Hikûmeta tirk li pey Lozaneke nû ye

Dildarê Amedê

Heke em nexwazin Lozaneke din pêk were divê em yekitiya xwe pêk bînin. Dibe ku hêzên kurd di gelek tiştan ne wekî hev nefikirin û cudahî di navbera wan de hebin.  Lê divê em vê yekê jî baş bizanibin ku tiştên me yên wek hev û hevbeş ji tiştên me yên ji hev cuda gelekî zêdetirin. Em li ser tiştên hevbeş werin ba hev.

Dinya tev bi vê rêbazê pirsgirêkên xwe bi riya diyalogê çareser dikin.  Heta aliyên ku bi hev re şer jî dikin û nakokiyên mezin di navbera wan de hene dîsa bi vê rêbazê pirsgirêkên xwe çareser dikin.  Aliyên ku bi hev re dijminahiyê jî dikin bi vê rêbazê pirsgirêkên di navbera xwe de çareser dikin.  Wê gavê em çima nayên ba hev û çareser nakin?

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û berxwedana gelê kurd li Rojava ji alî giyanî ve kurd bêtir nêzî hev kir û gelê kurd li Kurdistanê û her deverên cîhanê bû xwedî yek helwest û bi hevre dakete kolanan. Her çendî êrîşên dagirkeriyê bi xwe re êş û kulên giran anî be jî lê bû sedem ku gelê kurd bêtir nêzî hev bibe û bibe xwedî yek hest û yek helwest li dijî hişmendiya dagirker û êrîşên bi armanca tunekirina gelê kurd.

Divê êdî her kes vê rastiyê bibîne ku ev êrîş ne tenê li dijî aliyekî an jî li dijî Rojava ye lê li dijî hemû destkefitiyên kurdan e. Heke kurd li hemberî van êrîşan serî bitewînin dê ew yek bibe sedema têkbirina hemû destkeftiyên kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê û heke bi ser bikeve dê ew serkeftina hemû kurdan be.

Rewşa heyî ya ku kurd tê de derbas dibin gelekî dişibe rewşa beriya sed salî ya dema peymana Sevr û paşê jî ya Lozanê. Heke kurd nebin xwedî yek helwest û yekrêziya xwe pêk neynin dibe ku bi Lozaneke din sed salên din jî bê statu bimînin.

Niha tiştê ku dewleta tirk dixe nava panîkek mezin de ev e. Hindik maye ku peymana Lozanê xelas bibe ew jî beriya wê bi hemû hêza xwe êrîş dike ku dîsa kurdan bê par û bê statu bihêle. Dixwaze bi Lozaneke nû kurdan sedsaleke din jî bindest û kole bihêle.

Dewleta tirk ji bo pêkanîna wê yekê jî ji xwe re li hevalbendên kurd digere, hevalbendên ku li dijî doza gelê kurd bikar bîne. Wekî berê çawa Ismet Înonu bikar anî û li ser navê kurdan ji hêzên navnetewî yên wê demê re got wekî kurd tu daxwazên me tune ne û em dixwazin bi Tirkiyeyê re bimînin.

Niha jî dixwaze bi riya ENKS heman tiştî bike. Beriya niha jî li ber çavên her kesî di êrîşa li ser Efrînê de ew bi vî rengî bikar anîn û paşê jî di êrîşa serê kaniyê û Girê Spî de jî dîsa ew wiha bikar anîn. Bala xwe bidin daxuyaniyên wê demê yên ENKS, hemû kar û xebatên wan li ser bingeha reşkirina PYD’ê û YPG’ê bû. Jixwe beriya dagirkirina Efrînê aşkera bang li dewleta tirk dikir û digot divê em gelê Efrînê ji bin zilma PYD’ê rizgar bikin.

Jixwe ev yek ji wan dihate xwestin û dewleta tirk bi wê behaneyê Efrînê û paşê jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir.

Piştî ku êdî her tişt li ber çavên wan çêdibe, gelê kurd tê koçberkirin , mal û milkê wan tê talankirin û di komkujiyan de derbas dibin, beriya ku gelekî dereng be kumê xwe deynin ber xwe û hinekî li hesabên xwe vegerin. Rola Înonu û Hesen Xeyrî       * nelîzin û li gorî daxwaz û berjewendiyên gelê xwe tevbigerin.

Hê jî ne derenge ku ew jî vê rastiyê bibînin û vegerin nava refa xwe sibe dê gelekî dereng be.

Nîşe: Ji bo kesên ku Hesen Xeyrî nas nakin.

Hesen Xeyrî an jî Hasan Hayrî di sala 1922’an de wekî wekîlê kurdan di meclisa ku hatibû avakirin de hatibû destnîşankirin.  Di sala 1922’an de alîkariya daxwazên Mustafa Kemal kir û li Lozanê got ku ‘hewcedarî bi parastina mafê kurdan tune ye û ew naxwazin ji Tirkiyeyê cuda bijîn’.  Piştî wê Mustafa Kemal jê dixwaze ku bi cil û bergên kurdî biçe meclisê. Piştî wê di sala 1925’an de di dema serhildana Şêx Seîd de ji alî dadgeha Şark Îstîklalê ve cezayê darvekirinê lê hate birîn ji ber ku di sala 1922’an de bi cilên kurdî tevli meclisê bibû û di 23’ê mijdara1925’an de hate bidarvekirin.

 

Dikarî Biecibînî