Dosya: Komara Kurdistanê- 2

Mehmet Şahin

 

Di pêvajoya şerê duyemîn ê cîhanê de rewşa Rojhilat

Di şerê duyemîn ê cîhanê de serokê dewleta îranê Riza Şah Pehlewî aligirê Hîtler bû. Tifaqa wî ya bi Hîtler re bû sedem ku di 25’ê tebaxa 1941’an de Yekitiya Sovyetan û Ingilîstan bi hevre beşek erdnîgariya Îranê dagir bikin û Riza Şah Pehlewî ji text dûr bixin û kurê wî Muhamed Riza Şah Pehlewî bînin ser text.

Rojhilata Kurdistanê jî di nava wî beşa erdnîgariya Îranê ya ku ji hêla Sovyet û Ingilîstanê hatibû dagirkirin de bû. Artêşa Sovyetan ji bakûr ve ket nava axa Îranê û heta nêzîkî bajarê Sînê çûn, artêşa Îngilîstanê jî ji başûr ve ket nava axa Îranê û heta navenda bajarê Sînê çû û her dû artêş di heremên ku dagir kiribûn de bi cih bûn. Qadên her du dewletan li herêma Seqiz û Serdeştê digihîştin hev.

Dagirkeriya sovyet û îngilîzan rê li tasfiyeya serweriya desthilatdariya îranê ya li Kurdistanê vekir. Nêvengeke baş a ku kurd karibin bên cem hev û xwe bi rêxistin bikin çêbûbû. Civaka Kurd ji vê nêvengiyê sûd wergirt û avaniyên xwe yên ku dewleta îranê girtibûn û têk biribûn ji nû ve ava kirin û ji bo xurtkirina rêxistibûyîna xwe ket nava liv û tevgerê. Serok û rêberên ku hatibûn mişextkirin tev vegeriyan welat.

Her wiha piştî ku artêşa Îranê li dijî sovyet û îngilîzan têk çû ji Kurdistanê vekişiyabû û li pey xwe gelek çek û cebilxane hiştibû. Ji van çekan beşeke girîng ketin destê kurdan. Kurd di wê pêvajoyê de gihîştin serok û rêberên xwe û bingeheke baş a xwebirêxistinkirinê bi dest xistin. Bi çekên bermahiyên artêşa Îranê ji hêla leşkeriyê ve roj bi roj hêza xwe qayîmtir dikirin.

Armanca Sovyetê parastina eniya Qafqasê bû

Belê kurd roj bi roj bi hêz dibûn. Lê Îran bûbû qada şerê fîlan. Di salên 1942’yan de yekane armanca bingehîn a Yekîtiya Sovyetan parastina eniyên artêşa xwe yên li Qafqasyayê bûn. Ji bo parastina wan enîyan dixwest ewlehiya wan rêyên ku têra alîkariya Amerîkayê diçû digihişt wan eniyan biparêze û qayim bike. Ji ber vê sedemê di deh mehên pêşîn ên dagirkeriyê de Yekîtiya Sovyetan polîtîkaya bi dewletên li herêmê re hevgirtin û kurdan li cem xwe girtinê bi rê ve bir.  Civaka kurd û erdnîgariya Kurdistanê di vê polîtîkaya Sovyetê de risteke mezin girtibû ser milê xwe. Hem di parastina eniya qafqasê de ku armanca leşkerî ya Yekîtiya Sovyetan bû, hem jî di pêkanîna ewlehiya riyên îkmalê de erdnîgariya herî girîng erdnîgariya Kurdistanê û civaka herî girîng jî civaka kurd bû.

Heke kurdan dijberiya hêzên Sovyetan bikirina dê Yekitiya Sovyetê li heremê biketa tengasiyê û negihişta armancên xwe yên stratejîk. Lewre têkiliya aştiyane ya bi kurdan re û girtina pişgiriya wan ji bo Yekitiya Sovyetan gelek girîn bû. Rayedarên Sovyetê bi awayeke taktîkî nêzîkî civaka kurd dibûn lewre têkiliyên wan jî taktîkî û demikî bûn. Lê civaka kurd bi awayeke stratejîk nêzikê Sovyetê bû û dixwest têkiliya xwe di asta stratejîk de pêk bîne. Mixabin, ji ber helwestên rayedarên Sovyet ên taktîkî di navbera civaka kurd û Yekitiya Sovyetê tu carî tifaqeke stratejîk pêk nehat.

Armanca Ingilîstanê desteserkirina niftê bû

Armanca dagirkeriya Ingilîstanê jî ji yên Sovyetan cudatir nebûn. Armanca Ingilîstanê jî parastina nifta bin erd a Îran û Iraqê bû. Heke di şerê dijî Hîtler de Yekitiya Sovyetê têk biçûya dibiya ku rêyên Îran û Iraqê li Ingilîstanê bihatina girtin. Ji ber vê îhtîmalê bi dagirkirina Îranê dixwest bergîrên xwe yên parastina nifta herdu dewletan qayim bike.

Pirsigirêkên îngilîzan bi dewleta îranê re tune bûn. Li gorî plansaziya îngilîzan a demdirêj jî armanc nifta Îranê û çavkaniyên enerjiyê di bin venêrîna xwe de girtin bû. Ji bo ku karibe bigihîje vê armanca xwe, diviyabû bi dewleta Îranê re di nava têkiliyên baş de bûya. Lê hevalbendiya Şah Riza a bi Hîtler re destûr nedida ev têkiliya ku îngilîzan dixwest pêk were. Lewre bi dûrxistina Şah Riza Pehlewî ya ji desthilatdariyê gihiştibû armanca xwe.

Tu derdekî Îngilizan a bi kurdan re di nav têkiliyên baş de bin tunebû, pêdiviya wan jî pê tune bû. Ji bo îngilizan ya girîng ne kurd bûn, dewleta Îranê bû. Ji xwe bi salan bû li Iraqê kurdan li dijî dagirkeriya îngilîzan şer dikirin. Tu berjewendiyên wan di civaka kurd de tune bûn. Lewre, germahî û heskirineke îngilîzan a ji bo kurdan tune bû.

Ji bo parastina berjewendiyên xwe Kurdistan dagir kirin

Dagirkirina erdnîgariya Kurdistanê di çarçoveya plansaziya şer de bi biryara Amerîka, Yekitiya Sovyet û Ingilîstanê ji bo parastina berjewendiyên wan pêk hatibû. Rewşa şer û xetereyên li dijî berjewendiyên wan dagirkeriyeke bi vî rengî derxistibû holê. Ev berjewendî çi bûn emê hewl bidin di herikîna nivîsa xwe de yek bi yek vebêjin.

Rayedarên Yekîtiya Sovyetan bi têkilî û eleqeya xwe ya germ dixwestin şopên qetlîam û pêkutiyên xwe yên ku berê li ser civaka kurd pêk anbîbûn bi kurdan bidin jibîrkirin. Ji bo karibe li dijî desthilatdariya Îranê destê xwe xurt bike û karibe li îranê bi cih bibe neçar bû ber dilê kurdan bide.

Yekitiya Sovyetan bi saya vê polîtîkayê dê tifaqa xwe bi civaka kurd re xurt bikira û li dijî rêveberiya Tehranê awantajên mezin bidest bixista û dawxazên xwe li ser Tehranê ferz bikirina. Bi vê armancê rayedarên sovyetê di dawiya sala 1941’î de serok û rêberên kurd ên ku di nav civaka kurd de xwedî gotin bûn bi awayekî fermî hemû vexwendin Bakuyê.

Serok û rêbrên kurdan berê xwe didin Bakuyê

Ji Mahabadê Qadî Mihemed, ji herêma Bûkanê Eli Axa, Mîr Esed, Şêx Hecî Baba, ser navê eşîra Şikakî, Reşît Beg, Taha Zero Beg, kurê Seyîd Tahayê Şemzînanî Mihemed Sedîq Beg, ser navê Emer Xan Şerîf Şikakî Hesenê Hinarê û Hesen Telo, ji herêma Meyendûwabê Mecît Xan, ser navê Eşîra Zerza Mûsa Xan, ser navê eşîrên herêma Mameşê Hecî Karenî Axa û Kak Hamza Nalûs û gelek kesên girîng û sereke yên ku ji sih kesî pêk dihat çûn Bakuyê.

Lijneya kurd li Bakuyê bi serokwezîrê komara Azerbaycanê Cafer Bakirof re hevdîtin pêk anî. Bakirof nûnertiya hikûmeta Yekîtiya Sovyetan jî dikir. Bendewariyên herdu aliyan ên ji vê hevdîtinê ji hev gelek cuda bûn. Bakirof bi pêkanîna tifaqa civaka azerî û kurd hewl dida li dijî Îranê eniyeke bihêz û xurt biafirîne. Serok û rêberên kurdan jî ji bo qebûlkirina mafên xwe yên civakî û neteweyî dixwestin piştgiriya Azerî û Sovyetan bigrin.

Kurdan dizanî çareserî di rêxistinbûnê de ye

Civaka kurd di qada navneteweyî de têkiliyeke xurt bi dest xistibû. Lê di dîrokê de gelek caran hatibû peyitandin ku bi xwespartina hêzên din ên kurd nikarin mafên xwe bi dest bixin. Tenê bi piştigriya derve serkeftina kurdan nepêkan bû. Hêzên ku xwe nêzê kurdan didin û dixwazin bi kurdan re tifaqê çêbikin berjewendiyên xwe esas digrin. Çewa ku îro xwe nêzî kurdan didin û bi wan re tifaqan çêdikin dibe ku sibê pişta xwe bidin kurdan û wan bifroşin. Serok û rêberên kurd jî di vê zanebûnê de bûn. Lewre ketin nava hewldanên bergîrgirtinê. Bê guman bergîra sereke û ya herî girîng xwe birêxistinkirin bû.

Serok û rêberên ku tev li civînê bûbûn piştî vegerê dest bi xwebirêxistinê kirin. Di destpêkê de  “Konseya Ewlehî û Tenduristiyê ya Kurd” hat damezirandin. Her wiha biryar hat girtin ku bi pêşengiya kesayetiyên qedirbilind yê wekî Qazî Mihemed û Şêx Evdillah Gêlanî ku di nav kurdan de xwedî rêzdariyeke mezinin nakokî û neyartiyên din av eşîrande bi awayeke aştiyane werin çareserkirin û di navbera aşîran de tifaqa neteweyî were avakirin. Ev xebat ji hêla civaka kurd ve bi awayeke erênî hatin pêşwazîşkirin û ji bo avabûna tevgereke neteweyî bû hîmeke xurt.

Rayedarên Sovyetê ketin nava fikaran

Xebatên xwe birêxistinkirinê û hewldanên avakarina eniyeke neteweyî ji hêla civaka kurd ve bi baldarî û bi şanazî dihatin şopandin. Piştî ku xebatên kurdan gihiştin asteke girîng rayedarên Yekitiya Sovyetê ketin nav fikaran. Rayedarên Sovyetê bi awayeke fermî ji rayedarên kurd re gotin “Belê em piştgir û alîkarên biryara diyarkirina çarenûsa kêmnetewanin, lê ji bo Kurdistana serbixwe şert û merc ne guncavin.” Ev nêzîkahiya raydarên sovyetan a ku hem digotin; “em ê piştgiriyê bidin we” hem jî li dijî birêxistinbûna kurdan derdiketin bû sedema nerazîbûna civaka kurd. Ji bo fêmkirin û rakirina vê nakokiyê di gulana 1942’yan de lijneyek şandin Bakûyê. Lijneyê li Bakûyê hinek hevdîtin pêk anîn lê encameke li gorî dilê xwe bidest nexistin.

Komala Jiyanneweyî Kurdistan hat damezirandin

Piştî vegera lijneyê serok û rêberên kurdan ketin nava hewldan û lêgerînên navxweyî. Di encama wan hewldanan de di 16’ê îlonê de Komala Jiyaneweyê Kurdistan (Komala JK) hat damezirandin. Di nav koma damezirîner a ku ji 15 rewşenbîr, mamoste, polîs, bazirgan û bajariyan pêk dihat de ev kes hebûn; Abdûrahaman Halevî, Hasan Rezkirî, Abdûrahman Îmanî, Mehmet Emîn Şerîfî, Abdurahman Zebihî, Muhammed Nanewazade, Huseyîn Farhewher, Abdurahaman Emînî, Kasım Kadirî, Mela Abdûllah Dawidî, Kadîr Muderrisî, Ahmet Alemî, Aziz Zindî û Muhammed Yaho. Ji xeynî van navan, ji bo ku ji cerebeyên wî sûdê werbigirin, damezirînerê rêxistina Hêviyê û di heman demê de nûnerê vê rêxistinê Mîr Hecî jî di civîna yekemîn a damezirandinê de cih girt.

Armanca Komala JK’ê ya sereke pêkanîna yekitiya neteweyî bû

Rexistina Komala Jiyanneweyî Kurdistan (Komala JK) ji daxwazên siyasî zêdetir, daxwazên çandî û civakî derdixistin pêş. Bi daxwazên wekî perwerdehiya bi zimanê dayikê û di asta rêveberiya dewletê de bikaranîna kurdî dest bi kar kiribû. Ji armancên wî yên girîng û serkeyan yek jî dawî li parçebûna civaka kurd anîn bû. Di bin navê eşîrî de parçebûna civaka kurd ji bo têkoşîna neteweyî astengiya herî mezin bû. Ji bo rakirina wê astengiyê hewcebû pirsigrêkên nav eşîran bihatina çareserkirin. Û dibin sêwana neteweyî de yekitiya neteweyî bihata avakirin.

Civaka kurd bi coşeke mezin Komala JK pêşwazî kir

Piştî ku rêxistina Komalayê dest bi xebatên xwe kirin di demeke kin de di nava civaka kurd bi cih bû. Rêxistina Komalayê di bajar û navçeyan de bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Kurdên ku ji feodaliya eşîran bêzar bûbûn hemûyan di nava Komalayê de cih girtin. Komala bi axa û şêxên ku ji avaniya paşverû ya feodaliyê bêzar bûbûn re jî ketibû nava têkiliyan. Dixwestin bi ser wan têkiliyan re bikevin nava civakê û rêxistibûna xwe xurt bikin.

Li rojhilata Kurdistanê tenê liv û tevgera Komala JK’ê tune bûn. Serok rêberên kurdan di tunebûna desthilatdariya îranê de ji bo xurtkirin û qayimkirina desthilatdariyên xwe yên feodalî jî di nava hewldanan de bûn. Kesayetên kurd ên ku di herêmên xwe de xwedî bandoreke diyarkirî bûn, ji vê derfetê sûd wergirtin û otorîteya xwe pêk dianîn. (Dewam dike)

 

Dikarî Biecibînî