Ocalan: Nexweşiyên kapîtalîzm û endustriyalîzmê mirovahiyê ber bi qiyametê ve dibin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de balê dikişîne ser nexweşiyên kapîtalîzm û endustriyalîzmê. Ocalan dibêje ku heke pêşî li van nexweşiyan neyê girtin dê ev yek ji bo mirovahiyê encamên qiyametê bi xwe re bîne. Ocalan weke çareserî jî modernîteya demokratîk pêşkeş dike

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) ku ji ewil li Çînê hatibû dîtin, niha hema hema li hemû welatên cîhanê belav bûye. Li gorî daneyên fermî, heta niha zêdetirî 7 hezar mirovan ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest daye. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ev vîrûs wekî ‘Pandemî’ ragihand. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 7 sal berê di sala 2012-2013’an de li Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê pirtûka Sosyolojiya Azadiyê nivîsandibû û di vê pirtûkê de bal kişandibû ser nexweşiyên mîna vîrûsa koronayê.

Ocalan di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de bi sernavê ‘Şaxê Modernîteyê Endustriyalîzm û Modernîteya Demokratîk’ de li ser nexweşiyên endustriyalîzmê. Ocalan di vê beşê de wiha dibêje: “Şoreşa Endustriyê ya sedsala 19’emîn piştî şoreşa cotkariyê, duyemîn şoreşa mezin a civakî ye. Tu kes nikare vê înkar bike. Weke ku di daneheva sermayeyê de jî hate dîtin, îdiaya endustriyê ya ku dibêje bêhavtayeke modernîteya me ye, îdeayeke nepixandî ye. Bi tevahî pêşketinên teknîkî bi awayekî gavavêtinên endustriyê têne hesibandin û lewma jî ev gav pêşketinên dewamî ne. Di demên gavavêtinan de ya diqewime, ji aliyê naverokê ve ji qonaxekê derbasbûna qonaxekê îfade dike. Endustriyên pêşî yên kûzik û dizîkan, destar, destgehên tevnê, tekerik, alav, çakûç-sindan, bivir, kêr, şûr, aş, papîrûs, kaxiz, cûrbicûr aletên madenî û hwd. bi hezaran vedîtinên endustriyê mirov dikare bijimêre. Lê nayê wê wateyê ku şoreşa herî mezin a endustriyê di serê sedsala 19’emîn de bi pêşengiya Ingilistanê pêngaveke mezin avêtiye. Ji endustriyê derbasbûna endustriyalîzmê rewşeke cudatir e. Endustriyalîzm îdeolojîkbûna endustriyê îfade dike. Endustrîvanî li dijî gund û cotkariyê bi pêş ket, her wiha bû dijberê zenaetkariya ji rêûresmê ya bajêr û di pêşketina wê ya ber bi roja me ya îro de pêşî felaketên ekolojîk, di bingeha tevahiya nexweşiyên modernîteyê de heye. Bêguman endustrîvanî îdeolojiya yekdestdariyên sermayeyê ye.”

Azweriya karkirin û endustriyalîzmê

Bi domdarî jî Ocalan balê dikişîne ser azweriya karkirin û endustrîyalîzmê û wiha dibêje: ‘Kengî hilberîna mekanîk gihişt çavkaniyên nû yên enerjiyê, li pêşiya hilberînê bend û sukir teqiyan û rêjeyên kar derketin asta herî jor û bilind. Diyardeya netewe dewletê û reqabeta dijwar a di navbera wan de jî bi vê rêjeya nû ya kar re têkildar e. Endustriyalîzm ket pêşiya her tiştî û bû baweriya herî pîroz a netewe dewletê. Ev pêşbazî bêyî ku ji leza xwe bikeve heta roja îro dewam dike. Ji niha ve her kes hemfikir e ku encamên wê gihiştine asta herî xeternak. Ne bi tenê di çarçoveyeke teng de talana ekolojiyê, bi awayekî hê bi bingehîntir û berfirehtir qirkirinên çandî û fizîkî, şerên mirov nikare bi tu dema dîrokê re bide berhev di asta xwecihî, herêmî û gerdûnî de pêk tên, her ku diçe bi rêbazên têne pirrkirin ên îdeolojîk-metafizîk û desthilatdariyê civak ji nasnameya exlaqî û polîtîk tê qutkirin, ango qirkirina civakan ji nêz ve bi dîn an jî meyla endustriyalîzmê ve têkildar e. Ji lewra zanist û teknîka endustriyalîzm bi kar tîne bi awayekî bi tu dema dîrokê re mirov nikaribe bide ber hev, naverokeke îdeolojîk bi dest xistiye.”

Di pêşerojê de talûkeyên ji bo mirovahiyê

Ocalan di pirtûkê de ji bo pêşerojê talûkeyên li ser mirovahiyê jî radiweste û wiha didomîne: “Endustriyalîzm weke bêhevtayiya modernîteyê, talûkeya herî mezin hem a nava civakê û hem jî ya li pêşiya civakê ye. Desthilatdariyan cotkarî û gund xirab kirin, bajar mîna penceşîrê mezin û belav kirin, bi temamî civak kirin kontrol û çavdêriya xwe, tu çavî nema neçizirîn navê. Di mezinbûna mîna dêwan a desthilatdariyan de endustriyalîzm hêmana bingehîn e. Netewe dewletê weke forma bingehîn a hegemoniya îdeolojîk û desthilatdariya endustriyalîzmê, di van pêvajoyan hemûyan de bi rola sereke rabû. Mirovatî weke xwezaya civakî ji zû ve ketiye bin talûkeya qiyametê ya endustriyalîzma bêhevta ya modernîteyê ye. Felaketên serê wan dayî der, îşaret bi talûkeyê dikin. Ji xwesteka dewamî ya mezinbûn û komkirinê ya sermayeyê re ‘qanûna karê’ tê gotin û ev jî tê maneya dijbertiya civakê. Darî çav e ku ka endustriyalîzm di vê ‘qanûna karê’ de çiqasî rol digire. Ferzkirina qanûna dewamî ya danehevê li ser xwezaya civakê, qirkirin û tunekirina civakê bi xwe ye. Qirkirinên madî û manewî gavên pêşî yên vê pêvajoyê ne. Her zanyarê hinekî aqilê wî li serê wî û hinekî xwedî wijdan dikare bibîne ku tedbîr neyên stendin rasterast em ber bi qiyametê ve diçin. Endustriyalîzm weke duyemîn yektiya bêhevta ya modernîteyê, bi kapîtalîzma ‘cêwiyê wê siyam’ e, bi tenê qîma xwe nayîne mohra xwe li modernîteyê bixe; bi rêya modernîteyê bi tenê rê li pêxîrtengiyan venake, di kansêrbûna tevahî çavî û hêmanên jiyanî yên civakê de bi rola sereke radibe.”

Rêyên çareseriyê

Li dijî talûkeyên heyî, Ocalan rêya çareseriyê jî wiha destnîşan dike: “Tam di vê noqteyê û çarçoveyê de di hebûna civakî de statuya modernîteya demokratîk bi hemû pêdivî û aşkerabûna xwe derdikeve holê. Civak an wê bi çargavan beza xwe ya ber bi qiyametê ve dewam bike, yan jî dê xwe li modernîteya demokratîk bigire, wê mezin bike û pêngava ji nû ve avakirinê ji vê bezê re bibêje, raweste. Mirov li naverastê bi erdê re kaş bike, her roja diçe berdêlên wê gelekî giran û mezin dibin. Ev tespît nabêjin endustrî bi temamî xirab e; balê dikişînin ser felaketa endustriyalîzma li pey karkirinê diçe. Endustrî jî mîna di têkiliya aqilê analîtîk de wexta li ser rêya civaka exlaqî û polîtîk rast were bikaranîn dikare mirov bibe jiyaneke mîna bihûştê. Pêngaveke endustriyê ya bi ekolojî û cotkariyê re dest daye hev bi tenê wê pirsgirêkên bingehîn ên aboriyê çareser neke, dê karibe aliyên neyînî yên pirsgirêkan hemûyan jî erênî bike. Bi tenê xurdekariya otomobîlan a ketiye rewşeke sînor derbaskirî were rawestandin, ji petrolê heta bi çûnûhatinê, ji qirêjbûna hawîrdorê heta bi biyolojiya mirov dê di gelek qadan de encamên di asta şoreşê de derkevin holê. Heta endustrîkariya deryayê bi vê lezê dewam bike, dê xêr di çûnûhatina derya û reşahiyê de nemîne. Ger mirov vê jî li ber çavan bigire, bi awayekî vebirrî bi sînorkirina hejmara wesayîtan wê baştir were fêhmkirin û were zanîn çiqasî bi awayekî jiyanî girîng e.”

Mezinbûna çalakiya civakî ya li dijî pergalê

Herî dawî jî Ocalan balê dikişîne ser mezinbûna çalakiya civakî ya li dijî vê pergalê û wiha dibêje: “Bêguman di serî de bi sînorkirina endustriyalîzma nukleerî, di gelek şaxên endustriyê de bi sînorkirina endustriyalîzmê wê rê li ber gelek guhertinên bingehîn vebe, lê cihê wê ye ku mirov di van rêzikan de li ser encamên guhertineke bi vî rengî hûrûkûr bisekine. Li vir bi tenê em dixwazin balê bikişînin ser encamên bisînorkirina endustriyalîzmê û were fêhmkirin ku encamên bi vî rengî dê di asta şoreşê de bin. Bi vî awayî serwextbûna li mijarê jî gelekî girîng e. Bêguman ji bo rawestandina qanûna karê çalakiyeke mezin a civakî divê. Bi awayekî bingehîn a modernîteya demokratîk diajo û dimeşîne karkirin nîne, lewma ji bo alternatîfbûna şaristaniyê ya herî di cih de ye û jiyanî ye. Fikara sereke ya pergala civaka exlaqî û polîtîk a xwe naspêre pergala çîn-sermaye-karkirinê ew e, nasnameya xwe azad biparêze, ji bo vê jî amûrên siyaseta demokratîk di jiyanê de pêk bîne. Lîberalîzm xwesteka bêsînor a karkirin û qezencê datîne pêşiya ferd û ji bo vê jî weke yekane şêwazê jiyanê misêwa mizgîniya modernîteya kapîtalîst û endustriyalîzmê dide. Bi awayekî mîna dînên serdema destpêkê timî hewce dibîne sîstemê pîroz bike. Endustriyalîzma çandî şêwazê nû yê vê pîrozkirinê ye ku sînor nas nake.Têkoşîna çînî ya ekonomîk, her cure şerên desthilatdariyê, tevgerên femînîst û ekolojîk bi serê xwe, bi tenê dikarin bi modernîteya alternatîf modernîteyeke evçend weke dêwan mezinbûyî rawestînin. Çarsed salên hegemoniya kapîtalîst vê rastiyê têra xwe rave dikin.”

Dikarî Biecibînî