16’ê adarê roja mirina mirovahiyê ye

Di 16’ê adara 1988’an de li Helebçeyê tenê kurd nemirîn, mirovahî jî bi kurdan re mir. Lewre 16’ê adarê di heman demê de roja mirina mirovahiyê ye

Mehmet Şahîn |

Di 16’ê adara 1988’an de li Helebçeyê tenê kurd nemirîn, mirovahî jî bi kurdan re mir. Lewre 16’ê adarê di heman demê de roja mirina mirovahiyê ye.

32 sal berê, di 16’ê adara 1988’an de bi fermana Sedam Huseyîn ji hêla Alî Hasan al-Majîd al-Tikritî (Aliyê Kîmeyewî) ve li ber çavê mirovahiyê li Helebçeyê bi çekên kîmyewî yên qedexe, bi awayeke hovane 6.357 kurd hatin qetilkirin, 14.765 kurd jî bi awayeke giran birîndar bûn. Bandora çekên kîmeyewî bi salan dewam kir. Di encamê enfal û Helebçê de bi tevahî de 43.753 kurd şehîd bûn, 61.200 kurd astengdar man. Bi deh hezaran zarokên astengdar ji dayika xwe bûn. Xwezeya Helepçê bi tevî sewal, nebat, kulîlk û hemû candarên xwe ve li ber çavê mirovahiyê bi destê Sedamê kurê pergala kapitalîst ve hat jehrîkirin.

Li hember hovîtiya Sedam cîhan bêdeng bû, civakên cîran bêdeng bûn, dewletên qaşo misilman ên ku digotin em birayên hevin bêdeng bûn. 3 roj piştî kokmujiyê civîna saziya “Hevkariya Dewletên Misilman” hebû. 53 dewletên misilman ên endamên saziyê lihev civiyan. Di dawiya civîne de tenê yek rexneyeke biçûk jî li Sedam nehatibû kirin.

Bêguman, komkujiya Helebçeyê ne ya yekemîne û ne jî ya dawîn e. Ji xiyaneta Harpagos vir ve, di pêvajoya hezar salan de ji sedan komkujiyan tenê yek e. Yekane armanca komkujiyan şikandina vîna kurdê azad bû, teslîmgirtin û tinekirin civaka kurd bû.

Komkujiya civaka bi xiyaneta Harpagos dest pê dike. Mixabin yê ku bi hezar salane rê li komkujiya civaka kurd vedike ew xeta xiyaneta Harpagos û şopdarên wî bi xwe ne.

Piştî xiyaneta Harpagos komkujiya yekemîn di navbera salên 550-530’an BZ. de bi destê persiyan li dijî serok, rêber, zanyar û magên kurdan pêk tê. Dîmenên ku li ser zinarên Bêsitûn hatine xêzkirin nîşaneyên wan komkujiyan in.

Mixabin pêvajoya qirkirina civaka kurd a ku hezaran sal berê dest pêkiribû îro jî bi hemû dijwariya xwe di meriyetê de ye. Bi taybet piştî pêşketina çanda netew dewletê di 200 salên dawîn de kurd bûne qurbaniyên têkiliyên nav dewletên kapitalîst û emperyalîst. Bazarên herî kirêt, herî bê exlaq, herî bê nirx û bêpîvan li ser civaka kurd û erdnîgariya Kurdistanê hatine kirin. Civaka kurd her carî bi awayeke herî erzan hatiye firotin. Ji ber wan bazar û firotinên erzanin ku 200 sale tu sosret û bobelat nemane ku bi serê civaka kurd de nehatibin.

Komkujiyên serhildana Babanan, Serhildana Mîr Mihemedê Rewndizî, Serhildana Bedirxaniyan, serhildana Qoçgirî, serhildana Kalê Şêx Seîd, serhildana Agirî, komkujiya Dêrsimê, komkujiya Geliyê Zîlanê, komkujiya Gumgumê, komkujiyên Enfalê, komkujiyên Barzanê, komkujiyên Qamişlo û Amûdê, komkujiya Roboskê, rûxandina 12 bajar û navçeyên Bakur tenê ji rêze komkujiyên 200 sed salên dawîn çend mînak in. Di encama wan komkujiyan de bi sed hezaran kurdên bê sûc û bêguneh hatine qetilkirin. Wekî ku Apê Musa gotî “Navê kuştin û qirkirina kurdan kiribûn paqijî”

Êrîşên ku îro li ser civaka kurd û serokê wê birêz Ocalan pêk tên ji wan ne cuda ne. Berdewamên heman hişmendî û heman plansaziyê ne. Duh Sedam, civaka kurd û mal û milkên wan ji xwe re wekî xenîmet didît û bi hinceta kurd ji olê derketine di bin navê ayeta Enfal’ê de (xenîmet) li ser kurdan komkujî pêk dianî Kurdistan talan û wêran dikir îro jî çar dewletên dagirker û çeteyên girêdayiyên wan ên îslamîst li Şengalê, li Kobanê, li Efrînê, li Serê Kanî, li Girê Spî, li Mexmûrê, li Qendîlê, li Rojava, bi kurtahî li çar hêlên Kurdistanê bi heman hişmendiyê êrîşê civaka kurd dikin û Kurdistanê talan û wêran dikin.

Tenê erdnîgariya Kurdistanê û mal û milkên civaka kurd talan û wêran nakin di heman demê de bîr û hişmendiya civaka kurd jî talan û wêran dikin. Bi talan û wêrankirina hişmendiyê xeta îxanetê her tim zindî dihêlin. Ji bo hişmendî û plansaziya wan a qirker ji hêla civaka kurd ve neyê fêmkirin û di bîra civaka kurd de cih negire çi ji destên wan dihat dikirin û dikin.

Lewre civaka kurd heta bîr û hişmendiya xwe ya civakî ji talan û wêrankeriya dagirkeran rizgar neke dê nikaribe qirkirina xwe û talankirin û wêrankirina welatê xwe rawestîne.

Bi dawîkirina pêvajoya komkujiyan bi tinekirina xeta îxaneta Harpagos pêkane. Bi dawîkirina îxanetê jî bi fêmkirina dîroka xwe ya bi qirkirinan dagirtî pêkane. Bi Femkirina hişmendî û plansaziya dagirkeran a qirker pêkane.

Hewceye em jibîr nekin ku hebûn û berdewama civakan bi parastina bîr û hişmendiya civakan ên neteweyî ve girêdayî ye. Parastina bîr û hişmendiya neteweyî jî bi tifaqa neteweyî pêkane.

Bi kurt û kurmancî, di ya xwe de israr, di parçebûyinê de israr, di xeta Harpagos de israr e. Civaka kurd êdî dizane ku partî û rêxistinên ku pişta xwe didin serdestên xwe û ji tifaqa neteweyî dûr disekinin berpirs û şirîkê hemû komkujiyan in.

Dikarî Biecibînî