Dosya: Komara Kurdistanê- 4

Mehmet Şahin

Komala JK navê xwe diguherîne

Qazî Mihemed piştî vegerê bi 60 serok û rêberên kurdan re civîn lidarxistist. Di civînê de derbarê civîna Bakûyê de agahiyên dorfireh parve kir. Piştî parvekirina agahî û geşedanên dawîn nexşerê û plansaziyên pêşerojê hatin nîqaşkirin.

Di civînê ji mijaran yek jî pêşniyara guhertina navê Komala JK bû. Piştî nîqaşên kûr û hûr di cotmeha 1945’an de biryara guhertina navê Komala JK’ê hat girtin. Bi ser wê biryarî re navê Komala JK’ê bû Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK). Di heman civînê de ji bo PDK’ê bernameyeke nû hat amadekirin û ji hêla beştaran ve hat erêkirin.

Xalên bingehîn ên bernameya PDK’ê ev in:

1-Kurdên Rojhilat dê xwediyê rêveberiyeke xweser bin. Derbarê mafên neteweyî, civakî û çandî de xwediyê insiyatîf bin.

2-Di Kurdistana xweser de zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê dê kurdî be.

3-Ji bo damezirandina meclîsa zagonsaziya Kurdistana xweser dê demildest hilbijartin pêk werin.

4-Dê hemû karmendên dewletê yên li Kurdistanê kurd bin.

5-Bac û hatinên fermî yên ku ji Kurdistanê tên komkirin dê li Kurdistanê bên xerckirin.

6-Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo pêkhatina biratiya azerî û kêmaniyên li herêmê dijîn dê xebatên xwe bimeşîne.

7-PDK dê li ser nirx û rûmetên civakî ji bo pêşvebirina çanda gel, berfirehkirina xizmetên tenduristiyê, pêşvebirina çandinî û bazirganiyê û avakirina pergala aboriyê xebatên bi rêkûpêk bike.

Qazî Mihemed bawerî bi sovyetan anî bû

Qazî Mihemed bawer dikir ku dê bi piştgiriya Sovyetê karibe li rojhilata Kurdistanê dewleteke serbixwe ava bike. Lewre bernameya partiya xwe jî li gorî amadekariyên dewleta serbixwe amade kiribû. Di heman pêvajoyê de serhildana Şêx Ehmed Barzanî û Mele Mistafa Barzanî ya ku di cotmeha 1945’an de li Başûr dest pêkiribû bi têkçûyinê re rûbirû mabû. Şêx Ehmed Barzanî û Mele Mistafa Barzanî bi tevî bi hezaran leşkerên xwe ve derbasî Rojhilata Kurdistanê bûn. Piştî hevdîtinên bi rayedarên Sovyetê re bi şertê ku Mele Mistefa bi tevî şervanên xwe ve di bin fermandariya Qazî Mihemed de cih bigrin bi cih bûna wan a li Rojhilat hat qebûlkirin. Bi tevlêbûna Mele Mistefa û şervanên wî ve ji hêla leşkerî ve hêza Qazî Mihemed mezintir bû.

Serhildana Azeriyan bi ser dikeve

Geşedanên cotmeha 1945’an tenê bi vana sînordar nebûn. Ji bo Aazarbayana serbixwe li Azarbaycanê jî raperîn dest pê kiribû. Dema ku di sala 1941’an de sovyet û îngilîzan beşek erdnîgariya îranê dagir kirin herêma Azarbaycanê jî ji bin kontrola hikûmeta îranê derketibû. Piştî ku kontrola îranê ji holê rabû otorîteyên heremê ji bo pêkanîna serweriya xwe ketin nava liv û tevgerê. Di heman demî de, ji heremên dinan koça azeriyan a ber bi vê heremê ve dest pê kiribû.

Cafer Peşvarî yê endamê Partiya Tudehê ya Îranê bû li ser navê Yekîtiya Sovyetan wekî reveberê herêma Azarbaycanê derketibû pêş. Rewşa ku di sala 1941’an de derketibû pêş heta sala 1945’an dom kir. Li ser pêşniyara rayedarên Sovyetê Partiya Tûdehê navê xwe guhert. Navê xwe kir Partiya Demokrat a Azerbaycanê (PDA).

PDA’yê di cotmeha 1945’an de bi piştgirya koçberên ku ji derûdorên din hatine vê heremê serhildana serxwebûnê da dest pêkirin. Li gel hemû nerazîbûnên Îngilîztan û Amerîkayê Stalîn li dijî hewldanên dewleta îranê yên leşkerî û siyasî derket û piştgirî da serhildana azeriyan.

Bi piştgiriya Stalîn serhildana Azariyan bi serkeftinê bi dawî bû. Di 12’ê berfanbara 1945’an de Meclisa Neteweyî ya Azerbaycanê di pêşengiya Cafer Peşvarî de bi awayeke fermî civiya û damezirandina “Komara Gel a Azerbaycanê” îlan kir.

Serkeftina azeriyan ji bo kurdan şert û mercên guncav afirandin

Bi serkeftina raperîna azariyan ji bo civaka kurd jî şert û mercên guncav afirîbûn. Pevajoyê girtina hinek biryaran li ser kurdan ferz dikir. Di vê rewşa ku hêzên wekî Yekîtiya Sovyetan, Amerîka, Îngilîstan û Îranê li heremê di nava nakokiyan de bûbûn valahiyek derketibû holê. Ji wê valahiyê sûd wergirtin erkeke dîrokî bû. Heke ew erka dîrokî pêknehata dê berdêlên wê gelek giran bûya. Bi kurt û kurmancî, ji rewşa heyî sûdwergirtin dê rê li rizgariya neteweyî, sûdnegirtin jî dê rê li ber encamên gelek giran vekira.

Qazî Mihemed ji bo bi rayedarên Sovyetê re hevdîtinan bike û daxwazên civaka kurd ragihîne wan çû Tebrîzê. Li Tebrîzê bi pêşengê azaeriyan Cafer Peşvarî û rayedarên sovyetê re hevdîtin pêk anîn. Qazî Mihemed di wan hevdîtinan de hewl dida ku helwesta wan a li dijî kurdan fêm bike. Rayedarên sovyetê û Cafer Peşvarî pêşniyar dikirin ku Kurdistan bi Azerbaycanê ve girêdayî bimîne. Qazî Mihemed pêşniyara wan nepejirand. Piştî gelek nîqaşên dirêj biryar hat dayîn ku Kurdistan ji Bakûyê cuda bi rêveberiyeke xweser were birêvebirin.

Qazî Mihemed girîngî dida dîplomasiyê û yekitiyê

Qazî Mihemed, ji aliyekê ve bi Yekîtiyên Soviyetan re hevdîtin pêk dianîn û hewl dida ku piştgiriya sovyetê mîsoger bike. Ji hêla din ve jî biryar da ku bi dewleta Ingilîstanê re têkilî deyne. Her çiqasî helwesta dewleta Ingilîstanê ya li hember kurdan sar û nexweş be jî hêza cîhanê ya sereke bû û li heremê bandorker bû. Lewre Qazî Mihemed dixwest wê sarbûnê bişikîne û têkiliyeke germ biafirîne.

Qazî Mihemed ser navê PDK’ê Abdûrahman Zebîhî û Elî Reyhan ji bo bi sefîrê Ingilîstanê yê Tebrîzê re hevdîtinê pêk bînin şandin Tebrîzê. Di hevdînê de nûnerên PDK’ê nêrînên xwe yên di derbarê rewşa giştî ya Îranê de û derbarê helwestê kurdan de bi sefîr re parve kirin û di encam de ji Ingilîstanê piştgirî xwestin. Rayedarê îngilîz bi awayekî vekirî diyar kirin ku dê piştgiriya kurdan nekin.

Qazî Mihemed, di pêkanîna yekîtiya civaka kurd de û di pêkanîna têkiliyên dîplomatîk de gelek bi israr bû. Di wî warî de hewldanên xwe hinek din jî zêdetir kirin. Qazî Mihemed dizanî ku heke gavên di cih de neyên avêtan dê encamên li gorî dilê wan dernekevin holê û dê dawî li êş û jana civaka kurd a sedan salî neyê. Wekî hemû rêberên kurd ên wê serdemê Qazî Mihemed jî di wê zanînê de bû û hewl dida gavên pêwîst bavêje. Di vê çarçovêyê de pêdivî hebû ku piştî îlankirina serxwebûna azeriyan hinek gav zû bihatina avêtin.

Komara Kurdistanê hat îlankirin

Di roja 17’ê kanûna 1945’an de li Mahabadê mitîng hat lidarxistin. Piştî mitîngê girseya kurd dest bi meşê kir û berê xwe da Edliyeya Mehabadê. Edliye dagir kirin û ala Kurdistanê ya ku ji hêla PDK’ê ve hatibû diyarkirin û hatibû pejirandin li avahiya edliyeyê hat daliqandin. Ev agahî li bayê bezê li hemû rojhilatê Kurdistanê belav bû. Hêzên kurdan li herêmên Bûkan, Nexeda û Ûşanviyayê serweriya xwe pêk anîn û di 22’yê çile ya 1946’an de bi beşdariya gel û gelek serok û rêberên kurdan di qada Çarçira ya Mahabadê Komara Kurdistanê hat îlankirin.

Piştî îlankirina Komara Kurdistanê bajarê Mahabadê wekî paytext hat diyarkirin û ji bo lijneya rêveberiyê 13 kes hatin hilbijartin û Qazî Mihemed wekî serokomar hat diyarkirin. Hecî Baba bû serokwezîr, Mele Mistefa Barzanî bû serfermandarê giştî, Seyfî Qazî bû serfermandarê asayişê.

Bertekên dewletên dagirker hişk bûn 

Piştî îlankirina Komara Kurdistanê ji dewletên dagirkerên Kurdistanê û hinek dewletên xêrnexwazên kurdan helwestên tund derketin holê. Bêguman serekê wan dewletan wekî her carî dîsa dewleta tirk bû.

Serokwezîrê dewleta tirk Mehmet Şukru Saraçoglu helwesteke tund nîşanî biryara kurdan da û ji ber ku piştgirî dide kurdan dewleta Sovyet rexne kir û di 6’adara 1946’an de bi telgrafekê dewleta Sovyet û İranê hişyar kir û got em qebûl nakin û emê mudaxaleya heremê bikin. Dewleta Îranê jî bertek û nerazîbûyinên xwe ragihandin dewletên Sovyet û Ingilîstanê.

Li dijî wan geşedanan Meclîsa Komara Kurdistanê ya neteweyî muhtira da da dewleta îranê û got pirsgirêka kurd tenê bi Komara Kurdistanê ve sînorkirî nîne, ji bo hemû kurdên ku di erdnîgariya dewleta îranê de dijîn derbasdar e. Hewceye dewleta îranê bi muzakerayan mafê netewa kurd ên civakî, çandî û siyasî binase. Meclîsa Netewî got hewceye dewleta îranê vê muhtirayê wekî dirêjkirina destê aştiyê û çareseriyê bibîne.

Yekitî xala jêneger bû       

Belê, bi piştigiriyeke xurt Komara Kurdistanê hatibû damezirandin. Lê ev nedihat wê wateyê ku kurd hemû di nava komarê de cih digrin û piştigirên komarê ne. Têkiliya bi Sovyetê re û bi piştgiriya Sovyetan damezirandina komarê li hinek derûdorên kurd bûbû sedema nerazîbûnan. Di nava wan derûdoran de digotin dê komar wekî peyka Sovyetê be. Hinek ji wan jî ji bo têkilya wan û desthilatdariya îranê xerab nebe dûr disekinîn. Hinek ji wan jî ji ber kesên wekî Mele Mistafa Barzanî yên ku ne ji Rojhilat bûn û di asta herî jor de hatibûn erkdarkirin nerzîbûna xwe nîşan didan û dûr disekinîn. Piştî damezirandina komarê nakokî, dijberî û parçebûyina ku di nava eşîran de hebû bi her awayî xwe dida der.

Lewre armanca sereke ya rêveberên Komara Kurdistanê ji bo berdewamiya Komarê girtina bergîrên ewlehiyê bûn. Bê guman ew jî bi pêkanîna yekitiya kurd pêkan bû. Wan jî dizanî, dewleta ku di nava gelê wê de û di nava civakên wê de tifaq û yekitî tune be zêde temen dirêj nabe. Lewre rêveberên komarê demildest dest bi xebatên pêkanîna yekitî û tifaqa kurd û civakên li heremê kirin.

Qazî Mihemed ji bo çareserkirina pirgirêk û nakokiyan lijneyên cûrbicûr ava kirin û berê wan dan herêmên rojhilatê Kurdistanê. Lijneyan li her derê der barê geşedanên dawîn de û der barê girîngiya yekitiya neteweyî de civîn pêk anîn. Li hinek herêman encamên erênî û girîng hatin bidest xistin. Lê li hinek herêman jî qet encamên erênî derneketin holê. Ji bo mînak; gelek eşîrên ku li xeta bakûrê Serdeşt û Seqizê bûn bi hinceta hebûna artêşa îranê ya li hawirdorê piştigirî nedan komarê û di nava tifaqa neteweyî de cih negirtin.

Pirsgirêkên navxweyî dibûn sedema tengaviyan

Komara Kurdistanê ji ber pirsgirêkên xwe yên navxweyî roj bi roj tengav dibû. Ji ber ku Damezirandina Komara Kurdistanê bê dil û bêyî xwesteka azeriyan hatibû damezirandin bi rayedarên  Partiya Demokratîk a Azerbaycanê re jî pirgirêk dihatin jiyîn. (Dewam dike)

 

 

Dikarî Biecibînî