Li Îranê rewşa zimanan: Li ser hinek zimana metirsiya tunebûnê heye

Li erdnîgariya siyasî ya Îranê ku gelek neteweyên cuda lê dijîn, tenê fermiyeta zimanê farisî heye, tevî ku di destûra bingehîn a Îranê de, destûra perwerdeyê bi zimanên din hatiye dayîn, lê ji ber siyaseta neteweperestî heta niha ev yasa pêk nehatiye û qedexe li ser zimanên din hene

Dijwar Kirmaşan / ROJNEWS |

Piştî ku di sala 1639’an de li gorî peymana Qesr-î Şîrîn hinek xaka di bin destê Împeratoriya Sefewiyan de ango beşek Kurdistn û Îranê kete bin serweriya Osmaniyan û di salên 1813 û 1828’an de beşek ji xaka di bin destê paşatiya Qacaran bi peymanên Gulistan û Tirkmança dan Rûsyayê, her wiha  di sala 1857’an de li gorî peymana Parîsê (Di navbera Îran û Brîtanyayê) hinek xaka din a di bin destê Qacaran kete destê Brîtanyayê û kete destê Afganistanê, tevî hemû hewildanên gelan ên ji bo bi destxistina mafên xwe çend netewe di nava coxrafiya siyasî ya Îranê de man.

Ji derveyî neteweya faris neteweyên din ên niha di bin desthilata dewlet-neteweya Îranê de mane ev in; Kurd, azerî, beluc, ereb, mazenî, gîlek, tatî, tirkmen, ermenî, aşûr û keldanî ne.

Her yek ji van neteweyan xwedî ziman û nasnameya xwe ne. Lê ji aliyê Îranê ve mafê wan ê etnîkî, ziman û çandê bi fermî nehatiye nas kirin. Her wiha ji ber sedema siyaseta neteweperestî û çewisandinê ya desthilata Îranê û înkarkirina mafê wan neteweyan, tevî ku di madeya 15 û 19’an a destûra bingehîn a Îranê qala mafê perwerdeya ji derveyî zimanê farisî hatiye kirin jî, lê heta niha qedexe li ser zimanên din e. Ji ber qedexeyê aktîvîstên ziman rastî zextan tên û tên girtin.

Madeya 15’an a destûra Îranê

Li gorî madeya 15’an destûra Îranê ziman û rênivîsa fermî ya hevbeş a xelkê Îranê farisî ye. Divê nivîsên fermî vî ziman û rênivîsê were nivîsandin. Lê bikaranîna zimanên xwecihî û etnîkî di çapemenî û perwerdeya edebî de li dibistanan li gel zimanê farisî azad e.

Madeya 19’an

‘Xelkê Îranê diwarê qewim û qabîleyan de mafê wekheviyê heye. Reng, nîjad, ziman û tiştên din nabe sedema serdestiyê.’

Her çiqas ev yasa li ser kaxezê heye, lê desthilata Îranê qet li ber çavan negirtiye û pê kar nekiriye. Li gorî serjimariya dawî ya dewleta Îranê ku 2016’an de pêk hat, hejmara giştî ya şêniyên Îranê 79 milyon û 926 hezar û 270 kes bûn ku dibe ku niha 81 milyon derbas kiribe.

Li gorî daneyên Îranê parvekirine, (ku cihê gumanan e) ji sedê 50’ê farisî, ji sedê 17 tirk, ji sedê 16 kurd, ji sedê 2 gîlekî û mazenî, ji sedê 2 ereb, ji sede 2 Talişî û ji sedê yek Tatî û ji sed yek ên din, şêniya Îranê pêk tên.

Ji derveyî zimanê farisî ku zimanê fermî yê Îranê ye, zimanê kurdî, azerî, belucî, erebî, mazenî, gîlekî, tatî ji ber sedema ku axaftvanên wan zêde ne, çend zimanên din li Îranê metirsiya ji holê rabûnê li ser e.

Metirsiya tunebûna zimanan

Li gorî daneyên dawî yên UNESCO’yê li Îranê bi giştî 76 ziman hene û pê tên axaftin. Ji van 24 heta 25 ziman metirsiya tunebûnê li ser e.

Ew zimanên ku li Îranê metirsiya tunebûnê li ser in ev in; Beşagerdî, farisîhud (Zimanê cihûyên Îranê) gazî, goranî (Zimanê baweriya Yarsan), xelecî, tirkiya xwarsanî, xwansarî, kereşî, eçumî, mendayî, netenzî, naînî, simnanî, senaya, seywendî, sewî, talişî, tatî, wefsî, behdînanî (zimanê Zerdeştiyên Îranê), kuruşî, cidî û gezî ne.

Ji derveyî van, zimanê ermeniyan, aşûriyan, keldaniyan û zimanê romiyan li Îranê ji ber ku hejmara axaftinvanên wan kêm e, nebûna fermiyetê û di warê nivîs û wêjeyê de nayên bikaranîn, metirsiya tunebûnê li ser e.

Li gorî daneyên UNECSO heta niha li Îranê zimanê ‘Leşan Dedan’ ku zimenek aramî ye û zimanê hulalula ji holê rabûne û tu kes pê naxivin.

Dikarî Biecibînî