aram

Nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de

Erdogan ji bo hevdîtina bi Putîn re çû Moskovê. Her çiqas mijara germ Idlib û geşedanên li Sûriyeyê bin jî, tê gotin ku ji ber nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê yên li herêmên cuda, tu peymanên mîsoger jî neyên îmzekirin

 

Ji bo nîqaşkirina şerê li Idlibê yê di navbera dewleta tirk û Rûsyayê de, serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan dê îro li Moskovê bi serokê dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Putîn re rûnê.

Yek ji fikra beriya hevdîtinê ev e ku têkiliyên bazirganî, siyasî û polîtîk ên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de wê rê li ber peymaneke nû veke.

Li gorî fikra duyemîn jî di navbera Tirkiye û Rûsyayê de jî li Rojhilata Navîn, Balkan, Kafkasya û Asyayê nakokiyên mezin hene û ji ber ku girîngiya dîrokî ya van nakokiyan heye, zehmet e ku peymaneke nû were îmzekirin.

ANF’ê meseleyên sereke yên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de amade kir ên ku her du hêzan tîne ba hev û carinan jî wan ji hev dûr dixîne.

Di Mijdara 2015’an de dema ku balefira rûsan hate xistin, nameya lêborînê ya Erdogan û piştî hewldana darbeya di 15’ê Tîrmeha 2016’an de her du welatan bazirganî di serî de gelek têkiliyên mezin bi hev re danîn.

Bazirganî: Di navbera her du welatan de fêkî, gaza xwezayî û înşaat di serî de, hacmeke mezin a bazirganiyê hate avakirin. Di sala 2015’an de hacma bazirganiya derve ya her du welatan 17 milyar dolar bû lê di meha dawîn a sala 2019’an de ev hejmar bûye 30 milyar dolar. Di hevdîtinên Astana û Soçiyê de hate diyarkirin ku armanca Erdogan û Pûtîn ev e ku hacma wan bazirganiyê bibe 100 milyar dolar.

Gaza xwezayî: Tirkiye ji sedî 20 gaza xwezayî ji derve, ji Rûsyayê distîne. Şîrketa enerjiyê ya Rûsyayê Gazprom di hefteyên borî de diyar kir ku Tirkiyeyê di sala 2017’an de 29 milyar metrekup, di sala 2018’an de 24 milyar metrekup û di sala 2019’an de jî 15,51 milyar metrekup gaz kiriye. Gazpromê diyar kir ku kirîna gazê ya ji aliyê Tirkiyeyê li gorî sala borî ji sedî 35 kêm bûye.

Projeya xeta gaza xwezayî: Gaza xwezayî ya Rûsyayê dê ji Behra Reş were Tirkiyeyê û ji wir jî neqlî Ewropayê were kirin. Ji bo vê neqlkirinê 910 kîlometre xweza boriyan a gaza xwezayî hate avakirin. Bi giştî 31,5 milyar metrekup kapasîteya wê heye.

Tûrîzm: Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de yek ji meseleyeke sereke ya girîng jî tûrîzm e. Di sala 2014’an de 3,5 milyon tûrîst ji Rûsyayê hatin Tirkiyeyê, piştî xistina balefira Rûsyayê ev hejmar bû milyonek. Piştî krîza li Tirkiyeyê hejmara tûrîstan zêde bû, di sala 2019’an de ev hejmar bû 7 milyon.

Santrala Nukleer a Akkûyûyê: Rûsya li Mêrsînê Santrala Nukleer a Akkuyuyê ava dike, ev santral dê bibe santrala yekemîn a Tirkiyeyê. Tê payin ku maliyeta vê santralê bibe 22 milyar dolar.

S-400: Dewleta tirk a ku endama NATO’yê ye ji Rûsyayê pergala parastina hewayî ya S-400’ê kirî. NATO û welatên Ewropayê diyar kirin ku ev tê wateya ku Tirkiye ji NATO’yê vediqete lê parçeyên pêşîn ên S-400’an teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Tê diyarkirin ku maliyeta S-400’an ji 2 milyar dolaran zêdetir e.

Ji aliyê din ve di navbera Tirkiye û Rûsyayê de gelek aloziyên dîrokî, leşkerî û siyasî jî hene. Rûsya û Tirkiye ji xeynî qada li Sûriyeyê li qadên din li dijî hev şer dikin.

Lîbya: Dewleta tirk li Lîbyayê piştgiriyê dide Fayyiz Sarrac ê li ser xeta Birayên Misilman e. Rûsya jî piştgiriyê dide Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya ku Xelîfe Hafter fermandariya wê dike. Erdogan çend roj berê diyar kiribû ku hêzên Wagner ên Rûsyayê tevî Hafter tevdigerin û nerazîbûn nîşan dabû. Rûsyayê jî diyar kiribû ku Tirkiye li Lîbyayê ‘korîdoreke terorê’ vedike.

Ukrayna: Di sala 2014’an de li Ukraynayê şerekî navxweyî çêbûbû, Rûsya û Tirkiye di eniyên cihê de de bûn. Rûsyayê di 18’ê adara 2014’an de dawî li statuya xweser a Kirimê anî. Dewleta tirk car caran ev tişt anî rojevê lê ji bo têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re xera neke, bêdeng ma. Piştî ku li Idlibê şer dest pê kir, Erdogan dema çû Ukraynayê bi silava ‘Slava Ukraine’ ya li dijî Rûsyayê silav da. Erdogan got ku ‘Kirim hatiye îlhakkirin.’ Dewleta tirk çend sal berê jî ÎHA û SÎHA firotibû Ukraynayê û Rûsyayê bertek nîşanî vê rewşê dabû.

Osetya: Herêma xweser a Osetyayê ya girêdayî Gurcistanê di sala 2008’an de bi piştgiriya Rûsyayê xwest ji Gurcistanê veqete. Dewleta tirk jî piştgirî da Gurcistanê. Piştî şerekî demkurt ê di navbera Rûsya û Gurcistanê herêma Osetyayê ji Gurcistanê hate veqetandin. Osetya yek ji krîza di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ye.

Karabag: Herêma Karabagê ya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê bi salan e şer û nakokî li ser wê heye. Rûsya piştgiriyê dide Ermenistanê, Tirkiye jî piştgiriyê dide Azerbaycanê. Erdogan di 25’ê sibatê de di serdana Azerbaycanê de got ku; “Bi qasî Azerbaycanê Karabag meseleya me ye jî’ û peyam da Rûsyayê.

Çeçenistan: Di salên 1990’î de li Çeçenistanê hin komên radîkal li dijî Rûsyayê şer dikirin. Tirkiye jî yek ji baregeha sereke yan van komên radîkal bû. Piştî ku ev berxwedan têk çû, gelek endamên komên radîkal reviyan Tirkiyeyê. Gelek ji van koman îro li Sûriyeyê li dijî Sûriye û Rûsyayê şer dikin. Hinek endamên van koman jî bi awayekî gumanbar li Stenbolê sûîqest li wan tê kirin.

Kosova: Piştî şerê Bosnayê di sala 1998’an de Rûsyayê piştgirî dida Sirbistanê, dewleta tirk jî di bin sîwana NATO’yê de leşker şand Kosovayê. Kosova ya niha dewleteke serbixwe ye lê Rûsya wê nas nake.

Keşmîr: Keşmîr a ku di navbera Hindistan û Pakistanê de ye, dewleta tirk piştgiriyê dide Pakistanê, Rûsya jî piştgiriyê dide Hindistanê. Piştî şerê li Idlibê, Erdogan di 14’ê sibatê de li Pakistanê got; “Çanakkale çi be Keşmîr jî ew e’ û peyam da Rûsyayê.

Behra Spî: Di salên dawîn de li Behra Spî li gazê tê gerîn. Ev mesele jî di navbera her du welatan de meseleyeke girîng e. Ji ber ku Rûsya sînorên wê bi Behra Spî tune, bi peymanên tevî Sûriye û Îsraîlê li Behra Spî li gazê digere. Li peravên Sûriyeyê, Rûsyayê ji bo 25 salan mafê sondajê stendiye û bi rêya şîrketa Lûkoîlê ji sedî 30 qadên Misirê kiriye. Şîrketa Rûsyayê Novatek li Lubnanê û bi Îsraîlê re jî hin peyman çêkirine.

Çavkanî: Ersîn ÇAKSU/ANF

Dikarî Biecibînî