Dosya: Komara Kurdistanê-3

Mehmet Şahin

Kurd dest bi serhildanê dikin 

Di sala 1942’an de artêşa Sovyetê dest bi dagirkirina erdnîgariya ku herêma Kurdistanê jî di nav de bû kir. Beriya ku artêşa Sovyetê bigihîje bajarê Urmiyê kurdan dest bi serhildanê kirin. Di encama serhildanê de navenda bajêr desteser kirin. Leşkerên îranê hemû çek û cebilxaneyên xwe hiştin û revîn.

Serhildêrên kurd çek û cebilxanêyên ku ji artêşa îranê mabûn destser kirin û ji bo bilindkirina têkoşîna çekdarî ber bi çiyayan ve hikişiyan. Piştî serkeftina serhildana Urmiyê eşîrên derdora Sine û  Kirmaşanê jî li dijî artêşa îranê dest bi serhildanan kirin. Di heman pêvajoyê de Serokê eşîra Banê Beyzade Muhammed (Hama) Reşît Begê ku ji ber zilma Şah Riza derbasî Başûr bûbû vegeriya Rojhilat û li dijî desthilatdariya Îranê serî hilda û hêrêma di navbera Banê û Zerdeştê zeft kir û rêveberiya xwe ya xweser damezirand. Piştî demekê Muhammed Reşît êrîş bir ser bajarê Seqizê û ew bajar jî bi dest xist.

Bi rastî li Kurdistanê rewşeke tevlîhev û kaotîk çêdibû. Her kesên ku xwe hêzdar didîtin û baweriya wan bi hêza wan dihat hewl didan hinek tiştan bidest bixin û hêza xwe mezintir bikin. Ev rewş tenê ne ji bo kurdan ji bo hemû hêzan derbasdar bû. Sovyet, îngilîz û îranî jî di nava heman hewldanan de bûn. Ew jî bi heman hişmendiyê tevdigeriyan.

Kurd li bendê bûn daxwazên wan bên qebûlkirin

Kurdan ji milekî ve hewl didan bi serhildanan bandora xwe ya li heremê zêde bikin û rêxistina xwe xurt bikin û hêza xwe qayim bikin, ji milê din ve jî digel Yekîtiya Sovyetan û Îngîlîstanê têkiliyên xwe xurt dikirin û li bendê bûn ku hinek daxwazên wan ên demokratîk bi awayeke erênî bên pêşwazîkirin. Îngilîzan dizaniyan dê rayedarên îranê mafên civakî û çandî nedin civaka kurd. Li gel wî zanebûnê jî nedixwestin kurd wekî dewleteke cuda xwe birêxistin bikin û rêvberiyeke cuda ava bikin.

Ji ber vê yekê, piştî hinek hewldanan rayedarên Îngîlîzan hinek pêşniyaz birin ji hikûmeta Îranê re û ji wan xwestin ku di derbarê dayina mafê kurdan de hinek qavan bavêjin. Îngilîzan ji îraniyan dixwest in qedexeyên di derbarê cil û bergên galerî de werin rakirin, erd û mal û milkên eşîran ên ku hatine desteserkirin paşve were dayin û wan tev lî rêvebriyan bike. Îngilîzan got heke hûn van gavan bavêjin hûnê xeternaka Kurdistana serbixwe ji holê rabikin. Dewleta Îranê ji ber tengasiya xwe neçar ma wan daxwazan qebûl bike. Hinek serok û rêberên eşîran ji hêla dewleta îranê ve ji bo rêveberiyên herêmî hatin erkdarkirin. Di hilbijartinên 1943’an de ji bo meclisa neteweyî ya îranê, ji gelek herêmên Kurdistanê parlementer hatin hilbijartin û di meclîsê de cih girtin.

Hişmendiya eşîrparêz ji bo yekitiyê asteng bû

Beşeke civaka kurd xwe tev li vê pêvajoyê nekiribû. Ev beş bi taybet kurdên xwedî eşîr bûn. Ji kevnariya dîrokê vir ve di navbera eşîran de ti caran yekitîyeke mayinde çênebûbû. Mixabin hişmenidya eşîrparêz careke din ji bo yekitiyê bûbû asteng.  Li gorî şert û mercên ku dihatin jiyîn, eşîran refa xwe diyar dikirin. Car caran yekîtî pêk dianîn, car caran jî ji hêla dagirkeran ve li dijî hev û din dihatin bikaranîn. Di pêkhatina tifaq û dijberbûnê de ya diyar de helwesta serokê eşîrê bû. Mixabin yê ku helwesta serokeşîr diyar dikir ne berjewendiyên neteweyî bûn, berjewendiyên wî yên şexsî û eşîrî yên madî bûn.

Ji ber wî hişmendiya eşîrparêzî ya berjewendîparêz di sala 1942’yan de eşîrên li rojhilata Kurdistanê bûbûn sê beş. Beşek ji wan alîgirên dewleta îranê bûn. Beşek ji wan alîgirên Îngîlîstanê û Sovyetan bûn. Beşek ji wan jî ne alîgirê ti kesî, serbixwe bûn.

Tifaq li gorî nakokî û dijberiya eşîran dihatin avakirin

Dijberî, nakokî û tifaqa nav eşîran di diyarkirina refê de diyar dibû. Eşîrên ku dijminê hevûdu bûn di heman eniyê de cih nedigirtin. Ji dijminan yekî di kîjan eniyê de cih bigirta yê din otomotîkman di eniya dijber de cih digirt. Lewre tifaq li ser hîmeke bê ewle pêk dihatin. Tifaqên ku li ser vî hîmê bê ewle pêk dihatin xererya ref guhertinê dixwe de dihewandin û bawerî nedidan ti kesî. Eşîrên ku di refekî de cih digirtin ji bo berjewendiyên xwe dikaribûn bi hêsanî derbasî nava refê dijber bûbûna. Di heman demê de hêzên ku di nava tifaqa wan de bûn karibûn di wê kêliyê de wan bifiroşin. Ya herî balkêş ew bû ku her kesên ku di heman tifaqê de cih digirtin bi vê yekê dizanî û li gorî vê yekê liv û tevgera xwe diyar dikir û bergîrên xwe digirtin.

Komala JK, di nav van şert û mercan de xebatên xwe dimeşandin û di nav van şert û mercan de hewl dida bigihîje armancên xwe yên neteweyî. Piştî ku ji hêla rêxistinî ve gihîşt asteke berbiçav di meha nîsanê 1943’yan de rêxistinbûna xwe aşkere kir û lijneya rêveber a navendî hilbijart. Di nav wê lijneya rêveber de kesên wekî helbestvanên navdar ên Îranê Hêjar û Hermînî jî cih digirtin. Belê Komala JK, avaniya xwe ya rêxistiniyê pêk anîbû. Lê di heman pêvajoyê de di rewşa konjokturel de jî hinek guherîn çêbûn. Ew guherîn ji sazîbûnî û rêxistinbûnî ya kurdan girîngtir bûn.

Bi guherîna rewşa şer re helwesta Sovyetê jî guherî

Di salsa 1944’an rewşa şerê duyemîn ê cîhanê guherî. Bi guherîna rewşa şer ve helwesta rayedarên Sovyetê jî guherî. Rayedarên Sovyetê heta wê demê li dijî hikûmeta îranê piştgirî û alikariyeke xurt didan kurdan lê nedixwestin kurd rêvebriyeke xweser ava bikin û serbixwe tevbigerin. Lê piştî guherîna rewşê rayedarên Sovyetê kurd û azaerî teşwîkê rêveberiyên xweser û serxwebûnê kirin.

Guherîna helwesta Sovyetê rê li xurtbûn û geşbûna xebatên Komala JK’ê vekir. Di demeke kin de heta sînorê Sovyetê di heremeke dorfireh de xwe bi rêxistin kir û li heremê bû hêza bandorker ya sereke. Ji milê başûr ve heta Seqizê belav bû lê ji wê wêdetir nikaribû here. Ji Seqizê wêde leşkerên deweta îranê hebûn û destûr nedidan xebatên Komala JK’yê. Ji xeynê qedexeya leşkerên îranê du sedemên din jî hebûn. Ya yekemîn; kurdên ku li bajarên Kirmanşah û Sînê dijiyan piraniya wan şiî bûn. Bi sedan salan bû bi civaka îranê jiyabûn. Lewre cudakariya etnîkî nedixwestin. Ya duyemîn jî ew herem di bin dagirkeriya dewleta îngiliz de bûn û dewleta Îngilîz destûr nedida têkoşîn û xebatên azadiyê.

Komala JK bû hêza sereke ya Rojhilat

Di tebaxa sala 1944’an de rêxistina Komala JK’ê hatibû wê astê ku êdî karibû wekî berpirs û reveberê kurdên Rojhilat bi serok û rêberên kurdên parçayên din re hevdîtinan pêk bînin. Rêveberên Komala JK’ê di wê çarçoveyê de li çiyayê Dalapûrê yê ku di sêgoşeya sînorên Îran, Iraq û Tirkiyeyê de cih digre bi nûnerên kurd ên ku ji her sê parçeyên din hatibûne re civîn pêk anîn. Armanca Komala JK’ê ne tenê girtin alîkariya madî bû. Armanca wê ya sereke li çarparçeyên Kurdistanê bilindkirina hestên neteweyî û pêk anîna hevgirtina neteweyî bû. Di wê civînê de li dijî hêzên dagirker biryara hevgirtin û piştigirya çar parçeyan hat girtin.

Peymana Sê Sînor tê destnîşankirin

Ev civîn, ne civîneke ku encamên wê yên şênber hebin an jî ne civînekeke ewqas girîng bû ku rê li ber encamên şênber vebikira. Lê ji bo tinehesibandina sînorên dagirkeran û diyarkirina helwesteke neteweyî civîneke gelek girîng bû. Peymana hevkarî û piştgiriyê ya ku di vê civînê de ji hêla serok û rêberên kurd ve hat destnîşankirin wekî “Peymana Sêsînor” derbasî dîrokê bû. Di heman salê de peymaneke cuda ya di navbera serok û reberên kurdên Îran û Iraqê de hat desnîşankirin. Di wê peymanê de jî hevkariya her du beşan esas dihat girtin. Navê wê tifaqa jî “Rizgariya Kurd” bû. Bi destnîşankirina wê tifaqê re ji eşîrên başûr û rojhilat yên ku heta wê demê ji yekitiya neteweyî dûr disekiniyan gelek ji wan tev lê wê tifaqê bûn.

Qazî Mihemed dibe endamê Komala JK’ê

Komala JK ya ku navenda wê li rojhilata Kurdistanê bû biryar da ku bi kurdên ku piştgirî nadin wan û hinek ji wan dûr disekinin re têkiliyên xwe germtir û xurttir bike. Xurtbûna têkilyên kurdên rojilat dê bingeheke xurt ji bo têkiliyên çarparçeyan Kurdistanê biafiranda. Di çarçoveya wê ferasetê de di cotmeha sala 1944’an de pêşniyaza endamtiya Komalayê li Qazî Mihemed hat kirin. Qazî Mihemed, ji hêla dê û bav ve xizmê eşîrên gire gir bû. Bi alîmî û zanebûna xwe dihat nasîn û dihat heskirin. Li ser gel otorîteya wî ya olî û manevî hebû. Ya herî girîng jî keske têr û tijî yê ku 5 zimanan zanibû. Ji bo têkiliyên dîplomasiyê keseke gelek guncav bû. Komala JK’ê ev taybetiyên Qazî Mihemed li ber çav girtibûn û pêşniyaza endamtiyê lê kiribû.

Qazî Mihemed pêşniyaza endamtiyê qebûl dike. Di destpêkêde erka berdevkiyê digre ser xwe, demek şûn de jî erka rêbertiyê digre ser xwe. Yekîtiya Soviyetê jî daxwaz dikir ku Qazî Mihemed wekî rêveber derkeve pêş. Lewre piştgirî dida wan xebatên kurdan.

Serok û rêberên eşîran bûn endamên Komala JK’ê

Di encam de Qazî Mihemed bû serokê Komala JK’ê û Komala JK’ê hat ser xeta Sovyetê. Piştî ku ev pêk hatin piştgirî û alîkariya Yekîtiya Sovyetan ji bo kurdan zêdetir bû. Piştî van geşedanan di warê bihêzbûn û xurtbûnê de pêşveçûnên gelek girîng hatin jiyîn. Gelek giregirên serokên eşîran bûn endamên Komala JK’ê.  Ji herêma Bûkanê hinek axayên  Eşîra Îlhanîzade, ji Nexedê Hecî Qadir Harîr, hemû şêxên Eşîra Zerza û ji Eşîra Mameşê Abdûllah Qadirî û gelek kesayetên wiha girîng bûn endamên rêxistinê û bi awayekî çalak ketin nav kar û xebatan. Di îlona sala 1945’an de generalên sovyetê yên Azerbaycanê ji Qazî Mihemed re pêşniyaz kirin ku Qazî Mihemed û hinek serok û rêberên kurdan herin bajarê Bakû û bi rayedarên Yekitiya Sovyetê re hevdîtinan pêk bînin. Piştî şêwra bi serok û rêberan re Qazî Mihemed wê pêşniyarê qebûl dike.

Daxwaza Kurdistana serbixwe tê redkirin

Lijneya ku ji Qazî Mihemed, Menaf Kerîmî, Eli Reyhanî, Îlhanzade Qasım Axa, Seyfî Qazî, Hemze û Nûrî Beg pêk dihat çûn Bakûyê bi Cafer Bakirof ê serokwezîrê Azerbaycanê yê nûnerê Yekitiya Soviyetan re hevdîtin pêk anîn. Daxwazên xwe wekî lîsteyekê pêşkêşî Cafer Bakirof kirin û li pêşniyar û daxwazên wî guhdarî kirin.

Daxwaza lijneya kurd a sereke ji bo damezirandina Kurdistana azad dayina piştgiriya leşkerî û aborî bû. Hemû daxwazên din jî di çarçoveya xurtkirina wê daxwazê de bûn. Bi rastî daxwazên kurdan gelek zelal bûn. Lê armanca sovyetan ne damezirandina Kurdistaneke serbixwe bû. Plansaziyên wanên gelek cuda hebûn. Plansaziya wan a sereke bidestxistina nifta Îranê bû. Ya duyemîn jî azadiya Azerbaycana Îranê bû. Kurd piştî van her du plansaziyan dihatin. Daxwazên lijneya kurd ev her du plansaziyên Sovyetê dixistin xetereyê. Lewre daxwaza lijneya kurd a damezirandina Kurdistana serbixwe hat redkirin.

Dixwazin kurd di nava komara azaeriyan de cih bigrin

Cafer Bakirof li ser navê Yekitiya Sovyetê pêşniyar dike ku kurd bi Azarbaycanê re bibin yek û di nava yekitiya Azerbayacanê de hinek mafên neteweyî û civakî bên dayîn. Ew pêşniyara Bakirof dibe sedema nerazîbûna lijneya kurd. Piştî gelek nîqaşan ji bo kurdan pergala xweseriyê yanî xweseriya Kurdistanê tê qebûlkirin.

Pêşniyara nav guherînê li Komala JK’ê hat kiri

Cafer Bakirof, di pêvajoya hevdîtinan de li gorî konjoktur û geşedanên ku li cîhanê pêk tên de pêşniyazek din jî li lijneya kurd dike. Bakirof dibêje heke hûn navê Komala JK’ê biguherînin û bikin “Partiya Demokrat a Kurdistanê” dê baştir be. (Dewam dike)

 

 

Dikarî Biecibînî