Rêbera Rastnivîsînê çi rast nivîsiye?

Yaşar Eroglu

Weqfa Mezapotamyayê ji damezirandina xwe heta îro xebatên hêja pêk anîne. Yek ji van jî pêkanîna ‘Rêberê Rastnivîsê’ ye. Ji bo vê hewldana waqfê divê bêyî ku em gotinê biqurtînin, em bi spasiyên xwe Weqfa Mezapotamyayê pîroz bikin.

Rastnivîs ji aliyê komxebateke hêja ve hatiye pêkanîn. Ew nav in ku tu car yek kes nikare li ser hêjayiya xebatên wan ên ziman îtirazekê bike. Ev rastî jixweber girîngiya vê xebatê derpêş dike.

Lê bi rastî ligel hêjayî, nirx û rûmeta rastnivîsê gelek îtirazên me jî hene û jixwe mebesta vê nivîsê ev e ku em tenê ji aliyê erênî ve ne, ji aliyê îtirazê ve jî boçûnên xwe bi her kesî re parve bikin. Divê li ser Rêbera Rastnivîsînê nîqaşên gewre bên kirin, dîtin û gotinên kê hebin bên diyarkirin da ku çi, çi ye teqez zelal nebe jî qet nebe bikeve qonaxeke lihevkirinê, encamên baş jê derkevin.

Ji aliyê metodolojiyê ve xebat:

Kêmasiyeke herî mezin ev e; xebat ji ber çi hewceyiyan hatiye lidarxistin, ev nehatiye diyarkirin. Kes fêm nake ev xebat ji bo çi hatiye kirin. Çima mebestên xebatê nehatine diyarkirin ku her kesê lê dinêre fêr bibe sedemê xebatê ev çi ne? We tire komxebat saziyeke dewleteke rêkûpêk e, hatiye erkdarkirin, dixwaze xeletiyên nivîsa kurdî weke otorîte teqez ji holê rake û teqez rast bike û bibe otorîteyeke esas.

Danêrê alfabeya kurdî-latînî û danêrê rêzimana kurdî-kurmancî Celadet Bedirxan e. Yê pêşî dest avêtiye, serê xwe pê re êşandiye, metodolojiya zimannasiyê li kurdî aniye, her xebatên ku kirine bi pîvan û rêbazên zanistî rave û nirxandin kiriye. Lê mixabin yek carekê navê Celadet Bedirxan nehatiye bibîranîn lê çend caran navê Mistefa Aydogan hatiye bilêvkirin. A rast xebata Mistefa Aydogan esas hatiye girtin, spasî jê re hatine kirin. Ev gelek normal e, lê ku hûn navê Celadet Bedirxan bavêjin kêlekê hingê rast nabe. Ev e ku hûn Celadet Bedirxan otorîte nabînin, Ji bo we otorîteya nû Mistefa Aydogan e.

Ya din jî ev e; li ser vê rastiya me li jor diyar kir ekola Swedê û Behdînanê ji bo guhertinên esas hatiye girtin. Di nav kurdên Swêdê de bi dehan salan e hin guhertinên nû tên bikaranîn. Seranser di berhemê de ev yek pir aşkera li ber çavan e.

Alfabe û rêzimana tirkî jî di serdema alfabeya latînî- kurdî de hatiye amadekirin. Wan jî rê û rêbazên zimanê tirkî çawa ye, serê xwe pê re êşandine. Komîsyon, sazî û dezgeh ava kirine, bi vî awayî pirsgirêkên zimanê xwe kirine riya çareseriyê. Hetanî îro jî dibe ku sed caran mudaxele li rêziman û rastnivîsa tirkî hatiye kirin.

Lê belê alfabe, rêziman û rastnivîsa kurdî-kurmancî tecrube û riyeke din re derbas bûye. Zimannas Celadet Bedirxan, ji tecrûbe û zimannasên cîhanê jî sûd wergirgitiye. Ango  bingeha metodolojiya Celadet Bedirxan bi pîvanên zimannasiya gerdûnî ne. Rojên ku pêşerojeke tarî li ber kurdan û zimanê kurdî bûye, weke hostayekî pir kêrhatî bi bîz û derziyê zimanê kurdî kolaye, pûte pê aniye, rêç û rîşiyên zimanê kurdî-kurmancî derxistiye rastê. Gelo beriya wî kurdek an jî saziyek heye ku ew qas berfireh û lêhûrbûyî li ser qada zimanê kurdî sekinîbe? Na, ne xêr. Bi rastî jî xebatên Celadet Bedirxan ne ayet in. Dibe ku guhertinên nû hewce bibin. Lê divê bi metedolojiyeke rast, bi awayê zanistî, bi pîvan û hewceyiyeke di cih de pêk bên. Ev rêbazeke esasî ye. Ger yekî/ê pêşengtî û danêrtiya xebatekê kiribe divê berî her tiştî rêz û rûmet jê re bê girtin, nêzikatiyeke ji rêzê jê re nebe. Disiplîna ferhenga zanistê ev e. Hemû cîhan wisa dike, em ji ber çi jê bêpar bimînin. Em bi vê perspektîfê lê binêrin em ê bibînin ku gelek xebatên di vê qadê de hatine kirin û Rêbera Rastnivîsînê di nav de derveyî van pîvanan dimînin.

Ew kesên ku li ser ‘di… de,’ ‘di … ra’ ‘da’ û ‘ra’ li hevkirine hinceta wan ev e; gelek herêm weke ‘de, re’ bi kar naynin, weke ‘da’, ‘ra’ bi kar tînin. Heta ji dilê we tê rast e. ‘Da’,‘ra’ ji ‘de’, ‘re’yê pirtir tê bikaranîn. Lê pirsgirêka me ne serjimar e. Ya esas prensîbên ziman in. Komxebata ‘Rêbera Rastnivîsînê’ ji her kesê ziman re serê xwe diêşîne zêdetir vê rastiyê dizane. Lê rastiya ku derxistiye holê wisa naxuyê. Wisa tê xuya ku destlepkî ketine ser xebatê. Xema Bedirxan ne ‘de’ û ‘re’ ye. Xema wî ew e ku zimanê kurdî bi taybetî kurmancî ji zimannasiyê bêpar nehêle, mîna her zimannasê cîhanê zagonên zimannasiyê ji bo zimanê kurdî guncav bike, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanekî ramandina razber, hêsantir û mayînde, lihevkirî, heta dikare bibe standart û li her derê bi pîvanekê ve bê nivîsandin û bê xwendin alfabe, rastnivîs û rêziman daniye.

Mijareke din jî zimanê ‘Rastnîvîsîna’ Komxebatê ye. Mixabin zimanê ‘Rêbera Rastnîvîsînê’ karesat e, ji bo ku bê fêmkirin belkî çendîn sal wê derbas bibin. Rastnivîs ji bo ku bikaranîna ziman hêsantir bike, di dema bikaranîna ziman de tevlihevî nebe, ziman mîna gijikê li hev neqelibe û riyeke rast bide pêş bikarhenêrên ziman, tê amadekirin. Di navbera zimanê Rêberê Rastnîvîsînê û yê lîteratûra kurmanciyê ya heyî de gelî û newal hene.

Pûte bi zimanê tekstê nehatiye anîn. Ziman pir tevlihev e, kê yan kîjanan tekst nivîsibin ihtimama rastnivîsekê nedanê. We tirê reşnivîsek e û nikaribûye bibe zimanê kirasê ku xwe lê kirine. Ger em van têgehên nû yên di Rêberê Rastnivîsînê de hatine diyarkirin bi kar bînin ev yek wê bi serê xwe tevliheviyekê derxe holê û fêmkirina rêziman û rastnivîsê wê giran û sergêjtir bibe.

Rastnivîs bi îdia hatiye amadekirin ku bibe rastnivîseke yekgirtî, teqez û bênîqaş a kurmanciyê lê mixabin çawa ku gotiye bisimilah û ji wê dest pê kiriye ev îdia pêk nehatıye. Navê rastnivîsê weke Rêbera Rastnivîsînê hatiye danîn. Komxebatê awayê ‘nivîsîn’ tercih kiriye. Di zaravayê kurmancî de ji lêkerên sergêjkir û tevlihev yek jî ‘nivîsîn’ e. Ji ber ku bi awayekî zêdetir dikare bê kişandin û nivîsandin. Ev rewş di her demên rêzimanî de dikare bi teşeyekî re rû bi rû bimîne. Lêkera nivîsîn bi awayekî din jî tê bikaranîn; nivîsandin. Carinan her du jî hemwate ne lê carinan li gorî bikaranîna mijarê diguhere. Mînak ‘min nivîsî’ û ‘min nivîsand’ hemwate ne, heman tiştî tînin ziman. Gava ku lêker weke navdêr tê bikaranîn, gava ku weke ‘nivîsîna min’ bê bikaranîn ne rast e. An ‘nivîsa min’ an jî ‘nivîsandina min’ weke rast tê bikaranîn. Berê ziman ji bo vê bikaranînê li ser ‘nivîs’ê ye, ne ‘nivîsîn’ê. Rêberê Rastnivîsînê wateya belge, tekst an nivîsara rastnivîsandinê lê hatiye danîn. Ji bo belge, berhem û tekstan navlêkirina lêkera navdêr ‘nivîsîn’ ne rast e.

Berhema ku bi navê Rêbera Rastnivîsînê hatiye binavkirin jî divê ji bêjinga vê rastiyê re derbas bibe. Divê bibe Rêbera Rastnivîsê, yan Rêbera Rastnivîsandinê û tercîha Rêbera Rastnivîsarê jî wê ne şaş be. Em wergerînin tirkî, yên ku vê gotarê bixwînin wê baştir tê bigihîjin ku çi li serê berhemê qewimiye. Tirkiya wê ev e; ‘Doğru Yazmak Kılavuzu.’ Divê rastiya wateya wê bibe; ‘Doğru Yazım Klavuzu.’ Bala xwe bidinê ev yek çiqas pê li ziman dike û diherişîne. Divê mirov dewsa kil bike kor neke.

Guhertinên pêk hatine

1-‘i’ hatiye veguhestin ‘î’yê.

Çendîn sal in em dişopînin ev nîqaşa her hebû. Dawiya dawî komxebata Weqfa Mezopotamyayê ev yek guherand û mohra xwe li vê şaşîtiyê xist. Şaşîtî ye lê ji ber çi şaşîtî ye? Nivîsandina bi vî awayî bi merîfeta Celadet Bedirxan e. Sedema wê ev e; dengê ‘i’ dema dikeve pêşiya ‘y’yê ‘î’ dişkê, dibe nîv ‘î’ û nîv ‘i’. Heta gelek caran qet ev deng dernakevin, weke mînak; ‘roni(î)ya çavên min’ mîna ‘ronya çavên min’ ji dev derdikeve. Dengê ‘î’ya di zimanê kurdî de pir ferah û bilind e. Gava ev yek bi vê rastiyê re rû bir û dimîne ji ber vê yekê bi rihetî mirov nikare ‘î’yê bi lêv bike. Celadet Bedirxan riyeke guncav jê re dîtiye bi awayekî fonetik çareser kiriye.

Heman tişt ji bo peyvên ‘dê’, ‘rê’ û ‘pê’ kirine. Awayê ku C. Bedirxan tespît kiriye dema dê, rê û pê dikeve rewşa aîdiyetê dibe ‘diya’, ‘riya’ ,’piya’. Komxebatê ev dirûvê rastnivîsê veguhestiye ‘dêya’,‘rêya’ ‘pêya’. Ango rewşa resen bi kar aniye. Ger mirov bala xwe nede rewşên awarte rast e tu xeletî nîn e. Lê weke her zimanî di kurmanciyê de jî rewşên awarte hene. Dê rewşa dayikê ya tewiyayî ye. Heta ku ez gihiştimê tu dever nabêjin ‘dêya’ min her wiha rêya min û pêya min. Pir dever dibêjin ‘diya’ min heta hin dever pêşde dibin, dibêjin, ‘ciya’ min. ‘Rê’ di navbera rê û ‘ri’ diçe tê û mîna riya min ji dev derdikeve. C. Bedirxan ji bo her duyan jî awayê ‘ê’ na ‘i’ tercih kiriye. Ev awa ziman herikbar dike. Awayê ‘ê’ ziman girantir dike. Komxebatê peyva ‘wiha’ jî qulibandiye ser ‘weha’. Pê re kurmancî nêzî bilêvkirina farisî dibe. Bilêvkirina kurmanciyê bilind û qube ye ya farisî ji beraya çeneyê tê axaftin û taybetiya wê ne li nêzî kurmanciyê ye. Peyvên navborî ne weke tespîta komxebatê tên bilêvkirin.

Ev dengên awarte ne. Di her zimanî de hene. Di zimanê almanî de ‘ch’ ku tenê pey hev carinan ‘h’ ya qalin carinan jî weke ‘ş’; mînak‘mǟdchen’(keça azep) tê nivîsandin, ‘mêdşin’ tê xwendin. Peyva ‘buch’ (pirtûk)tê nivîsandin, ‘bûx’ tê xwendin. Di tirkî de gava ‘yemiş’ û ‘yer’ dinivîsin weke ‘yêmîş’ û ‘yêr’ dixwînin. Ev peyvên awarte ne, rewşên îstîsnaî ne. Di kurmancî de ew awa nivîsandina van peyvan êdî rûniştiye

Pê ve girêdayî ez derpêş bikim; peyvên mîna her wiha weke herweha, dibe ku hertim, herdem jî (ji ber ku mantiq yek e) bi hev ve hatine gîrêdan. Carinan zimannasiya komxebatê mirov dixe nav fikar û gumanan; gelo bi rastî ev teksta Rêbera Rastnivîsînê kesên navên wan di komxebatê de derbas dibe nivîsîne? Kurdî zimanekî îndo-ewropayî ye. Di zimanên vê malbatê de her peyvek tenê bi serê xwe tê nivîsandin. Di mînaka me de ‘her’ peyvek ser bi xwe ye, her wiha jî wisa ye. Dîsa peyvên mîna, ‘herdem’, ‘hertim’ pevgirêdayî nayên nivîsandin. Hinceta wê çi ye ku ev peyvan pevgirêdayî hatine nivîsandin?

2- Veguhestina daçekên bazindek ‘di …de’, ‘di…re’ bi ‘di….da’, ‘di…ra’.

Bêguman li ser daçekên bazindek bi salan e daxwazeke guhertinê hebû. Hinceteke wan a hevpar hebû, ew jî ew e ku di qada zaravayê kurmancî de gel bi piranî awayê ‘da’ bi kar tîne. Her çiqas serjimareke wê ya misoger tune be jî ev rastî heye. Her kesê ku di qadên ziman de dixebitin baş tê gihiştine, rastiya zanistê ne popûlasyon, ne jî serjimar e. Rastiya zanistê metodolojî, hewceyî, xebatên qadan, guncavbûna bi rastiyê re, dawiya dawî tez (dozîne), antî tez, sentez û analîz e. Qada zanistê kêm zêde di vê riyê de dimeşe û digihîje encaman. Her xebat û gotinên destlepkî, bêrêbaz, afakî û ajîtatîf tenê qelebalixê pêk tînin.

Hinceta ‘de’ û ‘re’yê ev e; dibe ku herêmên tên axaftin kêm bin lê nivîsê herikbar dikin, ji bo wê awayê Botanê esas hatiye girtin. Dibû ku heştê sal berê ‘da’, ‘ra’ bihata qebûlkirin tu qusûr jî nedibû lê heştê sal in ev awa hatiye bikaranîn û rûniştiye. Qoser di dewsa ‘dîsa’, ‘min re’, ‘ bike’ de ‘dîs’, ‘mir’, ‘bik’; Botan ‘bük’ û ‘welê’ ya xwe, Çolemêrg ‘kûtçî’, û ‘eve’ya xwe bispêre ziman yekgirtina ziman jî tu car nabe. Komxebata Weqfa Mezopamyayê rê li ber vê yekê vekiriye. Lê zimanê nivîskî bi riya perwerde û ragihandinê ev problem çareser kiriye. Herêma Almanyaya başûr jî, kesên Ege-mûglayî jî êdî bi riya zimanê nivîskî ji hev fêm dikin. Divê êdî forma nivîsandina ‘de’ û ‘re’yê ji bo kurdan nebe problem.

Berî ez ji vê mijarê dûrkevim, divê ez nakokiyekê jî diyar bikim. Ger rast ger ne rast komxebatê li gorî mantiqekî ‘de’ û ‘re’ weke ‘da’ û ‘ra’ guherandiye, lê destê xwe nedaye daçeka bazindek ‘ji…ve’, ‘bi…ve’yê. Bi rastî qalip û mantiq eynî ye. Gelo gunehê ‘ve’yê heye yan jî gunehê ‘de’ û ‘re’yê çi ye ku ev yek hatiye serê wan?

3-Lêkera bextewar ‘hatin’   

Balê dikişîne ser xwe ku di rastnivîsê de tenê teşeyê klasîk ê ku her tim hatiye bikaranîn ê lêkera ‘hatin’ê hatiye guherandin. Her çiqas ku weke xalekê ev guhertin rave nekiribin jî, lêkera ‘hatin’ di teşeyê tebatî de hatiye ravekirin. Em ji seranser pirtûkê û ji vê rewşê fêm dikin ku awayê kêşana lêkera ‘hatin’ hatiye guherandin. Ev yek jî weke yên din nehatiye aşkerakirin. Çi hewceyiyê ev daye kirin, ne diyar e.

Guherandina lêkera ‘hatin’ morfolojiya gelek lêker û peyvan tîne bîra mirov. Dibe ku bi sedan peyv û lêkerên morfolojiya wan guherîbin hene. Gelo em ê pey her yekî bikevin ku îro jî bi heman awayê berê binivîsinin? Na hewceyî pê tune ye. Lêkera ‘mijîn’ êdî hema hema nayê bikaranîn. ‘mêtin’ hatiye dewsa wê. Em île bile bêjin ‘mijî’, na em ne mecbur in. Êdî veguheriye ser lêkera ‘mêtin’ û’mêtin’ rûniştiye. Em dibêjin ‘mêt’. Jixwe ‘mêt’ ji awayê ‘mijî’-‘mijt’ê tê. Ew jî wisa veguheriye. Dîsa peyva ‘çawa’ heye. Koka wê wiha ye; ‘çi awa’. Gava yek bêje, ‘tu çawa hatî’, esasê koka peyvê, ‘tu çi awayî hatî’ ye. Êdî, îro hewce nake em bêjin, ‘tu çi awayî hatî?’ Ji ber ku êdî ziman ew merhele li dû xwe hiştiye. Gelo lêkera ‘hatin’ gunehkar e yan bextewar e?

Ger em ê li ser karên ziman bisekinin divê berî her tiştî em rastnivîseke teqez, karîger, jêfêm, zimanzelal û lihevkirî pêk bînin, ne bi ‘Rastnivîsîn’an.

4- Nebinavkirina ji bo mê’tiyê ‘-eke’ bûye ‘-eka’

Komxebata Rastnivîsînê ji bo qertafa nebinavkirinê hem ‘-eke’ hem ‘-eka’pejirandiye. ‘Komxebata Kurmanciyê … bi piranî awayê yekem (-ek-a) tercih dike.’ (Rêbera Rastnivîsînê rp.135) Bi piranî tev herêmên kurmacîaxêv awayê ‘–eke’ tê bikaranîn. Heta niha ez li rastî dijderketineke li ser ‘-eke’yê nehatime. Ev pêwistî ji nişkê ve ji ku derê derket nayê fêmkirin. Awayê ‘-eka’ berfireh nayê bikaranîn. Dibe ku di kêm herêman de bê bikaranîn. Awayê ‘-eke’ di lîteratûra nivîskî de bê îtiraz rûniştiye, pêlîstina komxebatê ne di cih de ye.

5- Kîtekirinike nerast

Di serî de wate û peywira kîteyê kêm hatiye pênasekirin. Ji ber vê yeke jî rêbazên kîtekirinê şaş hatine danîn. Komxebat wiha dibêje, ‘maneya kîtekirinê di nivîsê de ev e: gava ku beşa bêjeyekê di rêzê da hilneyê, bi bendikekê ve dihê veqetandin û beşa veqetandî dadikeve piştî wê.’ (Rêbera Rastnivîsînê, rp 21) Di du beşan de rêbaz rave kirine: 1-Kîtekirina bêjeyên sade 2-Kîtekirina bêjeyên nesade. Berî her tiştî ger kêm û neteqez bê pênasekirin hêmayên pey wê jixweber xelet dibişkivin tên. Ravekirina kîteyê ya rast ev e: Divê peyv kurt be yan dirêj be hêmayê peyvê yê ji dengekî pêktê, ev deng bixwe kîte ye. Esasa kîteyê ev e. Ravekirin jî li ser vê esasê tê kirin. Zimannasê tirk Dogan Aksan der barê kîteyê de wiha dibêje, ‘Pênaseya kîteyê, ji ber taybetiya wê ya guherbariya di her zimanekî de zehmet û bernîqaş e. Lê aliye wê yê her kes li ser li hev dike ev e ku bareyeke (ûnîteyeke- bîrîm) deng e û têgeheke girîng a dengnasiyê ye.’ (Prof. Dr. Dogan Aksan, Her Yönüyle Dil Ana Çizgileriyle Dilbilim. Ankara- 1995) Ango em bêjin ‘gir’ ûnîteyeke deng e, ‘garis’ du ûnîte deng e (ga-ris). Ev pênaseya zimannasekî ye, ji bo zimannasiyê pîvaneke hevpar e.

Kîte mijara dengnasiyê (fonetik) ya ji hêmayê herî girîng yek e. Piştî alfabeyê şênberkirina dengnasiyê (fonetik) hêmaya duyemîn e.

Zimannas Dogan Aksan dibêje, yekbaretiya (ûnîteyeke deng, bîr bîrîm) deng e. Em li vê mijara ku Komxebatê girtiye dest dinerin pîvaneke wiha nehatiye bîra wan. Kifş e ku bi awayekî destlepkî yan jî bêpîvaniya nivîsandina zimanê erebî kîte şîrove kirine. Ji nirxandinên wan ev derdikevin. Binêrin di van kîtekirinên Komxebatê de bêpîvanî heye û destlepkî hatiye pêkanîn: ‘bêje-ya, bêje-yek, bêje-yê, defter-a, defter-ên, hes-in, kur-dên, kursî-yê, kursî-yên, zarok-ên’. (Rêbera Rastnivîsînê, rp. 23) Komxebatê vê yeke wiha rave dike, ‘Di vê prensîpê da, ya bingehîn ew e ku bêje li gor tixûbên morfemên xwe bihên dabeşkirin.’ (Rêbera Rastnivîsînê, rp. 23) Ev di vê mijarê de pîvaneke nû ye û ne pîvana dengnasiyê ye. Ji ber ku kîte ne li gorî deng li gorî movikên peyvan hatine dabeşkirin. Mixabin li gorî pîvanê xwe danîne jî, xwe bi xwe re ketine nav nakokiyê. Gelek peyv ji movikê derketine bêser û ber hatine dabeşkirin. Mînak; hes-in, kur-dên. Li gorî movikê divê hesin nehata dabeşkirin, divê kurdên jî weke kurd-ên bihata dabeşkirin. Movika hesin ne hes e, hesin tev movik e. Movika kurdên ne kur e, ew kurd e. Em tê derdixin ku Komxebat bêpîvan e û serê wê tev li hev e. Di vê kîtekirinê de divê tenê pîvanek hebe ew jî yekbare deng e û divê kîtekirina van peyvan wiha bê kirin; ‘bê-je-ya, bê-je-yek, bê-je-yê, def-te-ra, def-ter-ên, he-sin, kur-dên, kur-sî-ya, kur-sî-yên, za-rok-ên’. (bnb. , rp. 23) Komxebatê prensîpeke nû ji bo kîtekirinê daniye; tixûbê xwezayî yê peyvên bi paşgir û pêşgir. Rewşeke sosret û dûrî dengnasiyê. Dengnasî ji bo kîtekirinê tu car û tu tûxûban nas nake. Tenê deng û yek bare deng nas dike, tenê ew qas.

Ji bo kîteyên mayî dikarim wiha bejim; ev awa kîtekirin ne kîtekirin e. Peyv weke xwe mane; ‘pê-xistin, ra-kişîn, ve-qetîn, vê-ketinda-weşîn, da-xistin ê-înan, bê-aqil, , du-ajo, dû-ajo, bombe-avêj, ga-ajo, pê-alês, sol-alês pêş-ketin, ser-mezin, xanî-sor, xem-revîn.’ (bnb. , rp. 23-24)  Rastiya van kîtekirinan ev be; pê-xis-tin, ra-ki-şîn, ve-qe-tîn, vê-ke-tin, da-we-şîn, da-xis-tin, lê-î-nan, bê-a-qil, du-a-jo,  bom-be-a-vêj, ga-a-jo, pê-a-lês, so-la-lês pêş-ke-tin, ser-me-zin, xa-nî-sor, xem-re-vîn’. Kesê ku li gorî vê prensîpa Komxebatê kîte bike qebûl dike ku ji zimannasî û dengnasiyê bêpar maye. Ev tenê ne mijareke rastnivîsê ye her wisa jî mijara zimannasiyê ye.

6- Dengdêrî û dengdariya dawiya peyvê û tîpa kelijandinê ‘y’

Rastnivisînê weke sernav an navbernav mijar nehonaye lê di nav rûpelên teksta pirtûkê de derketiye derveyî teşeyê rûniştî, teşeyekî nû pêk aniye. Di nivîsê de hêmayên weke ‘a’,’an’, ‘ê’, ‘ên’ ku mirov dikare weke cureyekî cînavkan bi wesfîne ger herîkîna hevokê de peyv bi dengdarekî biqede bi ‘a’, yan ‘ê’yê ve, hêma pirjimar be hingê ‘an’ û ‘ên’ve hêmayên din re hevokê ava dike. Ger peyv bi dengdêrekî biqede îcar tîpa kelijandinê ‘y’dikeve navberê û teşeyê ‘ya’, ‘yê’ digire, ger pirjimar be hingê jî dibe ‘yan’ û ‘yên’. Komxebatê ev teşe guherandiye, rêbazê dengdêrî û dengdariyê terikandiye û yek teşe rewa kiriye. Wek mînak, navbernavê nivîsê wiha daniye, ‘Îzafe û navdêrên nêr yên yekjimar’. (Rêbera Rastnivîsînê, rp. 132)  Beriya guherandinê yên ku haya wan ji rêbazê hebû bi piranî wiha dinivîsîn, ‘Îzafe û navdêrên nêr ên yekjimar’. Mînak pir in, ez ê kurt bidim: ‘…kesan ya destpêkê…’(rp.91 ji jêj ve prgrf. 1emîn), ‘…pîroz ya destpêkê…’ (rp. 93. Ji jor ve prgrf. 2yemîn), ‘…nêr yên yekjimar…(rp. 133ji jor ve prgrf. 2yemîn),‘…yek ya din…’(rp. 202 Ji jêr ve prgrf. 3yemîn), ‘…xurt, ya bêhnokê…’ (rp.204. ji jor ve prgrf. 4emîn), ‘…bêjeyek yan beşeka…(rp. 207. Ji jor ve prgrf. 2yemîn)

Cihekî din ê tîpa kelijandinê ‘y’ lê tê zêdekirin li ser îhtimala tercîhkirinê ye ku di bikaranîna nav hevokê de wiha pêk tê; weke mînak, ‘em ê biçin bajêr an na’, cihê tîpa kelijandinê lê zêde dibe, ‘em ê herin sûkê yan na’. Her çiqas hin derdoran tîpa kelijandinê bi kar nedianî jî li gorî teşeyê rastnivîsa Celadet Bedirxan ev dirûv bû û ev teşe rûniştibû. Mixabin Komxebata Rêbera Rastnivîsînê ev jî awayê bêyî tîpa kelijandinê ‘y’yê di tekstên xwe de bi kar aniye. Wiha ye, ‘Hejmarnav an bi tenê bi reqeman an jî bi tîpan binivîse.’ peyva ‘hejmarnav’û ‘reqeman’ bi tîpên dengdar diqede li vê derê ji tîpa kelijandinê ‘y’yê re hewceyî nîn e lê Komxebat li cihê hewce jî ne hewce jî bi kar tîne ji ber ku ew awa tercih kiriye. Dibe ku mirov bêje da man e, ne bi zanîn pê ve danîne lê mixabin ne wisa ye. Mînak ne yek e ne du ne. Ya din jî tev weşanên Weqfa Mezopotamya bi teşeyê Rêbera Rastninîvînê, bi vî awayî dinivîsin.

7- Şaşfêmkirina awayê tebatî û lêkera navdêrî

Di bin navbernavê, ‘Parçeya awayê tebatî yê nekêşayî û navdêra lêkerî’ de nirxandineke nerast hatiye kirin. Xwestine bi du hevokên nêzî hev vê yeke bidin fêmkirin lê xeletî jî di wir de qewimiye. Ez ê ji çend mînakên wan dane duduyan diyar bikim. Wiha nirxandine;

1-‘Ew hat dîtin

Ev hevokeke tebatî ye. Lewra yê ku hat dîtin ew e. Ew jî ji aliye hinan ve hat dîtin.

2-Ew hat dîtinê

Ev hevok ne hevokeke lêkera tebatî ye. Ew hat ku bibine. Bêjeya “dîtin” ê di vê hevokê da navdêreka lêkerî ye, loma divê ku wekî temamkera lêkera têneper bitewe.’(bnb. Rp.160)

Mînaka xala yekemîn rast e, gotinek jê re nabe. Di xala duyemîn de pirsgirêk heye. Ji bo ku ev nirxandina xala duyemîn rast be divê hêmaya ‘ji bo’ lê bê zêdekirin. Ango divê wiha bibe, ‘Ew hat ji bo dîtinê.’Hevokeke din jî wiha dikare bê dayîn, ‘Ew ji bo dîtinê hat.’ Lêbelê ji aliye hevoksaziya kurmanciyê ya resen ‘Ew hat ji bo dîtinê.’ rasttir e. Lê di her du awayên me dayî de ji aliye rêzimanê ve wateya hevokê tam e. Bi hevoka ku awayê Komxebatê diyar kiriye tenê serê xwe wateya wan xwestiye bidin diyar nake. Di vir de pirsgirêkeke rêzimanê heye. Xala duyemîn a Komxebatê diyarkirî zimanê rojane yê devkî ye. Baş tê zanîn ku zimanê nivîsê teqez e û gelek caran ji zimanê devkî cudatir tê ser tekstên nivîsan. Pir deveran daçek nayên bikaranîn û mebesta ragihandina wateyê bê daçek pêk tê. Zimanê nivîskî ne wisa ye, divê teqez be. Dîsa tê zanîn ku daçek wateya hevokê dikarin biguherînin. Mînak ‘li xwe kirin’, û ‘ji xwe kirin’ bi riya daçekê wateyên li dijî hev derdixin himatê. Li vê derê encax daçeka ‘ji’û peyva ‘bo’ wateya wan diyar kiriye d ikare bide.

Hevoka, ‘Ew hat dîtinê’ li dijî gotina Komxebatê dîsa hevokeke tebat e. Ev hevok bi vî qalibî nikare bibe navdêreke lêkerî. Ger hêmana ‘ji bo’ tê de tune be dîsa lêkereke tebatî ye. Di vir de wate bi nûansê ve ji hev diguhere. Hevoka ‘Ew hat dîtin’ li gorî nirxandina Komxabetê wateyê xwemalî dike. Hevoka ‘Ew hat dîtinê’ jî ji bilî nûansekê heman wateyê diyar dike. Hevoka xala yekemin hêmaya kirpandineke xurt nade pêş. Karê hatiye kirin zelaltir naxuyê. Karekî ji rêzê dide sêwirandin. Lê hevoka xala duyemîn şênber e, kirpandina wê xurt e, berbiçav e. Baweriya dîtinê ne ji rêzê ye, hêmayê wê zelaltir e. Ango êdî karê hatiye kirin derbas bû, çû. Dibe ku mirov mebesta vê yeke wiha bide fêmkirin: ‘Madem hat dîtinê em daxin jêr’. Di vir de sedî sed heman awa ne be jî têkiliyeke wiha heye: Bala xwe bidinê van hevokan; ‘Te çi da wî?’ û ‘Te çi dayê?’ Di hevoka yekemîn de cînavka ‘wî’ barê hevokê dikişine. Di hevoka duyemîn de cînavka ‘wî’ vediguhêze, bi tîpa kelijandinê ve li lêkerê bar dibe, dibe ‘yê’ anku dibe ‘dayê’. Ev jî peywira cînavkê tîne cih lê di hevokê de teşeyê fêmkirinê bi nûansekê vediguherîne. Ango em êdî hewce nabînin bêjin ‘te çi da wî?’ em dibêjin ‘te çi dayê’. Ji ber ku em dizanin ku muxatab ‘wî’ ye, pêşde me behsa wî kiriye, em jê haydar in û hewce nabînin bêjin ‘wî’, bi ‘yê’yê wateya hevokê vediguhêzin û xurt dikin. Ev jî prensîbeke rêzimanî ye, cînavk e, kesek li ser nesekiniye û neketiye ferhenga rêzimanê.

Dahêneke (îcad) nû ji Komxebatê

Me balkişandibû ser termînolojiya Rastnivîsîna Komxebatê. Hemîn termînolojiyeke nû û xerîb pêk anîne lê wê jî xerîbtir îcadek heye ku ji rêça ziman dûrtir e. Ji bo lêkerên gerguhêz navê ‘têper’ lê kirine. Heta vê derê pirsgirêkeke cidî naxuyê. Lê gava lêkerên negerguhêz pênase kirine, navê ‘têneper’ lê kirine. Ango bi zanîn têneper bi kar anîne.

Peyva têper ne navdêreke lêker e, ew navdêreke rengdêr e. Ji ber ku awayekî lêkeran diwesfîne. Neyînîkirina lêker û rengdêran ji hev cudatir e. Komxebatê weke lêkeran peyva ‘têper’ê neyînî kiriye. Gava rengdêr têne neyînîkirin, navdêr gewdeyê xwe diparêze, pêşgira neyînî pêş navdêrê cih digire. Mînak; têper- netêper, giran- negiran, spî- nespî, baş- nebaş û hwd. Teşeyekî mîna, deng- bêdeng, rûmet, bêrûmet, guman- bêguman û hwd heye. Di vir de jî pêşgira neyînî li pêş navdêrê cih digire. Ango forma neyînîkirina lêkerên pêkhatî xweser e, yên derveyî wê mayî li gorî wê rewşê nayên neyînîkirin.

Komxebatê bi çi matiqî wiha daye, ev prensîba li ber çavan girtiye yan negirtiye em nizanin lê ya li me tê xuya Komxebatê ev xerîbî îcad kiriye û tercîha dûrî rastiyê pêk aniye.

Wek encam

Ziman û amûra wê ya herî mayînde zimanê nivîskî xaleke sereke ye û divê hesas li ser bê rawestin. Zimanê nivîskî hewce ye ku bi rê û rêbaz bê bikaranîn. Divê li ser rê û rêbazên ziman bi giştî li hevkirin pêk bê. Hewce ye ku ev yek bi awayekî aqilane û zanistî pêk bê. Dibe ku hewceyî hebe ku hin xalên rêziman û rastnivîsê bên guhertin. Lê divê delîl, mesnet û daneyên wê xurt û zanistî pêk werin. Komxebata Weqfa Mezopotamyayê di xebata xwe de ev ihtimama nedayê û terzekî nerast û dûrî metodê zanistiyê şopandiyê.

Berî her tiştî Komxebatê xwe weke peywirdar dîtiye ku termînolojiya heta îro rûniştiye ser û bin bike û zimanekî neyê fêmkirin bixe ferhenga kurmanciyê. Tenê ji bo ev merhele bê derbaskirin û zimanê Rastnivîsîna wan bê têgihiştin gelek sal divên. Ji bo çi ev yek? Gelo hewce ye ku zimanekî ku sazî û dezgehên wê yê fermî tune ne, ew qas bêserûber û bêmesnet pir caran mudaxele lê bê kirin?

Zimanê nivîskî mîsogeriya pêşeroja zimanê kurdî ye. Di vê riyê de C. Bedirxan gavên gewre avêtin. Ber bi têkçûna zimanê devkî, bi riya zagonên zimanê nivîskî hem nivîs hem teşeyê nivîsê ji tevliheviyê xilas kir, bû pêşeng ku zimanê nivîskî bibe bîr û pêramandina kurdan. Riya bikaranîna zimanekî razber vekir.

Ev heştê û şeş sal in di riya wî vekiriye de, movika awayê nivîsa wî diyarkirî tê bikaranîn. Gelek berhem; roman, çîrok, helbest, rojname, kovar, teqwîm, afiş, slayt, konferans, panel, malperên înternetê û gelekên din pêk hatine. Bivê nevê teşeyê Celadet Bedirxan êdî rûniştiye. Ev yek jî ne mixabinî ye, kêfxweşî ye. Bila dijberê teşeyê Bedirxan destê xwe bidin cêniyê serê xwe, bifikirin. Mixabin hev qebûlnekirin weke qedereke kurdan di qada ziman de jî heye. Ev helwest mîna wezekekê ruhê her kurdekî de heye. Çima em nikarin di sînorê hewce dike de bisekinin û ji ber çi, kesekî na em tenê xwe otorîte dibînin?

Çi di cih de gotiye Ehmedê Xanî, ‘…Lew pêkve hemîşe bêtifaq in/ daîm bi temerrûd û şiqaq in/ Ger dê hebûya me îttifaqek/ vêkra bikira me inqiyadek’.(Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, rp.168 Mehmet Eîn Bozarslan, Weşanên Deng-Stenbo- 1995). Giregirên qada ziman danêrekî mezin weke Celadet Bedirxan nahewînin, qebûl nakin. Li wê derê, li vê derê, ew nebû cihekî din tev didin.  67 sal şûnde pêsîra rehmetî girtine, jê hesab dipirsin ku te ji ber çi mîna me nekir? Hewldana pûçkirinê pir aşkera ye. Eyb e, şerm e, fedî bikin.

Belê Komxebatê kedeke hêja daye, berhemeke hêja amade kiriye. Mala wan ava lê çawa ku li jor hate derpêşkirin ev berhemeke gelek kêm e, ji tu derdê kurmanciyê re nebûye derman, her tişt tev li hev kiriye, bûye sedemê aloziyeke nû. Rastî ev e. Kurtewateya ji vê nivîsê derketiye ev e: Komxebat weke Kêmxebat, Rastnivîsîn weke Şaşnivîsê, zimannas weke zimannenas derketine pêş.

Kerem bikin, ha ji we re Rêbera Rastnivîsîna we, careke din di ber çavan re derbas bikin. Vê carê ji xeynî Celadet Bedirxan tu kesî/ê referans negirin, ji nû ve rêbereke rastnivîsê amade bikin, bila Rêbera we ya Rastnivîsînê bibe karketî, bibe kednîşîneke temenê wê herî kurt. Ger wiha pêk bê, wê ji bo Kurmancî bibe xizmeteke baştir.

Çavkanî: Kovara Nûbihar

Dikarî Biecibînî