Zimanê me hebûna me ye

Mehmet Şahîn |

Kurdên Bakur û Rojhilat saleke din, bêyî perwerdehiya bi zimanê kurdî, bêyî xweprastina bi zimanê kurdî, bêyî nasnameya zimanê kurdî û bêyî hebûna statuya zimanê kurdî li paş xwe hişt.

Civaka kurd 21’ê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, wekî her carê di bin zext, zor û qedexeyên li ser zimanê kurdî de pêşwazî kir. Ji ber wan zext û zordariyan ku civaka kurd 21’ê sibatê ji roja pîrozbahiyan zêdêtir wekî roja pêkanîna çalakî û aktîvîteyên li dijî zext û zordariyên ser ziman dibîne, wekî roja ku di asta herî jor de daxwaza zimanê xwe bike dibîne. Wekî her carê îsal jî bi çalakî û bernameyên cur bi cur hewl dide êş û jana dilê xwe ya sedan salan ragihîne hemû cîhanê.

Wekî ku tê zanîn her neteweyek xwedî zimanekî cuda ye, ango her neteweyek bi zimanê xwe heye. Neteweyeke bê ziman li ser erdnîgariya cîhanê tune ye.  Ji ber tiştê ku netewebûnê pêk tîne ziman bi xwe ye. Heke ziman tine be netewe jî tine ye. Ziman; ruh û giyanê neteweyê ye; felsefe û nexşerêya jiyanê û hîmê netewebûnê ye. Ji ber vê girîngiya ziman e ku dagirkerên Kurdistanê bi sedan sal in ji bo tinekirina zimanê kurdî çi ji destê wan hatiye kirine û dikin.

Civak û netew bi zimanê xwe tên nasîn

Dema ku ziman tinebe ne pêkan e ku mirov ji hev û din fêm bikin û bi hev re bijîn. Ji bo jiyaneke bi hev re ya mirovan, pêdivî bi ziman heye. Çawa ku ji bo bihevrebûna mirovan pêdivî bi ziman heye, wisa jî ji bo çêbûna civakan û neteweyan jî dîsa pêdivî bi ziman heye. Hemû taybetmendiyên neteweyî yên wekî orf û edet, nêrîna wê ya cîhanê, felsefeya wê ya jiyanê, baweriyên wê, hunera wê, kelepora wê ya dîrokî û hwd. hemû bi ziman pêk tên û di zimanê wê neteweyê de weşartî ne. Dema ku ziman nebe ev yek jî pêk nayên.

Zimanê hevpar xezîneya hestên neteweyî ye. Kesên ku di navbera xwe de bi heman zimanî diaxivin di navbera wan de hestên hevpar û neteweyî pêk tên. Ev jî dibe sedema hevgirtin û yekitiyeke xurt.

Civak û mirov bi zimanê xwe hene û bi zimanê xwe têne nasîn. Dema ku ziman ji dest hat girtin hebûna wê ji destê wê tê girtin. Lewre pişaftina civakan bi ziman destpê dike. Dagirker di serî de êrîşî ziman dikin. Armanca wan a sereke bêrûmetkirina ziman e. Mirov û civakên ku ji ziman û çanda xwe dûr ketin ji hemû tiştên xwe dûr dikevin û êdî nikarin wekî xwe bijîn. Nikarin wekî serdestên xwe jî bijîn, dibin qopyaya yekî din, an jî neteweyeke din. Dibin koleyên serdestên xwe.

Neteweyên ku zimanê xwe neparêzin û rûmet nedin zimanê xwe dê nikaribin xwe ji bandora çand û zimanên din ên serdest biparêzin. Bi demê re dê bêhemdê xwe bibin dîlên çand û zimanên din. Piştî ku bûn dîlên çand û zimanên din, dê ji çand û zimanê xwe dûr bikevin û bibin biyaniyên civaka xwe.  Kesên ku bû biyaniyê civaka xwe dibin biyaniyên xwe. Lê nabe kesên ji çanda serdest, dibin kesên bê esil û bê kok.

Yên zimanê xwe wende bikin hemû tiştê xwe wende dikin

Kesên ku bê kok û bê reh man û bûn biyaniyên hêza xwe ya cewherî, rûmeta xwe ya keseyatî, nirx û pîvanên xwe yên exlakî û civakî hemûyan wenda dikin. Dibin kesên bê rêz û bê nirx û dikevin bin bandora derûniya xwebiçûkdîtinê. Baweriya ji xwe wenda dikin. Xwe wekî kesên kêrnehatî û bêşexsiyet dibînin. Êdî ne bi kêrî xwe tên û ne jî bi kêrî kesên din tên. Di keseyata wan de koletiya jidil dest pê dike. Ev yek qonaxa dawîn a pişaftinê ye. Piştî wê qonaxê pêvajoya xwepişaftinê (oto-asîmîlasyon) dest pê dike. Bi destpêka xwepişaftinê re têgehên wekî azadî, serxwebûn û têkoşînê di rojeva wan de namînin. Êdî pêdiviya wan bi van têgehan tine ye.

Heke mudaxale neyê kirin û pêşî li rizîna civakî neyê girtin piştî demekê ji çand û zimanê xwe rev û nefret dest pê dike. Bi hezkirineke mezin berê xwe didin çand û zimanê serdestên xwe. Hewl didin bibin parçeyeke civaka serdestên xwe û wekî wan bijîn.

Hewce ye em jibîr nekin ku asta zimanê neteweyekê asta çand û şaristaniya wê neteweyê nîşan dide. Netewe çiqas zimanê xwe biparêze û rûmetê bide zimanê xwe û zimanê xwe dewlemend bike, şaristaniya wê neteweyê jî ewqas xurt û geş dibe. Her wiha neteweyek çiqas li zimanê xwe xwedî dernekeve û zimanê xwe bêrûmet bike şaristaniya xwe û kesayeta xwe jî bêrûmet û bênirx dike.

Parastina ziman parastina hebûna xwe ye 

Ziman, bi xwedîlêderketin, axaftin, nivîsandin, zanyarî, felesefe û bi wêje û hwd. tê parastin. Ev stûnên xweparastinên ziman ên bingehîn in. Zimanê ku ji van stûnan bêpar bimîne bi qelsbûyîn û mirinê re rûbirû dimîne. Zimanê ku pê neyê fikirîn, di zanistî, felesefe û wêjeyê de neyê bikaranîn dê nikaribe demeke dirêj hebûna xwe û dewlemendiya xwe biparêze.

Mirina zimanekî mirina civakê bi xwe ye, tinebûna ziman tinebûna civakê bi xwe ye, wendbûna ziman wende bûna civakê bixwe ye.  Çewa ziman û raman bi hevûdu ve girêdayî ne civak û ziman jî bi hevûdu ve girêdayî ne. Civak bê ziman, ziman jî bê civak nabe. Yek bê yî yê din bê wate ye. Ziman xurt be civak xurt e, civak xurt be ziman xurt e. Civak bi pêş bikeve ziman bi pêş dikeve, ziman bi pêş bikeve civak bi pêş dikeve.

Lewre civaka ku bi zimanê xwe nejî, bi çanda xwe nejî, li ziman û çanda xwe xwedî dernekeve, nepêkan e ku ew civak karibe azad û serbixwe bijî. Nepêkan e ku karibe li dahatûya xwe xwedî derbikeve. Civakên ku li zimanê xwe xwedî dernekevin û neparêzin wekî bi dehan civak, ango neteweyên ku li ser axa Mezopotamyayê têk çûne û tine bûnê dê ew jî mehkûmê têkçûn û tinebûnê bin.

Bi kurt û kurmancî, heke zimanê me hebe em ê jî hebin, heke zimanê me bi rûmet be em ê jî bi rûmet bin, heke zimanê me xurt be em ê jî xurt û serbilind bin.

Dikarî Biecibînî