Mebesta şerê derûniyê avakirina dudiliyê ye

Celal Şasûwar

Zanista ruhî ango derûnî zanista ku bi sîstematîk ango bi rêk û pêk tevgerîna kesan û bi hişa wan re mijûl dibe ye. Kêfxweşî, tirs, ajo, hezkirin, hîs, hest û her wiha gelek mijarên ku yekser bi mirovan re girêdayî ye jî digire dest.

Mirovên ku bi hundirê xwe û derveyî xwe cuda ne, bingeha şerê derûniyê ne. Mirovên wiha dikarin pir bi rehetî werin tersindan. Ger pirsgirêkên xwe yên cinsîtî hebin, bi jinan an jî bi mêran dikarin werin arastekirin. Ger di nefsî de pirsgirêkên xwe hebin bi têrkirinê dikarin werin teslîmgirtin.

Bi kurtahî: Şerê derûniyê hem di şer de hem di aştiyê de wek bikaranîna zanînê ya bi mexseda guhertina hest, raman, liv û tevgerên mirovan e.

Diyardeya ku em jê re dibêjin şerê derûnî, amadekar û temamkarê derbeyan û tevgerên taybet e. Gava tevgera taybet tê pêşxistin, şerê taybet jî tê pêşxistin. Ev lingên şerê taybet hem weke amadekarên hev, hem jî weke temamkarên hev rolê xwe dileyizin.

Em bizanin ku gava yekem a Şerê Taybet û Şerê Derûnî diavêje ew e ku me ango yên ku li dijî wan têdikoşîn, baş binasin. Û ev naskirin di hemû milên de ye.

Gava duyem jî ew e ku rêbaza perçiqandinê, pêkutînê, tirsê baş bikar tînin û piştî perçiqandinê şûn ve rêbaza qanehkirinê ango zimanê dost bikaranîn jî girîng dibe.

Gelo Şerê Taybet çi bû?

1- Bi îstîsmarkirina lewaziya hêza ku yê pê re şer dikin ji aliyê siyasî, aborî, civakî û moral û lewazkirina hêza wî ya şer.

2- Venêrîna ser kesên ku pê re şer tê meşandin.

3- Pê re jî, bi pêkanîna bandorên bi israr ên li ser raman, kelecan, meyl û lebatan; şikandina hêz û azweriya wî ya şer û berxwedanê, bi xerakirina moral pêkanîna hilweşîna wî ya manewî û bi şiyarkirina hesta tirsê, şikandina wêrekiya wan.

Pir balkêş e ku beriya du hezar û 500 salan kesê bi navê Sun Tzu yê ku weke stratejîstekî şer tê naskirin van tiştan dibêje:

1- Li welatên neyar tiştên baş ji çavan bixin.

2- Serkeftinên haqanên welatên neyar biçûk raber bikin, sihê berdin sêr nav û dengê wan û gava dema wê hat jî, bikin ku gelê wan henekên xwe bi wan bike.

3- Ji hevkartiya kesên adî û ketî sûdê bigirin.

4- Nelihevkirin û pevçûnan di navbera gelê neyar de belav bikin.

5- Kevneşopiyên neyarê xwe bixin rewşa pêkenokê.

Em j bîr nekin ku: “Wek rêbazeke şerê taybet, şerê derûnî hedef dike ku yên dijberê xwe bitirsîne û bixapîne. Yê ku ditirse dibe hewcedar û yê ku dixape jî bêçarê dimîne.

Bi vî awayî hêza ku şerê derûnî disepîne, digihêje derfeta ku pêkanîna xwesteka xwe. Heke civakek were tepisandin û bêçare were hiştin, ew civak dibe ker û bi hêsanî dikare were çêrandin ango ajotin. Hemû dîktator bi anîna civakê ya rewşa kerîtiyê dixwazin bi hêsanî bidin çêrandin.

Tirsa ku pernisandina (sîndîrme) civakê armanc dike, bi terorê tê afirandin. Teror tê wateya êrîşa ku sawê diafirîne. Wisa ku yek tê kuştin lê hezarên wan bi tirsê dikevin û saw bi wan digire. Di encama vê de dipernise û pasîf dibe. Tê rewşa ku ji her cure sepanê re stûyê xwe bitewîne û dengê xwe dernexe.

Terora herî birêxistin û bibandor ji aliyê dewletê ve tê kirin. Terora dewletê di tepisandin û stû pê xwarkirina civakê de rêbaza herî bibandor e. Ji ber vê ye ku hemû dîktator terora dewletê disepînin.

Di pernisandin û bêçare hiştina civakekê de xapandin jî rêbazeke gelekî girîng e. Xapandina civakê jî bi hîle û derewan çêdibe. Hîle û xapandin jî bi amûrazên çapameniyê û rêxistinên xefiye li nav civakê tê belavkirin. Ji lewre hemû dîktator demagog in; serî li hîle û derewê didin. Ji bo bibandorkirina van jî rêxistinên xefiye ava dikin û şaxên çapameniyê digirin bin destê xwe. Wisa ku xwe li ser civakê dikin yek deng.

Xulase, armanc ew e ku; dudiliyê bixe nava mirovên ku ew hedef dikin. Ger nikaribin wan kesan û rêxistin bixin jî lê ger bikaribin tenê dudiliyekî biçûk jî pêş bixin, êdî ew li vir de li gorî xwe serkeftine!

Dikarî Biecibînî