Gelo piştî Idlibê dor tê dewleta tirk?

Şerê li Idlibê roj bi roj gurtir dibe. Komên çete yên ku dewleta tirk piştgiriya wan dike, derbên giran dixwin gav bi gav ji Idlibê tên derxistin. Tê payîn ku ev kome piştî ji Idlibê hatin derxistin, dê berê xwe bidin dewleta tirk

Nazim Daştan /MA |

Şerê Idlibê yê di navbera rejîma Sûriyeyê û komên çete yên girêdayî dewleta tirk di serî de jî Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ-El Nusra) her ku diçe gurtir dibe. Niha piraniya şer li hêla bakurê rojhilatê navçeya Seraqib û derdora wê gur bûye. Her wiha rageşiya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de jî zêde dibe. Her ku rejîma Sûriyeyê pêş ve diçe, li gel Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), DYA, NATO û hêzên Ewropayê jî dikevin nav hin liv û tevgeran. Li aliyên din jî tê mereqkirin bê ka gelo ev komên selefî ku dewleta tirk di bin navê ‘Muxalefeta Sûriyeyê’ de wan bi kar tîne, kî ne?

Ev komên ku Tirkiyeyê di dema Efrînê de jî ew bi kar anîn, li ber çareserkirina krîza Sûriyeyê wekî astengiya herî mezin tên dîtin. Ji niha vê bûye cihê nîqaşê ku piştî Idlib ji dest van koman hate derxistin dê ev komên selefî û paramîlîter bi ku ve biçin û dê aqûbeta wan çi be?

Hema bêje piraniya van komên selefî digihên El Qaîdeyê û di nav wan de ya herî xurt jî Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ-El Nusra) e. HTŞ, di bin sîwana ‘Artêşa Sûriyeya Azad’ de daxilî nav şerê Sûriyeyê bûbû. Her çiqas gelek caran navê xwe guherandibe jî, hem di lîsteya terorê ya NY’ê û hem jî di ya DYA’yê de ne.

Koma çete ya ‘Artêşa Fethê’

Ligel HTŞ’ê, bi dehan kom hene ku li dijî rejîma Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şer dikin. Di sala 2015’an de gelek kom hatin cem hev û ‘Artêşa Fethê’ ava kirin û Idlib ji destê rejîmê derxistin. Komên ku heta niha krîza li Idlibê gur dikin, Ehrar El Şam, El Nusra, Tugaya El Haqq, Ceyş El Sûne, Ecnad El Şam, Cûnd El Aksa, Feylek El Şam û Cemiyeta Îmamî Bûharî ne ku ev kom di bin navê ‘Artêşa Fethê’ de hatibûn cem hev.

Koma çete ya Heyet Tehrîr El Şam

Koma çete ya El Nusrayê piştî ku daxilî lîsteya ‘Rêxistina terorî’ hate kirin, navê xwe guherand û xwest bi vî awayî xwe xelas bike. Vê carê komên bi navê El Nusra, Eniya Ensareddîn, Ceyş El Sûne, Lîva El Şah û Nûreddîn Zengî di bin navê Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) de hatin cem hev.

Koma çete ya ‘Eniya Rizgariyê ya Sûriyeyê’

Komên li Idlibê ne tenê ev komên navborî ne. Piştî rejîma Sûriyeyê li başûrê welat herêma Dera û Kuneytra û herêma Xûta û Kalamûmê bi dest xist, gelek komên din jî berê xwe dan Idlibê. Her wiha bi demê re ji van komên navborî hin jê pev ketin û ji ber nakokiyên di navbera wan de komên wekî Nûreddîn Zengî û Ehrar El Şam rabûn Eniya Rizgariyê ya Sûriyeyê ava kirin.

Koma çete ya ‘Eniya Rizgariyê ya Neteweyî’

Feyleq El Şam, Şuheda El Îslam, Ceyş El Nûxbe, Ceyş El Sanî, Firqa El Hûrriye, Fevc El Evvel, Tumena Sahîlê ya Yekemîn û ya Duyemîn, Cey El Nasr, Firqet Idlib jî rabûn Eniya Rizgariyê ya Neteweyî ava kirin.

Bermahiyên DAIŞ’ê

Her wiha Ensar El Tevîd, Ceyş El Melahîm, Cûnd El Şerîa, Ensal El Haq, Tûgayên Ebû Bekrî Siddiq, Ceyş El Badiye, Ceyş El Sahîl, Saraya El Xûraba, Saraya El Qebûl, Tûgayên Ebû Ûbeyde Cerrah jî Hûrras El Dîn ava kirin ku ev rêxistin piştî DAIŞ’ê wekî rêxistina herî tundrew tê zanîn.

Koma çete ya ‘Partiya Îslamî ya Turkistanî’

Koma çete ya Partiya Îslamî ya Turkîstanê ku piraniya wê ji kesên ji komarên tirkî pêk tên jî li herêma Cîsîr El Şûxûr a Idlibê bi bandorin. Ev kom li Sûriyeyê daxilî nav gelek şeran bûye û gelek endamên wê tev li DAIŞ’ê bûne.

Komên çeçenî

Komên ku çeçen pêşengtiya wan dikin jî li Idlibê hene. Ji vanan ên herî  girîng Muhacirîn, Artêşa Ensar, Cûnd El Şam, Ceyş Ûsra û Ecnad El Kafkas in.

Koma çete ya ‘Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê’

Ji van rêxistinên navborî ya herî girîng jî komên ku Tirkiyeyê ew di bin navê ‘Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS)’ de kom kirine. Ev hêz tenê ne li Idlibê, di heman demê de li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî bal kişandibûn ser xwe. ANS, ku bi talan, tecawiz, îşkence û pêkanînên xwe yên guherandina demografyayê tê zanîn, ji komên Feyleq El Şam, Tumena Hamza, Ehrar El Şerqiye, Ceyş El Ehrar, Tûgayên Siltan Mûrad, Mûntasir Bîllah, Tûgaya Selahaddîn, Ehrar Şam, Tevgera Hazimê, Nûreddîn Zengî, Artêşa Îslamê, Sûkûr Şam, Artêşa Mucahîdan, Tûgaya Farûk, Ceyş El Mûhacirîn, Tûgaya Fatîh Siltan Mehmed, Tûgaya Semerkantê, Cephet Şamiye, Lîva Şîmal Ezaz û Ceyş Nûxbeyê pêk tê.

Gelo piştî Idlibê dê çi bikin?

Tê gotin hejmara van hêzên selefî, radîqal û paramîlîter nêzî 100 hezarî ye. Ev komên ku berê ji Hama, Hûms, Dera, Kûneytra, Şam, Helebe û deverên din hatibûn derxistin niha piraniya wan li Idlibê ne û li dijî rejîma Sûriyeyê şer dikin. Niha jî nayê zanîn ku gava ji Idlibê bên derxistin wê ev kom bi ku ve biçin an jî dê wan bibin ku derê. Gava mirov malbatên wan jî hesab bike hejmara wan sedhezaran derbas dike û tê derpêşkirin ku piştî Idlib ji dest wan bê girtin dê têkiliya wan a bi Tirkiyeyê re jî xirab bibe.

Her wiha dîsa tê gotin piştî Idlibê ji ber ku cihekî xwe lê bigirin namîne dê bi hêrseke mezin bi ser Tirkiyeyê de biçin. IDLIB

Dikarî Biecibînî