Serhildana Qamişlo bû hîmê Şoreşa 19’ê Tîrmehê

Gelê kurd di sala 2004’an de li dijî zext, zordarî, kuştin û girtinên rejîma Baasê li Qamişlo serî hil da. Ev serhildan di demekî kin de li hemû bajarên Rojava belav bû û hîmê Şoreşa 19’ê Tîrmehê avêt. Li ser hîma Serhildana Qamişlo, îro Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin

Di 12’ê adara sala 2004’an de şêniyên bajarê Qamişlo û hezkiriyên futbolê li yarîgeha Beledî li benda maça futbolê ya di navbera tîma -Cîhad û tîma Fitiwa ya ji Dêrazorê ku di çarçoveya lîga futbolê ya Sûriyeyê ya werza 2003-2004 dihat lidarxistin, bûn.

Beriya çend kêliyan ji destpêkirina maçê, alîgirên tîma Fitiwe ku ji Dêrazorê hatibûn dirûşmên siyasî yên rejîma Sedam Husên ku di dema dagirkeriya Amerîkayê de hatibû girtin,berz dikirin. Bi dirûşmên din kurd bi veqetînê wekî herêma Kurdistanê û pêkanîna planên biyanî tewanbar kirin.

Destpêkirin û belavbûna çalakiyan

Hêzên hikûmeta Sûriyeyê aliyên ku piştgiriya her du aliyan dikin li heman cihî bi cih kirin. Ji nişkê ve alîgirên tîma Fitiwe bi kevir û çekên spî êrîşî alîgirên tîma Cîhad kirin, bêyî tiştek derbasî yarîgehê bûn û rastî kontrola hêzên ewlekariya Sûriyeyê hatibûn.

Piştî ku gelek kes ji alîgirên tîma Cîhad birîndar bûn, li naverasta yarîgehê di navbera her du aliyan de şer derket. Piştî ku waliyê Hesekê Selîm Kebûl gihîşt Qamişlo û fermana hedefgirtina kurdan bi awayekî yekser da, hêzên ewlekariya Sûriyeyê bi zanabûn gule li sivîlan reşandin. Di encamê de 3 ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.

Piştî agahiyên kuştina ciwanên kurd, şêniyan dikanên xwe girtin û ji malên xwe derketin qadan û rêyên giştî û hêrsa xwe ya li dijî hêzên rejîmê ji ber hedefgiritna ciwanên sivîl, nîşan dan. Li ser bûyerê xwepêşandan li sernaserê bajarê Qamişlo belav bûn.

Di merasîma cenazeyê de sivîl hatin qetilkirin

Roja duyemîn li bajêr greveke giştî hat destpêkirin û bi dehhezaran beşdarî oxirkirina cenazeyên her sê qurbaniyan bûn. Da ku şêniyan ji hev veqetînin, hêzên ewlekariyê destwerdan kirin û gule li şêniyan reşandin û bi dehan sivîlên ku di nava wan de jin û zarok hebûn şehîd û birîndar bûn.

Mirîy Mihemed jî yek ji welatiyên Qamişlo ku beşdarî oxirkirina şehîdên roja yekemîn a serhildanê û şahidê hedefkirina rejîma Baasê ji welatiyên sivîl re ku roja duyemîn daketibûn kolanan bû. Mirîy nizanîbû ku di gulereşandinê de kurê wî Ehmed (25) jî hatiye kuştin.

Piştî 16 rojan ji serhildanê dema ku Mirîy li yarîgeha ‘Şehîdên 12’ê Adarê’ dinêre, dibêje ku xwîna kurê wê li nêzî vê cihî herikî û wiha dibêje: “Komployeke plankirî bû. Serhildanê çavê cîhanê li doza kurdî vekir. Xwîna kurê min û şehîdên din ên serhildanê destpêka birêxistinkirin û vîna gelê kurd bû ku li dijî kiryarên li dijî wan pêk tên, şoreşekê li dar bixin. Bi rastî jî di 2012’an de, şoreşa Rojava dest pê kir.”

Tevgera Civaka Demokratîk bi daxuyaniyekê sala 2017’an hat ragihand ku ji ber gulereşandina rasterast di dema serhildanê de û ji ber îşkenceya di girtîgehên rejîmê de piştî serhildanê , hejmara qurbaniyên gelê kurd gihîşt 40 şehîdan.

Serhildan li bajarên din belav bû

Li dijî siyasetên rejîma Baasê û qetilkirina bi dehan ciwanên kurd, gelê kurd li Qamişlo serî hil da û ev serhildan di demekî kin de li bajarên weke Dêrik, Amûdê, Hesekê, Kobanê, Efrîn û taxên kurdan ên li Reqa û Helebê belav bû.

Di dîroka desthilatdariya rejîma Baasê de cara yekemîn serhildan di 13’ê adarê de gihîşt paytexta Sûriyeyê Şamê. Xwepêşandêran ji rejîma Sûriyeyê xwestin ku gelê kurd mafên xwe bi dest bixe, kuştina kurdan bisekinîne û girtiyan serbest berde. Lê belê rejîma Baasê ji bo veqetandina welatiyan hêz û çek bi kar anîn.

Peykerên Hafiz Esad anîn xwarê

Her wiha ji bo redkirina kuştina ciwanên kurd bi destê hêzên rejîmê, xwepêşandêran li her du bajarên Dirbêsiyê û Amûdê yên li bakurê welat du peykerên serokê Sûriyeyê yê berê Hafiz El Esed anîn xwarê. Hêzên ewlekariyê jî ji bo veqetandina şêniyên ku gelek avahiyên hikûmetê li Kobanê dorpêç kiribûn, gule li şêniyan reşand.

Rêveberiya dewleta Sûriyeyê alîkariyên leşkerî ji hemû herêmên Sûriyeyê re şandin bajarên ku kurd lê dimînin û dest bi hemleyên girtinê yên berfireh kir ku li hemû bajarên kurdan belav bû. Li gorî raporeke dawî ya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, hejmara welatiyên kurd ên hatine girtin gihîşt 5 hezar kesan.

Gelek kes bi îşkenceyê hatin qetilkirin

Piştî wan bûyeran cezayê heta hetayê li dehan ciwanên kurd hate birîn û yên din jî li gorî ku xizmên wan parve kirine ji 20 heta 30 salan cezayê girtinê li wan hate birîn. Her wiha gelek kes jî di girtîgehên rejîma Baasê de ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan.

‘Şoreşa Rojava hêza xwe ji serhildana Qamişlo girt’

Eyşe Efendî ku yek ji girtiyên destpêkê yên di girtîgehên rejîma Baasê de bû û niha jî yek ji rêveberên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Kobanê ye, kêliyên serhildana şêniyên bajêr li dijî kiryarên partiya Baasê û hêzên ewlekariyê ku gule li şêniyan reşandin, vegot. Eyşe Efendî wiha got: “Wekî hemû bajarên kurdan, li Kobanê jî hikûmeta Sûriyeyê hemleyeke girtinê ya berfireh da destpêkirin û bi dehan şêniyên bajêr girtin. Hikûmetê ji bo vemirandina agirê berxwedanê, her tiştê ji dest dihat kir. Şoreşa Rojava jî hêza xwe ji serhildana Qamişlo girt.”

Lihevkirina li dijî kurdan

Ji dema ragihandina yekitiya di navbera Sûriye û Misirê ya di sala 1958’an bi serokatiya Cemal Ebdulnasir ve, siyasetên erebkirinê yên şovenîst ên li dijî kurdên li Sûriyeyê dest pê kir. Her wiha qanûna islehkirina çandiniyê derket ku xwedantiya erdên çandiniyê diyar dike. Armanc ji wê yekê ew bû ku xwedantiya erdên çandiniyê ji destê kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxin û erdên wan ên mayî bikin milkên dewletên da ku piştre wan erdan bikin cihên niştecihbûnê yên ereban.

Tevî ku Komara Yekbûyî ya Sûriyeyê û Misirê dirêj nekir û di sala 1961’an de bi dawî bû jî, lê belê siyasetên şovenîst ên li dijî kurdan dewam kirin. Netewperestên ereb bandoreke mezin li hikûmeta ku piştî veqetînê ava bûye kirin û navê Komara Sûriyeyê bû Komara Sûriyeyê ya Erebî.

Kurd Bênasname hiştin

Yekemîn siyasetên erebkirinê yên li dijî kurdan pêk hatin ku serjimariyek di sala 1962’yan de çêkirin û bi sedhezaran kurd ji nasnameya Sûriyeyê bêpar hatin hiştin. Weke biyaniyên li ser erdê wan hatin hesibandin.

Piştî ku partiya Baasê bi darbeyeke leşkerî di 8’ê adara 1963’yan de tê ser desthilatê, siyasetên şovenîst ên li dijî kurdan dewam dikin û di sala 1965’an de plana ‘Kembera Ereban’ li herêmên kurdan kete meriyetê.

‘Kembera Ereban’ û guherandina demografyaya herêmê

Di sala 1973’yan de bi awayekî pratîkî rejîma Baasê projeya ‘Kembera Ereban’ li herêmên kurdan ên rojavayê Kurdistanê xistin meriyetê. Ew herêm jî bi dirêjahiya 275 km û bi firehiya ji 10 heta 15 km li ser sînorên Tirkiye, siyasetên erebkirinê pêk tîne. Armanca wê yekê ew e ku bi rêya avakirina cihên niştecihbûnê yên ereban û veguhestina ereban ji wan herêman re bi bihaneya ku erdên wan di bin ava gola bendava Firatê de mane, demografyaya herêmên kurdan biguherîne.

Siyasetên şovenîst ên rejîma Baasê yên li dijî kurdan dewam kirin. Di sala 1998’an de jî bi rejîma Tirkiyeyê re Peymana Edeneyê îmze kir ku navaroka wê hevkariya di tunekirina tevgerên kurdî yên ku daxwaza mafên gelê kurd ên rewa li her du welatan dikin, bû.

Provakasyona rejîma Baas

Piştî ku rêveberiya dewleta Sûriyeyê bi dewleta tirk re peymana Edeneyê îmze kir, bi siyasetên birçîkirin û koçberkirina ji erdên kurdan ber bi Şamê û bajarên mezin ên Sûriyeyê ve û têkbirina tevgera siyasî, xwest ku hebûna kurdan ji holê rake.

Ji bo li dijî van siyasetên rejîmê bisekinin, di îlona 2003’yan de Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hat damezirandin û di demeke kin de bingeheke gel a berfireh ava kir. Daxwaza bidestxistina mafên rewa yên gelê kurd kir û çalakiyên siyasî û aktîvîteyên partiyên ên di çarçoveya doza kurdî de, birêxistin kir.

Bi van pêşketinan re hemwext, li dewletên cîran jî pêşketin pêk hatin. Di sala 2003’yan de Amerîka derbasî Iraqê bû û rejîma Baasê ya Iraqê tune kir. Her wiha piştgirî da kurdên başûrê Kurdistanê da ku federaliyê bi dest bixin. Rejîma Baasê ya Sûriyeyê ev yek wek veqetîna ji Iraqê bi nav kir.

Ji ber vê yekê rejîma Sûriyeyê maça futbolê ya di navbera tîmên Cîhan û Fitiwe de bi kar anî û fitne di navbera kurd û ereban de derxist. Her wiha bajarê Qamişlo ku mezintirîn cihê kombûna kurdan li Sûriyeyê bû, wekî cihê pêkanîna komkujiyên xwe hilbijart. Ev yek wekî darbeyeke pêşîn û pratîkî ji bo tirsandina tevger û kolana kurdî, pêk hat.

Bihara ereban

Serhildana gelê kurd a di sala 2004’an de li temamiya bajarên rojavayê Kurdistanê belav bû û bû pîvaneke asta birêxistinbûna gel û girêdana bi armanc û mafên ku ji dest hatine girtin. Çalakî û aktîvîteyên li bajarên Rojava bi berekî din ve çûn û amadekariya tevgereke nû dihat kirin ku dibe di wan salên bi ‘reş’ û ‘dijwar’ dihatin binavkirin de, pêk bê.

Piştî 6 salan ji serhildana Qamişlo, gelên herêmê li dijî hikûmetê xwe rabûn ser pêyan. Gelan ji Tunis, Misir, Lîbya û Yemenê dest bi serhildanê kirin û sîstemên dîktator ku ji ber wan bi salan azar kişandin, ji desthilatiyê dixistin. Di 15’ê adara 2011’an de jî gelê Sûriyeyê daket qadan û heman daxwaza xwepêşandêrên Qamişloyê sala 2004’an ‘azadî’ kirin.

Serhildana 2004’an bingeheke qewîn ji şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê re ava kir. Daxwazên azadî, demokrasî û edaletê ku di 7 rojên serhildanê de bi hezaran welatiyan berz kirin, bi şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an ku ji Kobanê dest pê kir nehatin guhertin.

Hevgirtina gelên herêmê plana rejîmê têk bir

Piştî 16 salan ji Serhildana Qamişlo, şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kurd, ereb, ermen, tirkmen, asûr, suryan, keldan û çerkez ku tekezî bi daxwazên xwepêşandêrên serhildana 2004’an kirin, hembêz kir. Di salên şoreşê de, ev pêkhate beşdarî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûn û li djiî terorê ku gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwar, yek ref ava kirin. Her wiha bi hevgirtineke neteweyî karîbûn parastina welat bikin û hemû fitneyên ku ji aliyê hêzên herêmî û navdewletî ve dihatin û tên derxistin, vala derxînin.

Çavkanî: Zana Seydî/QAMIŞLO-ANHA

Dikarî Biecibînî