Nîvê zimanên cîhanê di bin metirsiya tunebûnê de ne

Îro Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye û nêzî 6 hezar û 700 zimanên cuda li cîhanê hene. Ji sala 1950’yê ve nêzî 200 zimanan winda bûne. Nîvê zimanên cîhanê jî bi tunebûnê re rû bi rû ne

Berhem Letîf / ROJNEWS |

21’ê Sibatê ji aliyê Rêxistina UNESCO (Rêxistina Lihevhatin, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî) weke roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hatiye diyarkirin. Di 21’ê Sibata sala 1952’yan de dema komek xwendevanên Bangladeşê li zaningeha Pakistanê xwestin bi zimanê bengalî biaxivin, rastî êrîşa polîsên Pakistanê hatin. Piştre koma xwendevana ji bo şermezarkirina êrîşên polîsan dest bi çalakiya greva birîçbûnê kirin. Lê vê carê polîsên Pakistanê bi guleyan êrîşê koma xwendevan kirin û di encamê de hejmarek ji xwendevanan jiyana xwe ji dest dan. Di sala 1999’an de jî rêxistina UNESCO roja 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê diyar kir.

Zimannas wiha pênaseya ziman dikin; “Ziman amrazek ê têkilî danînê ye. Ziman amrazeke ji bo pêşxistina rewşenbîrî û parastina neteweyê ye. Erka ziman ne tenê agahîdayîn û veguhestine. Ziman fikir û hizrê nû dide avakirin, palnerek ê fikrandinê ye.”

Zêdetirî 6 hezar û 700 ziman di cîhanê de hene. Ji salên 1950’an ve nêzê 200 ziman winda bûne, her wiha li cîhanê jî 184 ziman hene herî kêm ji aliyê 10 kesan ve tê bikaranîn. Nîvê zimanên cîhanê di vê sedsalê de di bin metirsiya tunebûnê de ne.

Neteweya kurd jî xwedî zimanekî dewlemend û pir zaravayî ye. Di Rojhilata Navîn de yek ji zimanên  herî kevnar e. Bi dirêjahiya dîrokê polîtikayên li dijî ziman û çanda kurdan berdewam dike.

Zimanê kurdî zimanek serbixwe û xwedî dîrokekî kevnare ye. Zimanê kurdî zimanke aryenî ji malbata zimanên Hînd-Ewropî ye. Zimanê kurdî ji ber erdnîgariyê heya niha jî kariye hebûna xwe berdewam bike.

Zaraveyên zimanê kurdî û herêmên lê tên axaftin;

1 – Zaraveyê Kurmancî: Bazîd, Hekarî, Botan, Şemdînan, Behdînan û rojavayê Kurdistanê.

2 – Zaraveyê Soranî : Mukriyan, Soran, Erdelan, Silêmanî û Germiyan.

3 – Zaraveyê Lorî: Lorî Resen, Bextiyarî, Mamesenî, Kuhgilû, Lek û Kelhûrî.

4 – Zaraveyê Goran: Goranê Resen, Hewreman, Bacelanî û Zaza.

Di dîrokê de jî tu caran êrîş û dagirkerî li ser gelê kurd û zimanê kurdî kêm nebûye. Lê herdem gelê kurd li dijî van êrîşan berxwedan kiriye. Ev êrîşên heya çar parçekirina Kurdistanê jî berdewam kirin û niha jî berdewam dikin.

Li bakurê Kurdistanê dewleta tirk siyasteke ya nûkerî û asîmîleyê li ser gelê kurd dide meşandin û peyva Kurdistan qedexe kirîbû. Lê piştî tevgera azadîxwaz ya Kurdistanê dest bi têkoşînê kir, li bakurê Kurdistanê heya astek zimanê kurdî cihê xwe girtiye. Di demek wiha girîng de gelek rojname, kovar, televîzyon bi zimanê kurdî weşan dikin. Di nava salên 2003 û 2010’an de li bakurê Kurdistanê gelek dibistanên zimanê dayikê hatin vekirin. Lê di sala 2015’an de dewleta tirk bi pêşengtiya AKP’ê xwe li van destkeftiyên kurdan negirt, tevahî sazî û cihên perwerdayê kurdî qedexe û asteng kirin.

Li rojavayê Kurdistanê jî piştî şoreşa 19’ê Tîrmeha 2011’an ve gelê kurd di aliyê zimanê kurdî de gelek deskeftiyên mezin bidest xistin. Di roja me ya îro de jî ji dibistana seretayî heya zanîngehê perwerde hemû bi zimanê kurdî tê dayîn. Her wiha kovar û pirtûk bi zimanê kurdî têne çapkirin.

Li başûrê Kurdistanê jî di serdema rejîma Baas de têkoşîna gelê kurd berdewam bû, di aliyê xwendin û nivîsandina zimanê kurdî de. Bi hezaran pirtûk, kovar, rojname bi zimanê kurdî hatin çapkirin. Lê piştî raperina gelê başûrê Kurdistanê gelek zimanên biyanî hebûna xwe li başûrê Kurdistanê dan diyarkirin. Niha gelek dibistanên biyanî li başûrê Kurdistanê hene. Ev yek metirsiyek mezin li ser pêşketina zimanê kurdî dide çêkirin.

Di rewşa niha de li başûrê Kurdistan û rojavayê Kurdistanê heta radeyek pêşkeftinên baş di warê zimanê kurdî de çêbûne. Niha li qadên weke tendrustî, siyasî, ragihandin, aborî, werzîş û hunerî de zimanê kurdî tê bikaranîn. Lê ji ber ku Kurdistan çar parçeye heya niha jî siyasetek tunekirinê tê meşandin. Ji ber ve yekê heya niha jî standartek a zimanê kurdî çênebûye. Ev yek pirsgirêkek mezin e.

Bandora zimanên biyanî

Têkildarê rewşa zimanê kurdî li vaşûrê Kurdistanê, mamostaya Beşa Zimanê Kurdî li Zanîngeha Silêmaniyê Dr.Şîlan Omer axivî û wiha got: “Mixabin ji ber giringî nedana bi zimanê dayikê bandora zimanê biyanî li ser zimanê dayikê çêbûye. Ev yek jî bûye sedem nifşê nû bi çavek cûda li zimanê dayikê temaşe bike.”

Her wiha Dr.Şîlan behsa bandora dibistan û zanîngehên taybet ên ku têde perwerde bi zimanên biyanî tê dayîn jî kir û ev tişt anî ziman: “Mixabin hikûmet bi xwe bûye sedema paşkeftina zimanê dayikê. Ji ber ku destûr bi vekirina dibistanên taybet da. Ev yek jî bûye sedem ji aliyê nifşê nû ve ferhenga kurdî, resentiya çanda kurdî bi pêş nekeve.”

Dikarî Biecibînî