Afirê gamêşan bû warê qelşê mêşan!

Mehmet ŞAHÎN

Civîna NATO’yê ya 70’yemîn di bin zordestiya gefxwarin û şantajan de di 3-4’ê kanûnê de li Londonê pêk hat.

NATO, di sala 1949’an de bi pêşengiya Amerîkayê li dijî SSCB’ê bi tifaqa 11 dewletan hate avakirin. Dewleta tirk jî xwest tev lê bibe lê xwestek hat redkirin. Ji bo tevilbûna NATO’yê were erêkirin di sala 1950’an de dewleta tirk leşkerê xwe şand şerê Koreyê. Piştî şerê Koreyê û berdêlê giran ya ku ji xwîna leşkerên Tirkiyeyê pêk dihat di sala 1952’an de xwesteka dewleta tirk a tevlêbûna NATO’yê hat erêkirin. Bi tevî Tirkiyeyê niha 29 dewlet endamê NATO’yê ne.

Hetanî sala 1991’ê NATO’yê xwe weke eniya şerê dijber sosyalîzm û komunîzmê bi rêxistin kir. Piştî ku di sala 1989’an de sosyalîzma reel li Rûsyayê têk çû hebûna NATO’yê hat nîqaşkirin. Ji salên 90’î şûn ve NATO hêdî hêdî ji hêz û wateya xwe ya berê dûr ket.

Dewletên ku piştî şerê yekemîn ê cîhanê Kurdistan kiribûn 4 parçe û civaka kurd jî avêtibûn çarmîxê di heman demê de avakarên NATO’yê bûn. Wan dewletan piştî şerê yekemîn ê cîhanê kurd bê nasname û bê statu di bin însafa 4 dewletên heq û hiqûqan nas nake de hiştibûn. Civaka kurd û erdnîgariya Kurdistanê sed sal e di bin qirkirnên çar dewletan de ye. Di vî sed salê dawîn de tu êş, jan, trajedî, îşkence, sosret û bobelat neman ku bi serê kurdan de nehatibin. Wan dewletan xwe kirin ker, kor û lal û li herikîna xwîna kurd temaşe kirin.

Tirkiyeyê bi tevlêbûna xwe ya NATO’yê awantajên gelek girîng bidestxistin. Ji wan awantajan ya sereke di polîtîakayên xwe yên qirker û talanker ên Kurdistanê de girtina piştgirî û alîkariya NATO’yê bû. Dewleta tirk bi piştgirî û alîkariya NATO’yê siyaseta xwe ya qirkirin û tunekirina civaka kurd roj bi roj dijwartir kir. Bi taybet ji destpêka têkoşîna Tevgera Azadiyê û vir ve, 42 sal in dewleta tirk bi alîkarî û piştgiriya NATO’yê li çar parçeyên Kurdistanê li dijî civaka kurd şereke dijwar ê bêpîvan û bêexlaq dimeşîne. Bi çek, cebilxane û amûrên NATO’yê kurdan qir dike, Kurdistanê dagir, talan û wêran dike.

NATO’yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl girt û teslîmê Tirkiyeyê kir. Serok, rêber û pêşengên ku qala çareseriya pirgirêka kurd kirin (T.Ozal, Eşref Bitlis û hwd.) bi destê gladyoya girêdayî NATO’yê hatin tasfiyekirin. Heke NATO’yê di şerê dijî kurd de piştgirî û alîkarî nedaba dewleta tirk hetanî niha belkî çendî caran pirsgirêka kurd hatibû çareserkirin û Kurdistan hatibû azadkirin.

Wekî ku tê zanîn şerê 3’yemîn ê cîhanê ku 29 sal berê li Rojhilata Navîn dest pê kiribû niha li Sûriyeyê berdewam dike. 73 dewletan di bin pêşengiya NATO’yê de di tifaqa dijî DAIŞ’ê de cih girtin. Di teoriyê de dewleta tirk jî qaşo di nava wê tifaqa 73 dewletan de cih girtibû. Lê di pratîkê de armanca dewleta tirk a tevlêbûna nava wê eniyê ne şerê dijî DAIŞ’ê û yên çeteyên din bû. Yekane armanca dewleta tirk careke din bi piştgirî û alîkariya NATO’yê têkbirin, qirkirin, tunekirin û bêstatu hiştina civaka kurd bû. Bi kurtahî armanca dewleta tirk piştî şerê 3’yemîn ê cîhanê destnîşankirina peymaneke Lozanê ya nû bû.

Ji hêla din ve, ew tifaqa ku bi pêşengiya Amerîkayê ji 73 dewletan pêk dihat di heman demê de bi kurdên Rojava re di nava tifaq û hevkariyê de bû. Nakokî û qeyranên di navbera dewleta tirk û NATO’yê de di vir de dest pê kirin.

Belê, dewleta tirk di teoriyê de qaşo di nava tifaqa 73 dewletan a li dijî çetayan de cih digirt, lê di pratîkê de bi wan hewldanên xwe yên hevkariya bi çeteyan re di nava tifaqa çeteyan a dijî tifaqa 73 dewletan û NATO’yê de cih digirt û digre.

Dewleta tirk tenê bi hevkariya xwe ya bi çeteyan re dijberiya NATO’yê nekir, di heman demê de bi tifaqa dijber NATO’yê ya ku dewleta Rûsyayê jêre pêşengî dike, tifaqa Rûsya, Îran û Sûriyeyê re jî ket nava hevkariyê. Yekane armanca hevkariya dewleta tirk a bi tifaqa Rûsyayê re jî bêguman dijberiya kurd bû. Dewleta tirk tiştê ku nikarî bi NATO’yê bide kirin xwest bi tifaqa Rûsyayê bide kirin. Wekî ku vana têrî nekiribin bi ser de dewleta tirk çû ji Rûsyayê ya dijminê NATO’yê fuzeyên S-400 kirîn û pêve girêdayî gefxwarin û şantajên dewleta tirk yên li dijî dewletên NATO’yê roj bi roj zêde bûn. Ji ber gefxwarin û şantajên dewleta tirk demeke dirêje di navbera dewleta tirk û NATO’yê de nakokiyên gelek girîng tên jiyîn. Ev nakokî di civîna Londonê de bûn bingeha nîqaş û qeyranên girîng.

Ji destpêka avabûnê vir ve dostanî û hevalbendiyên dewleta tirk li ser yek xalî pêk tên. Ew xal jî dijminahiya kurd e.  Dewlet an tifaqên ku dijminahiyê bi kurdan re nekin û bi dewleta tirk re êrîşê kurdan nekin û di şerê dijî kurd de piştgiriya dewleta tirk nekin nikarin bibin hevalbendên tirk. NATO’yê jî hetanî niha bênavber piştevaniya siyaseta qirkirin û tunekirina civaka kurd kiriye. Ji ber vê yekê ye ku Erdogan wisa bi hêsanî xwest wekî her carî bi şantaj û gefxwarinan rêxistina parazvanê mirovahiyê YPG’ê di vê civînê de bi destê NATO’yê terorîst îlan bike û di şerê xwe yê li dijî kurd de alîkarî û piştgiriya NATO’yê bigre. Lê îcar endamên NATO’yê ji Erdogan re gotin êdî bes e û ew daxwaza wî bi yek dengî red kirin. Gelek serokdewletên ku pêşengiya NATO’yê dikin kurd wekî hevalbendên xwe yên şerê li dijî DAIŞ’ê îlan kirin. Bi kurtahî şantaj û gefxwarinên Erdogan bûn sedem ku NATO tifaqa xwe ya bi YPG’ê re bi awayekî fermî îlan bike.

Serokomarê Fransayê Macron bi hevokên xwe yên “em naxwazin yên ku li dijî çeteyên DAIŞ şer kirine jibîr bikin” berxwedana YPG’ê yê li dijî DAIŞ’ê bibîr anî û li dijî helwestên dewleta tirk ên kirêt bertek nîşan da. Her wiha serokomarê Fransayê Macron bêbextiya Trump a li dijî kurdan û dagirkeriya dewleta tirk a li Rojava û hevkariya dewleta tirk a bi çeteyên DAIŞ’ê re wekî binpêkirina nirx û pîvanên NATO’yê nirxand û wekî têkçûn û mirina NATO’yê pênase kir. Di pêvajoya beriya civînê de jî Macron gotibû “NATO ji hêla mêjûyê ve miriye”

Di pênaseya terorîzekirina berxwedana civaka kurd de Erdogan di civîna NATO’yê de bi tena serê xwe ma. Endamên NATO’yê bi awayeke zelal gotin em tev lê pênaseya Erdogan nabin û berxwedana tevgera kurd “terorîst” nabînin.

Şantaja mezin a Erdogan ew bû ku plansaziya parastina dewletên Rojhilata Bakurê Ewropa yê, Letonya, Litvanya, Estonya û hwd veto bike. Piştî ku şantaja wî bi awayeke tûnd li wî vegeriya neçar ma paşve gav bavêje û li ser dûvika xwe rûnê û encamnameya ku qet ne li gorî dilê wî bû destnîşan bike.

Erdogan dizane ku têkçûn û belavbûna NATO’yê dê herî zêde bandor li Tirkiyeyê û li şerê wî yê dijî kurdan bike. Lewre gotinên Macron û fikarên belavbûna NATO’yê tirseke mezin xistiye dilê wî û eniya wî ya faşîst. Êrîşên wan ên bê perwa yên li dijî Macron ne belesebeb in.

Erdogan beriya ku biçe civînê qibe qibe wî bû, çapemeniya hewzê hewl dida wî wekî şêrê heft serî nîşan bide. Lê piştî helwestên dewletên NATO’yê qarîzma Erdogan bi erdê ve kişiya. Şêrê malê li derve bû pisîk.

Erdogan piştî civînê bi awayekî têkçûyî û bi qarîzmaya xwe ya erdê ve kişyayî vegeriya welatê xwe. Niha çapemeniya hewzê bi hemû hêza xwe hewl dide qarîzmaya wî ya ku bi erdê ve zeliqiye rabike. Lê beyhude ye. Hêza wan têrî nake heqîqetê berevajî bikin. Ew qarîzmaya ku bi erdêve zeliqiye careke din ji erdê ranabe. Gotina pêşiyan “Ji hespê ketiye hop hop jê tê” hewldanên Erdogan û ya çapemeniya wî ya hewzê xweş vedibêje.

Hasilî li pey civîna Londonê afirê gamêşan bû warê qelşê mêşan.

Dikarî Biecibînî