15’ê Sibatê li dijî bîr û vîna kurd e

Mehmet Şahîn |

Bi ser roja reş 15’sibata 1999’an re 21 sal derbas bûn û em dikevin sala 22’yemîn. 21 sal e Rêber Apo û gelê kurd li dijî komlogeran bênavber li ber xwe didin, bi şîrove û nirxandinên xwe yên giranbuha hewl didin komployê fêm bikin û bidin fêmkirin. Lê ev nayê wê wateyê ku komplo bi hemû kûrahiya xwe û bi tevî encamên xwe ve bi sedî sed hatiye fêmkirin. Dê hewldanên me yên fêmkirinê heta û heta bidomin.

Bi qasê ku hêza min têr bike ez dixwazim di vê nivîsa xwe de bala we bikişînim ser binesaziya hişmendiya komployê ya dîrokî.

Hewldanên bê bîr hiştinê 2.500 sal berê dest pê kirin

Hewldanên bê bîr, bê vîn û bê ruh hiştina civaka kurd 2 hezar û 500 sal berê bi îxaneta Harpagos dest pê kir. Ji wê rojê vir ve ye ji bo mayindekirina serweriya xwe dagirkeran her tim xwestine civaka kurd ji bîra hezar salan a rabirdûyê û ji vîna avakirina jiyana dahatûyê qut bikin û bêpar bihêlin. Xwestine têkiliya dil û mêjûya kurdan ji hev qût bikin. Bêguman qutbûna têkiliya dil û mêjûyê dibe destpêka pêvajoya têkçûn, kolebûn û tunebûna civaka kurd.

Wekî ku tê zanîn, di bin pêşengiya civaka kurd de bi berxwedana hevpar a civakên Mezopotamyayê Dehaqê xwînmij ê qralê Asûrê têk diçe û li ser felsefeya Zerdeştê Kal a mirov û xwezaparêz di salên BZ. 750-725’an de Konfederasyona Medan ava dibe. Heta wê rojê civaka kurd û civaka persiyan wekî du bira her tim bi hevre jiyabûn û rêveberiya herdu civakan di destê kurdan de bû. Di sala BZ.550’an de bi xiyaneta Harpagos rêveberiya Konfederasyona Medan ji destê kurdan derbasî destê persiyan dibe. Cara yekemîn persî dibin pêşeng û erdnîgariya Kurdistanê dikeve bin serweriya wan.

Armanc tunekirina bîr, vîn û ramana kurdê azad e

Civaka kurd xwediyê felsefeya herî xurt û herî pêşketî yê serdemê ye. Civakeke zana û pêşketiye. Heta wê serdemê persî jî di nav de ji civakên Rojhilata Navîn hemûyan re pêşengî kiriye. Persiyan dizanî ku ji civakeke wisa zana û pêşketî re pêşengî kirin û wan di bin serweriya xwe de girtin û birêvebirina wan dê ewqasî ne hesan be. Lewre piştî ku rêvberiya Konfederasyona Medan dikeve dest persiyan li dijî kurdan dest bi qirkirineke dijwar a ku di cîhanê de mînakên wê tunene dikin. Li ser civaka kurd wahşeteke mezin pêk tînin. Hemû serok û rêberan, zanyar û rewşenbîran, Mag û Maxan, pîr û kalên xwediyê cerebeyan jî di nav de hemû serek û pêşengên civaka kurd qetil dikin.

Persî bi wan qetlîaman bîr û wijdana civaka kurd a hezar salan tune dikin, hêza xwebûn û xwe rêvebirinê tune dikin, têkiliya rabirdûyê ya bi serdemê re, têkiliya rabirdûyê ya bi dahatûyê re qut dikin. Hemû hêz û cewherên jiyanê yên madî û manewî ji dest civaka kurd tên girtin. Civaka kurd ji kok û rehên xwe yên dîrokî yên hezar salan tê qutkirin. Bi kurtahî têkiliya dil û mejûya kurdan ji hev tê qutkirin û civaka kurd bê bîr û bê mejû tê hiştin.

Kurd bi sedan salan bi ser hişê xwe ve nayê

Piştî wê wahşetê civaka kurd bi sedan salan bi ser hişê xwe ve nayê. Refleksên wê yên civakî, vîn û baweriya wê ya civakî tune dibin. Bi kurtahî xwebûn û xwe parastina wê ya cewherî tune dibe. Tunebûna wan rê li îxanetên mezin vedike. Îxanetên navxweyî serkeftina siyaseta dagirkeran hêsantir dikin. Serkeftina siyaseta dagirkeran jî mixabin tê wateya helîn û tunebûna civak kurd.

Di destpêka sedsala 19’emîn de pêvajo dubare dibe           

Heman pêvajo û heman wahşet di destpêka sedsala 19’emîn de îcar bi destê dewleta osmanî li ser civaka kurd pêk tê. Mîrekiyên ku di statuyên xwe yên xweser de çanda civaka kurd a hezar salan diparastin yek bi yek ji holê tên rakirin. Careke din hemû serok, rêber, zana û rewşenbîrên civaka kurd yên ku teslîmê wan nabin û nakevin xizmeta wan û li gelê xwe îxanetê nakin yek bi yek tên qetilkirin. Di bin hişmendiya terîkatên wekî Nakşî û Kadirî de û di bin rêveberiya axayên nezan, teslîmkar yên hevkarên xwe de jiyaneke bêstatu û bênasname, ya ji bîr, ji dîrok û çanda hezaran salan qutbûyî li ser civaka kurd tê ferzkirin. Ji bo mayindekirina siyaseta xwe ya kambax û kûrkirina xeta îxanetê ya navxweyî ya kurd li Stenbolê ji bo zarokên axa û şêxan dibistan têne vekirin. Di wan dibistanan de hişmendî û kesayeta wan a kurdewar ji wan tê girtin. Her yek dibin hevkarên dijminên gelê xwe. Ev rêbazeke qirkirina spî bû û fetihkirina kelhê ji hêla hundir ve bû.

Piştî salên 1920’an înkara mitleq dest pê kir

Polîtîkaya tunekirinê ya ku di destêpêka salên 1800’an de osmaniyan dabû destpêkirin heta 1920’an bê navber dewam kir. Ji salên 1920’an şûn ve di serdema komara tirk a nû de jî heman polîtîkayê bi awayeke herî dijwartir dewam kir. Bi makeqanûna 1924’an re çand û nasnameya kurd bi înkareke mitleq re rûbirû ma. Kelepora kurd a madî û manevî ya hezar salan hedef hat girtin. Navên gund, bajar, çiya, zozan û hemû wargehan ên ku bi hezar salan bû kurdî bûn di carekê de hatin guhertin û bûn tirkî. Çand, ziman hemû kelepora kurdî hat qedexekirin. Xeynê tirkbûyinê mafê jiyanê ji bo kurdan tunebû. Bi qirkirina spî ya ku tu pîvan û exlaq nas nedikir xwestin polîtikaya osmaniyan a tunekirina civaka kurd bi serkeftinê encam bikin.

Armanca qirkirina persiyan a BZ. 550-520’an çi bû armanca qirkirina dewleta osmanî û berdewama wê komara tirk jî heman tişt bû. Yekane armanc, teslîm girtin, helandin û tunekirina civaka kurd bû.

2 hezar û 500 sal e qirkirina spî di meriyetê de ye

Li rojhilatê Kurdistanê dem bi dem navber bidin jî siyaseta persiyan 2 hezar û 500 sal e li ser kare. Li bakurê Kurdistanê siyaseta osmaniyan ku di destpêka salên 1800’an de dest pêkiribû 220 sal e bê navber li ser kare. Herdu dagirkeran bi piştgirî û alîkariya hêzên emperyalîst ên hegemon di encama siyasetên xwe yên kambax de civaka kurd parçe parçe kirin. Di nava civaka kurd de bi hezaran hevkar û îxanetkar afirandin û bi saya wan hevkar û îxanetkarên xwe karîn serweriya xwe ya qirker û tuneker li ser civaka kurd ferz bikin û bi sedan salan bidomînin.

Felsefeya Rêzdar Ocalan hesabên wan serûbino kirin

Di salên 1970’an de, di pêvajoya ku hêzên hegomon û dagirker di siyaseta xwe ya tuneker de gav bi gav ber bi serkeftinê ve diçûn de Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi felsefaya xwe, bi bîra xwe, û bi hişmendiya kurdê azad ê hezar salan derket pêşberê wan. Rêzdar Ocalan, bi felsefeya xwe, bi zanebûna xwe, bi hişmendiya xwe, bi sekna xwe, bi têkoşîna xwe bû bîra civaka kurd. Di navbera kurdê îroyîn û bîra civakê ya hezar salan de, di navbera kurdê îroyîn û çanda kurdê berxwedêr ê hezar salan de bû pir. Bi kurtahî, bîr û hişmendiya kurdewar a ku dagirkeran dixwestin heft tebeqe bikin bin erdê rakir ser pêyan û hemû hesabên nebixêr ên li ser civaka kurd û civakên Rojhilata Navîn serûbino kirin.

Rêzdar Ocalan vîn û bîra kurdê azad e

Piştî ku hêzên hegomon û dagirker dîtin ku Rêzdar Ocalan bi hebûna xwe, bi felesefeya xwe, bi zanebûna xwe bûye bîr û hişmenidya civaka kurd û şewqê dide hemû civakên Rojhilta Navîn û heta ew hebe dê serkeftina siyaseta tunekerina civaka kurd ne pêkan be dest dan hevûdu û di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî ew dîl girtin û xistin tecrîda pergala Îmralî ya ku di cîhanê de mînakên wê tune ne.

Rêzdar Ocalan pira navbera pêşeroj û paşerojê ye

Dîlgiritina Rêzdar Ocalan ne dîlgiritina kesayeteke, ne dîlgirtina serok û rêbereke ji rêzê ye. Dîlgirtina Rêzdar Ocalan, dîlgirtina bîr, vîn û hişmendiya civaka kurd û hemû civakên Rojhilata Navîn e. Dîlgirtina çand û nasnameya kurd a hezar salan e. Dîlgirtina pêşeroj û paşeroja civaka kurd e.

Bi dîlgirtin û tecrîdkirina Rêzdar Ocalan xwestin careke din pira navbera civaka kurd û bîra wê ya hezar salan tune bikin û civaka kurd bê bîr bihêlin. Bêguman tunekirina wê pirê û bêbîrhiştina civakê ji bo kurdan bobelateke herî mezin e. Rojên bi bobelat jî rojên reş in.

Dewamkirina komployê nîşaneya neserketina wê ye

Belê, komplogeran xwestin pêşeroj û paşeroja civaka kurd di reştariya 15’ê Sibata 1999’an de tune bikin. Lê Rêzdar Ocalan û gelê xwe bi berxwedana xwe ya bêhempa destûr nedan ew plansaziya wan a nebixêr bi ser bikeve. Ji ber ku komploya wan bi serneketiye dê wekî 21 salê biburî di sala 22’yemîn de jî bi hemû dijwariya xwe di meriyetê de be.

Her kurdê ku naxwaze bibe şirîkê îxaneta Arpagos û şopdarê wî yê serdemê hewceye di berxwedana li dijî komployê de cihê xwe yê bi rûmet bigire û sala 22’yemîn di şexsê Rêzdar Ocalan de bike sala azadiya vîn û bîra xwe.

Têkçûna çanda koplogera a 5 hezar salî û azadiya bîr û vîna civakan bi serkeftina paradîgmaya demokratîk pêkan e.

Dikarî Biecibînî