Mutabaqata Dolmabahçeyê projeya aştî, azadî û aramiyê bû

Mehmet Şahîn |

Bi ser mutabaqata Domabahçeyê re 5 sal derbas bûn. Piştî redkirina mutabaqatê encamên ku dewleta tirk bi wan re rû bi rû maye girîngiya mutabaqatê baştir bi me dide fêmkirin.

Komara tirk li ser mîreteya osmaniyan ava bû. Anatoliya û Mezopotamya dergûşa mirovahiyê bûn. Pirçandî û pirrengî bûn. Di destpêka avakirina komarê de 52 ziman û zarava li Tirikiyeyê dihatin axaftin. Bi nivîsandina makezagona 1924’an hemû civakên Anatoliya û Mezopotamyayê tine hatin hesibandin. Hişmendiya komarê li ser yek neteweyî, yek çandî, yek zimanî hat avakirin. 51 yek ziman û 51 çand bi qirkirina spî re rû bir û hatin hiştin. Xwestin ji hemû neteweyan neteweyeke tirk, ji hemû çandan çandeke tirk biafirinîn. Yek ji wan neteweyên ku bi qirkirina spî ya dijwar re rûbirû mabû neteweya kurd bû.

Civaka kurd ji bo parastina hebûna xwe 90 sal in li dijî wê siyaseta qirker li ber xwe dide. Bi taybetî di 40 salên dawî de bi rêberiya birêz Ocalan berxwedaneke bêhempa ya ku di cîhanê de mînakên wê gelek kêm ên hat nîşandan û berdêlên gelek giranbuha hatin dayîn.

Piştî pêvajoyeke dûvdirêj a hevdîtin û nîqaşên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rayedarên dewleta tirk de di 28’ê sibata 2015’an de mutabaqata Dolmabahçeyê ya ku ji 10 xalan pêk dihat bi raya gîştî re hat parvekirin.

Di wan 10 xalan de, siyaseta demokratîk, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd rêbazên demokratîk, li ser hîma komara demokratîk welatekî hevpar, demokrasiyeke pirrengî û pirdengî, bi kurtahî guherîna hişmendiya pergalê ya sed salî esas dihat girtin. Ji bo pêkhatina guherîneke erênî û demokratîk makezagoneke nû dihat pêşniyarkirin.

Bi qasî naveroka wê rêbaza pêkhatina mutabaqatê jî gelek girîng û dîrokî bû. Ji sala 1924’an vir ve cara yekemîn ji hêla dewleta tirk ve kurd bi awayekî fermî muxatab dihatin girtin. Qebûlkirina naveroka mutabaqatê dihat wateya têkçûn û pûçbûna hişmendî û siyaseta komarê ya 90 salî.

Bi kurtahî, mutabaqata Dolmabahçeyê dawî li wê hişmendî û siyaseta qirker dianî. Projeya demokratîkkirina komarê bû. Projeya çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bû. Projeya aştî, azadî û aramiyê bû. Projeya wekhevî û biratiya gelan bû. Jehrkuja hemû pirsgirêk û qeyranan bû.

Di serî de serokkomar Erdogan bi erênî nêzîk bû û got; “Demeke dirêj e em bi hesret li benda ragihandina vê mutabaqatê bûn.” Lê hişmendiya dewletê serûbino bûbû. Ji hêla hişmendiya komarê ya nijadperest û yekperest ve hezimkirina wê mutabaqatê gelek zehmet bû. Hemû hêzên dewletê yên xuyayî û veşarî, yên sererd û yên binerd hemû ketibûn nav tirs û fikaran.

Tirs û fikarên wan hêzan û tirs û fikarên Erdogan ên wendekirina desthilatdariya xwe ya yekkesî lihevkirin û tifaqa xwe pêk anîn. Di encama avakirina wê tifaqê de di 24’ê nîsana 2015’an de Erdogan derket pêşberê kamereyan û got; “Mutabaqata çi, mutabaqateke wisa tune ye!” û mixabin projeya sed salî mutabaqata Dolmabahçeyê tine hesiband û bi awayekî fermî dawî li hewldanên çareseriya demokratîk anî. Hevî û bendewariyên civakan ên aştî û azadiyê binpê kirin. Desthilatdariya AKP’ê vegeriya ser hişmendiya komarê ya 90 salî û li dijî civaka kurd şerekî topyekûn ê bênirx û bêpîvan da destpêkirin.

Piştî redkirina mutabaqatê Ocalanê ku heta wê demê muxatab dihat girtin, bi tecrîdeke mitleq re rûbirû ma. Bi şerê xwe yê topyekûn dixwestin li çar parçeyên Kurdistanê hemû destkeftiyên civaka kurd ên ku di 40 salên dawî de bi berdêlên gelek giranbuha bi dest xistine hemûyan tine bikin. Di serî de êrîşê Bakur kirin. 12 bajêr û navçe hatin rûxandin. Bi sedan kurd hatin qetilkirin û bi hezaran hatin koçberkirin. Vîna civaka kurd xesp kirin û 96 şaredarî desteser kirin. Dûre berê xwe dan Rojava û Başûr. Şerê dagirkirin, wêrankirin û talankirinê li 3 parçeyên Kurdistanê 5 sal in bênavber didome.

Redkirina mutabaqata Dolmabahçeyê her çiqas ji bo civaka kurd encam û berdêlên giran derxistibin holê jî bi berxwedana xwe ya bêhempa hemû destkeftiyên xwe parastin. Lê piştî 5 salan komara tirk di her warî de bi rûxîneke mezin re rûbirû maye.

Di encama şerê 5 salan de, pergala komarê rûxiya, ji nirx û pîvanên demokrasiyê bi temamî dûr ket, hêvî û bendewariyên aştî aramiya civakan tine bûn, cudakarî û dijeberiya di navbera civakan de kûr bûn, aborî têk çû qeyrana aboriyê kûr bû. Dewleta tirk di qada navneteweyî de û di Rojhilata Navîn de tecrîd bûye û bi tena serê xwe maye.

Redkirina mutabaqata Dolmabahçeyê tenê bi civaka kurd nedaye wendekirin bi hemû civakên Tirkiyeyê daye wendekirin. Ya girîng bi dewleta tirk gelek mezin daye wendekirin û ew bi encamên gelek giran re rûbirû hiştiye.

Îro ji her demê bêtir pêdivî bi mutabaqata Dolmabahçeyê heye. Çareseriya hemû pirsgirêk û qeyranan di wê mutabaqatê de ne.

Dikarî Biecibînî