Li holê tenê çirava Idlibê ma

Tirkiyeyê li Sûriyeyê bi "Polîtîkaya deriyekî vekirî" heta îro gav avêt û îro xwe di nava çirava Idlibê de dît. Tenê di bombekirina li Idlibê de bi dehan leşkerên tirk hatin kuştin. Bi dehan leşker jî birîndar bûn

Nazim Daştan / MA |

Tirkiye bi mutabakata Astana û Soçiyê ket axa Sûriyeyê û niha li Idlibê asê maye. Li Sûriyeyê piştî di sala 2011’an de şer geş bû, Tirkiye jî xewst li Sûriyeyê bibe xwedî ax û cihê xwe çêke. Tirkiye bi rêya hêzên çekdar xwest hêza xwe li axa Sûriyeyê bi cih bike. Tirkiye di 9 salên dawî de piştgirî dan komên Muslimanên Îhvan (Birayên Musliman) ku koka wan ji El Kaîdeyê tên. Di asta ku îro Tirkiye hatiyê de li Idlibê bi rejîma Sûriyeyê re hat beramberî hev. Herî dawî artêşa rejîma Sûriyeyê nokteyên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bombe kir. Tenê li gorî daneyên rayedarên Tirkiyeyê 33 leşker jiyana xwe ji dest dane. Tirkiye her dem hebûna kurdan ji bo xwe weki talûke dît.  Êrîşî Efrînê kir û komên çekdar ên girêdayî xwe li wir bi cih kir. Dîsa êrîşî Serêkaniyeyê kir û hêzên girêdayî xwe li wir bi cih kir. Tirkiye her dem destkeftiyên kurdan ji bo xwe talûke dît û bê navber êrîş pêş xistin. Piştî ku Tirkiye NATO û DYA li tenişta xwe nedît vê carê li gel Rûsyayê tevgeriya. Demek dirêj Tirkiye bi hevkariya DAIŞ’ê hat nasîn. Piştî bi hêza DAIŞ’ê jî nikarîbû rê li pêş Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bigire, vê carê bi piştgiriya Rûsyayê ket axa Sûriyeyê.

Tirkiye piştî tavîz dan Rûsya û DYA’yê, bi navê “Mertalên Firatê” li dijî Cerablusê operasyon li dar xist û ket axa Ezaz û Babê. Di sala 2018’an de Tirkiye ket Efrînê. Komên selefî ji Helep, Guta û Hamayê kişandin û li Idlibê bicih kirin. Komên girêdayî El Kaîdê li Idlibê bi cih kirin. Tirkiye têkiliya xwe û Rûsyayê bi hevre kûr kir û êrîşî destkeftiyên kurd kir. Li aliyê din bi hêza DYA’yê re bazarî kir. Her çend pisporan ev hewldan ji bo Tirkiye wekî talûke nirxandin jî lê dîsa îktîdara AKP’ê ew guhdar nekirin. Li şûna ku Tirkiye polîtîkayên xwe biguherîne, di Sûriyeyê de israr kir û ket Girê Spî û Serêkaniyê.

Tirkieye komên çekdar hilbijart

Tirkiye piştî sala 2018’an li Sûriyeyê “Polîtîkaya deriyê vekirî” pêş xist û deriyê Tirkiyeyê li penaberên Sûriyeyê vekir û 5 milyon penaber derbasî Tirkiyeyê bûn. Tirikye ev penaber li hemberî Ewropa û welatên din wekî çek bikar anî. Li gel vê hewldana Tirkiyeyê HSD’ê li Sûriyeyê her dem ji bo çareseriya navneteweyî gav avêt. Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê modela çareseriyê ya navneteweyî pêş xist. Tirkiye li Cenevreyê bi pêşengiya NY’ê -gelek civîn li dar xistin. Dîsa li Rûsya, Îran û Kazakistanê civînên Astana Sociyê li dar xistin. Komên çekdar derbasî Idlibê kirin û rêyên M4-M5 xistin kontrola xwe. Lê piştî R-rejîma Sûriye û Rûsyayê li dijî komên çekdar operasyon li dar xistin û dîsa gelek herêm ji destê HTŞ’ê û El Nusra rizgar kir. Sûriye ji bo çareseriyê kurd, rêbaza muzakereyan derxist pêş. Ji bo vê yekê jî xwest Idlibê ji komên radîkal rizgar bike. Li gorî vê yekê rejîmê li Idlbê operasyon pêş xist û pêş ket. Li aliyê din Tirkiye jî piştgirî dan komên çekdar. An Tirkiye dê koman bîne beramberî xwe û li Efrîn, Cerablus, Ezaz, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê şer qebûl bike. An jî dê piştgiriya xwe berdewam bike. Lê Tirkiye rêya duyemîn hilbijart û piştgirî da komên çekdar. Li ser vê yekê Rûsya û Sûriye êrîşî komên çekdar kir û Tirkiye jî bû hedef.

Armanc çi ye?

Rûsya bi polîtîkayên şerê navxweyî yên li Sûriyeyê xwe gîhand Deryaya Spî. Bi vê yekê bêtir dixwaze li Rojhilata Navîn bibe xwedî hêz. Lê li aliyê din polîtîkayên Îran û Tirkiyeyê nakokî çêbûn. Ji ber vê yekê rejîma Sûriyeyê qada hewayê li Tirkiyeyê girt. Tirkiye ku nikare Rûsya bike hedefa xwe, her çend rejîmê êrîşî wê kiribe jî dizane ku aktora sereke Rûsya ye.

Pirs

Li Idlibê Serokê Giştî yê AKP’ê  Recep Tayyîp Erdogan jî wekî şer pênase kir. Piştî êrîşa li dijî leşkerên TSK’ê gelek pirs li benda bersivê ne:

1- Tirkiye bi polîtîkayên li Sûriyeyê çi armanc dike?

2- Hikûmeta heyî ya Sûriyeyê li Libyayê hikûmeta Sarac diparêze. Çima kurdên li ser axa Sûriyeyê dijîn ji bo Tirkiyeyê tehdît bin.

3- Komên çekdar ên wekî DAIŞ, El Kaîde, HTŞ û Îhvan ku ji bo mirovahiyê wekî talûke tên dîtin, çawa dikarin bibin dostê Tirkiyeyê?

4- Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li Efrîn, Cerablus, Ezaz, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê kê diparêze çi diparêze?

5 – Çima Tirkiye erka xwe ya li Idlibê HTŞ tasfiye nekir, çima rêyên M4-M5 venekirin û herêma bê çek ava nekir?

6 – Çima Tirkiye leşkeran dişîne axa Sûriyeyê?

7 – Gelo şerê li dijî HTŞ’e ne rewa ye?

8 -Her çend aşkera Rûsya êrîşa li dijî leşkerên Tirkiye bide ser xwe jî çima dikin malê rejîma Sûriyeyê? IDLIB

Dikarî Biecibînî