Di duh û îro de Xwebûn

Xecê Şen

Xwebûn di rastiya xwe de têgeheke resen e. Jixwe ji têgeha xwebûnê jî tê fêm kirin ku xwe bi xwe afirandin e. Ji ber ku xwebûn eynika ( neynik) hebûna mirov e. Çawa eynika hebûna mirov e? Dema ku mirov diçe li ber eynikê disekine û li xwe meyze dike, mirov wê demê bixwaze û nexwaze rûyê xwe dibîne, bi xwe re dikeve nav liv û tevgerekê xwepirsînê û bi xwe re gengeşiyên mezin û kaosî  dijî. Bêgûman di wê akosî û gengeşiyê de bi mirov re lêgerîn, lêhûrbûneke pir kûr û dûr çêdibe. Mirov di gelek rê û rêbazan de tê û diçe. Di rê û rêbaran de mirov gelek pirsên ez kî me? Ez çi me? Û divê ez çi bikim? Ji xwe dike û di kesayetiya xwe de gelek tiştên nû jî kifş dike. Di vê xwepirsîn û keşfê de hişmendiya ‘ez heme û ez li vir im’ derdikeve holê. ‘ez heme û ez li vir im’ pênaseya hebûn û xwebûna mirov e. Bêgûman dîroka mirovahiyê dîrokekî pir mezin û berfireh e. Bi hezaran cureyên mirovan reng û dengen gelan hene. Bêguman ji wan mirovan jî yekî jê reng û dengê gelê kurd e. Ziman kurdî ye û welat jî Kurdistan e. Bêgûman wê demê ‘ez kurd im  û li vir im’ derdikeve holê. Ji dîroka mirovahiyê heta roja me ya îro gelê kurd di her serdemê de li dijî her cureyên zilm û zordariyê li berxwedanê hebûn û xwebûna xwe nade diyarkirin. Bi taybetî jî hebûn û xwebûna xwe di weşan û rojnamegriya kurdî de bi awayekî şenber xwe daye der û hebûna xwe nîşanê cîhanê dane.

Ji wan weşanên bi kurdî jî yekemîn rojnameya Kurdistan e. Rojnameya kurdî ya yekemîn bi navê rojnameya Kurdistan di 22’yê nîsana sala 1898’an de, ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve li paytexta Misrê Qahîreyê dest bi weşana kurdî kiriye. Rojname her çiqas bi tîpên biyanî hatibe nivîsandin jî, di dîroka kurdan de bi destpêkeke hêja ve dîrokeke nû da nivîsandin. Jixwe ev roj jî weke roja dîroka Rojnamegeriya Kurdî hatiye pejirandin û her sal ev roj ji hêla rojnamegerên kurd ve tê pîrozkirin. Li gorî baweriya min rojnameya Kurdistan di dîrokê de hebûn û xwebûneke nû ya kurdan pêk anî. Kurdistan bû reng, deng û hawariya kurdan û li cîhanê belav bû.

Kovara Hawar bû awaza bi milyonan dildar û evîndarên zimanê kurdî û seranserê Kurdistan û cîhanê bi milyonan kurd gihişte xwe. Di dîroka kurdan de yekem car xwerû bi zimanê kurdî û bi tîpên latînî kovara Hawar hatiye nivîsandin û çapkirin. Kovara Hawar di 15’ê Gulana 1932’yan de ji hêla Mîr Celadet Elî Bedirxan ve li Şamê dest bi weşanê kiriye. Ev roj ango 15’ê Gulanê roja derketina kovara Hawarê di sala 2006’an de ji hêla Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî TZP Kurdî ve weke Cejna Zimanê Kurdî hatiye pejirandin. Ji wê rojê heta roja me ya îro her sal ji hêla kedkar,dildar û evîndar zimanê kurdî ve bi rêzeçalakiyên cihêreng seranserê Kurdistan û cîhanê, 15’ê Gulanê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Çapemeniya azad weke kevneşopiyekê hebûna xwe her tim domandiye. Ji Rojnameya Kurdistan, Kovara Hawar, Welat, Welatê me, Rojeva Welat, Azadiya Welat û hwd. her tim di xwe de nûbûn û  xwebûn pêk aniye. Azadiya Welat di sala 1996’an de weke rojnameya heftane dest bi weşanê kiriye. Piştî salên dûve dirêj û şûn de yekem car rojnameya xwerû bi kurdî û rojanê hatiye weşandin, bêguman rojnameya Azadiya Welat e. Di 15’ê Tebaxa 2006’an de rojanameya Azadiya Welat weke rojane dest bi weşanê kiriye. Azadiya Welat weke nanê serê sibê, her sibeh li ser sifreya xwendevanên xwe bû.

Bêgûman ev ji bo kurdan jiyaneke nû bû. Çima jiyaneke nû bû? Ji ber ku Kurdistan her tim di bin dagirkeriyê de ye û gelê kurd her tim koçber e û di welatên biyanî yên serdestan de jiya ye, tu carî li ser sifreya xwe û aydeyê xwe rojane rojnameya xwerû kurdî û zimanê xwe nedîtiye. Her tim biyanî û jixwe dûrketin jiyaye. Ew cara yekemîn bû ku malbatên li ser sifereya xwe ne rojnameyekî biyanî, di zimanê xwe de rojnameyekê xwerû bi kurdî didît. Ev ji bo kurdan jinayekî nû bû. Ji ber vê yekê mirov dikare rojnameya rojane ya Azadiya Welat weke jiyaneke nû ya xwebûna gelê kurd jî pênase bike. Li gorî baweriya min ev pênase ne pênasekeye şaş e û tam jî cihê xwe digire. Bêgûman mirov pir bi hêsanî dikare bibêje ku Azadiya Welat ne tenê rojname bû, di heman deme de mamosteya ziman kurdî bû. Weke mamosteyekê zimên diket mala her kurdekî. Bû wesîle ku her maleke kurdan bibe dibistana zimanê kurdî. Li gorî bîr û baweriya min ji bo pêşxistin û pêşvebirina zimên, xwendin û nivîsandina wê Azadiya Welat roleke serekê û mezin dilîst. Azadiya Welat di hemû şert û mercên zor û zehmet de xebatên xwe ji sala 2006’an û heta sala 2016‘an domand. Lê mixabin bi hatina OHAL û qeyûman bi sedan saziyên ziman û weşanên kurdan hatin girtin. Ji wan saziyan jî yek jî rojnameya rojane Azadiya Welat bû.

Ev çar sala bûn ku gelê kurd li Kurdistanê bê rojname bûn. Lê her çiqas gele kurd di bin dagirkeriyê de bijî jî li dijî wê hêza xwe ya berxwedêr jî heye. Gelê kurd li ber dijminê xwe tu carî serê xwe netewandiye û li ber xwe daye. Her wiha weke ku min li jor jî aniye ziman di her şert û mercî de gel û hêza tevgera kurdî têkoşiyan e. Hebûna xwe diyar kirine û xwebûna xwe afirandine. Ev du heftene ku rojnameya heftane XWEBÛN dest bi weşanê kiriye. Rojnameya XWEBÛN di serî de li hemû kedkarên çapemeniya azad, dildarên zimanê kurdî û li gelê kurd û Kurdistanê pîroz be.