Dosya: Komara Kurdistanê -5

Mehmet Şahin

Saziyên dewletê yên bingehîn tên damezirandin

Qazî Mihemed ji milekî ve hewl dida pirsgirêk û nakokiyan çareser bike ji milekî din ve jî di nava hewldanên avakirina saziyên bingehîn ên dewletê de bû. Di 11’ê sibata sala 1946’an de di bin serokatiya Hecî Baba Şêx ê ji eşîra Bûkanê de bi awayeke fermî lijneya wezîran îlan kir. Ev îlan di rojnameya komarê yê fermî rojnameya Kurdistanê de hat weşandin. Ala ku berê ji hêla PDK’ê ve hatibû diyarkirin wekî ala Komara Kurdistanê hat qebûlkirin. Her wiha sirûda “Ey Reqîp” a ku helbestvan Dildar (Yûnis Raûf) nivîsîbû, wekî sirûda kurd a neteweyî hat qebûlkirin.

Yek ji mijarên ku Qazî Mihemed herî zêde girîngî didayê perwerdehî bû. Pirtûkên perwerdehiyên bi zimanî rûsî demildest hatin wergerkirin û di dibistanan de perwerdehiya kurdî dest pê kir. Bi piştgiriya matbaayê ya ku ji soviyetan hat girtin saziyên wekî Hawar, Hilale û Agir hatin damezirandin.

Ji bo ewlehî û berdewamiya komarê saziya herî girîng artêş bû. Di dojeha Rojhilata Navîn de Komareke kurd a bêyî artêşêke xurt nepêkan bû ku temen dirêj be. Li gorî vê heqîqetê hewldanên damezirandina artêşê dest pê kirin.  Di qonaxa yekemîn de artêşeke ji 13 hezar kesî pêk dihat hat damezirandin. Ji bo fermandariyên artêşê Mihemed Seyfî Qazî, serokê eşîra Şikakî Emer Xan Şikakî, ji Banê Hama Reşît Xan û Mele Mûstafa Barzanî di adara sala 1945’an de bi payeya generaliyê hatin payedarkirin. Her wiha kadroyeke serbazan a ku ji kesên wekî Serheng Mûstafa Xoşnav û Mihemed Kutsî ku di artêşa Iraqê de peywir girtibûn hat damezirandin. Serbazan bêyî ku demê derbas bikin dest bi perwerdehiya leşkeran kirin.

Di nava artêşê de Barzanî xwediyê risteke girîng bûn

Bi deh hezaran Barzanî ji ber êrişên artêşa dewleta Iraq û Inglîstanê revîbûn û li Rojhilat bi cih bûbûn. Ji wan bi qasî sê hezarî şervan bûn. Mele Mistefa bi tevî sê hezar şervanên xwe ve di 1946’an de hatibû û li Mahabadê bi cih bûbû. Lewre di artêşa Komara Kurdistanê de Barzanî xwediyê risteke girÎng bû.

Yekîtiya Sovyetan ji bo dayina çek û cebilxaneyan soz û bext dabû kurdan. Ji wan çekan du caran beşek şandin Mehabadê. Çekên ku ji sovyetê hatin li kurdan hatin belavkirin. Lê têrî parastina komarê nedikirin. Rayedarên kurd ji bo şandina çekên mayî bi rayedarên sovyetê re hevdîtin pêk anîn. Ji wan hevdîtinan encameke erênî derneket. Dewleta Sovyetê êdî çek neşandin. Piştî rayedarên kurdan dîtin ku Sovyet çekan naşîne ketin nava hewldanên çareserkirina bi rê û rêbazên cuda.

Rayedarên Komarê li benda geşedanên nû bûn

Rêveberên komarê ji milekî ve amadekariyên xwe didomandin û hewl didan ku damezirîna dewleta xwe tekûz bikin, ji milê din ve jî li bendê bûn ku di pêşveçûnên navneteweyî de ji bo wan derfetên erênî derkevin. Ji adara sala 1946’an şûn ve kurd bûbûn navgîniya têkiliyên navneteweyî yên berjewendî parêz. Tiştek ji destê kurdan nedihat û ji xwe tiştê ku bikin jî tune bû. Di nava bêçaretiyê de li benda encam û geşedanên navneteweyî bûn.  Piştî ku artêşên sovyet û îngilîstanê di tebaxa 1941’ê de erdnîgariya Îranê dagir kiribûn wezîrê karên derve yê îranê peymanek pêşkêşî hikûmeta Yekîtiya Sovyetê kir û hikûmeta Yekîtiya Sovyetê jî ew peyman erê kir. Li gorî wê peymanê, pêvajoya ku artêşên Sovyet û Ingilîstanê li Îranê bin dê ji artêşa Îranê re û ji ewlehiya hundirîn a nav xweyî re û di gelemperiya welêt de ji pêkanînên makeqanûna Îranê re nebin asteng. Dîsa li gorî peymana ku di çile ya 1942’yan de di nabera Sovyet, Ingilîstan û Îranê de hatibû destnîşankirin piştî çareserkirina pirsgirêkan dê herî dereng piştî şeş mehan ji Îranê derketina.

Bi dawîbûna şer bû sedema guherîna hevsengiyan

Di sala 1945’an de şerê duyemîn ê Cîhanê bi dawî bû. Artêşa Alman têk çûbû û pergala cîhanê ber bi hevsengiyeke nû ve diçû. Ji bo vê pergal û hevsengiyên nû hesab û berjewendiyên cuda yên her welatî hebûn. Dewletên emperyalîst ên mezin ne ji bo welatê xwe tenê, ji bo herêmên din ên cîhanê jî di nava hesabên kûr û hûr de bûn. Yek ji herêmên herî girîng ên ku hesab li ser dihatin kirin jî erdnîgariya Îranê bû. Hesabên li ser Îranê jî herî zêde bi kurd û azeriyan ve eleqedar bûn.

Ji ber piştgirî û alîkariya ku di navbera salên 1945-1946’an de Sovyetan dabûn kurdan bûbûn sedema rexneyên tund yên Amerîka û Ingilîstanê. Amerîka û Ingilîstanê hevkariya Sovyetan a bi kurdan re wekî binpêkirina hiqûq û peymanên navneteweyî pênase dikirin. Dewleta îranê jî bi heman hincetî serî li Netewên Yekbûyî dabû. Amerîka û Ingilîstanê di navbera 4-9 adara 1946’an de bi daxwiyaniyên fermî ji Sovyetan daxwaz kirin ku ji erdnîgariya Îranê derkeve. Di heman demî de di qada navneteweyî de dest bi dîplomasiya çewsîner kirin.

Îxaneta dewleta Sovyetê pêk tê

Di 26’ê adara 1946’an de nûnerê Sovyetan yê Netewên Yekbûyî Gromîko di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, heke hikûmeta Tehranê damezirandina şirketa petrolê qebûl bike, dê di nav şeş hefteyan de artêşa xwe ji erdnîgariya Îranê vekişin. Îranê pêşniyaza Gromîko pejirand.

Rayedarên civaka kurd û azeriyan piştî ku dîtîn dibin qurbanên têkiliyên navneteweyî yên perjewendîparêz ketin nava hewldanên hevkariyê. Piştî vekişîna Soveytê ji bo bi encamên giran re rûbirû nemînin dixwestin di nava hevkariyê de bin û hêza xwe bikin yek. Ji bo hevkariyê dest bi hevdîtinan kirin. Der barê nûjenkirina pergalên bajarên Xoy, Urmiye û Şahpûrê de biryar girtin. Li gorî wan biryaran dê li gorî serjimara kurd û azeriyan nûnêr bihatina diyar kirin û hevkariya siyasî û leşkerî pêk bihata. Li dijî hikûmeta Îranê dê di nava tifaq û hevkariyê de tevbigeriya na.

Kurd û azeriyan dixwestin li dijî hêzên Îranê û li dijî hêzên din an tifaqa xwe xurtir bikin ku karibin li dijî xetereyan xwe biparêzin. Ji bo tifaqa xwe mayinde bikin di 23’ê nîsana 1946’an de peymana dostaniya kurd û azeriyan destnîşan kirin.

Di 9’ê gulana 1946’an de Yekîtiya Sovyetan artêşa xwe ji Îranê vekişand û li bakûrê Çemê Arasê bi cih kir. Vekişîna artêşa Sovyetê ya ji îranê bê guman serkeftina Amarîka, Ingilîstan û Îranê bû. Vekişîna artêşa Sovyetê ji bo kurdan rewşeke neerênî afirand. Komara Kuridstanê hêj sazûmaniya xwe û binesaziyên xwe temam nekiribûn. Di pêvajoyeke wiha de bi ertêşa îranê re rûbirû man ji bo komarê rewşeke xeternak diafirand.

Vekişîna artêşa Sovyetê di heman demê de ji bo civaka azaerî jî rewşeke xeternak afirandibû. Lê azerî ne wekî kurdan bûn, li gorî perjewendiyên xwe karibûn demildest liv û tevgera xwe biguherînin û dinava tifaqeke nû de cih bigrin. Awantajeke wan a din jî Azerbayacana Sovyetê bi hemû hêza xwe li pişta wan bû. Di 13’ê hezîrana 1946’an de di navbera serokê Azaerbaycana Sovyetê Cafer Peşvarî û hikûmeta îranê de peymanek hat destnîşankirin. Li gorî wê peymanê dê Azarbaycana Îranê di nava erdnîgariya Îranê de bimîne lê dê Îran meclîsa azeriyan a heremî bi awayeke fermî binase. Dê waliyên herema azeriyan li gorî xwestek û pêşniyara meclîsa azeriyan werin diyarkirin û ji yên wan ên diyarkirî walî werin erkdarkirin. Dê artêşa azaeriyan jî tev lê artêşa îranê bûbûya.

Bêbextiya azariyan pêk tê

Azarî ji bo destnîşankirina peymanê bi kurdan neşêwirin. Haya kurdan ji peymanê tune bû û di nav wê peymanê de cih negirtibûn. Lewre di peymanê de der barê statuya kurd û Kurdistanê de tu nîqaş û biryarek tune bû. Tenê ji bo perwerdehiya zarokên kurd xaleke zêde nediyar hebû. Di wê xalê de wiha dihat gotin, di nava erdnîgariya Azerbaycana Îranê de dê zarokên kurd karibin bi zimanê dayika xwe perwerdehî bibînin. Lê wekî gelemperiya peymanê di wê mijarê de jî nediyarî hebû. Jixwe piştî ku hikûmeta Îranê hêza xwe qayim kir dê van peymanan yekî jî nas neke.

Li gorî peyamana dostaniya kurd û azeriyan hewcebû her du civak din ava hevkariyê de tevbigeriyana û beyî agahiya hevûdu bi serê xwe biryar nedana. Lê azariyan ew peyaman dostaniyê bin pêkiribûn û bêyî agahdarkirina kurdan ew peyaman bi hikûmeta îranê destnîşan kiribûn. Ev helwesta azaeriyan ji hêla kurdan ve wekî îxaneta azaeriyan hat pênasekirin.

Kurd êdî bi tena serê xwe mabûn. Neçar bûn ku li çareya serê xwe binihêrtana. A rast vebijêrkên wan ên zêde jî tunebûn. Yan dê bi dewleta Îranê re lihev bikirina, ku dewleta îranê xji bilî teslîmbûnê tu rê nedida ber kurdan, yan jî dê li dijî îranê li ber xwe bidana û şer bikirana.

Qazî Mihemed di rê û rêbazên aştiyane de israr dike   

Qazî Mihemed, di tebaxa 1946’an de bi serokwezîrê Îranê û serkanê giştî Razmara re hevdîtin pêk anî û hewl da ku riyeke lihevkirinê bibîne. Serokwezîrê Îranê di dema hevdîtinê de pêşniyaz kir ku hemû rojhilata Kurdistanê yekpare û bi yek navendî ve bi waliyê ku ji hêla hikûmeta îranê ve were erkdarkirin ve were girêdan. Dê Qazî Mihemed jî wekî rêveberê heremê qebûl bikin. Ev pêşniyaz ji hêla Qazî Mihemed ve erênî dihat dîtin. Lê heke ev pêşniyaza Îranê bihata pejirandin de dê peymana tifaqê ya ku berê bi eşîran re hatibû destnîşankirin dê têk biçûya. Her wiha Yekîtiya Sovyetê jî pêşniyaza hikûmeta îranê red kiribû.

Her çiqasî Qazî Mihemed pêşniyaza hikûmeta îranê di şert û mercên heyî de, ji ber kêm derfetiyê erênî nirxandibû jî ji ber muxalefeta Sovyet û Azerbaycanê peyman pêknehat û nehat destnîşankirin. Yekîtiya Sovyetê û hikûmeta Azerbaycanê nedixwestin kurd ji bin kontrola wan derkevin û bi serê xwe bi Îranê re li hev bikin û peymanê destnîşan bikin. Tirsa wan ew bû ku, heke kurd bi serê xwe tevbigerin û peyman destnîşan bikin dê biklevin bin kontrola îran û IngilÎstanê. Ev rewşa nakok û nediyarî bi kêrî dewleta Îranê dihat.

Tifaqa hêzên dijber a berjewendî parêz têk çûbû û valahiyek çêbûbû. Nakokiyên di navbera hêzên dijber de derketibûn çiqasî kûrtir bûbûna dê ewqasî hêzên dijber lewaz bûbûna û karê îranê hêsantir bûbûya. Lewre Îranê jî hewl dida bi hostatiyeke mezin gav bi gav wê valahiyê dabigre.

Qadî Mihemed destvala vedigere

Qadî Mihemed bêyî ku encameke şênber ji hevdîtinan bi dest bixe vegeriya. Azarî û Sovyetan berjewendiyên xwe esas girtin û nehiştin kurd ji derfetên heyî sûdê werbigrin. Êdî ji xeynî şerê berxwedanê vebijêrkeke din tunebû.  Wê vebijêrkê jî gelek xeternak di nava xwe de dihewandin. Bi destpêka pêvajoya xeternak re wekî her carî îxanetên navxweyî jî dest pêkiribûn. Di meha îlonê de, ji fermandarên komarê Emrî Xan got heke hikûmeta îranê zilm û zordarî li me ne ke û bi germahî me pêşwazî bike ez û şervanên xwe amade ne ku radestê hikûmeta îranê bibin û dilsoziya xwe ya bi hikûmetê re nîşan bidin.

Li îranê pêvajoya gengeşiyên navxweyî dest pêkiribû. Di mehên îlon, cotmeh û mijdarê  de serhildanên komunîstan dest pê kirin. Serhildanên komonîstan ên ku di pêşengiya partiya TÛDEH’ê de pêk dihatin bandoreke mezin li hikûmeta îranê û li geşedanên heyî dikir. Bi qasê ku hikûmeta îranê xistibû nava tirs û fikaran bi ewqasî Emerîka û Ingilîstan jî ketibûn nava tirs û fikaran. Emerîka û Ingilîstanê dizanî ku heke li îranê serhildana komonîstan bi serbikeve dê bandor li hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn bike û hevsengiya pergala sosyalîst û kapitalîst biguherîne. Lewre serhildana komonîstan a îranê ji bo xeternakeke gelek mezin bû. Gengeşî ya ku ji ber serhildanên komonîstan      derketibû holê ji bo Komara Kurdistanê erênî bû û temenê wê hinek din dirêj kir.

Amerîka û Ingilîstanê biryara piştgiriya hikûmeta îranê dan

Hikûmeta Şah mutefîkê pergala kapitalîst bû û ji bo pergala kapitalîst berdewama hikûmeta Şahê îranê gelek girîng û stretejîk bû. Berjewendiyên wan di dewama hikûmeta Şah de hebû. Lewre piştî serhildana komonîstan Amerîka û Ingilîstanê biryara piştgiriya hikûmeta îranê dan. Di navawê piştgiriyê de tunekirina xweseriya kurd û azaeriyan û kontrolkirina erdnîgariya wan jî hebû.

Piştî ku Amerîka û Ingilîstanê bi awayeke zelal piştgiriya xwe îlan kirin Şahê Îranê bi awayekî hovane bi ser serhildanên konîstan ve çû û piştî gelek komkujiyan serhildanên komunîst hatin çewisandin. Piştî çewsandina serhildanên komonîstan şahê îranê berê xwe da herêma Azerbaycanê. Artêşa azeriyan li ber xwe neda û piraniya wê teslîm bû. Ji ber ku berxwedan tune bû di nava çend rojan de artêşa îranê bajarê Tebrîzê bi dest xist. Piştî ku erdnîgariya Azerbaycana Îranê bi gelemperî hat zeftkirin dor hatibû erdnîgariya Kurdistanê.

Îxaneta eşîran dest pê dike

Bi awayeke hovane û bi komkujiyan serhildanên komonîstan hatibûn çewsandin û di nava çen rojan de Azarbaycan hemû teslîm hatibû giritin. Wan her du geşedanan eşîrên kurd xistibûn nava tirs û fikaran. Eşîrên herî mezin ên wekî Şikakî û Herkîyan ji tirsa ku dê dewleta Îranê li dijî wan jî komkujiyên pêk bîne ji tifaqa kurd veqetiyan û girêdana xwe ya bi hikûmeta îranê re îlan kirin. Piştî biryara wan her du eşîrên serekeyan gelek eşîran dinan jî heman rê şopandin.

Guherîna hevsengiya navneteweyî ya dijî kurd, îxaneta sovyetê, bêbextiya azeriyan, piştevaniya Amerîka û Ingilîstanê a ji bo şahê îranê Qazî Mihemed û Komarê Kurdistanê xistibû rewşeke gelek dijwar. Bi îxanetên navxweyî ew rewşa dijwar qat bi qat zêdetir dibû û hêza berxwedêriya kurd qelstir dikir.

Bi destpêka êrîşên artêşa îranê re hin eşîrên ku heta wê rojê bi Qazî Mihemed û Komara Kurdistanê ve ve girêdayî bûn biryara şerê berxwedanê dan. Lê Qazî Mihemed ev biryar nepejirand. Li gel ku eşîran  ji bo girtina biryara şerê berxwedanê gelek israr jî kirin biryara berxwedanê derneket. Piştî ku serokên eşîran dîtin ew biryar dernakeve ji bo ewlehiyê pêşniyaza derketina derveyê welat li Qazî Mihemed kirin. Qazî Mihemed ew pêşniyaza wan jî nepejirand.

Qazî Mihemed xwe feda dike

Mele Mistafa Barzanî yê ku şahedê pêvajoyê ye, di hevpeyvîneke xwe de der barê hevdîtina xwe ya 16’ê berfanbara 1946’an de a bi Qazî Mihemed re wiha dibêje; “…Ez çûm gel Qazî Mihemed, min xwest ez niyet û armanca wî çi ye fêm bikim. Ji min re got, ‘ji bo xwîna gelê Mehabadê nerije ezê xwe feda bikim’. Diyar kir ku dê radestî artêşa îranê bibe. Ji min re wiha got, ‘Min lijneyek şand gel General Humayunî yê li Meyanduwabê dimîne. Min bi wê lijneyê re ev niyeta xwe wekî agahî jê re şand…’ Dema ku ev hevok ji devê wî derdiketin hêsir ji çavên wî dihatin xwarê…”

Gelek serokên eşîran ên ku helwesta Qazî Mihemed hîn bûn wan jî heman rêbaz şopandin. Piştî biryara radestbûnê hate dayîn hemû belge û dokumenterên fermî yên Komara Kurdistanê yek bi yek hatin şewitandin, çek û cebilxaneyên heyî radestî artêşa îranê kirin. Her çiqasî hikûmeta îranê di xwestina lîsteya çekên hatî û lîsteya belvakirina çekan de israr kir jî Qazî Mihemed daxwaza wan red kir û got berpirsiyarî ser milê mine.

Bi wê biryarî Komara Kurdistanê ya ku di  22’yê çileyê de li Mehabadê hatibû îlankirin di 21’ê kanuna 1946’an de bi dawî bû.

Qazî Mihemed û birayê xwe Seyfî Qazî jî di navde ji kesên pêşeng ên Komara Kurdistanê 45 kes hatin girtin. Ji bo wan li Mahabadê dadgeheke leşkerî hat demezirandin. Piştî darazeke qaşo di 31’ê adara 1947’an de Qazî Mihemed, serokwezîr Hecî Baba Şêx, wezîrê parastinê Mihemed Seyfî Qazî û hevalên xwe li Qada Çarçirayê ya Mahabadê ya ku damezirandina Komara Kurdistanê lê hatibû îlankirin de hatin darvekirin. Qazî Mihemed beriya ku werê darvekirin wesiyeta xwe ya ku ji bo civaka kurd gelek peyamên girîng di xwe de dihewîne dike. Hewceye her kurdek wesiyeta Qazî Mihemed bixwîne.

Kiryarên dewleta îranê ji yên dewleta tirk kêmtir nebûn 

Piştî dardekirina Qazî Mihemed û rêhavalên wî artêşa îranê ket nava hewldanên paqijkirina şopên Qazî Mihemed rêhevalên wî. Çapxaneya kurdî hat girtin. Hîndekariya kurdî hat qedexekirin. Hemû pirtûkên kurdî hatin komkirin û li ber çavên gel li qadan hatin şewitandin. Sirf ji bo gelê kurd çavtirsî bikin Feyzûlah Beg û deh serokeşîrên ku ji eşîrên Gewrikîyan bûn li ber çavên gel hatin darvekirin. Dewleta Îranê bi wan pêkanînên xwe ji kiryarên dewlta tirk kêm nema.

Dewleta îranê jî wekî dewleta tirk di xwest wê peyamê bide civaka kurd ku “fikr û ramana Kurdistana azad dê ji bo we her tim mirin be”. Di wê pêvajoyê de hindike be jî hinek hewldanên berxwedanê jî hebûn. Di wan hewldanên berxwedanên de dewleta îranê bi awayeke hovane bi ser civaka kurd de çû. Li gorî lêkolînên bi rêkûpêk ên Partiya Demokrat a Îranê di çend salên piştî têkçûna Komara Kurdistanê de herî kêm 15 hezar kurd ji hêla dewleta îranê ve hatin qetilkirin.

Belê pêşengên Komara Kurdistanê piranî teslîm bûn. Lê Mele Mistafa Barzanî teslîm nebû û bi şervanên xwe ve li dijî artêşa îranê li ber xwe dida. Lê hêza wî ya ku karibe demeke dirêj li berxwe bide tune bû. Piştî demekî Mele Mistafa û şervanên xwe ketin nava tengasiyan. Di 15’ê hezîrana 1947’an Mele Mistefa bi tevî şervanên xwe ve derbasê milê soviyetê bû û dawî li berxwedana xwe ya dijî dewleta îranê anî.

Ji sedemên têkçûna Komara Kurdistanê çend xal;

  • Wekî pêvajoyên serhildanên berê bê tifaqî û îxaneta navxweyî ya kurd roleke sereke lîst, lê îcar sedem tenê ne ev bû.
  • Vekişîna artêşa Sovyetê rê li êrîşên artêşa îranê vekir
  • Piştgiriya Amerîka û Ingilîstanê ya ji bo berdewama hikûmeta îranê

4-   Qadrouyên rêveber ên komarê nezan û bêtecrube bûn.

5-   Artêşeke bi rêkûpêk tune bû, artêş ji şervanên ku ji eşîran hatibûn komkirin pêk dihat.

6-   Tifaqa bi sovyetê re rê li nerazîbûna eşîran vekir û li dijî Qazî Mihemed bêbawarî afirand.

7-  Îxaneta dewleta Yekitiya Sovyetê. (Stalîn li ser soza damezirandina şirketa petrolê kurd xapandin û li wan îxanet kir, piştî têkçûna kurdan îranê jî soza damezirandina şirketa petrolê neanî cih û îranê jî Stalîn xapand)

8-   Bê tifaqî û bêbaweriya bihevûdu ya azerî û kurdan. (Dawî)

 

 

 

 

 

 

 

Dikarî Biecibînî