Dosya: Komara Kurdistanê- 1

Mehmet Şahîn

Mezheparêziya Şah Îsmaîl tifaqa kurd û faris têk bir 

Kurd û pers du neteweyên xizmên hev in. Wekî du pismama ne. Bi hezaran salan bi hevre di nava aştiyê de jiyane. Bi hevrebûna her du civakan heta şerê Çildiranê yê 1514’an bê navber berdewam dike.

Nijadperestiya mezhebî ya Şah Îsmaîlê serokê dewleta safewiyan dibe sedem ku kurd bi siltanê osmaniyan Yavûz Siltan Selîm re tifaqê çêbikin û di şerê Çildiranê yê 1514’an de li gel osmaniyan li dijî safewiyan şer bikin.

Di şerê Çildiranê de Şah Îsmaîl têk diçe. Civaka kurd û erdnîgariya Kurdistanê bi awayeke yekpare bi osmaniyan ve tê girêdan. Lê êrîşên safewiyan ên li dijî osmaniyan heta peymana Qesrî Şîrîn ya sala 1639’an dewam dikin.

Di peymana Qesra Şêrîn de erdnîgariya Kurdistanê parve dikin

Dewleta Osmanî berê xwe dabû Ewropayê. Dixwest dagirkeriya xwe ya li Ewropayê firehtir bike. Ji bo wê dixwest bi safewiyan re peymaneke aştiyê îmze bike û dawî li êrîşên safewiyan bîne. Di sala 1639’an de di navbera safewî û osmaniyan de peymana Qesrî Şîrîn tê destnîşankirin.

Di peymana Qesrî Şîrîn de her du dewlet erdnîgariya Kurdistanê li xwe parve dikin. Cara yekemîn erdnîgariya Kurdistanê bi awayeke fermî dibe du parçe. Çiyayê Zagrosê wekî sînoreke xwezayî tê qebûlkirin. Rojhilata Zagrosan dimîne di bin serweriya safewiyan de, rojavayê Zagrosan jî di bin serweriya osmaniyan de dimîne. Civaka kurd bi awayeke bêstatû di bin navê mîrekî û begîtiyan de dimîne, dibin zext û zordariya her du dewletên sereke yên Rojhilata Navîn de.

Sînorê ku 1639’an de di Qesrî Şîrîn de hatibû xêzkirin û hişmendiya her du dewletan a bêstatû hiştin û tunekirina civaka kurd bi hemû dijwariya xwe bênavber her tim di meriyetê de bûye û niha jî di meriyetê de ye.

Sovyet û Ingilîstan Îranê dagir dikin

Di pêvajoya Şerê Duyemîn ê Cîhanê de dewleta Sovyetê û Brîtanyayê Îran dagir kirin. Piştî ku Îran ji aliyê Sovyet û Brîtanyayê ve hate dagirkirin, serweriya desthilatdariya hikûmeta îranê li ser herêmên rojhilata Kurdistanê kêm bû. Dewleta Sovyetê bi awayeke nerm nêzikî civakên bindest dibû. Ji bo bi destxistina mafên civakî xwe wekî piştgir û alîkarê wan civakan nîşan dida. Wê nêzîkatiya Sovyetê derfet da gelên kurd û azerî ku mafên xwe yên civakî bi dest bixin. Di wî çarçoveyê de li bajarê Mahabadê Komara Kurdistanê û li bajarê Tebrîzê jî Komara Azerbaycanê hatin avakirin.

Komara Kurdistanê di 22’yê çileya 1945’an de bi pêşengiya Qazî Mehemed li bajarê Mahabadê yê rojhilatê Kurdistanê hate damezirandin. Her çiqasî di nava gel de bi navê ‘Komara Mahabadê’ bê nasîn jî di rûpelên dîrokê de bi navê Komara Kurdistanê cihê xwe girt. Komara Mahabadê li ser lihevkirina rayedarên dewleta îranê û sovyetê piştî 11 mehan, di 17’ê kanûna 1946’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hate hilweşandin.

Wekî ku me li jor jî anîbû ziman bi sedan salan polîtîkaya dewleta Îranê ya helandin û tunekirina civaka kurd her tim li ser kar bûye. Lê bi taybetî ji sala1930’î û şûnde ev gihîşt asteke dijwar. Ji sala 1930’an ve zext û zordariyên li ser çand, ziman û hebûna kurdan zede û kûr bûn. Bêguman armancên wê polîtîkaya wan a zilm û zordariyê hebûn.

Mirov dikare wan armancan wiha rêz bike;

1- Wekî kurdên çar parçayên din ên Kurdistanê, kurdên Rojhilat jî li gorî demsalan cih diguherandin. Zivistanê li qadên germ û di demsala havînê de jî li qadên hînik bi cih dibûn. Di nava pergala koçberiyê de dijiyan. Ji ber jiyana koçberiyê dewleta Îranê nedikarî serweriya xwe li ser kurdan ferz bike û polîtîkaya xwe ya pişaftinê biser bixe.

Lewre dewleta Îranê dixwest kurdên ku di pergala koçberiyê de dijiyan bike xwediyê jiyaneke niştecihî. Di heman demê de dixwest eşîrên ku di erdnîgariya Kurdistanê de xwedî jiyaneke niştecihî bûn û li dijî serwerî û zordariya Îranê li berxwe didan ji erndîgariya Kurdistanê derxe, wan ji hevdû veqetîne û li bajarên Îranê belav bike.

Bi vê hewldana xwe dixwestin kurdên Rojhilat ji sînorên parçeyên din dûrbixin û têkiliya wan a bi parçeyên din re qut bikin. Di heman demî de bi vê rêbazê dixwestin ji hêla aborî û civakî ve eşîran qels bikin ku bikarin serweriya xwe li ser wan ferz bikin û dawxaza xwe ya komkirina bacê û girtina ciwanan a leşkeriyê li ser wan ferz bikin.

2- Dewleta Îranê ji sala 1930’an ve polîtîkayên dewleta tirk ên pişaftin û tunekirinê ji xwe re mînak girtin. Dewleta Îranê jî wekî dewleta tirk nîjadperestiya faris li ser civaka kurd ferz kir. Wan jî wekî dewleta tirk gotin, ‘Kurd bi eslê xwe ne kurd in, faris in.’ Wekî tirkan wan jî ji bo wê teoriya xwe ya derewîn gelek teoriyên bêbingeh bi destên profesorên xwe dan afirandin. Zimanê kurdî qedexe kirin, cil û bergên kurdan ên neteweyî qedexe kirin, weşan û çavkaniyên kurdî bi tevahî qedexe kirin.

Bi kurtahî taybetmendiyên kurdan bi tevahî hatin qedexekirin. Farisan jî wekî teoriya tirkan a ‘Roj û ziman’ bi profesorên xwe teoriyek dan afirandin. Li gorî wê teoriyê; zimanê erebî û yên tûranî bi tevahî ji zimanê farisî hatine afirandin. Wekî şewqeya Ataturk li Îranê jî şewqeya pehlewiyan li ser her kesî hate ferzkirin. Di sala 1934’an de zagonek derxisitin. Li gorî wê zagonê; di serî de li dibistanan, piştre jî di qada fermî de zimanê kurdî hat qedexekirin. Bê guman armanca wan pêkanînan helandin û tunekirina civaka kurd bû.

3- Rêbazên ku dewleta tirk di pêvajoya serhildanan de pêk dianîn dewleta Îranê jî li ser kurdên Rojhilat ferz dikirin. Ji bo hevgirtin û yekitiya civaka kurd têk bibin çi ji destê wan dihat, dikirin. Avanî û rêxistinên kurdan hemû digirtin û serok û rêberên wan diavêtin zindanan. Malbatên pêşeng ên civaka kurd mişext dikirin û ji Kurdistanê dûr dixistin. Mal û milkên wan tevî kerî û garanên sewalên wan ve desteser dikirin. Çûyîna zozanan li eşîran qedexe dikirin. Serok û rêberên eşîran yên hêzdar û navdar, kesayetên zana û rewşenbîr binçav dikirin.

4- Di bin navê ‘Pêkanîna yekitiya neteweyî’ de hîm û dînamîkên civaka kurd ên çandî û civakî dihatin tunekirin. Ji bo vê yekê Şah Riza yan bi zordarî, yan bi komployan an jî bi dayîna mewkî û pereyan gelek serok, rêber, pêşeng, hunermend, zana û rewşenbîrên kurd di nava pergalê de bi cih dikirin. Bi vê hewldana xwe derbeyeke mezin li tifaqa navxweyî ya eşîran dida û ser jimara wan roj bi roj kêm dikir. Eşîran taybemendiyên civaka kurd ên erênî û neyînî hemû di jiyana xwe de dihewandin. Qels kirin û têkçûna eşîran dihat wateya têkçûna civaka kurd. Di encamê de ji hêla civakî ve berdêlên gelek giran derdiketin holê.

Dewleta Îranê ev polîtîkaya xwe ya kambax li ser hemû civakên bindest ên li Îranê ferz dikir. Armanca wan ew bû ku hemû etnîkên ne faris bêdeng bikin, serweriya xwe li ser wan ferz bikin û di bin nasnameya farisîtiyê de wan gav bi gav ber tunebûnê ve bibin.

5-  Wekî ku tê zanîn nexşêrêya tunekirina civaka kurd di qada navneteweyî de di peymana Lozanê de hatibû diyarkirin. Ev nexşerêya ku di peymana Lozanê de hatibû diyarkirin ji bo dewletên dagirkerên Kurdistanê bû çavkaniya sûdwergirtina polîtîkayên tunekirinê.

Armanca dagirkeran tunekirina civaka kurd bû

Armanca dewleta Îranê ya sereke yek jî dixwest nexşerêya tunekirina civaka kurd a ku bi peymana Lozanê di qada navneteweyî de hatiye xêzkirin bi peymanên heremî xurt, qayim û mayînde bike. Ji bo wê yekê di tîrmeha sala 1937’an de li Tehranê di Qesra Sadabadê ya Şah Riza Pehlewî de di navbera Îran, Iraq û Tirkiyeyê de peymanek hate îmzekirin. Dagirkerên ku heta wê rojê her tim hewl didan kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û li dijî kurdan tifaqa xwe ava kirin. Biryar dan ku li dijî kurdan bi awayekî hevpar û di nava hevkariyê de tevbigerin. Bi wê tifaqa xwe hewl didan xwe ji pirsgirêkên têkoşîna azadiyê ya neteweya kurd xilas bikin.

Dewleta îranê siyaseta dewleta tirk ji xwe re mînag digirt

Di encama van polîtîkayan de kurd ji axa xwe hatin dûrxistin û kom bi kom li bajarên Îranê hatin belavkirin. Çand û zimanê wan hate qedexekirin. Kurdan nikaribûn xwe birêxistin bikin û bi hestên civakî tevbigerin. Ji hêla civakî ve qels bûn û bi xizaniyeke dijwar re rû bi rû man.  Armanc û plansaziya dewleta Îranê jî wekî ya dewleta tirk ew bû ku bi demê re civaka kurd bihelîne û tune bike. Lê heqîqetên jiyanê bi awayeke cuda xwe dan der û nehiştin ew di polîtîkayên xwe yên tunekirinê de bi sedî sed biserkevin.

Li dijî tunekirinê yekane rêbaz berxwedane

Polîtîkayên ku li ser civaka kurd hatin meşandin bêguman rûxandinên berbiçav û bandorên neyînî yên mezin li ser civaka kurd pêk anîn. Lê civaka kurd wekî her carê li dijî van polîtîkayên tunekirinê hêza xwe ya berxwedanê afirand. Hêza ku kurdan afirand têrî serkeftina wan nedikir lê têrî xweparastina li dijî polîtîkayên pişaftin û tunekirinê dikir. Ji kevnariya dîrokê heta niha yekane rêbaza xwe parastina civaka kurd serhildan bûn. Kurdên Rojhilat jî li dijî Îranê serî li vê rêbazê dan û bi rêze serhildanan hewldan xwe biparêzin.

Di heman pêvajoyê de li dijî polîtîkayên dewleta Îranê bi pêşengiya Simko Axa (Smaîl Axayê Şikakî) de rêze serhildanan dest pê kirin û dem bi dem di nava eşîrên din ên Rojhilat de dewam kirin. Di sala 1929’an de ji ber qedexekirina cil û bergên wanên gelerî û ji bo bikaranîna şewqeya pehlewî, pêkutiyên ku li ser wan hatin ferzkirin eşîrên Mangû û Mameşê li dijî Îranê serî hildan. Serhildana van eşîran dewleta Îranê xist nava tengasiyên mezin.

Çend sal piştî wan serhildanan îcar eşîrên Serdeştê li dijî pêkutî û hewldanên bi zorê girtina ciwanên kurd a leşkeriyê serî hildan. Van sehildanan demeke dirêj dewam kirin. Her hewldaneke dewleta Îranê ya li ser kurdan bi serhildanan dihatin bersivandin. Serhildaneke dorfireh a ku kurdên Rojhilat hemû tê de cih bigirin çênebû. Lê her eşîrê di herêma xwe de li gorî hêz û derfeta xwe li dijî dewleta Îranê li ber xwe dida. Bêtifaqî û rewşa parçebûyî ya civaka kurd nedihişt encameke erênî û serkeftî were bidestxistin. (Dewam dike)

 

Dikarî Biecibînî