Li Şengalê hevkariya dewleta tirk û PDK’ê

Li pişt êrîşên li Şengalê PDK heye. Bêguman dewleta tirk dijminê kurdan e. Ji bilî sûnîtiyê dijminê her baweriyê ye. Dewleteke sosret e ku dîn, îman, mezhebê xwe nîne û dijminê mirovahiyê ye. Lê belê ger rola PDK’ê ya di êrîşa li Şengalê de neyê dîtin, dê rastî neyê fêhmkirin û bê nixumandin

Dewleta tirk careke din êrîş bir ser Şengalê. Yek jê fermandarê YBŞ’ê 4 şervanên êzdî qetil kir. Duh DAIŞ’ê êrîş dibir ser, îro jî dewleta tirk êrîşê dibe ser. Çawa ku tu hêza siyasî û leşkerî li ber êrîşa DAIŞ’ê ranebû, kes li ber êrîşa dewleta tirk jî ranebû; mîna ku mafê her kesî ye ku li êzdiyan bixin. Ji vê yekê jî mirov fêhm dikin ku ev cîhan ji aliyê exlaqî û wijdanî ve çiqasî hilweşiya ye. Li Rojhilata Navîn ku ol, bawerî, nirxên civakî û çandî lê afirîne, wijdan û exlaq ketiye çi rewşê. Mîna Fîrewnan li her kesî hatiye; Ger Fîrewn hebin, Mûsa jî hene. Herhal ev fîrewntiya Tayyîp Erdogan wê jê re nemîne.

Yê êrîş bir ser Şengalê dewleta tirk e, lê yên ku bêdeng man rêveberiyên Iraqê û herêma kurd e. Iraq vê gavê bêxîret e ku dengê xwe lê bike. Dengê xwe lê bike jî dê ji Iraqê re bêjin ‘tu kî ye?’ Ma Tayyîp Erdogan beriya niha ji Haydar Ebadî re ev gotin negotibû? Berpirsyarê esasî yê vê êrîşê PDK ye. Naxwe PDK çima dê li pêşberî êrîşeke ku li herêmeke pêşmerge jî lê ne bêdeng bimîne? Her kes bi ser dewleta tirk ve diçe, lê belê kes ji PDK’ê re tiştekî nabêje ku berpirsyarê esasî yê vê êrîşê ew e. Yê ku ev êrîş teşwîq kir PDK ye. PDK bi rêya van êrîşan hesabê wê yekê dike ku êzdî dê YBŞ’ê, dê sîstema xwe ya xweser biterikîne û xwe biavêje hembêza wan. Ango ji ber hesabekî qirêj êrîş li Şengalê tê kirin û êzdî tên qetilkirin.

Gelê Şengalê û hêzên YBŞ’ê dibêjin di vê êrîşê de para nokerên xwecihî hene. Aşkera ye ku bi îstîxbarata cih, fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî hate qetilkirin. Mamê Êzdiyan Zekî Şengalî jî bi agahîdayina cihê wî hatibû qetilkirin. Hingî agahî hatibûn wergirtin ku îstîxbarata PDK’ê Parastinê hevkarî kiriye. Lewma MÎT a tirk û Parastin li Şengalê bi hev re dixebitin. PDK polîtîkaya xwe ya tasfiyekirina mûxalîfan bi destê hêzên cuda niha li Şengalê dixe meriyetê. Bi êrîşên dewleta tirk a dijminê kurdan, hesabê wê yekê dike ku li Şengalê serdest be. PDK di nava hesabekî bi vî rengî yê qirêj de ye. PDK dibêje, tiştekî ne yê min be bila nebe yê kurdan. Kurdayetiya PDK’ê ewqas e. Ev zîhniyet û polîtîka li her cihî bi şêweyê dijminatiya li kurdan derdikeve pêşiya me. Li Rojava bi vî rengî derdikeve pêşiya me. Li Bakur û Rojhilat bi vî rengî derdikeve pêşiya me. Di sala 1980’î de di tepisandina tevgera kurd de li Îranê bi rejîma Îranê re tevgeriya bû. Li Efrînê jî bi vî rengî tevgeriya. Êrîşa li dijî Serêkaniyê û Girê Spî bi piştgiriya ENKS’iyên pişta xwe dispêrin PDK’ê hate kirin. Beriya salekê yên ku pêwendiya xwe bi PDK’ê re hene, ji bo dewleta tirk êrîşî Rojava bike name weşandin. Her wiha nameyên Osman Ocalan ê dijminê kurdan hatibûn bidestxistin ku bi destê PDK’ê ji dewleta tirk û MÎT’ê re şandibû. Ji xwe aşkera bû ku dostê herî baş ê nameyan ê vî kesî MÎT e. Aşkera bûbû ku Nîzamettîn Taş bi parastin û agahiya PDK’ê bi MÎT’ê re hevdîtin kir, ji bo li Tirkiyeyê li dijî PKK’ê rêxistineke sîxuriyê ava bike. Endamên MÎT’ê yên hatin girtin di çapemeniyê de ragihandin, ji ber ku hêza wan kesan nîne, daxwazên wan cidî nehatin nirxandin.

Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re di karaktera wê de heye. Di mijara êrîşa DAIŞ’ê de ya li ser Şengalê, dihate gotin, dibe ku PDK’ê hin bazarên cuda kiribin. DAIŞ’ê di dema êrîşa li ser Hewlêrê de daxuyaniyek dabû û gotibû ku PDK li ser soza xwe nesekinî. Pêwîstî pê heye ku ev gotina DAIŞ’ê bê zelalkirin, çima tiştekî wiha gotibû.

Yê ku niha li Şengalê li dijî YBŞ’ê, PADÊ, rêveberiya xweser û meclisên êzdiyan kar dike, yê ku dixwaze wan qels bike û xwe bi bandor bike PDK ye. PDK, kesên ku ji lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan hez dikin mîna dewleta tirk bi gotina ‘terorîstiyê’ sûcdar dike. Li Şengalê jî li Rojava jî ji bo dewleta tirk dike hedef. Dema ku bi ewropiyan, bi DYA’yiyan, bi rûsan û hêzên cuda re têkiliyê datîne, bi gotina ‘YPG, PYD, YBŞ PKK’î ne’ wan dike hedef. Bi Iraqê re di hemû hevdîtinan de dibêje ku YBŞ PKK’î ye û zextê li wan dike ku wan ji wê derê derxîne. Her wiha tê gotin ku di vê mijarê de şantajê li Iraqê dike. YBŞ’î, PADÊ’yî û meclisa xweser a êzdiyan ku li Şengalê bi gelek hêzan re di nava têkiliyeke dîplomatîk de ne, dibêjin ku PDK her kesî bi vî rengî li dijî wan sor dike.

Li pişt êrîşên li Şengalê PDK heye. Bêguman dewleta tirk dijminê kurdan e. Ji bilî sûnîtiyê dijminê her baweriyê ye. Dewleteke sosret e ku dîn, îman, mezhebê xwe nîne û dijminê mirovahiyê ye. Lê belê ger rola PDK’ê ya di êrîşa li Şengalê de neyê dîtin, dê rastî neyê fêhmkirin û bê nixumandin.

Kurd niha li her derê li ser yekitiya neteweyî nîqaş dikin. Yekitiya neteweyî bûye daxwaza hemû kurdan. Ji bilî PDK’ê piraniya tevgerên siyasî ji karekî bi vî rengî re amade xuya dikin. PDK zane ku polîtîkayên xwe yên heyî, hevkariya xwe ya bi dijminê kurdan re nikare di nava rewşeke yekitiya neteweyî de bike, lewma xwe nade ber yekitiya neteweyî. Ji xwe yekitiya neteweyî ji bo bidawîbûna têkilî û helwestên bi vî rengî yên zerarê dide kurdan tê xwestin. Armanca afirandina têkiliyeke dîplomatîk a di navbera hêzên siyasî yên kurd e. Kongreya neteweyî jî beriya her tiştî dê li ser stratejiyeke neteweyî û dîplomasiyeke hevpar raweste. Bi vî rengî dê partiyên siyasî zerarê nedin hev û li dijî rêxistinên cuda kar nekin. Lewma PDK dê bikeve nava karekî bi vî rengî ya na, ev mijareke gumanbar e.

Gelekî girîng e ku bê aşkerakirin bê li Şengalê kê bi çi rengî hevkarî bi dewleta tirk re kir. Naxwe êrîşên bi vî rengî wê dewam bikin.

Çavkanî: Xidir Alî Şengalî / Yenî Ozgur Polîtîka

Dikarî Biecibînî