî pêk hat. Di hevdîtinê de nûnerê Ingilîz Kaptan Stocs, ji Mele Mistafa xwest ku îteata hikûmeta Iraqê bike. Mele Mistefa ev daxwaz red kir û hevdîtin bê encam bi dawî bû. Piştî çend rojan îcar waliyê Hewlêrê Saîd Qezaz ji Mele Mistefa daxwaza hevdîtinê kir. Qezaz jî heman pêşniyarên ku nûnêrê Ingilîz Stocs kiribûn li Mele Mistefa kirin û ew hevdîtin jî wekî ya beriya xwe bê encam bi dawî bû.

Piştî bêencam mayina her du hevdîtinan amadekariyên şer dest pê kirin. Mele Mistefa li gel helwesta Ingilîzan a piştevaniya hikûmeta Ereb ji nûnêrê Yekitiya Sovyet re peyamek şand. Di peyamê de Mele Mistefa ji Yekitiya Sovyetê ev pirs dikir, “ Heke di navbera me de şer biqewime gelo hûnê alîkariya me bikin an na” Yekîtiya Sovyetan di bersiva xwe de li dijî êrîşan soza piştgiriyê da kurdan û diyar kir ku di rewşeke wiha de dê li ser xeta Harûna-Desta-Hert-Mergesorê alîkariya pêwîst bişîne.

Hikûmeta Paçacî dikeve nava hewldanên provakasyonê

Di pêvajoya hewldanên xurtkirin û qayimkirina eniya şer de ji fermandarên Mele Mistefa yê herî girîng yek Welî Beg di encama komployekê de ji hêla hêzên hikûmeta Iraqê ve hat şehîdkirin.  Hêzên Iraqê ji bo pêkanîna hevdîtinê Welî Beg vedixwînin û wî şehîd dikin. Bi awayeke zelal diyar bû ku ev provakasyone. Lê hêzên herêmî ne di wê zanebûnê de bûn. Lewre hestiyar tevgeriyan. Bi ser qereqolê ve girtin, piraniya leşkerên qereqolê kuştin û yên mayî jî dîl girtin.

Daxwaza hikûmeta Iraqê hatibû cih. Hikûmeta Paçaci di heman rojê de yanî di 8’ê tebaxa sala 1945’an de ev biryar girt. “Li gorî rapoên ku ji herêmê tên bi awayeke zelal diyare ku li herêma Barzan û derûdora wê ewlehiya tu kesî tune ye. Mele Mistefa û hevalên wî li dijî ewlehiya civakê û li dijî pergala dewletê sûcên mezin dikin. Her wiha dewleta Iraqê jî dixin nava pêvajoya bêîstiqarariyê. Ji bo tekûzkirina ewlehiya civakê û dawî lê anîna wan sûcên ku li heremê pêk tên hikûmeta me biryar daye ku bi operasyoneke mezin hemû sûcdaran bigre û radestî edalata Iraqê bike…”

Di 19’ê tebaxê de li bajêrên Hewlêr û Mûsilê rewşa awarte tê îlankirin. Dûre jî herêma rewşa awarte, bi tevilêkirina hêrama Barzan, Rewandiz, Akre, Amediye û Duhokê tê firehkirin.

Wekî her carê dîsa dest avêtin xeta xiyanetê

Artêşa Iraqê ji bo operasyoneke mezin dest bi amadekariyên xwe dike. Ji herêma Balekê ya li Rojhilat hetanî herêma Amediyeyê ya li Rojava leşkerên xwe bi cih dike. Ji hêla din ve jî dest bi girtina serokên eşîran dike. Serokên eşîran ên ku îhtîmala wan a piştgirîdayina serhildanê hebû hemûyan digire. Piştî ku girtina serokên eşîran dest pê kir hinek ji serokên eşîrên berê soza piştgiriyê dabûn Mele Mistefa ji soza xwe vegeriyan û piştgirî nedan serhildanê. Eşîrên wekî Reykanî û Sûrçîyan jî di nav de hinek eşîran jî raste rast li gel hîkûmeta Iraqê cih girtin û li dijî berxwedêrên kurd şer kirin.

Wekî her carê dîsa serhildan û dîsa xeta xiyanetê ya dîrokî li ser kar bû. Beşekî kurdan ji bo azadî û serxwebûna xwe şer dikirin beşekî kurdan jî hevkariya dijiminê xwe dikirin û di xeta xiyanetê de li dijî azadî û serxwebûna xwe şer dikirin.

Balafirên Ingilîz bê navber Kurdistan bombedûman dikirin

Ji roja biryardana hikûmeta Iraqê ya 8’ê tebaxê hetanî roja bidawîbûna şer hêzên hewayî yên Ingilîzan (RAF) bê navber herêma Kurdistanê bombebaran kir. Artêşa ingilîz di plansaziyê de, di taktîkên şer de û ji hêla teknîkê ve piştgiriya xurt dida artêşa Iraqê. Bê guman ev piştgiriya ingilîzan ji bo encama şer diyarde bû.

Biryargeha eniya kurd gundê Şeyteneyê bû. Şervanên kurd ji çiyayê Kelender hetanî Biradost û ji wir jî hetanî çiayayê Havediyan di mewziyan de xwe bi cih kiribûn. Şerê yekemîn li eniya Rewandizê dest pê kir.

Artêşa Iraqê di 25’ê tebaxê de hewl da çiyayê Kalenderê bidest bixe lê berxwedana şervanên kurd destûr neda. Şervanên kurdan bi tektîkên xwe yên şer derbeyên mezin li hêzên Iraqê dan. Di encamê de hewldana artêşa Iraqê ya bidestxistina çiyayê Kelender bê encam ma.

Kurd bi taktikên xwe yên şer biser diketin

Artêşa Iraqê ji hêla hejmara şervan û amûrên şer ên teknîkî ve gelek serdest bû. Lewre ji bo serkeftinê, diviyabû ku kurd ji hêla taktîkê ve bi ser biketana. Lewre şervanên kurd ne li gorî xwestek û dema ku wan diyar dikirin li gorî xwestek û keysa xwe şer dikirin û hemû taktikên wan vala derdixistin. Di heman demê de li dijî dek û dolab û provakasyonên artêşa Iraqê jî gelek baldar tevdigeriyan. Bê guman ji bo serkeftinê ev rêbaz jêneger bû. Berxwedêrên kurd bi tektîkên xwe yên şer û berxwedana xwe ya bêhempa pêşveçûnên artêşa Iraqê asteng kirin. Artêşa Iraqê neçar ma operasyona xwe rawestîne.

Artêşa Iraqê di kemînan de windahiyên mezin didan

Di 5’ê îlonê de artêşa Iraqê careke din dest bi êrîşê kir. Bi destpêka êrîşê re artêşa Iraqê di herêma Morîk a di navbera Havediyan û Meznê de ket kemîna şervanên kurd. Artêşa Iraqê ya di bin fermandariya Serkanê kûrmay Îsmaîl Safet de tevî ku piştgiriya îngilîzan ya hewayî hebû jî têk çû. Leşkerên ku ne mirin û xwestin birevin hemû dîl hatin girtin. Artêşa Iraqê 480 leşkerên xwe wenda kirin, di heman demê de 80 leşkerên dîl ketî, bi sedan çekên sivik û yên giran û bataryayên topan li dû xwe hiştin û neçar man paşve vekişin.

Artêşa Iraqê di 4’ê îlonê de di hemdema êrîşa Rewandizê de li eniya Balenda – Amediyê û li eniya Akrê jî dest bi êrîşan kiribû. Bi êrîşên li eniya Balenda-Amediyeyê armanc dikirin ku ji çemê Zapê derbasî herêma Barzan bibin û cihên girîng yên herema Barzan desteser bikin û serweriya xwe li heremê pêk bînin. Şervanên kurd ên di bin fermandariya Hecî Taha Amedî de bi berxwedana xwe hemû hewldanên artêşa Iraqê vala derxistin û destûr neda artêşa Iraqê ji çemê Zapê derbas bibe.

Artêşa Iraqê di her sê eniyan de têk çû

Fermandarê eniya Akreyê Mele Mistefa bixwe bû. Navenda biryargeha wî jî gundê Gerbîş ê di newala Nahlê de bû. Artêşa Iraqê bi hêzên xwe yên ku ji alaya 1’emîn û alaya 5’emîn pêk dihatin ji bo bidestxistina navenda biryargeha Mele Mistefa dest bi êrişê kir. Berxwedêrên kurd li derûdora gundên Gozikê û Şivehurçê kemîn danîn. Di wê kemînê de hema hema alaya 5 emîn bi temamî tune bû. Çend kêsên ku nemirin xwe bi zehmetî gihandin Dînarteyê. Her wiha wekî her carê dîsa bi sedan çek, cebilxane  û amûrên şer hatin desteserkirin. Di wî şerî de topeke saxlem jî hatibû desteserkirin. Şervanekî kurd ê ku di bin fermandariya Îzet Abdulalzîz de şer dikir bi wê topê navenda yekîneya muhafizên Iraqê ya li Bîleyê wêran kir. Çend kesên ku ji wê yekîneyê sax man radestî şervanê kurd bûn.

Artêşa Iraqê bi êrîşên xwe yên hemwext yên bi sê eniyan hêvî kiribû ku hêza kurdan bişikîne û belawela bike. Lê di her sê eniyan de li dijî tektîkên şerên gerîlatiyê bi têkçûneke mezin re rûbirû ma û ew bixwe ket pêvajoya belavbûnê.

Artêşa Iraqê ji bo hêzên xwe yê têkçûyî teqwiye bike û hinek bi ser hev de bîne ket pêvajoya rawestinê. Hinek alayên artêşê yên din jî sewqî herêma şer kirin. Hikûmeta Iraqê di pêvajoya rawestinê de hewl dida pediviyên xwarinê û kêmaniyên cebilxaneya artêşa xwe tekûz bike.

Serfermandarê Ingilîz Rantîn di şer de cih digre

Di wê pêvajoyê de serfermandarê Ingilîz Rantîn ji bo ji artêşa Iraqê re fermandariyê bike hate heremê. Rantîn piştî kontrolkirina wargehên artêşa Iraqê plansaziya operasyona nû wî bi xwe amade kir.

Di bin fermandariya Rantîn de di 12’ê Îlona sala 1945’an de pêla êrîşan a duyemîn dest pê kir. Plan cuda bû. Di sê eniyên cuda de êrîşan dest pê kir. Berxwedêrên kurd bi awyeke serkeftî ev êrîş pêşwazî kirin. Artêşa Iraqê careke din windahiyên mezin dan û bi têkçûneke mezin re rûbirû ma. Hêjmareke mezin jî birîndar bûn. Serfermandar Rantîn bi xwe jî birîndar bû. Artêşa Iraqê careke din neçar ma paşve vekişe.

Di artêşa Iraqê de ji qada şer rev dest pê kir

Di hemû êrîşan de têkçûna artêşa Iraqê motîvasyon û derûniya leşkeran xerab kir. Hêviya serkeftina leşkeran şikest. Ji artêşê rev dest pê kir. Yan direvina yan jî ji bo ji qada şer dûr bikevin xwe bi xwe birîndar dikirin. Lê balafirên şer ên Ingilîzan ji destpêkê vir ve bênavber herêma Kurdistanê bombedûman dikirin.

Tifaqa kurd a biçûk serkeftinên mezin bi dest xist

Serkeftina kurdan ya li dijî wan êrîşan careke din nîşan da bû ku heke kurd di nava tifaqê de bin û yekitiya xwe pêk bînin tu hêz nikare wan li çiyayên Kurdistanê têk bibe. Yên ku herî baş ev heqwîqet fêmkiribin Ingilîz û hikûmeta Iraqê bûn. Ew kêm tifaqa ku pêkahtibû ji bo dewleta Iraqê bibû xetereya herî mezin. Ingilîz û hikûmeta Iraqê fêmkirin ku ji bo karibin xwe ji wê xetereyê rizgar bikin hewceye tifaq û yekitiya kurdan xera bikin.

Dest avêtin xeta xiyanetê

Lijneyên ku efserên Ingilîz jî di nav de ava kirin û çûn serdena serokên eşîrên kurd. Di wan serdanan de dixwestin hinekan bi gefxwarinan, hinekan bi bertîl û dayina mal û milk teslîm bigrin û têxin xeta îxanetê. Di wan hevdîtinan de yê ku di serî de teslîm bû serokê eşîra Sûrçî bû. Serokê eşîra Surçî bi tevî hêza xwe ve ket bin fermandariya artêşa Iraqê û li herêma Akrê li dijî şervanên kurd ketin çeperên şer. Piştî helwesta eşîra Sûrçî gelek eşîrên din jî biatê hikûmeta Iraqê kirin û ketin bin fermandariya artêşa Iraqê.

Piştî refguhertina eşîran di hêza leşkeriya Mele Mistefa de qelsbûyinê dest pê kir. Li dijî qelsbûyina Mele Mistefa bi tevilêbûna eşîrên kurd di artêşa Iraqê de xurtbûyin pêş diket. Ji hêla moral û motîvasyonê ve jî artêşa Iraqê hêdî hêdî bi ser xwe ve dihat. Roj bi roj heremên ku lê diman dorfireh dikirin.

Eşîrên wekî Sûrçî, Zebarî, Bradostî, Şerefanî, Dostkî, Birykanî û beşeke Mîzrolan, ji Mele Mistefa veqetiyan û herêmên xwe ji artêşa Iraqê re vekirin. Vebûna wan qadan liv û tevgera artêşa Iraqê ya li herêma Kurdistanê hêsantir kir. Û herêma eniya berxwedêrin kurd biçûktir kir. Tengbûna herêma berxwedêran ji bo artêşa Iraqê fersendeke mezin bû. Artêşa Iraqê bi saya hevkariya eşîrên kurd roj bi roj qad li Mele Mistefa teng dikirin. Mele Mistefa bi tevî şervanên xwe ve neçar ma vekişe çiyayê Prîsê.

Artêşa Iraqê ranewestiya, bi hevkariya kurdên hevalbendên xwe li dijî çiyayê Prîsê jî dest bi êrîşê kir. Di navbera her du hêzan de şereke dijwar qewimî. Mele Mistefa windahiyên mezin dan û neçar ma ji wir jî vekişe Bîra Keviran.

Ji ber êrîşên artêşa Iraqê yên bi hevkariya kurdên xayin Mele Mistefa nekarî xwe li wir ragire. Ji wir derbasî herêma Barzanê bû. Bê guman tengasî û paşve vekişîn tenê di eniya Mele Mistefa de pêk nedihatin di heman demê de di eniyên Akre û Rewandizê de jî heman rewş dihat jiyîn. Berxwedêrên kurd neçar diman ku ji her qadê paşve vekişin.

Serhildana ku bi hêviyên mezin dest pê kir bê encam ma

Piştî ku Mele Mistefa dît dê bi tevî şervanên xwe ve bi tunebûnê re rûbirû bimînin di 11’ê cotmeha 1945’an de ji xeta Kelaşîn, Mergewerê (Dola Mîr) bi tevî malbata xwe ve derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Bi derbasbûna Mele Mistefa ya Rojhilat serhildaneke din a ku bi hêviyên mezin dest pê kiribû û nêzikê serkeftinê bibû bi destê xeta îxaneta kurd bêencam bi dawî bû.

Piştî ku berxwedan bidawî bû piraniya gundên herêma Barzan hatin şewitandin û rûxandin. Hêzên eşîrên  kurd ên ku piştigirya wan kiribûn wekî hêzên der hiqûqî pênase kirin û çekên di destê wan de hêmû ji destê wan girtin û li herêma Kurdistanê serweriya xwe tekûz kirin.

Hevdîtinên bi nûnêrên Yekitiya Sovyet re

Di wê serdemê de Rûs li Îranê bandorker bûn. Mele Mistefa piştî ku derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû li gundê Negeriyê bi nûnêrên Yekitiya Sovyet re hevdîtin pêk anî û ji wan daxwaz kir kurdên ku derbasî Rojhilat bûne di gundên kurdan de bên bicihkirin. Nûnêrên Sovyetê daxwaza Mele Mistefa bi erênî pêşwazî kirin û bi hezaran malbatên Barzanî di 49 gundên kurd de bi cih kirin.

Yekitiya Sovyetan li gundên herêma Mergever, Tirgever, Şîno, Negade û Ûhebadê alîkariyên lezgîn dan koçberan. Û li gundê Kanîspiyê nexweşxaneyek avakirin. Birîndar û nexweş di wê nexweşxaneyê de hatin derman kirin. Bê guman dewleta Rûs belesebeb ev alîkarî nedida kurdan. Hesabên wê yên ji bo pêşerojê li ser kurdan hebûn. Ew hesab jî di pêvajoya avakirin û bê xwedîhiştina komara Mahabadê de xwe didin der.

Wekî encam; Di vî serhildanê de jî bi awayeke zelal em dibînin, pêkhatina tifaqa kurd ji serkeftinên mezin û encamên girîng re bingeh diafirîne. Parçebûyin û hevkariya bi dagirkeran re ji berdêlên giran û trajediyên mezin re bingeh diafirîne. Lewre, tirs û fikara her çar dagirkeran pêkhatina tifaqa kurd e. Hêvî û bendewariya 40 milyon kurdî jî pêkhatina tifaqa kurd e.   (dawî)