Gelo bazara Trûmp-Erdogan ew bû: Bexdadî bide, Rojava dagir bike?

Di demeke ku YPG-YPJ-HSD’ê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê dawî li xelîfetiya DAIŞ’ê anî de, dagirkerina dewleta tirk a xaka rojava kete rojevê. Ji destpêka Şoreşa Rojava heta îro gefên dagirkirinê yên Erdogan hebin jî ev dibetiyeke nêz nedixuya.Her kes çav li rê bû ku êdî li Sûriyeyê pêvajoyeke çareserî û aramî pêş bikeve. Lê belê piştî pêşketinên qewimî, diyar bû ku ev  bendewariyeke rewa lê xafil e! Ango hesab û lîstikên serdestan ên tarî, ji yên gelan gelek cuda ne. Li pêşberî civakan soz û qewlê çareseriyê didin lê belê li pişt perdê bi niyetên  tarî xelek bi xelek tevna hesab û plansaziyên pêvajoyeke nû dihonin!

Gotin di cih de be, hêzên li ber çav qaşo dijberiya hev dikin, bi hev re di nav devjeniyê de, gef li hev dixwarin; lê belê bi geşedanên derketî holê hate fêm bû ku qet ne wisa ye. Berovajiya wê bi hev re di nav danûstandin û plansaziyên tarî de ne.

Baş e, em çima vê dibêjin? Çi dewletên Yekitiya Ewropayê, çi DYA, çi Rûsya û çi jî hevkarên wan ên li herêmê, dewleta tirk û çanda wê ya dagirkeriyê dizanin ku Erdogan ê xwedî bermahiyên hişmendiya Osmaniyan e, ka xwedî fereseteke çawa ya dagirkerî û xespkar e. Ji dîroka nêz her kes baş dizane ku dewleta tirk bi zordestî bikeve ku derê, ji wir bi rehetî dernakeve. Ancax dîsa bi zorê bê derxistin. Jixwe rayedarên wan eşkere dibêjin, “Me xwîn rijandiye û ketinê. Kî bixwaze me derxe, dîsa divê bi xwînê me derîne. Em bi xwe dernakevin.” Ev di dîroka TC’ê de ji Hatayê bigire heta Kibrisê, ji wir heta Cerablûs, Bab, Efrîn hwd û niha jî Girê Spî, Serêkaniyê ku dixwaze vê dagirkeriyê belavî hemû rojavayê Kurdistanê bike, tê zanîn. Jixwe ne hewce ye ku em di pêkhatina van pêvajoyan de qala qirkirin, destdirêjî, dizî, talan, desteserkirina mal û milk, guhertina demografya, texrîbatên maddî û manewî yên pêk hatî bikin!

Bêguman pergala navdewletî vê xisleta dewleta tirk baş dizane. Heta dikare bê gotin ku dewleta tirk van pêkûtiyên xwe, yan bi destûra van hêzan, yan jî ji ber lawazî, durûtî û teşwîqkirina wan pêk tîne. Heke ne wisa bûya bêguman ev rastiyek e ku dewleta tirk ne xwedî hêzeke wiha ye ku vê hovîtiyê pêk bîne.

Dewleta tirk, ligel bertek û nerazîbûnên hemû cîhanê; tevahiya çeteyên bermahiya DAIŞ, El Nûsra hwd kirasê ‘Artêşa Neteweyî ya Sûriyê(!)’ li wan kir û bi artêşa xwe ya ku bi kirinên xwe rehmetê li çeteyan tîne, êrîşî rojavayê Kurdistanê kir. Hem li Ewropayê, hem li Amerîkayê (ji bilî D.Trûmp), dîsa li tevahiya cîhanê, ev tevgera dagirkeriyê ya dewleta tirk ku mîna tinazên xwe li cîhanê bike navê ‘Kaniya Aştiyê’ lê kirî, şermezar kir û bi tundî dij derketin. Lê belê dewleta tirk tevî van bertekên tund jî tevgera dagirkeriyê pêk anî û tîne. Du bajarên rojavayê Kurdistanê bi êrîşên hewayî hilweşandin, li ser gelê sivîl de qirkirin pêk anî, her cure sûcê şer û mirovahiyê kir. Lê belê ligel vê hovîtiyê, ji aliyê DYA û Rûsyayê ku serweriya xaka Sûriyeyê di destê wan de ye, li rastî ti destwerdanên leşkerî, siyasî an jî aborî, dîplomatîk hwd nehat. Deswerdan li milekî, serokê Rûsyayê bi peymanan piştgiriya xwe ya bi dewleta Tirkiyeyê re eşkere kir, serokê DYA’yê Trûmp bi awayekî bêcîdiyet bi daxuyaniyên li ser tevna civakî ku çakûç geh li nalê, geh li mixê dide, li pey belav kirin.

Bi pêvajoya ‘agirbest’a ku di navbera DYA û Tirkiyeyê de pêk hatî re, piştî 19 rojan, mij hinek belav bû û rastiya vê hewldana dewleta tirk bêtir derkete ser rûyê avê. Ango di 27’ê cotmehê de serokê DYA’yê ragihand ku ‘bi operasyoneke taybet’ xelîfeyê DAIŞ’ê Ebûbekîr El Bexdadî hatiye kuştin.

Heke em bi bîr bînin, beriya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk destpê bikin, her çiqas dewleta tirk endamekî bi hêz ê NATO’yê bû jî, bi serkêşê NATO’yê DYA’yê re weke du ‘xwînî û neyaran’ tev digerîn. Lê belê diyar dibe ku ev tevahî ji mîsansenekî wêdetir ne tişt din bûye. Bêguman heta astekê nejidilbûna vê helwestê dihat zanîn, lê niha zelaltir dixuyê.

DYA, ji berê de dijberiya dewleta tirk a li dijî kurdan dizane. Lewre piştî ku bi pêşengiya hêzên kurd, li Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi qehremaniyeke destanî DAIŞ hat têkbirin, tevahiya gelên cîhanê minetdariya xwe ya ji bo kurdan raber kir û sempatiyeke zêde ya ji bo kurd û şoreşgerên kurd çêbû, hesab û plangerî guherîn û yên nû ketin meriyetê. Lewre her du ‘dijminên dîrokî’ Amerîka û Rûsyayê biryar dan ku bi hevbeşî û bi bikaranîna dewleta tirk, destkeftî û hêzên kurd paş bixin. Ango xeta sêyemîn a azadî û demokrasiyê ya kurdê azad ku yekane riya rizgariya tevahiya gelên Rojhilata Navîn bû, kirin armanc û biryar dan ku dewleta tirk li dijî destkeftiyên kurd û pêkhateyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bidin êrîşkirin.

Baş e ji bo çi? Ev çi bazara tarî û qirêj e ku xwîniyên hev li dijî kurdan tîne ba hev û di yek eniyê de li hev dicîvîne? Bêguman ji ber bazariyên qirêj ên di navbera Trûmp-Erdogan-Pûtîn de ye!

Kevneşopiya AKP û  Erdogan jê tê, ji xiyaneta ‘hevalên xwe yên dozê û hevrê’yên xwe re ne xerîb e. Her kes vê baş dizane. Bêguman destûra DYA-Rûsyayê dayî Erdogan, li beramberî xiyaneta hevkarê wî serkêşê DAIŞ’ê Ebûbekîr El Bexdadî ye. Dewleta tirk bi israr ji van hêzan xwest ku bikeve xaka rojavayê Kurdistanê, destkeftiyên kurdan ji holê rake. Van her du hêzên navborî jî şert danîn pêşiyê ku xiyanet li hevalbendê xwe DAIŞ û El Bexdadî bike û wî sax, an jî mirî radestî wan bike!

Lewre bi kuştina wî re hat fêmkirin ku El Bexdadî bi mehan, heta belkî bi salan li herêma di bin serweriya çeteyên rasterast girêdayî dewleta tirk de dimîne. Jixwe ligel tevahî bertek û nerazîbûnên cîhanê, DYA û Rûsyayê, yan çav û guhên xwe jê re girtin, yan jî  piştgiriya xwe ya rasterast ji bo Erdogan kêm nekirin. Heta ku dewleta tirk kete bajarê Girê Spî û Serêkaniyê, van hêzan jê re got, ‘ewqas bes e, îcar dora te ye!’

Jixwe tê zanîn ku El Bexdadî, li gundekî bajarê Idlibê yê li ser sînorê Tirkiye ku di bin serweriya çeteyên sedî sed girêdayî Tirkiyeyê de, bi operasyonekê hate kuştin. Bi vê bûyerê re, rêveberiya Trûmp û ya Pûtîn dixwazin bertekên raya giştî ya li dijî xwe û welatên din kêm bikin, destûrdayîna dagirkeriya li ser Rojava ji rojevê derxin. Bi heman awayî Erdogan jî ji bo ku li ser dagirkeriya xwe binixumîne û ji raya giştî ya cîhanê re bibêje ez jî di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de piştgiriya DYA’yê dikim. Ango bi kuştina Bexdadî re ku bi hemû hûrgiliyên xwe ve hatiye hesabikirin, ji bo pak-kirin û xwe rizgarkirina Trûmp-Erdogan-Pûtîn e. Lê belê gotina pêşiyên kurdan heye, dibêje, “Seyê reş spî nabe!”

Kurdan heta niha çi bi dest xistibe, bi hêz û baweriya xwe kiriye. Bi kurt û kurmancî bi berdêlên giranbuha be jî berxwedan yekane riya serkeftinê ye ji bo kurdan. Lewre kurd divê bi sebr, bi asoyeke fireh û qewl dirêj, bi yekitiya navxweyî, hêza tevkarî û piştgiriya navneteweyî ya gelan bidin kêleka xwe û bi gavên ji xwe bawer ber bi serkeftin û azadiyê ve bimeşin.

Dikarî Biecibînî