Komploya sed salî – II

Firat Dîcle / ANF |

Pêvajoya komployê ya sed salî xwestin ku bi komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin temam bikin. Li pêşberî berxwedana gelê kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd ku bi çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ dest pê kir, polîtîkaya qirkirina kurdan negihîşt armanca xwe. Berxwedan ji Îmraliyê heta çiyayên Kurdistanê, ji wir jî li her qada ku gelê kurd û dostên wan lê ne belav bû, komplo pûç kir û bê encam hişt.

Mêtingerên ku bi êrîşên qirker dest bi pêvajoya komployê ya sed salî kirin, piştî Koçgirî, Pîran, Agirî û Dêrsimê hesabê wê kiribûn ku berxwedana gelê kurd êdî binax bûye, careke din hişyar nabe. Tevgera ku komek ji ciwanên kurd û tirk li Zanîngeha Enqereyê li dijî êrîşên qirker dest pê kirin, ji bo rawestandina vê rêveçûnê bû.

Darbeya leşkerî ya 12’yê Îlonê

PKK ku li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê di 27’ê Mijdara 1978’an de bi kongreya damezrandinê hate ragihandin, gavên ji bo berevajîkirina vê dîrokê avêt. Dewleta tirk di 12’yê Îlona 1980’î de darbeya leşkerî pêk anî û kadroyên PKK’ê xist zindanê. PKK’ê bi berxwedana zindanê ev hewldanên dewleta tirk pûç kir.

Dengê fîşeka destpêkê

PKK’ê berxwedana zindanê weke bangekê qebûl kir û bi pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an re pêvajoyeke nû da destpêkirin. Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd êdî ketibû ser rêyeke bênavber. Gelê Kurdistanê bi ‘dengê fîşeka destpêkê’ dest bi meşê kir. Tevgera Azadiyê ya Kurd ku xwe gihand girseyên berfireh, di salên 1990’î de bi serhildanan civakî bû. Kurdistan li ber mêtingeriyê rabû. Bersiva dewleta tirk jî valakirin û şewitandina gundan, kuştinên kiryar nediyar bû.

Ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn

Hêzên navneteweyî yên dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin, Tevgera Azadiyê ya Kurd li pêşiya vê weke astengî didîtin. Sîstema ku DYE serkêşiyê jê re dike, bi Şerê Kendavê û destwerdalan li Iraqê re PKK yekser kir hedef. Tirkiyeyê di sala 1991’ê de bi YNK û PDK’ê re li hev kir. Bi vê lihevkirinê re tecrîdkirin û tunekirina PKK’ê hate plankirin. Tirkiyeyê bi piştgiriya PDK, YNK, hêzên navneteweyî û NATO’yê di Cotmeha 1992’yan de êrîşa tunekirinê kir. Bi rêya vê êrîşê xwestin îradeya PKK’ê bişikînin, teslîm bigirin, lê belê di vir de bi ser neketin. Îngilistanê di sala 1994’an de piştgiriyeke mezin da Tirkiyeyê. Êrîş û tifaqên tasfiyekirina PKK’ê koordîne kir. Ji bo îradeya PKK’ê bê şikandin, bêbandor bê kirin û teslîm bê girtin, bi her awayî piştgiriya Tirkiyeyê kir. Tirkiyeyê jî xwe spart vê piştgiriyê û Kurdistan seranser ji nû ve dagir kir, bi hezaran gund vala kir û şewitand, bi hezaran kes bi rengê kuştinên kiryar nediyar kuşt, bi milyonan mirov neçar hişt ku koç bikin. Li Kurdistanê hilweşandineke mezin pêk anî. Li dijî gerîla çekên bi her cûreyî bi kar anî. Bi vê yekê xwestin ku hem îradeya gel hem jî ya gerîla bişikînin û teslîm bigirin. Tevî vê yekê jî ne karî îradeya PKK’ê ne jî ya gelê kurd bişikînin. Berxwedanê bi rengekî mezin dewam kir.

Pêvajoya ber bi 9’ê Cotmehê ve

Dewleta tirk piştî ku li gel piştgiriya hêzên derve nekarî ji êrîşên xwe yên li dijî gel û gerîla encamê werbigire, di sala 1996’an de îmhakirina Ocalan plan kir. Xwest ku li Şamê bi sûîqesteke bi wesayita bombebarkirî îmha bike û piştre jî bi operasyonên leşkerî derbeke mezin li gerîla bixe. Dema ku ev hewldana sûîqestê ya li Şamê bi ser neket, operasyonên ji bo temamkirina vê yekê taloqî sala 1997’an hate kirin. Di sala 1997’an de bi plansaziyeke nû bi êrîşa hevpar a TC û PDK’ê hewl dan encamê werbigirin. Ji aliyekî ve bi van êrîşan xwest derbê li gerîla bixe, li aliyê din jî hewl da meyla xiyanetê ya li nava PKK’ê xurt bike. Bi vî rengî hate xwestin ku xeta Ocalan a li nava PKK’ê bêbandor bikin. Piştî ku di vê planê de jî bi ser neket, vê carê di sala 1998’an de Peymana Washingtonê pêk anî. Piştî vê peymanê biryara komploya navneteweyî hate dayîn. Di komployê de ku xwestin di 9’ê Cotmehê de bixin pratîkê Amerîka, YNK û PDK hene. Li pişt peymana Washingtonê jî Îsraîl û Îngilistan hebûn.

Rola PDK û YNK’ê

Ger YNK û PDK bi rengekî çalak tev li nebûna şensê serketina vê komployê nedibû. Lê belê yên ku herî zêde komplo xwestin PDK û YNK bûn, ji ber ku bi vê komployê wê pêşî li wan bihata vekirin. Ji ber ku PDK û YNK’ê xwestin DYE û hevalbendên wan ên din ev komplo plan kirin û pêk anîn. Wê bi vê yekê re karîbûna PDK û YNK’ê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bianîna ku beriya PKK’ê ew li Kurdistanê xwedî giranî bûn. Tevgera Azadiyê ya Kurd ku bi pêşengiya Ocalan dest pê kir, li Kurdistanê cih li PDK û YNK’ê teng kiribû. PDK û YNK’ê xwestin hêzên navneteweyî bi ser PKK’ê ve bibin, PKK û îradeya kurdên azad bêbandor bikin û ji nû ve li Kurdistanê serdest bin. Ji bo vê jî di Komploya Navneteweyî de bi roleke girîng rabûn ku di 9’ê Cotmehê de Ocalan ji Sûriyeyê hate derxistin û heta 15’ê Sibata 1999’an dewam kir.

Ji 9’ê Cotmehê heta Îmraliyê

Bi zexta navneteweyî re ku DYE, Îngilistan û Îsraîlê serkêşî jê re dikirin, di 9’ê Cotmeha 1998’an de kirin ku Ocalan ji Sûriyeyê bê derxistin. Di 15’ê Sibata 1999’an de jî Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji Kenyayê hate revandin û bi bicihkirina li nava sîstema Îmraliyê xwestin bitepisînin. Ji ber ku ev bi ser nexistin vê carê li ser bingeha polîtîkaya rizandinê xwestin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bêbandor bikin û PKK’ê parçe bikin, bi vî rengî encamê werbigirin.

Hûn nikarin Roja Me tarî bikin

Hêzên komploger dixwestin ku di nava rojekê de Rêberê Gelê Kurd Ocalan îmha bikin, di nava 6 mehan de jî Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bikin. Hêvî û hesabê wan bi vî rengî bû, lê belê li pêşberî berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê kurd planên wan têk çûn. Bi çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’, berxwedana ku bi pêşengiya Halît Oral dest pê kir, li her tevahiya Kurdistanê û her devera ku kurd û dostên wan lê ne belav bû. Hêzên navneteweyî û hevkarên wan ên li herêmê yên ev berxwedan dîtin, jê tirsiyan û neçar man paşve gavê biavêjin. Jixwe Wezîra Karên Derve ya DYE’yê ya wê demê M. Albrîght bi gotina ‘Me hesab nedikir ku nerazîbûneke di vê astê de bê nîşandan’ nîşan da ku berxwedanê çiqasî bandor li hêzên komploger kiriye û ew çiqas tirsandiye. Careke din aşkera bû ku hêzên dixwestin kurdan tune bikin, komploya sed salî ya ji bo armancên xwe nekarîn bi ser bixînin.

Destwerdana DYE ya li Iraqê

DYE’yê di sala 2003’yan de bi gotina ‘Ez ê aştî û azadiyê bînim Iraqê’ xwest rejîma Saddam a 24 salan di nava 24 rojan de hilweşîne. DYE’yê bi vî rengî careke din dest li Rojhilata Navîn werda. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi parêzerên xwe re li ser wê pêvajoyê wiha digot: “… Der barê netewe-dewletê û hin stratejiyên DYE’yê kes xwedî agahiyeke têrker nîne. Saddam jî di nav de fêhm nekirin ku DYE dixwaze çi bike. Min beriya çar salan, bawer im sala 2003’yan bû li ser Iraqê du tişt got; 1-Dewletên milî yên ku xwe dispêrin rizgariya neteweyî yên bi şêweyê berê di şexsê Saddam de têk çûne, tasfiye bûne. 2-Rejîmên neteweperest ên li Rojhilata Navîn çi îslamî, çi reel sosyalîst, çi jî nîjadperest wê ji hev bikevin. Li şûna vê divê feraseta demokrasiyê xwe amade bike. Ev gotinên min yekser piştrast bûn. Ger min jî di pêvajoya Îmraliyê de mîna Saddam bi rêbaza berê li ber xwe bidabûya, encam wê Iraqbûyîna Tirkiyeyê bûya.”

Revîzekirina komployê

Diviyabû komplo bi qonaxên nû bihata revîzekirin. Di qonaxa 2’yemîn a komployê de rêveberiya PKK’ê kirin hedef. Jê bihata wê tevahiya rêveberiyê ji xeta Ocalan dûr bixistabûna û tev li sîstemê bikira. Bi tasfiyekariya Ferhat-Botan hewl dan Tevgera Azadiyê ya Kurd bi temamî bi dest bixin û tev li sîstemê bikin. Hewl dan komployê derbasî nava rêxistinê bikin û bandorê bike. Bi tasfiyekariya Ferhat û Botan helw dan xwe li nava PKK’ê bi rêxistin bike, komployê li nava rêxistinê bidomîne û bi ser bixînin. Sîstemê hewl da zîhniyeta xwe, xeta xwe ya îdeolojîk û siyasî, rêbaza xwe ya jiyanê, çand û pîvanên xwe bi vê rêyê li nava PKK’ê bi cih bike. Ocalan li dijî vê tasfiyekarî û meyla provokatîf ‘Pêngava 1’ê Hezîranê’ û jinûve avakirina PKK’ê xist meriyetê.

Tasfiyekirina tasfiyekariyê

Bi jinûve avakirina PKK’ê û pêngava ‘Êdî bes e’ ya bi pêngava 1’ê Hezîranê dest pê kir, tasfiyekarî hate tasfiyekirin û pêşî li serketina komployê hate girtin. PKK ji nû ve bi rengekî xurt cihê xwe di nava polîtîkaya Rojhilata Navîn de girt. Gef li berjewendiyên sermayeya global û hevkarên wan ên li herêmê xwar.

Rê nehat dayîn her sê qonaxan jî

Komploya Navneteweyî bi sê qonaxan destpê kir. Bi vê yekê re hate hedefkirin ku kadroyên girêdayî xeta Ocalan îmhakirin, kadroyên din jî bi girêdaya wê re li gel nirxên wan ve girêdayî sîstemê bike. Li dijî qonaxa sêyana komployê gelê kurd û gerîla ketin nava berxwedaneke mezin. Bi serhildan û berxwedana gerîla re li dijî vê êrîşê seknekî bi hêz hate nîşandan. Gerîlayan li Gabar û Oremar piştre jî bi berxwedana Zapê vê sekin û hêzê nîşanî dost û dijmin herkesê da. Bi vê yekê qonaxa 3’yan a komployê jî hate valaderxistin.

Şerê Gelê Şoreşgerî

Biryardariya têkoşîna azadiya kurdan di 1’ê Hezîrana 2014’an de hate tescîlkirin. Li gel Şerê Gel ê Şoreşgerî gihişte lûtkeyê. Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê, êdî li gorî dema nû taktîkên têkoşînê xistin dewreyê. Gerîla êdî taktîkê ‘lêxe bimîne’ bi taktîkê kontrolkirina navbera rêyên bajaran û qadên berfire kirye re, dor li artêşa tirk girt. Gerîla yên di serî de Şemzînan, Elkê û Çelê dorpêç kir, derbên giran li artêşa tirk da. Artêşa tirk jî bi operasyonên şoreşgerî yên gerîla re girêdanên wan ên bi qereqolên herêmê re jî hatin birîn.

19’ê Tîrmehê şoreşa Rojava

Ocalan her demê bi israr dianî ziman ku ji bo erdnîgariyeke mîna Rojhilata Navîn pêwîstî bi erka xweparastinê heye. Di vê çarçoveyê de biryardariya têkoşîna bi çek a PKK’ê ya 15’ê Tebaxa 1984’an û li dijî hemû zextên hêzên hundir û derve ya 1’ê Hezîrana 2014’an a ‘biryara têkoşîn wê bidome’ 19’ê Tîrmeha 2012’yan li Kobanê êdî pêk dihat. Êdî Şoreşa Rojava, bihara gelê kurd pêk hatibû. Artêşa Sûriyeyê xwe ji bajarên kurdan vekişand. Şoreşa Rojava ya ku li dijî hêzên hegonom ên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ku li Sûriyeyê rû dide û berê ji aliyê Ocalan ve îşaret bi wê yekê hatibû kirin, weke alternatîf derket, li Rojhilata Navîn bû aktorê sereke yê gelê kurd. Şoreşa Rojava ya ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku her kes jê ditirsiya û li ber xwe nedigirt, şer kir û bû yekane hêza serketin bi dest xist, di serî de ji bo dewleta tirk û hemû hêzên komploger û emperyalîst-mêtinger di warê îdeolojî û sîstemê de weke gef hate dîtin.

Pêvajoya diyalogê

Serokkomarê tirk Erdogan 28’ê Kanûna 2012’yan di bernameyekî televîzyonê de ji raya giştî re ragihandibû ku ji bo çareseriya doza kurd li Îmraliyê hevdîtin bi Ocalan re têne kirin. Ocalan di Newroza 21’ê Adara 2013’yan de destpêkirina pêvjoyeke nû bi peyamekê ji hemû cîhanê re ragihand. PKK’ê jî diyar kir ku di 25’ê Nîsana 2013’yan de wê hêzên xwe ji bakurê Kurdistanê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve bikişîne. Tevî ku Tevgera Azadiya Kurd hemû niyeta xwe ya baş û berpisyariyên dikeve ser milê wê pêk anî hikûmeta AKP’ê tu gavek neavêt. Berevajî li bakurê Kurdistanê qereqol û bendav çêkirin û amadekariyên şer kir.

Piştî ‘Mûtabaqata Dolmabahçe’ ku pêngavên werin avêtin a herdu aliyan li pêşiya raya giştî şûnde Erdogan mûtabaqata ku bixwe ji aliyê şêwirmendê wî Yalçin Akdogan ve hatîbû îmzekirin red kir. Erdogan li pêşiya çavê hemû cîhanê bi piştgirîdayîna çeteyên DAIŞ’ê şansê çareseriyê pûç (mehf) kir. Erdogan ê ku bi vê qîma xwe pê ne anî ‘Plana Çok Danînê’ kir biryara MGK’ê, dest tasfiyekirina têkoşîna azadiya kurd, bi encamkirina plana komploya sedsalan û îmhayê kir.

Ji nû ve şer

Dewleta tirk ji bo xirabkirina pêvajoyê bi destê DAIŞ’ê êrîşî ciwanên ku amadekarî dikirin ji bo piştgirîdayîna ciwanên Kobanê li Pirsûsê êrîş kir. Piştî vê komkujiyê êrîşên bi destê DAIŞ’ê dom kir. Piştre komkujiyên Gara Enqere û Amedê pêk hatin. Di demek wiha de li Serêkaniyê bi awayekî kujer ne diyar 2 polîs kuştin. Dewleta tirk ku ev kir weke bahane bi êrîşa hewayî ya herî mezin ya 24’ê Tîrmeha 2015’an ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji nû ve şer da destpêkirin.

Nûjenkirina (Zindîkirina) komployê

Piştî ku Erdogan hêza qanûndanîn, rêvebirin û daraz di destê xwe de kom kir ji rejîma li Tirkiyeyê re dihate gotin “Rejîma Erdogan” yan jî “rejîma yek zilamî”. Li bakurê Kurdistanê ev rejîma faşîzane nehate qebûlkirin, piştî îlankirian ‘Rêveberiya Xweser” ya ji aliyê Meclisa Gel a Şirnexê ya 10’ê Tebaxa 2015’an li pey hev îlankirin çêbûn. Bi fermana Erdogan jêza şer ya artêşa tirk û çeteyên wê êrîşî bajaran kir. Dewleta tirk ku bajarên kurdan hilweşand, xira kir û komkujî pêk anîn di serê sala 2018’an de êrîşî rojavayê Kurdistanê kir. Destpêkê Efrîn hate dagirkrin, piştre Serêkaniyê û Girê Spî. Hêzên navnetewî bi destûrdayîna dagirkirina Rojava re qîma xwe ne anîn başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya tirk re vekirin. Bi vê re xwestin komploya navnetewî ya sedsalan biencam bikin. Tevî hemû êrîşên hêzên komploger serî de rojava û başûrê Kurdistanê Tevgera Azadiya Kurd, YPG, YPJ û hêzên HSD’ê bi berxwedaneke mezin bersiv dan.

Tecrîdda girankiriya li ser Ocalan

Li qada leşkerî ku ev bûyer çêdibûn komplo bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dewam kir. Destûr nedihat dayîn ku hevdîtina bi parêzer û malbatan re were kirin dixwestin Ocalan tasfiye bikin. Gelê kurd bi çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdawî-bêdorveger ji vê re got ‘raweste’. Têkoşîna azadiya kurd ku pêvajoya komployeke nû ferq kir bi berxwedana ku li her qada lê da nîşandan ku wê komplo vala were derxistin Tevgera Azadiya Kurd, gelê kurd û dostên wan bi berxwedana herî mezin a li her derê bersiv dan hêzên ku dixwestin komploya sed salê bi encam bikin.

Aktorê girîng ê Rojhilata Navîn

Dihate xwestin ku komploya sed salê zindî bê hiştin. PKK’ê xeyalên komplogeran û planên wan têk bir û da nîşandan ku êdî nikarin Rojhilata Navîn li gorî xwe dîzayn bikin. Hemû cîhanê ji nêz ve dît ku kurd li Rojhilatga Navîn aktoreke girîng e û gelê kurd nebe li Rojhilata Navîn aştî û aramî pêk nayê. Êdî gelekî ku di pencê qirkirinê de, gelê ku dixwestin were tasfîyekirin û îmhakriin bi têkoşîna azadiyê ya dayî re ji bo gelên Rojhilata Navîn û hemû cîhanê bû hêvî, Têkoşîna Azadiya Kurd ji Kurdistanê derket û bû gerdûnî. BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî